Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,104
图片
  124,104
书籍
  22,097
相关文件
  125,937
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   总计 
274,096
Di bingeha wêjeya devkî de wêjeya zarokan - Ferîdûn BÎRGUL
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zarok ji du-sê saliya xwe û pê ve, êdî dikare guhdariya çîrokan bike. Her çend tam tênegihîjin jî zarokên du-sê salî ji çîrokan hez dikin. Di rastiyê de ne tenê çîrok, her wiha tevahiya berhemên folklorîk xwedî çar fonksiyonan in; fonksiyona xweş wext derbaskirinê, şahî û yariyê; fonksiyona piştgirîdayîn û xurtkirina nirx û avahiyên civakî û adetan; fonksiyona perwerdeyê û veguhêztina bo nifşekî din; fonksiyona xwe jê rizgarkirin û deşarja ji zor û zexta nirxên civakî. Çîrokên Kurdî gelekî hîndekar û şîretkar in. Di van çîrokan de li dijî bêgavî, neçarî, tunebûn û xizaniyê, çawa em dibînin îmkan û mecalên nedîtî, nebîhistî ji aliyê mêrxasên çîrokî ve tên afirandin, di nav van berheman de ew şerê pakî nepakî, qencî-xirabiyê, xweşî-nexweşiyê her diçe tûj dibe, her çiqas dilsar û rûsar be jî, dawiya beşeke van çîrokan carinan bi mirin-kuştinê diqede. Ew şer-dêw, teqereq, serpêhatî, bûyer û qewmînên mezin ên ku di çîrokên Kurdî de tên pêşkêşkirin, ji aliyekî ve jî wek neynikekê, jan, serêşî û rewşa civatê nîşan didin, peywendî û hevgirêdanên mirovî radixin ber çavan. Di çîrokên Kurdî de gelek dab û efrît, rêveçûn, karekter, nihêrîn û dîtinên li ser jiyînê hene. Civatê bi rêyeke hunerî, artîstîk, bi alîkariya zimanê çîrokan daxwazî, hêvî û xewnerojên xwe yên sedsalan ji nû ve pêşkêş kirine. Civatê bi dirêjahiya salan, bi hezaran çîrok afirandine, li gorî sal-zemanan hewcedariyên me yên hunerî bi cih anîne, em têr kirine. Hunera çîrokbêjiya Kurdî di jiyîna rastîn de nîn be jî, qet nebe ji me re cîhaneke çîrokî wek xelat hîştiye, pêşkêş kiriye. Dema em naveroka çîrokbêjiya Kurdî raçav dikin, em dibînin ku gelek babet û motîfên ji hev cuda di nav van berheman de cih girtine. Ev dewlemendiya motîfan nîşanî me dide ku civat ji her aliyê xwe ve bûye babeta çîrokan.

$Çîrok û hûnandina mijarên civakî$
Bi kurtî mirov nikare peyvên çîrok û civatê ji hev cuda bike, biqetîne. Li ser vê bingehê çîrokên ji bo zarokan tên gotin, bi roleke girîng radibin. Ev rewş di hemû cureyên wêjeya devkî de û nemaze jî di çîrok û serpêhatî û stranan de heye. Di çîrokên Kurdî de mijar bi piranî çavkaniyên xwe ji bûyerên civakî yên rastî hildigirin. Di hemû platformên vegotinê de ev mijarên civakî tên nirxandin. Her wiha di warê perwerdeya zarokan de çîrok û cureyên wêjeya devkî yên din xwedî cihekî girîng in. Li gorî lêkolînên zanistî vegotina çîrokan ji hêla civakîbûyîna zarokan ve bandoreke erênî li zarokan dike. Zarok bi alîkariya çîrokan têkiliya di navbera “xwe” û “kesên din” de têgihiştîtir dibe. Çîrok di veguhêziya çandî de, wekî

