Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  587,256
图片
  124,625
书籍
  22,130
相关文件
  126,973
Video
  2,194
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   总计 
275,728
Mihemed Şêxo dema tuneye bêhtir xuyaye
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mihemed şêxo
Mihemed şêxo
Mihemed Şêxo dema tuneye bêhtir xuyaye
#Kakşar Oremar#
Mihemed Şêxo dema tuneye, zêdetir xuyaye…Ew zêdetir ji duh, duhiya ku bi derd û êşan re derbas bû, di bîra me de dimîne. Dengê zarotî, ciwanî û jiyana çend nifşan. Ew dengê şînê, şer, berxwedan û dengê serbilindiya Kurdan bû. Tevaya vana bi nav û dengê Mihemed Şêxo re di bîra me de mane. Xweşxwanê ku awaz û stranên wî tevlî newayên kanîyên çiyayê zagros, Qendîl û Kurmênc bûn û heya roja îro liv û lebatê di jiyana me de zêdetir dikin. Gelo dikarim ji we bipirsi: Ma karê pêxembera ji karê kesên wiha mezintir bû?
Heyf û mixabin ew bêkes û feqîr, di bin ewrê reşê zulma Baasîyan de ratsî gelek sivkatiyan hat, lê mîna bilbil û şalûlekê firiya ku hezaran awaz û stranên negotî di singe wî de li benda firînê bûn. Bi çavên tije hêsir û çavên tije hîvî li benda mizgîniya azadiyê bû, lê “azade şirîn” nedît û ji destê felekê nalîya û kaliya. Li ser textê nexweşxanê bû, lê di kuçe û kulanên Qamîşlo de dengê xwe dibihîst. Dizanî ku ewê piştî mirinê jî bijî. Wî beriya mirinê nefeseke rihet kişandibû û wiha gotibû:” belê min karek kir û ezê zû ji hişê mirovên civaka xwe wenda nebim…”
Hinek kes dema tunene, zêdetir xuyane. Deng ji bo wî di şînê de ye. Dengên ku xemên xwe tevlî nalîn û qêrînên gel dikin, wîsa di hişê civakê de dimînin ku bi çûyîna xwedîyê deng re û derbasbûna salên dirêj re jî zêdetir dimîne. Tiştê ku mirov dikare wek “felsefa jiyanê” temaşe bike.
Di germe-germa şoreşa Kurdan li başûrê Kurdistanê wî wiha bang kiribû:
Pêşkevin em serfirazin miletê Kurdî / Yan mirin yan em bibînin jîna Kurdî
Kurdistanê tu menale lawên te hatin / Xwendevanin, dilsojên doza welatin”
Hemû xewin û xeyalên Mihemed Şêxo azadiya Kurdistanê bû. Ew û stranbêjin ku li ser welat û bindestiya gel digotin ketibûn ser rêya hezretê Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Hêmin Mûkiriyanî, Erebê Şemo û hemû rêberên ku di oxira doza Kurd û Kurdistanê da serî danîn.
Tevî ku „dil perîşan“ bû lê mesajên wî pirbar û watedar bûn: berxwedan, êş û azarên netewa Kurd, karkirin, serhildan, xebat, westiyan, ked û fîdakarî û dehan babetên din hêvînê kilam û awazên wî bûn. Bi qasî sosyologekê civaka xwe dinasî. Rewşenbîr û eşqa dilê wî bi qasî oqyanosekê kûr bû.
Qîmet û astê huner û peyva resena Kurdî li ba wî giran bû. Helbestên ku ji gulistana edebiyata Kurdî bijare dikirin, xwedî wan peyaman bû ku guhdar dibirin nava hizr û ramanên dûr û kûr. Ji ber wê jî formê afirandinê li cem mamosta Şêx wijdanî bû û wiha bû ku pêre wijdan jî dihejandin.
Ji hêlekê etmosfêrê siyasî ew neçar dikir ku sirûd û marş anku stranên protestokirinê bibêje, ji hêla din jî xwe ji gotina stranên dildarî jî dûr nedikr û pêre jî bi qasî hemû genc û xezîneyên dunyayê giringî dida stranên me yên folklorî.
Nabe em ji bîr bikin dengê têlên saza wî, dengê wî yê ku ji felekê bi gilî û gazî bû û dabû pey dengê pêngavên Celadet Bedirxanê bextreş. Sîyek fênik ji awazên wî yên melodîk û folklorî rêbaza durist a jiyanê li ber me korên rû erdê vekir. Bi qasî xema oxira wî, xema dengê wî jî yê di sing û mejiyê me de bimîne. Mihemed Şêxoyê birîndar û homanîst wisa ketibû pey eşqa jiyanê ku nedixwest deqekê jî vala bisekine.
