Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,161
图片
  124,131
书籍
  22,098
相关文件
  126,005
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   总计 
274,249
Qaza Qersê navê delaliyê ye
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qaza Qersê navê delaliyê ye
Qaza Qersê navê delaliyê ye
#Ayhan Erkmen#
Qaz û #Qers# bawer bikin, navên wan bêyî hev bên hildan kêmasiyeke mezin dê çêbibe. Serpêhatiya Qaza Qersê çîrokeke efsûnî ye. Di şeva zivistanê ya reş û dirêj de kalo pala xwe dide sobeya germ û xweş bi xweş vedibêje. Erê, dibe ku we ev çîrok li van salên dawîn bihîstibe, lê na qaz çend hezar sal in parçeyekî jiyana qersiyan e. Arkeologan di sedsala 19’emîn de di bajarê dîrokî yê Aniyê de dîzikeke 4 hezar salî dîtin û li ser dîzikê şiklê qazekê heye. Ev jî diyar dike ku di dîroka Qersê de cihê qazê cûda û girîng e. Qersî hê jî wê mîrateya pêşiyên xwe didin jiyandin û ji ber wê ye ku li ba qersiyan qaz nîşaneya hurmetdariyê ye. Dema ku yek bê mêvandariyê, gayekî bidî ber tiştek e, lê qazekê bidî ber tiştekî mezin e.
Qaz hê jî nîşaneya bedewî û delaliyê ye. Navê wê li keçikan dikin û stranan diavejin ser. Di malbata me bixwe de jî çend jinên bi navê ‘Qazê’ hene û wek navê xwe bi bejn û bal û bedew in. Strana bi navê ‘Qazê’ ya dengbêjê nemir Hûseyno dibêje, strana herêma Serhedê ya sedsalî ye. Stran behsa bedewiya ‘Qazekê’ û eşqê dike.
“Lê lê Qazê, wî dilê, muhubê, serê min diêşe, dilê min pêra yane yane
Wî de Qazê, serê min diêşe, dilê min ji bona te yane yane
Taxima sing û berê Qaza min alîkî deşt e yek zozan e
De vê subengê tê da şîn bûne gul û fîdan e serê wana li hewan e
Her çiyê rebê jorê binivîse jê re serê me hemiyan e
Her çiyê bêne serê canik û camêran hûn yeqîn bizanibin yazî muqaderata xwedan e”
Jinên Qersê yên jêhatî û kedkar, wisa li hev tînin û qazan li ser hêkan didin rûniştandin ku bi serê biharê re çûçikên wan derdikevin. Dema ku çûçik dertên, ev jinên jêhatî çend rojên ewil, wan wekî zarokan bi şîr xwedî dikin. Peyre ji çêra teze dirûçikînin û bi çendekî bi wê xwedî dikin. Dema ku çûçik êdî bêminet dimeşin û dixwin, bi tevî diya xwe di xermana berderê malê de mehekê diçêrin. Ji wê şûndatir êdî karê qazvanan dest pê dike. Qazvan bi piranî pîr an jî zarokeke ji malê ye. Êêê min jî di zarokatiya xwe de hindik qazvantî nekiriye ha, lê bila biborînin, qaz heywanên pir ziyankar in. Dema zeviyên ceh dibînin dîn dibin, kî dikare pêşiya wan bigire û zeft bike. Pîî, em hindik ketin bela wan. Xwedê nîşan nede, dema zeviyekê didin ber xwe, bi tenê simbilên wan wisa traş dikin ku maşîne nikarin wisa bi hostayî berhev bikin. Hem jî dasiyan di firnikên xwe re diavêjin derve, şeq, şeq, şeq, şeq… şeqeşeqa devê wan e. Of! Qazvanên belengaz heya ku rojê bê teşqele derbas dikin, şîrê çend mehî di pozê wan re tê xwarê. Bi gihîştina malê, qaz ji kêfê ser zik, qazvan jî ji westandinê ser pişt dikevin.
Navê qazê min ê serkêş jî hebû. Dema ku em zar bûn xêzefîlmek hebû; lêhengê fîlmê qazê bi navê Morton bû. Ez qet ji wê fîlmê nedimam, li hemû beşên wê temaşe dikirin. Ji ber wê, min jî navê qazê xwe yê serkêş danîbû Morton. Morton li ber dilê min pir ezîz bû. Min ew bi destê xwe xwedî dikir, hin caran xwarina para xwe jî pê re parve dikir, lê ez heqê camêr jî nexwim, dema ku dengê min bi guhê wî diket, refa qazan dida dû xwe dianî. Mala minê, wexta ku min bihîst Morton bi dizî, bêyî min serjê kirine, ez pir li ber xwe ketim û min di malê de şer derxist. Min got “êdî ez sala tê naçim ber qazan”, lê sala hat qazvanê malê dîsa ez bûm.