$cureyên wêjeya devkî xwedî roleke girîng e.$
Zarok di dema pêşdibistanê de an ji dê û bavê xwe an jî mamosteyên xwe guhdarî dike. Bî vî awayî tehma guhdariyê werdigire. Zarok bi rêya guhdarîkirinê di hişê xwe de bûyeran zindî dike û bûyeran fêm dike. Di zarokan de dema ku li çîrokan guhdarî dikin bi giştî rewşên wiha derdikevin holê. Tiştên ku fêm dike dikare bi devkî vebêje, dikare xwe bixe dewsa lehengên çîrokê, taybetiyên lehengan ên fîzîkî û giyanî di nava xwe de hîs bike û her wiha rewşên din pêk bîne. Pirsên ku derbarê çîrokan de ji zarokan tên pirsîn, bersivên wan ku zarokan didin li gorî nihêrîn û taybetmendiyên zarokan diguherin. Zarok dema ku bersivan didin, di bin bandora bûyeran de an jî çalakiyên jiyana rojane de dimînin û derdor bandorê li ser nêrînên wan dike. Dibe ku hinek pirsan bê bersiv jî bihêlin. Ev rewş mihtemelen bi têgihîştin û pêşveçûna zimanî, zanînî, hestiyarî û civakî ya zarokan ve girêdayî ye.

$Wêjeya zarokan ji bo ziman girîng e$
Hînbûyîna ziman di malbatê de dest pê dike û tevahiya jiyanê didome. Ji bo pêşveçûna ziman rola çîrok, helbest û hwd. girîng e. Pirtûkên ku bi perwerdeya zimanî hûrgilî û rê û rêbazên ziman hînî zarokan dikin, di heman demê de peyvdankên zarokan zêdetir dikin. Di pirtûkên zarokan de, hevoksaziyên bi rêkûpêk, perwerdeya fikirînê, hilberîna fikran, naskirina cureyên mirovan û çareserkirina pirsgirêkan bi pêş dixin û destketiyan dihewînin. Zarok bi rêya pirtûkan, bûyeran di hişê xwe de zindî dike, wan dipîve, li gorî fikr û nihêrîna xwe şîroveyan dike.

$Wêjeya devkî ji bo zarokan dîdaktîk e$
Di civakê de vegotina wêjeya devkî ya ji bo zarokan bi giştî bo dem derbaskirin, ewiqandin an jî şakirina zarokan tê dîtin. Ev yek, cara ewil di malbatê de xwe nîşan dide. Lê dema ku em li ser bandora wêjeya devkî ya li ser zarokan rawestin, hingê dê hêla wê ya perwerdekariyê eşkere bibe. Zarok dema ku bi cureyên wêjeyê re rû bi rû dimînin, gelek pêşketinên erênî derdikevin holê. Di zarokan de hêza xeyalan zêde dibe û afirinêriya zarokan bi pêş dikeve, bi vî awayî jî jiyanê, siruştê û derdora xwe watedartir dibînin. Di vê mînakê de jî diyar e ku zarok di jiyana xwe de bi awayekî afirînêr û çalak wêjeyê bi kar tînin. Di wêjeya devkî ya zarokan de bi rêya jixweberiyê tiştên balkêş derdikevin holê. Kesên ku me di çarçoveya berhevkirina çîrokan de bi wan re hevdîtin pêk anî, diyar dikirin ku berê zarokan di navbera xwe de, derbarê rewşa jiyana civakî, siruşt û ajelan de tiştên bi rîtm digotin. Mînak ji herêma Serhedê di navbera du-sê zarokan de, derbarê tav û sihê de zûgotinokeke wiha dihate gotin. Lê bi armanca ku hewa hinekî hênik bibe an jî ku germ bibe li gorî rewşê dihate guhertin, ji tav û sihê re wiha digotin:
“Tavê here kurê te biecî
Sihê were qîza te biecî
Tavê here kurê te biecî
Sihê were qîza te biecî”
Zarok di vê zûgotinokê de, li cihekî li derve ne. Çavkaniya wan ji bo vê zûgotinokê jiyana rojane ye. Rol-modela yekem ji bo zarokan dayik e. Dema ku zarokên biçûk digirîn dayikên wan bi lezûbez, li wan xwedî derdikevin û bi wan re elaqedar dibin. Zarokên ku çavdêriya vê dikin di vê zûgotinokê de dixwazin, lîstikekê bînin serê tav û sihê.
Bo dîtina sûdeya wêjeya zarokan ku di perwerdeyê de çawa bandorê li zarokan dike, divê di pêvajoya perwerdeyê de li ser tevger, fikr, nihêrîn û nirxandinên zarokan mirov hûr bibe. Ew rewş girîngiya çawaniya wêjeya zarokan derdixe holê. Amadekirin û pêşkêşkirina wêjeya zarokan rola herî sereke digire. Pirtûkên ne li gorî temen, hişmendî û taybetiyên zarokan bin, yan jî ne li gorî nirxên civakê bin, dibe ku ew pirtûk li ser pêşveçûna zarokan bandorên nerênî bikin. Li gorî pêzanînên akademîk, armanc, girîngî û taybetiyên wêjeya zarokan wiha dikarin bên rêzkirin:

