Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,336
图片
  124,191
书籍
  22,101
相关文件
  126,111
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   总计 
274,435
Teymûrê Xelîl: Tenê zimanê me em parastin
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Têmûrê Xelîl
Têmûrê Xelîl
#Teymûrê Xelîl#: Tenê zimanê me em parastin
Rewşenbîrê Kurd Teymûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Sowyetê de dibêje, tevî ku ew neçar bûn çend zimanan fêr bibin jî wan zimanê xwe parast û bi saya ziman wan hebûna xwe parast. Li ser cihê Radyoya Êrîvanê di nav civaka Kurdan de jî ew rewşenbîrê dibêje, “Radyoya Êrîvanê roleke mezin hebû di hişyarkirina Kurdan de.”
Rojnamevan, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrê Kurd Teymûrê Xelîl, bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya ‘Nûrojî Dostan’ a Rûdawê bû û behsa Kurdên Sowyetê, serpêhatî û jiyana wan, xweparastina wan di warê çand û hunerî de, kar û xebatên wan û herwiha Radyoya Êvîvanê kir û rola wê ya di nav civaka Kurdan kir.
Teymûrê Xelîl ku piştî 44-45 salan bo cara yekem hat Kurdistanê, dibêje, “Ji bo Kurdên Sowyetê dîtina Kurdistanê xewnek bû, xewneke xweş bû, baweriya me tune ku dê rê vebin em xwe bigihînin Kurdistanê jî. Ji be rku Sowyetê rê nedida ku tu ji welatê xwe derkevî û eger rê hatiba dayîn jî pêwîst bû tu biçî welatî li ser bîr û baweriya wan. Welatekî weke Kurdistanê jî rê nebû ku em bên bibînin. Lê rê vebû.”
Derbarê jiyana penaberî û sirgûniyê de jî dibêje, “Dema ku tu li welatekî bî ku mafên te tên naskirin, her tiştên te dane weke radyo, rojname, akademî, dersên zimanê Kurdî, mirov wê derê weke welatê xwe dibîne. Ez dikarim bibêjim welatê me Sowyete jî, ez li wir mezin bûme. Lêbelê xwîna bav û kalan ewqas xurt e ku mirov ber bi welat ve dikişîne.”
Li ser pirsa, ‘Gelo tu Kurdistanê weke welatê xwe dibînî an Sowyetê?’ ew rewşenbîrê Kurd dibêje, “Niha ew Sowyet nemaye, me pêşbînî dikir, piştî hilweşîna Sowyetê jî ka bi çi çavî li me dinêrin, ew welat hêdî hêdî li ber çavên me reş dibin. Lê dema mafên te dan û tu hest bi azadiyê dikî… Em jî li Ermensitanê ne ku ne welatekî weke Azerbaycanê ye, kes nabêje, ‘asîmîle bibin’ lê li Azerbaycanê dibêjin û dikin jî. Bo nimûne, li Azerbaycanê zoriyek heye ku divê tu biçî ser dînê wan, lê li Ermenistanê vê yekê nabêjin. Navbera me û Ermeniyan gelek baş bû. Herwiha ev hemû wisa dikin ku mirov li ser bingeha xwe mezin bibe, ji rê dernekeve. Kurdên Azerbaycanê 10 caran ji me zêdetir bûn, lê neman.”
Li ser helwest û nêzîkbûna xelkê Ermenistanê li hemberî Kurdan piştî komkujiya bi serê wan de hat ji aliyê Tirkiyê ve ku hinek alî Kurdan jî tohmetbar dikin, Teymûrê Xelîl radigihîne, “Tiştek heye divê bê gotin; Dewleta Ermenistanê ti caran bi awayekî fermî negotiye, ‘Kurdan Ermenî qirr kirine’. Kesên ku vê yekê dibêjin, ‘Kurd in’. Heta pirtûkek jî ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve hatiye belavkirin, di wê de tê gotin ku ‘Kurdan Ermenî qirr kirine’. Baş e dema ku Ehmed Turk ji Ermeniyan re dibêje, ‘li me biborin, me jî hinek tişt kirine, me jî Ermenî kuştine’ lêbelê ti caran bîr bi wê nake ku di wê qirra Ermeniyan de gelek Kurdên Êzidî jî rastî qirrkirinê hatine. Bo nimûne; Ez çima li Ermenistanê me? Di qirra Ermeniyan de Êzidî bi Ermeniyan re reviyan hatin. Ango ew qirkirina ku Tirkan bi serê Ermeniyan de anîne, ew yekser qirrkirina Êzidiyan e jî.”
