Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,517
图片
  124,240
书籍
  22,107
相关文件
  126,145
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî- 1
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî- 1
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî- 1
=KTML_Bold=Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî- 1=KTML_End=

Êrişa modernîteya kapîtalîst li dijî modernîteya demokratîk
Di ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve du sal derbas bûn. Ji dagirkirinê zêdetir, armanca dewleta Tirk û hêzên hegemon ji êrişan derbekirina Rêveberiya Xweser û şikandina hêviyên gelan ên azadiyê ne.
9`ê Cotmehê salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên ji bajarê Serêkaniyê heta bi Girê Spî û dagirkirina herdu bajaran e.
Di vê dosyaya ji 3 beşan pêk tê, em ê behsa van mijaran bikin; geşedanên beriya êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, buhaneyên dewleta Tirk ên eşkere yên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê, kiryarên dagirkeran li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, guhertina demografîk, koçberkirina bi darê zorê, her wiha berdewamkirina timayên dewleta Tirk û li hemberî wê yekê pêwîste gelê Sûriyê çi bike.
=KTML_Bold=DELWTEA TIRK Û TIMAYÊN OSMANÎ DI SÛRIYÊ DE=KTML_End=
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û wekî hemû welatên din ên ereban ku şoreşên Bihara Gelan lê pêk hatine, rejîma Tirk bi awayekî eşkere destwerdan li Sûriyê kir, da ku hikumeta Şamê hilweşîne û komên îslama siyasî û di serî de koma Îxwan Mislimîn bigihîne desthilatê.
Erdnîgariya Tirkiyê bû xala rasthatina çeteyên ji seranserê welatên cîhanê û bû nuqteya derbasbûna wan ji Sûriye û Iraqê re, ku tê de komên ser bi El-Qaîdeyê û rêxistinên îslama siyasî ve, li wir çalak bûn.
Bi serwirya DAIŞ`ê li rûberên berfireh ji xaka Sûriye û Iraqê re û ragihandina “dewleta xîlafetê”, rola Tirkiyê ya komkirin û veguhestina terorîstan zêdetir bû.
Gelek şîrovekaran destnîşan kir ku Erdogan hewl dida DAIŞ`ê li herêmên ku dixwest tev li xaka Tirkiyê bike, serwer bike da ku bigihêje sînorên Mîsaqa Millî. Ji ber ku Erdogan û alîgirên wî di civaka îslamê de paropaganda dikirin ku Erdogan xelîfeta Mislimanan e.
Lê belê berxwedana gelê Kurd ev plan pûç kir. piştî çekdarên PDK’ê bi alîkariya dewleta Tirk re ku planên wan pêk bînin ji Şengalê revîn û DAIŞ’ê komkujî pêk anîn, Hêzên Parastina Gel (Gerîla) berê xwe da Şengalê. Hêzên gerîla her wiha rê li DAIŞ`ê qut kir û nehişt ku bigihêje Mexmûrê û herêmên din ên BAşûrê Kurdistanê. Bi wê yekê pêşdeçûna DAIŞ`ê ku destpêkê hêzên herêmî û navneteweyî bi awayekî neyekser piştgirî didanê, da rawestandin.
Li aliyekî din jî şervanên YPG û YPJ`ê li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ`ê şer kirin û ew têk bir. Bi taybet şerê Kobanê (15`ê Îlonê 2014 – 26`ê Çileyê 2015) bû destpêka têkçûna DAIŞ`ê û têkbirina plana dewleta Tirk.
=KTML_Bold=PIŞTÎ AMÛRÊN WÊ TÊK ÇÛN, DELWETA TIRK BI XWE DESTWERDAN KIR=KTML_End=
Piştî ku dewleta Tirk nikarî bi rêya DAIŞ û komên din ên çeteyên terorîst plana xwe pêk bîne wê yekser bi xwe destwerdan kir.
Delweta Tirk di havîna 2016`an de dest bi dagirkirina herêmên Sûriyê kir wekî Cerablus, Bab û Ezazê. Ew yek bi peymana Tirkiye-Rûsyayê û li ser hesabê opozîsyonê pêk hat. Wezîrê berê yê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Dawûdoglu li xwe mikur hat û got dagirkirina wan herêman li hemberî vekişîna ji Helebê û radestkirina wê ji hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê re pêk hat.