$Armanca #Wêjeya Zarokan#$
* Agahdar dike
* Kêfxweş dike
* Jiyanê bi zarokan dide nasîn
* Hêsta bixwebaweriyê bi pêş dixe
* Xwesteka serketinê hişyar dike
* Ji bo mirov û derdoran hişmendiyê derdixe pêş
* Civakîbûna zarokan bi pêş dikeve
* Pêwendiyên zarokan ên estetîkî û rindî dibîne
* Pêşketina ziman xurt dike
* Pêşketina zîhnî xurt dike
* Xeyalên zarokan berfireh dike û afirênêriya wan bi pêş dixe
* Di pêşveçûna kesayetiyê de bandoreke erênî dike
* Pirtûkê dide hezkirin û watedarkirin
* Di pêşdibistanê de xwendina dîtbarî bi pêş dixe

$Taybetiya Wêjeya Zarokan$
Berhemeke wêjeya zarokan bi giştî divê xwedî hin taybetiyên bingehî be. Ew divê;
* Hîndekar be
* Li gorî asta zarokan a hestiyarî û zanînî be
* Bala zarokan bikişîne
* Zarokan ber bi lêkolîn û lêhûrbûyînê ve daf de
* Li cem zarokan hest û ferasetê bi pêş bixe
* Çand û nirxên civakê bi zarokan bide naskirin
* Ji tecrûbeyên mezinan sûdê bide girtin

$Sendroma Peter Pan û Wêjeya Zarokan$
Li gorî pêzanînên li jor hatine ravekirin diyar e ku wêjeya zarokan bo zarokan ji hêla mezinan ve tê çêkirin. Agahiyên derbarê vê mijarê de di lêkolîneke me ya bihûrî de wiha hatibûn ravekirin. Jacqueline Rose, di berhema xwe ya bi navê Sendroma Peter Pan de, derbarê wêjeya zarokan de wiha dibêje: “Wêjeya zarokan ne pêkan e, ji ber ku ji hêla mezinan ve ji bo zarokan tê afirandin û di heman demê de tiştekî sexte ye.” Li ser vê bingehê wêjeya ku ji hêla mezinan ve tê çêkirin heye û navê wêjeya zarokan lê tê kirin. Li gorî hin kesên din; “ji bo zarokan wêjeyeke cuda nabe” ji ber ku kêfa mezinan jî tê ji hin pirtûkên ku ji bo zarokan hatine nivîsîn.
Li ser vê mijarê İnci Enginun dibêje, “Ji bo zarokan wêjeyeke serbixwe ne pêwîst e, ji bo zarokan berhemeke hunerî li gorî hişmendiya wan bê pêşkêşkirin zarok dê ji wê berhemê kêfê wergirin” Bi tevî girîngiya amadekirina wêjeya zarokan a nivîskî, bi gotina lêkolînerê Fransî Paul Dumont ji bo wêjeya zarokan “Çekek e gelo?” girîngiya wê bêhtir derdikeve pêş. Bi qasî amadekirina cureyên wêjeya zarokan, lidarxistina wan jî girîng e. Zarokên niha di heman demê de nifşên dahatûyê ne, ew “çek”a Dumont behsa wê kiriye, çawa bê sazkirin dê wisa bandorê li ser nifşên dahatûyê jî bike.