Qaz heya payîzê li gerê tên çêrandin. Bi payîzê re bîçina zeviyan xilas dibe, xerman tên kutan, cêh didin ser hev û êdî qaz tên girtin. Ji vê şûn de di hundir de bi qasî meh û nîvek, du mehan bi cêh tên xwedîkirin. Ber bi dawiya meha mijdarê ve, qaz wisa goşt digirin ku ji hîzê xwe dertên. Ew bezên nava şeqên van dadikevin erdê. Dema ku çirpiyeke zirav datînin pêşiyê, nikare di ser wê re jî derbas bibe. Di wan rojan de êdî av dicemide û berf dikeve. Qaz hema bi qasî ji cêh hez dikin ewqas jî ji berf û qeşayê hez dikin. Ne bi tenê Qazên Qersê, Kartolên Qersê û Sêvên Qaqizmanê jî heya ku şexteyê nexwin nayên berhevkirin. Erê qaz çendekî bi têra dilê xwe berf û qeşayê dixwin û ji wê şundatir êdî ji bo serjêkirinê amade ne.
Rojên serjêkirina qazan wek şahiyan derbas dibin. Malbat dor bi dor serjê dikin, keç û bûk alikariya hev dikin. Kêfa mirovan bi dengê ken, henek û stranên wan tê, lê karê ew dikin bi rastî jî ne hêsan e, di wê sermayê de pûrtkirin, ji hev derxistin û şûştina qazan pir zehmet e. Her malbatek herî kêm pazdeh, bîst qazan serjê dike, lê îja li xerîbiyê jî dost û nas hebin, ji xwe ji sedî sed hene, ew hejmar dibe sih, çil…
Ji xêncî cendekên wan; serî, ling, heta rûviyên wan jî tên xwarin. Ji bo kêfa wan bê cih û destên wan baş bixebitin dil, hundirê qazan hema li wî erdî, ji bo keç û bûkan tên qelandin. Berê bi tenê pûrta wan ji bo balîfan dihat bikaranîn, lê di van salên dawîn de êdî di endustriyê de jî tên bikaranîn. Cendekên tên pûrtkirin û şûştin bi xwêya Qulpê rind tên xwêkirin û di cihekî sar û tarî de didin ser hev û sê, çar rojan wisa disekine. Xwê wisa dike ku xwîna di cendek de maye jî kaş dike, derdixe û qazê diparêze, nahêle xerab bibe. Li pey xwêkirinê, êdî dora tav û seqemê ye. Bi qasî deh, pazdeh rojan bi serê sibê dema ku cemed dişikê, qazan derdixin ber tavê. Bi dîregên elektrîkê yan jî li cihekî bilind tên daliqandin û bi êvarê re berî ku cemed bikeve jî hildidin hundir. Ew xwê, tava zivistanê û sir û seqem wisa dikin ku wî bezê qazê bi giştî dişewite, bêhna wê hildidin û ziwa dikin, tehmeke nedîtî didin qazê. Edî qaz, ne bi tenê qaz e, panzehîr e! Wiha nebe qaz nayê xwarin, hişk e û bêhna xweliyê jê tê; yan jî dibe ku ne li gorî tehma devê qersiyan be.
Erê de ka em lê binêrin ku li gorî tehma devê qersiyan qaz çawa tê çekirin û serwîskirin. Qaz, berê tê şûştin û di nav avê de wek pênc, şeş saetan tê hiştin ku xwêya zêde lê biçe. Peyra di aveke nû de tê kelandin. Bi hinek ava wê ve xwarina destpêkê tê çekirin, ev xwarina kartolan e, kartol tên xaşilandin. Bi ava mayî ve jî savar tê çekirin. Berê tendûr dadidan, qaz li ser tendûrê dixaşilandin, nanê xwe dipetandin, li pey petandina nên jî beroşa savar bi dev vekirî datanîn binê tendûrê, qaza xaşilandî jî bi hestîfê di ser beroşê de dardadikirin û ser digirtin. Ew hilm û gulm û germahiya tendûrê qaz sor dikir, heçî bezê heyî jî diheland û rûnê wê dipaliya beroşa savar, dema savar ava xwe dikişand ji tendûrê derdixistin. Of! Êdî kî dikare qersiyan bigire. Li sifrê, pêşiyê kêmek xwarina kartolan didin, ev wek cihê girarê digire. Peyre qaz û savar; bi rastî savarê wê jî bi qasî qazê bi tehm e. Li gel wan mast û tirşîn tên ser sifrê, di dawiyê de jî xoşaf, de noşî can be.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,933
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 6
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 20-12-2021 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
城市: Qers
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-02-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on19-02-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):19-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,933
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1130 KB 18-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!