Ji ber wê jî ew zû, yanî dema hê pir ciwan bû bi stranên xwe kete nava dilê gel. Navdar bû, lê pê re xwe li ser serê xelkê ferz nekir û huner nekir qurbana pere û malê dinê.
Ew heya sax bû derdnasê jiyana gel û der bi derê doza netewa xwe bû.
Di hemû dîroka Kurdistanê de rojavayê Kurdistanê, Binxet an jî ew para axa zêrîna Kurdistanê ku piştî peymana Sayks-Pîko ket bin desthilatdariya dewleta Sûriyê, şahidê pêkhatina gelek bûyerên girîng bûye. Kurdên vê perça welatê me di çaxê Bedirxanîyan de jî bi hemû rengan hevkariya mîrê Botan û Yezdanşêr ku li hemberî Osmanîyan serîhildabûn, kirin.
Di vê erdnigariya biçûk de gelek siyasetvan, hunermend, helbestvan û qehremanan perwerda xwe ya welatperweriyê standine ku hunermendê mezin Mihemed Şêxo jî yek ji wane.
Jiyana Mihemed Şêxo
M. Şêxo ku di nava gelê herêmê de bi navê “Bavê Felekê” jî tê nasandin, di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê girêdayê bajarê Qamîşlo hat dinê. Dayika wî Fatima û bavê wî Şêxmus navê yekemîn zarokê xwe kirin Mihemed Salih. Xecok gundeke ku nêzî 20km ji bajarê Qamîşlo dûre û piraniya gundiyan ji ber nebûna îmkanên jiyanê xwedîyê jiyanek bê istqrarin.
Mihemed Salih, Bavê Felek an jî M. Şêxo dema ku çavên xwe bi jiyana vê cîhanê vekirin û hinekî rewş û etmosfêrê derdora jiyana herêma xwe naskir, xwe û gelê xwe bi du derdan re rû bi rû dît: Yek: derdê bindestiya gel û welatê wî Kurdistan û yê duyê jî: derdê çînayetîyê ku wî çavên xwe di nava malbatek cotyar û hejar de vekiribûn. Ji bona wê jî ji ber tengdestiyê wî ji temenê 11 saliyê anku li sala 1959’an de dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir. Wî xwendina xwe ya despêkê li gundê Xecokê, bi dawî anî. Herçend ew di karê xwe yê dersxwendinê de xwîndevanekî jîr û şareza jî bû, lê li rex karê dersxwendinê neçar bû ku ji bo debara jiyana malbatê hevkariya bavê xwe yê zehmetkêş û fîdakar jî bike.
Sala 1964’an Mihemed Salhê 16 salî ji bo domandina xwendina xwe ya navîn çû bajarê Qamîşlo û bi îradeyek mezin dest bi xwendinê kir. Li ba wî bi zelalî eşkere bibû ku bi giştî nexwîndewarîyê ji civaka wî re gelek derdên giran û bêderman û bindestiyek hezar salî, afirandiye. Ji bona wê jî karê xwendinê ji xwe re kir armanca herî mezin di jiyanê de.
Lê mixabin ev xwesteka Mihemed Salihê nûgihştî heya dawiyê nemeşiya û ew neçar ma, ji ber destengîya malbata xwe ji hêla aborî ve di sala 1967’an de dest ji xwendinê berde û careke din vedigere gundê xwe Xecokê. Di nava 6 xwîşk û 6 birayan de Mihemed Salih, zarokê malê yê mezin bû. Ji bona wê jî li hemeberî cî bi cîkirina îmkanên jiyana wan, xwe wek berpirsyar dibîne. Piştî wê bi bavê xwe Şêxmus re di nava zevî û bostanên xelkê de dest bi karê avdaniya pembo û karê baxçevaniyê kir.
Destpêka şer û karekî nû
Di çaxê kar û xebata rojane de sirûşta rengîn, hejarî û xizaniya gelê herêmê hêdî-hêdî hestên Mihemed Salih yên nazik dibizivandin û îlham jê re dihat ku ew dikare bi dengê xwe yê zîz û bi şewat li dijî dagirkerên Kurdistanê şerekî nû bide dest pêkirin. Di çaxê dersxwendinê de jî Mihemed Şêxo ji bilî wê hindê ku zimanê Erebî baş dizanî, bihayek giran jî dida zimanê xwe yê zikmakî û helbestên mamosta Cegerxwîn û helbestên ku bêhna nîştimanperwerî ji wan dihat, dixwendin û awazên dilnişîn ji wan re amade dikirin. Di wan salan de hiss û hestên wî bibûn kaniyek ava sar a Kurdistanê ku awazên nû û nebihîstî jê diherikîn û fênkatiyek xweş ji mirov re diafirandin, lê bazara hunerê jî weke bazara gelek tiştên din di nava Kurdan de zêde bikirên xwe tunebûn.