Dewleta Tirk ji bo ku van planan temam bike, destpêka 2017`an di bin navê “Soçî”de bi Rûsya û Îranê re bû hevalbend û dest bi vekişandina çeteyên xwe ji herêmên cuda yên Sûriyê kir. Ew çete li Idlibê kom kirin da ku xizmeta plana wê ya dagirkirina herêmên bi ser sînor ve bike ku piraniya niştecihên wan Kurd bûn.
Bi rêya peymana bi Rûsya re, dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir, li hemberî wê yekê çeteyên xwe ji Xûta Şamê, gundewarên Humsê û parçeyên ji Hemayê vekişandin.
=KTML_Bold=BUHANEYÊN TIKEIYÊ YÊN DAGIRKRIINA HERÊMÊ=KTML_End=
Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019`an de di aliyê erdnîgarî de DAIŞ tune kir, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve dest pê kirin.
Piştî danûstandinên 3 rojan di navbera Amerîka û Tirkiyê de, di 7`ê Tebaxa 2019`an de ragihandin ku ew gihaştine lihevkirinekê û dê “herêma ewle” ava bikin.
Li gorî lihevkirinê, dê herêma ewle were avakirin, odeyeke operasyonan a hevbeş a herdu aliyan bê avakirin, dê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka-Tirkiyê li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de bi kûrahiya ji 5 heta 9 km, werin meşandin. Ew lihevkirin di 8`ê Îlona 2019`an de ket meriyetê û yekemîn dewriyeya hevbeş li gundewarê bakurê rojhilatê Girê Spî bi beşdarbûna 12 wesayitên leşkerî yên Amerîka û artêşa Tirk, hat meşandin.
Hemwextî dewriyeyên hevbeş ên di navbera herdu aliyên lihekirinê de, Hêzên Sûriya Demokratîk hemû çek û şervanên xwe ji herêma sînor vekişand. Koalîsyona Navneteweyî jî ev yek piştrast kir. Meclisên leşkerî yên wê demê hatibûn avakirin, xendek girtin, satirên axî rakirin.
Serokê Amerîkayê Dunald Trump di 6`ê Cotmeha 2019`an de ragihand ku dê hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişîne. Li dijî wê biryarê di nava rêveberiya Amerîkayê de bertek derketin û gelek rayedaran îstifa kir.
Dewleta Tirk a dagirker ew biryar sûd wergirt û di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişeke berfireh li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Di êrişên dagirkeriyê de balafir, tank, panzer û hemû cureyên çekên pêşketî hatin bikaranîn. Her wiha çeteyên Cebhet Nusra, DAIŞ û gelek komên din ên çeteyan di bin navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” de hatin bikaranîn û li kêleka artêşa Tirk a dagiker şer kirin.
Piştî berxwendaneke efsanewî ya 14 rojan ji aliyê şervanên QSD`ê ve, ku tê de artêşa Tirk heta çekên kîmyewî yên qedexekirî jî bi kar anîn, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.
=KTML_Bold=DÎROKA KÎNA DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ KURDAN DIRÊJ E=KTML_End=
Erdogan roja 24`ê Tebaxa 2016`an ji bo dagirkirina Cerablusê hilbijart ku piştre herêmên din ên Sûriyê dagir kirin. Ji ber ku ew dîrok dîroka şerê “Merc Dabiq (1516)” e ya ku destpêka serweriya dewleta Osmanî li Rojhilata Navîn û parçeyên mezin ên Ewropayê bû.
Di 9`ê Cotmehê de jî anku roja destpêkirina êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi heman rengî bû. Di 9`ê Cotmeha 1998`an de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, ku hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst beşdarê bûbûn, rêber Ocalan ji Sûriyê derxistin û di 15`ê Sibata 1999`an de radestî Tirkiyê kirin. Bi wê yekê dewleta Tirk xwest projeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan bingeha wê danî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêkanîna wê kir, derb bike.
=KTML_Bold=ÇIMA SERÊKANIYÊ?=KTML_End=
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger, di wê derbarê de wiha dibêje: “Dema ku dewletek êrişî herêmekê dike, dîrok an jî rojên hatine diyarkirin ên girêdayî wê civakê bi kar tîne û êriş dike. Êrişên li dijî Cerablusê di salvegera şerê Merc Dabiq de pêk hatin, dema ku sultanê Osmanî êrişî Helebê kir. Her kes wê yekê dizane. Roja 9`ê Cotmehê jî ji bo êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî hat hilbijartin, ew yek hatibû plankirin.”