Rewşenbîrê Kurd dibêje, eger lêkolînek bê kirin dibe ku Êzidî zêdetir hatibin qirrkirin û diyar dike, “Lewma Ermenî nabêjin, lê Kurd bi xwe ji wan re dibêjin, ‘hinek Kurd tevlî wê qirrê bûnê’ lê heman ew kes nabêjin ku gelek Kurdan Ermenî parastine li welat. Li malên xwe de… Aramê Tîgran bi xwe dibêje, ‘Kurdan em parastine û em man’. Qerapetê Xaço ji xwe rihê wî Kurdî bû li mala me bi xwe gotiye, ‘em hatine Ermenistanê em bûne Ermenî’ yanî ewqas… Ew bi xwe eslê wan Ermenî ne lê weke dengbêjî, ew dengbêjên Kurdan e, dengbêjên me ne. Hinek caran ez li vir jî rastî kilamên Îbo têm, lê ti eleqeya Îbrahîm Tatlises bi Kurdistanê re tune ye. Ferqeke din jî heye, Kerapetê Xaço û Aramê Tîgram xiyanet li miletê xwe nekirine û stranên Ermenî ne kirine Kurdî, lê Îbrahîm Tatlises kilamên Kurdî kirine Tirkî. Malê me hatiye dizîn û dane miletekî din ku qirra me aniye.”
Teymûrê Xelîl behsa serdana Mele Mistefa Barzanî ya ji bo radyoya Êrîvanê jî dike û dibêje, “Qenatê Kurdo weke henek jê pirsiye, ‘Tu kilaman dizanî’, gotiye ‘na’, ‘reqasê dizanî’ gotiye ‘na’ wî jî gotiye ‘êdî tu çi Kurd î’. Li ba me ew çanda strangotinê heye. Bo nimûne, ez ne dengbêj im, lê 3-4 kilamên min di radyoya Êrîvanê de belav bûne. Ew jî ji bo wê bû ku ew strana ‘Barzaniyê Mezin’ dane Aram, Aram jî got ez nastrêm bo ku nebêjin, ‘tu Ermenî yî û pesnê Kurdan didî’. Ji ber hindê min ew strana li ser Barzaniyê Mezin got ku yek ji 3-4 kilamên min e.”
Li ser Radyoya Êrîvanê jî Teymûrê Xelîl meseleyekê vedibêje û tekez dike ku rola Radyoya Êrîvanê di hişyarkirina Kurdan gelek zêde û gotinên xwe wiha didomîne, “Dihat gotin dema ku Diyarbekiriyan radyo kirîban, wê dema weşana radyoya Êrîvanê diçûn bo ku bicerîbînin ka dikişe û dema ku dikişa jî wan digot, ‘ev radyo baş e, ez dê bikirim’. Rojekê Kendal Nezan hate radyoya Êrîvanê got, ‘ez rojekê çûme zozanan, min guhdariya radyoya we dikir û dema ku weşan bi dawî hat min jî xwest lê binêrim ka li dinyayê çi heye. Lê xwediyê malê dîn bû got, ‘te radyoya min xerap kir’ ji ber ku min frekans guhertibû’. Rola Radyoya Êrîvanê di hişyarkirina Kurdan de pir e. Niha ew radyo û rojname hema bêje nemane. Ji ber ku kesek nema, kadro neman, ji Moskowê dihat fînansekirin, ew êdî nemaye. Ermenistan jî nikare fînanse bike, ne tenê ya Kurdan a hemûyan, ji ber ku rewşa aborî xerap e. Ji me re dibêjin, ‘Kurdistana we çêbûye, herin pere bînin, hûn dixwazin 24 demjimêran weşanê bikin’ behsa Başurê Kurdistanê dikin. Bo rojnameyê jî dîsa, dibêjin, ‘Bila Kurdistan alîkariya we bike, hûn dixwazin her roj derxin’. Ez dikarim bibêjim radyo hatiye girtin, lê biryara girtinê nehatiye dayîn.”