Di sala 1967’an de Mihemed Salihê bejin bilind dema ku ji ber hejariyê nekarî xwendina xwe ya navîn bidomîne û vegerîya gund, hêdî-hêdî bayê evîna hozanvanî û stranbêjîyê ket serê wî û wî ev evîna îlahî weke “ava heyatê” têkelî xwîn û canê xwe kir. Sewda û evîna ku heya roja mirinê xwe li rehên dilê wî yên tenik pêçan û ew di riya wê evînê da, anku di riya evîna Kurdistanê de mir. Gelo ev evîn ji kûderê hatibû?
Belê M. Şêxo hê di zarotîya xwe de evîndarek ji evîndarên guhdarkirina radioyên Êrîvan û Bexdayê bû û bi riya wan, dengê bilbilên Kurdistanê M. A. Cizîrî, Hesen Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Elî Merdan, Meryem Xan, Kawîs Axa û Karapêtê Xaço dibihîst. Herwiha wî di warê strana nû de ku li başûrê Kurdistanê nemir Tehsîn Teha û Şimal Sayib istîlek nû dabûn dest pêkirin, xwe pêşxist. Ji ber ku pir ji wan stranan hezdikir û ji naveroka wan ya watedar şexsyeta xwe ya hunerî û civakî bi rêk û pêkî pêşdixist û xebitî ku ew bi xwe jî bibe xwedî ekul û xwendingehek tezekar di Kurdistanê de.
M. Şêxo hê di destpêka hunera xwe de mirovekî qedirgir û camêr bû. Wî qîmeta nirx û eymetên xwe yên netewî baş dizanî û ji bona wê jî hertim bi evînek kûr di derbarê folklor û hunermendên kilasîk de wiha digot:”
Ew hunermend tev çavkanîyên kevnetor û hunera gelê meya kilasîk û dîrokî ne. Çi hunermendê ku kevneşopa folklor û dengbejên welatê xwe ji xwe re neke hîm û binaxe û ji wan bingeh nestîne, ew nikare hunereke temendirêj û dîrokî pêşkêşî gelê xwe bike.“
Belê bi van ramanên pak û paqij M. Şêxo derbasî mêrga ciwaniyê dibe û roj bi roj bejina wî ya zirav xwe ber bi esmanê bilind ve radikişîne û ew dibe xortkî çeleng û jîr ku ji bo jiyana vê dinyayê xizmeta ji bo mirovanetiyê ji xwe re kiriye armanca yekemîn.
Ew û Tembûra xwe
Di van hal û mercan de sala 1968’an navê Mihemed Salih ji bo çûyîna leşkerîyê tê, lê ji ber bêhêziya herdû çavên xwe, ji leşkerîyê tê e’fûkirin. Ew careke din bi dilxweşî vedigere nava malbata xwe li gundê Xecokê û di wê salê de M. Şêxo cara yekem bû ku bi hevkariya mamê xwe tembûrekê ji xwe re peydadike. Ev tembûr ji wî re mezintirîn xelat bû. Bi wê tembûrê wî xwe mîna şervanek amade ji bo şerê jiyana nexweş his dikir. Ji bona wê jî di demeke pir kêm de, hînî lêxistina tembûrê an jî silahê jiyana xwe ya siyasî, civakî û hunerî dibe.
Armancên wî
Armanca M. Şêxo ji destpêkirina karê hunerê ew bû ku bi têlên saza xwe, bi wî dengê xwe yê tejî êş û jan, bi wan helbestên tejî mesaj, zanyarî û peyvên şirîn mîna şervanên riya azadiya Kurdistanê, xizmetekê ji gelê xwe re bike. Ji bona wê jî di demeke kurt de nav û dengê wî hêdî-hêdî li gelek herêmên Kurdistanê belav dibû. Hunera ku M. Şêxo diafirand bêtir ji bo şiyarkirina gelê xizan(feqîr) û hejar bû û bi sedema vê yekê jî M. Şêxoyê ku bi evînek bêdawî dest bi karê pîrozê hunermendiyê kiribû, di destpêka karê xwe de dibe armanca hêrşên sîxurên beşa parastin(istixbarat)a dewletê. Deng û awazên wî tirs û xofeke pir mezin di dilê wan yê reş û bi kîn de çandibû.