$Zarokên pêşdibistanê ji dîmenan dixwînin$
Girîngiya wêjeya zarokan bi taybetiyên pirtûkan ve girêdayî ye. Pirtûkên ji bo zarokan tên amadekirin berî ku di perwerdeyê de bên bikaranîn divê li gorî taybetiyên zarokan û bi rê û rêbazên materyalên perwerdeyê bên nirxandin. Di wêjeya zarokan de pirtûkên ku rasterast digihêjin ber destê zarokan pirtûkên çîrokan in. Di dema pêşdibistanê de her çiqas zarok pirtûkan bi awayê niviskî nexwînin jî, ji aliyê mamoste û malbatan ve ji bo wan tên xwendin, lê belê zarok jî bi dîmen-wêneyan pirtûkan dixwînin. Derbarê taybetiyên pirtûkên pêşdibistanê de hin agahî wiha ne:
* Di dema pêşdibistanê de ji bo ku bala zarokan li ser pêlîstokan bidin alî, divê pirtûk ji hêla huner û estetîkê ve têr û tije bin û bala zarokan bikişînin. Divê di nivîsan de şaşitiyên rêzimanî û peyvên argoyî tunebin.
* Pêwîst e, bi zimanekî zelal û fêmbar bên amadekirin.
* Ji hêla grafîkê ve divê pirtûk bi pisporî bên amadekirin, wêneyên pirtûkan çiqas xwerû, vekirî û nêzî rasteqîniyê bin, ew qas dê jê sûd bê wergirtin.
* Di pirtûkan de ji hêla teşeyî ve, bi taybetî ji hêla wêneyan ve huner gelekî girîng e. Wêne çiqasî bi hunerî hatibin xêzkirin, pirtûk ew qasî nêzî zarokan dibin.
* Di pirtûkên pêşdibistanê de ji hêla zarokan ve wêne ji mijara çîrokê girîngtir tên dîtin. Li ser vî esasî, wêne bi tena serê xwe dikarin bandoreke mezin li zarokan bikin.
* Di pirtûkên zarokan de bûyerên bi tirs, şer, tolhilanîn bandoreke nerênî li ser derûniya zarokan dikin. Zarok di nava xwe de ji nû ve şahidiyê dike li mijarên bi vî rengî û dûre di jiyana xwe ya rojane de, bi hevalên xwe û malbata xwe re bi kar tîne. Derbarê vê mijarê de UNESCO, bo sererastkirina perwerdeya mafên mirovan biryaran digire. Li gorî “Biryarên Pêşniyazî yên bo Perwerde û Maf û Azadiyên Bingehîn ên Mirovan” “Divê îfadeyên dijminahî, êrîşkarî û cihêtî ji pirtûkan bên derxistin.”(Konferansa Giştî a UNESCO-1974). Li ser vî esasî, pisporên meydana pêşdibistanê yên cîhanê vê biryarê dipejirînin û li herkesî pêşniyaz dikin. [1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览4,103
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 65
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 10-08-2016 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 儿童
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 88%
88%
添加( ئەڤین تەیفوور 08-01-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on08-01-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):08-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览4,103
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!