Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,336
图片
  124,191
书籍
  22,101
相关文件
  126,111
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   总计 
274,435
Em Êzidî ne
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Em Êzidî ne
文章

Em Êzidî ne
文章

#Şêxmûs Sefer#
Ev sernav ne ya min bi xwe ye. Dema ku careke din komkujiya Êzidiyan li Şengalê dest pê kir wê demê ez jî di rêvebiriya PEN a Kurd de bûm û piştî destpêka komkujiyê bi çend meh şûnde li paytexta Kirgizistana Bişkekê kongreya PEN a Navneteweyî hebû. Me jî biryar da ku em dengê Êzidiyan di qada cîhanê de û bi taybetî di nava nivîskarên cîhanê de belav bikin. Bi wê mebesê me bi broşurekê bê Êzidî kî ne, ji ku hatine, li ku dijîn û bi taybet jî komkujiya dawî bê çi anîne serê Êzidiyan nêzî 4-5 rûpelen tevî wêneyan me amade kir û pêşkeşî hemû nivîskarên kongreyê kir.
Piştî çend salek bi şûnde jî dîsa wekî rêvebirî me projeyek amade kir û xwest bo ciwanên Êzidiyan kargehên nivîskariyê li dar bixin û fîlmekî dokumenterî li ser Êzidiyan çêbikin. Di vê çerçoweyê de li başûrê welêt nûnerê PEN a Kurd Ebdal Nûrî bo kargehên nivîskariya çend xebatên hêja birêvebir û gelek ciwanan dosyayên xwe amade kirin. Lê ji me hemûyan bêtir jî du serokên rûmetê yê Navenda PEN a Kurd Bêrîvan Doskî û Zerdeşt Haco kedên mezin dan û proje bi encam kirin. Min jî li başûr belgefilmekî bi navê ‘Em Êzidî Ne’ li ser ol, dîrok, felsefe, roj û cihên pîroz ên Êzidiyan kişand. Par min şand Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Duhok’ê lê mixabin berpirsiyarên komiteye hewce nedîtin bersiv jî bidin ku bê wê bidin pêşandan an na. Piştî wê min şand Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Hamburgê û ji aliyê gelek kesan hate temaşe kirin. Hêvî dikim ku gelek kesên din temaşe bikin û bizanibin Êzdayetî çi ye û xwedî çi karakter e.
Dema zarobûm bavê min pêl mayinekê kiribû û ji lingekî xwe seqet bû. Ji ber wê heta min dest bi dibistana seretayî ya leylî kir ez du sê salan li odeya wî her li cem wî dimam. Her çi qas ji min re digot derveke cem hevalên xwe û bi wan re bilîze jî min ev yek nedixwest û her li cem bavê xwe rûdiniştim, xizmeta wî dikir. Bêtir jî dema tûtina Xursê dikirî bi rîtilan û li erdê radixisit û min bawşîng li wan dikir…
Ev kêliyên herî xweş yên jiyana min bûn wê demê. Min di jiyana xwe de cixare nekişandiye lê hîn jî bêhna tûtina Xursê nas dikim.
Paşre bi şevan min li serpehatiyên bavê xwe gohdar dikir. Bê çawa li ser sînor qaçaxçitî dikir, çi dihat serê wan, çawa di şerên eskeran de xelas dibûn, dema mayîn bi lingê wî teqiya, dema meytê birayê xwe ji nav mayîna derdixe û dibe li gundekî din vedişêre û di sibeha wê de bê çawa leşker digirin ser gund û ji bo ku meytê birayê xwe derxistiye jî çawa ji aliyê fermandarê eskeran ve xwestiye bê kuştin…
Ji ber wê deme eger kesek li nav mayîna bihata kuştin divê kesî meytê wî dernexista û gel bi vê yekê çavtirsî bikirana.
Ev hemû li aliyekî di serpêhatiyên xwe de her ku peyva ‘dostên min yên Êzidî’ derbas dibû an di nava hevokê de peyva ‘Şengalê’ derbas bibaya dilê min bi leztir diavêt û min nizanibû çima wisa dibim. Cihekî ‘dûrî’ min bû. Êzidî her dostên bavê min bûn. Rojekê piştî bavê min mir diya min ji min re behs kiribû; di wextê xwe de dema li aliyê me ferman radibe bavê min li aliyê Şengalê di seferê de çêdibe û yekî Êzidî navê bavê min dike Sefer.
Min jî navê bavê xwe li xwe kir, wekî ji zaroktiya xwe de nexwazim bavê xwe û dostên wî ji bîr bikim.
Ji çûkaniya xwe de min Êzidî meraq dikirin. Dostê bavê min bûn berî her tiştî. Di xeyalên min de tu carî ew ne xwediyên ‘xerabiyê’ bûn. Dostên dostê xwe bûn, li gel ku birayên wan yê Kurdên misilman zulm li wan kiribûn jî tu carî ji Kurdbûna xwe ya resen dûr neketibûn.
Ev demeke jî bi taybet li ser medyaya sosyal li ser Êzidiya gelek tiştên gotin û nivîsin.
Ez li ser navê xwe dikarim vê bêjim ku her kes azad e di her mijarê de fikra xwe bêje.
Lê çandeke mirovên rojhilatî ye; beyî ku xwedî agah be dibe xwedî fikir.
Em Kurdên bûne misilman me çi qas dîroka Êzidiyatiyê xwendiye, me çi qas Êzidiyatî nas kiriye, qet nebe me empatiyeke çawa di navbera xwe û wan de daniye.
Ew fermanên hatin sere wan, komkujiyên bi program û bername kê dikir û hîn jî kî dike.
Her tişt li aliyekî mirov çawa dikare şibandinekê di navbera ola îslamê û ola Êzidayetiyê de deyne.
Yek jê bi zora şûrê xwe kiriye li gelek aliyên cîhanê were qebûl kirin yek jê jî di quncikeke dinyayê de xwestiye ji xwe û baweriya xwe re jîngehekê ava bike û bijî.
Lê ne tahamul ji wan re hatiye kirin û ne ji baweriya wan re.
Lê vê dinyê dibe gelek alî û ol dijitiya Êzidiyatiyê bikin lê qet nebe divê Kurdên misilman nekin.
Qet nebe bila bidin xatirê ola xwe ya berê û hurmetê ji wan mirovan û ola wan re nîşan bidin.
Nekin birayê min nekin!
Eger em nikaribin li hem ber dîrokê lêborîna xwe ji wan nexwazin qet nebe em huş bin!
Neke birayê min neke, tu jî…
[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,473
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 12
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 08-05-2020 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-01-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on04-01-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):04-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,473
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!