Teymûrê Xelîlê derbarê astengiyên li pêş xebata li Radyoya Êrîvanê û herwiha rola jinan di wê radyoyê de dibêje, ““Zehmetî hebûn, bo nimûne, jin nedihatin, hevjîn û bavê wan nedihiştin ku jin bên radyoyê û stranan bêjin. Me bi veşartî dianîn, dengê wan qeyd dikir û paşê me navê wan diguhert. Bo ku hevjînên wan nezanin. Îcar dema ku di radyoyê de ev stran dihatin belavkirin, hevjînên wan digotin, ‘ev jin çi xweş dibêje’.”
Derbarê arşîva Radyoya Êrîvanê de jî Teymûrê Xelîk diyar dike, “Arşîv heye, ew hemû bûye milkê gelê Kurd. Pêşiyê Kendal Nezan hat beşek bir, Reşo Zîlan hat beşek bir, wan pêşiyê belav kirin. Piştre Komkara Kolnê ew jî hatin û beşek birin. Yanî weke diyarî me dida wan. Niha êdî li her cihî ew arşîv heye, ew milkê ku radyoya Kurdî belav kiriye di nav zêdetir 50 salan de, ew êdî gihiştiye milet.”
Rewşenbîrê Kurd Teymûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Soywetê de ku li gelek welatan belav bûbûn, dibêje, “Tenê zimanê wan ew parastin. Tiştekî din tune ye. Hinek kes li ser peyîvîna bi tirkî li Bakur dibêjin, ‘li Bakur bo ku bixwînin, kar bikin divê tirkî bizanin’. Li gel me tiştekî wiha tune bû. Eger li bal wan tenê tirkî ba, li gel me pêwîst bû me du ziman zanîban; Ermenî û Rûsî. Ji ber ku herdu jî fermî bûn û ji bo kar û xwendinê jî zanîna wan neçarî bû. Ez li Êrîvanê mezin bûme, hema bêje li wir Kurd tune ne, li gund û navçeyan dimînin. Li malê me tenê bi Kurdî dipeyîvîn. Me pirsek bi Ermenî bikira, dayika min bersiva min nedida. Yanî em her bi kurdî diaxivîn. Govend, stran, urf û adet, çûn û hatin, şîn û şahî, van em parastine. Ez ji dayik û bavên xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûme. Dema bavê min li radyoyê kar dikir, dihat malê jî kar dikir, dinivîsand, min jî lê dinêrî û bi wî awayî ez fêr bûm.”
Li ser serdana Kurdan bo wan jî Teymûrê Xelîl dibêje, “Hinek grûp dihatin me dibirin gundan, zarokan jî destê xwe didan destê wan bo ku bibêjin, ‘destê min bi destê kesekî ji Kurdistanê hatiye ketiye’. Yanî ew hesreta welat û milet tim di dilê me de bû. Ji xwe ew ji kilaman jî derbasî me bû.”
Têmûrê Xelîl / PORTRE
Têmûrê Xelîl, sala 1949 an li Êrîvana paytexta Ermenistanê ji dayîk bûye, piştî heyameke mamostetiya dersên bîrkariyê bo xwendekarên Kurd li Ermenistanê, li heman welatî di rojnameya ‘Rya Teze’ de weke edîtor, peyamnêr û serokê beşa rewşenbîriyê û herwiha li Radyoya Êrîvanê jî weke redaktor kar kiriye. Têmûrê Xelîl çend salan endamê Komîteya Komela Xwendkarên Kurd û Sekreterê Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê bûye.
Jibilî hejmareke hevpeyvînên ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên weke Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî di nav de hene, kurteçîrokeke bi navê, ‘Dengê Xwînê’ nivîsandiye û 8 berhem ji zimanê Rûsî wergerandine û li zimanê Kurdî zêde kirine. Herwiha hejmareke kilamên wî jî di wê radyoyaya Kurdî de belav bûne ku yek ji wan a bi navê ‘Mêrê Mêrxas’ a li ser Mele Mistefa Barzanî ye.
Dayika Têmûrê Xelîl, Eznîva Reşîd 27 salan (1955-1982) bêjera Radyoyaya Êrîvanê bûye û bavê wî Xelîlê Çaçan jî 24 salan (1957-1981) rêveberê Radyoya Êrîvanê bûye.
Çavkanî: Rudaw
[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,391
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 52
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 15-02-2023 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-02-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on19-02-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):19-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,391
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!