Zelal Ceger sedema wê yekê wiha şîrove kir: “Dewleta Tirk dizane ku herêma Serêkaniyê xwedî dîrokeke ji bo kurdan pir girîng e, ji ber paytexta Mîtaniyan bû. Bi hilbijartina Serêkaniyê xwest nirxên civaka Kurd derb bike. Di wê dîrokê de bi taybet, dewleta Tirk rêber Ocalan ji Sûriyê derxist û wê demê panzêrên xwe li ser sînorê Sûriyê belav kirin, heke Sûriye daxwazên wê qebûl neke, êriş bike. Rêber Ocalan got, da ku ez dostaniya xwe ya 20 salan bi gelê Sûriyê re biparêzim, min biryar da ez ji Sûriyê derkevim. Di heman dîrokê de dewleta Tirk êriş pêk anîn, piştî destanên efsanewî ku zarokên herêmê ji beriya 11 salan ve nivîsandibûn.”
=KTML_Bold=NAMEYA DELWETA TIRK JI GELÊN HERÊMÊ RE=KTML_End=
Zelal Ceger wiha nirxandina xwe dewam kir: “Dewleta Tirk bi destpêkirina êrişên xwe di wê rojê de xwest nameyekê bide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 'heke we xwest li cihekî bi ser bikevin ez ê li hemberî serkeftina we bisekinim'. Dagirkeriya Tirk her tim hewl da destkeftiyên gelê Kurd têk bibe. Di heman demê de, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ev şerê her dewletekê ye ku dixwaze destkeftiyên xwe pêk bîne. Ev şerê peymanên bazirganiyê ye. Taybetmendiya vî şerî ji şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn cudatir e.”
Zelal Ceger da zanîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li herêmên Rojhilat Navîn tê meşandin, navneda wê jî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Em dikarin bêjin, ev şer li xaka Mezopotamyayê pêk tê. Em fêm dikin ku di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de şerê du îdeolojiyan heye; îdeolojiya desthilatdariyê ya bi serkêşiya dewletên kapîtalîst û îdeolojiya neteweya demokratîk a bi pêşengiya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku xwe dispêre yekitiya gelan û jiyana bi rûmet û azad. Ji ber wê, em bala xwe bidinê, dewletên hegemon hewl didin civakbûyînê di navbera pêkhateyên Rojhilatê Navîn de ji holê rakin û piştre rejîmên kapîtalîst wê siyaestê dimeşînin, siyaseta parçe bike, dagir bike.”
Zelal Ceger destnîşan kir ku “dewletên desthilatdar dîtin ku fikirê neteweya demokratîk li pêş pêkanîna planên wan bû asteng. Rêber Ocalan di analîzên xwe de dibêje ku sedsala 21`emîn dê bibe sedsala azadiya gelan. Lê belê rejîma kapîtalîst dibîne ku divê rejîma kapîtalîst di lutkeyê de be, ji ber wê bi hemû rêbazan hewl dide civakê parçe bike û ji hev bixe.”
=KTML_Bold=TIRKIYÊ HEWL DIDE FIRSENDÊ BI KAR BÎNE=KTML_End=
Zelal Ceger piştrast kir ku “dewleta Tirk hewl dide firsendê bi kar bîne û ji siyasetên dewletên hegemon sûdê bigire da ku desthilata Osmaniyan di bin navê Mîsaqa Millî de vegerîne, ya ji Heleb heta Mûsil û Kerkûkê. Her wiha bi rêya Peymana Sykes-Picot û parçekirina Kurdistanê ji du parçeyan re û piştre bi rêya Peymana Lozanê ku Kurdistan kir 4 parçe.”
Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Erdogan hewl dide van siyasetan bi kar bîne da ku li ser desthilatê bimîne. Ew her kurdekî/ê li ku derê dibe bila bibe, dike hedef. Her kurdekî/ê ji bo mayîna xwe xeter dibîne, ji ber wê yan tune dike, yan jî wekî ajanê xwe bi kar tîne. Ji lew re, dewleta Tirk a dagirker li seranserê herêmên Kurdistanê êrişên xwe zêde kirine. Di vê qonaxê de êrişên dagirkeriya Tirk plankirî û sîstematîk in, ji lew re em dibêjin ku divê em dagirkeriya Tirk tune bikin.”[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,348
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 16
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 05-08-2021 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 人权
城市: Grê Sipî
城市: Serêkanî
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-05-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on15-05-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):14-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,348
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.112 KB 14-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!