Hinek xwefiroş, caş û mirovên ku bi wateya armancên M. Şêxo nedihesiyan û ew nas nedikirin ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî her gav û her dem mîna reşikên şevê bi dû M. Şêxo de digerîyan, kar û kiryarên wî yên ji bo xizmeta gel, der bi der dişopandin. Ji bona wê jî M. Şêxo nedikarî bi rihetî bixebite û muzîka stranên wî zêde bi hêz nîne. Ji ber ku kar û kiryarên wî tev di bin çavdêriyê de bûn.
Naveroka Stranên M. Şêxo
Bavê Felekê ji çaxê destpêka jiyana xwe ya hunerî bi hostatî û şarezayî gotin û awazên stranên xwe ji êş, elem û xemên gel distandin û bi wê heza xwe ya bêdawî ji bo welat û bi wî dengê xwe yê bi şewat kilamên xwe yên ku aramî bi mejî û rihê mirovan de dibexşîn, dixwendin.
Naveroka stranên M. Şêxo pênaseya kesayetîya wî didine xûyakirin. Ew di stranên xwe de Kurdistana talankirî dişibîne keçek bedew bi navê Nesrînê ku êxsîra destê dagirkerane. Ew bi tika û ricayek bêdawî diqêrîne ku êdî bese bila Kurd ji xewa mirinê rabin. Ew li ser Newroz û adaran distire û Kaweyê qehreman û Zehakkûj carek din di hizran de zindî dike.
M. Şêxo li ser kedera xwe, êqbal û bêşansî û dilperîşaniya Kurdan distire, ji gel dawa dike ku bi xwendin û xebatê pêş bikevin, hertim behsa qelenê giran ji bo yara şox û şeng dike ku bi zêr û diravan nayê kirîn û bi destxistina wê xwîn û kedek bêwestan dixwaze. M. Şexo Kurdistanê dişibîne gulek kesk û sor û zer û ji derdê feleka xayîn dinale û dikale. Ew ji derdê cîhana bêbext ji kûrahîya derdê dilê xwe gilî û gazincan dike.
Bi piranî tekst an jî helbestên stranên M. Şêxo ji helbestên Yusif Berazî yê bi nasnavê Bêbihar, Emerê Lalê, Cegerxwîn, Xelef Zêbarî, Kemalê Şanbaz, Ferhadê Eçimû, Sebrî Botanî, Dr. Bedirxan Sindî û Rencber hatine hilbijartin. Wî hewlek mezin daye ku di stranên xwe de rewşenbîriya siyasî-civakî di nava gel de zêdetir bike.
Dengê wî yê barîton û herdem tejî şînî ya ji ber bindestiya gelê Kurdistanê, mîna bilbilê ku ji derdê qefesa zêrîn birîndare û bi ser birînên xwe de dinale û mîna kewê ribatê ku qeb-qeba wî semfoniya jiyanê lêdixe û hêvîdariya mirovan ji bo jiyanê zêdetir dike, xem û derdên jiyana giran li ber çavên mirovan tune dike.
Mirin û malavayî
Roja 9’ê Adarê demjimêr 5’ê berê sibê piştî çil salan jiyana tejî derd û xem M. Şêxo çavên xwe li jiyanê digire û hesreta ditina Kurdistanek serbixwe û azad ku ji bona wê tu belayê dunyayê neman ku bi serê wî neyên, bi xwe re dibe nava xaka Kurdistanê.
Wê rojê di demek pir kêm de xebera wefat hunermendê gel, zimanê doza bi şan û şerefa Kurdistanê li her derê belav bû û êvariya wê rojê bi merasimek taybetî ku zêdetir ji 100 hezar kesî têde beşdar bibûn, termê M. Şêxoyê birîndarê azadiya Kurdistanê li goristana Hilêlîyê hat veşartin. Beriya mirinê wî wesyet kiribû ku strana wî ya bi navê (gava ez mirim) bi dengekî bilind lêxin û meytê wî ber bi goristanê biben.
(1). Parek ji nivîsa min ya li ser jiyan, raman û hunera Mihemed Şêxo ku yê dirêjiya wê di pirtûka” Navdarên Kurd” de bête weşandin. Ev kurte dusya tenê ji bo bîranîna wî hatiye amade kirin.
14. 03. 2014 DÜSSELDORF / ALMANIYA
[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,031
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 10
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 16-03-2014 (12 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
城市: Qameeshly
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-03-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on02-03-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):02-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,031
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!