Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,865
图片
  124,356
书籍
  22,117
相关文件
  126,403
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   总计 
274,817
Imran Yûsiv “Nerînek li wêjeya kurdî ya ji bo zarokan”
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Imran Yûsiv
Imran Yûsiv
#Imran Yûsiv#
Wêjeya zarokan, wêjeya ji bo zarokan, an jî wêjeya qonaxa zaroktiyê bi beşê xwe yê gelêrî cihekî giranbuha di kelepora gelan de digire.
Kelepora kurdî, ji vî alî de, xwedî taybetmendiyeke berz e, gencîneyeke zêrîn e, û çavkaniyeke zengîn e dikare kelepora mirovahiyê bi xweştirîn berhem geş bike.
Gelek lêkolînerên rojavayî yên ku serdana Kurdistanê kirine, an jî kelepora kurdan ji nêz ve şopandine dibêjin ku kelepora kurdî yek ji zengîtirîn keleporên gelên cîhanê ye.
Di vê gotarê de emê bêhtir balê bikşînim ser wêjeya zarokan ya di kelepora kurdan de.
Rêjeyek pir mezin ji kelepora kurdî ji bo zarokan hatiye tirxandin , ev tê wê wateyê ku civaka kurd ji Kevin de guhdanek taybet bi zarokan dikir .
Di kelepora kurdan de bi hezaran sirûd, dîlok, stran , çîrok, çîvanok û mamikên taybet bi zarokan hene. Bi dehê salan wêjeya kurdî bi şêweyekî devkî dihate veguhestin. dastan, efsane, çîrok û serpêhatî bi riya dengbêjan li odeyan di şevbuhêrkan de dihatin gotin û strandin, herwiha wêjeya zarokan jî bi hemû beşên wê bi heman şîwazî lê bi riya dayik û dapîran ji nifşekî digiha nifşekî, lêbelê guhertina şîwaza jiyandina civaka kurdî ligel zext û fişarên ku desthilatdariyên dagîrker li çanda kurdî dikirin hiştin ku beşek mezin ji vê wêjeyê winda bibe. Di destpêka sedsaliya bîstan de, hin hewldan ji alî hin lêkolînerên biyan ji bo danhev û nivîsandina wêjeya kurdî ya gelêrî derketin holê, yek ji wan, lêkolînerê fransî Rojê Lêskûnî bû, yê ku hin çîrokên kurdî yên ji bo zarokan danhev û nivîsîn.
Vê dawiyê tevgerek di nav kurdan de jî, ji bo danhev û nivîsandina wêjeya kurdî ya gelêrî peyda bû, tev ku ev tevgere ne berfireh bû, lê encamin baş li dû xwe anîn (wek mînak karê Celîlê Celîl û Salihê Heydo).
Di kelepora kurdî de û ji bo zarokan pir reng hene, bi gelemperî em dikarin wan wiha destnîşanbikin: (çîrok- sirûd, dîlok û stran- mamik û têderxistinok, lîstok )
-Hin mînak ji wêjeya kurdî ya ji bo zarokan
1-Çîrok
Çîrokên zarokan di kelepora kurdî de pir in, eger em baş bala xwe bidin van çîrokan emê taybetmendiyeke diyar û berçav di wan de bibînin, li vir ez dikarim du-sê nemûneyan ji çîrokên herî navdar bînim, û şîwazê honandin û naveroka wan li gorî dîtina xwe şirove bikim, çîrok jî ev in:
1-Çîroka Kêzxatûnê : di nav kurdan de çîrokek herî bi nav û deng e, ev çîrok li ser xeyaleke pir fireh hatiye avakirin, lehenga wê kêzikek e, lê belê rewşa mirovan lê hatiye kirin, an ku kiryarên wê wek yên mirovan e, di çîroka kêzxatûnê de gelek cureyên heyînan beşdarî bûyeran dibin û pêwendiyê ligel hevûdu di hundirê wan bûyeran de dikin, ji lawiran ( kêzê, ker, mişko, qijak) ji mirovan ( şivan , siwar, rezvan, keça rezvan û hevjîna wî, gundî) ji xwezayê jî ( pelên darê, çemê avê, garis). rêsandin û hûnandina vê çîrokê ji destpêkê heya dawî pir xurt e. Tev ku -ji bilî dilsoziya mişko bi kêzê re- şîreteke diyar di vê çîrokê de em nabînin. lê ew ji bo zarokan wênekirina jiyana civakê ye bi rengekî ku bala zarok pir dikşîne û li gorî hişmendiya wî hatiye rêsandin.
2-Şengê û Pengê : ev jî çîrokeke pir navdar e, pir ferq û cudahî di navbera wê û çîroka kêzxatûnê de heye, kesayetên vê çîrokê tenê lawir in, tev ku rewşa mirovan li wan hatiye kirin da ku şîretekê bide zarok ku divê bi ya diya xwe bike, gelek gelan xwestin vê çîrokê li xwe bigrin, lê ew bi xwe ji keleporê kurdî ye.
3-Çîrokên dêwan : bi dehan çîrokên dêwan di kelepora kurdî de hene ku ew nêzîkî efsaneyan in, wek mînak çîroka Herzemê qolan, mijar di van çîrokan de bêtir li ser wêrekî, lehengî û mêrxasiyê ye. Zêderewî di bûyerên wan de heye, lê bi jîrbûn hatine rêsan û hûnandin, di dawiyê de lehengê çîrokê bi ser dikeve û dêw dikuje, lê piştî ku ew rastî gelek pirsgirêk û astengiyan tê.
-Sirûdên zarokan
Bawer nakim, ti gel mîna kurdan hebe ku têkeliyeke kûr bi jîngeha xwe re kiribe, girêdana xwe bi hemû heyîn û hûrayîyên wê jîngehê bi şîwazekî hunerî derbirandibe, ne tenê têkiliyên girêdayî jiyana rojane lêbelê yên giyanî jî. Mirov zêderewiyê nake dema ku em bibêjin: ger kesek bixwaze şîwazê jiyandina kurdan û kesatiya gelê kurd binase divê li wêjeya wî ya gelêrî vegere.
Sirûdên zarokan -wek beşekî giring ji gelepora gelê kurd- ji bo axaftina me ya bûrî baştirîn mînak e.
Hemrengiyeke ciyawaz û zengîn di sirûdên zarokên kurd de heye , ev mijar bi xwe hêjayî lêkolîneke taybet û berfireh e, çiku ev sirûd, bi şîwazê xwe yî hûnandinê hem jî bi naveroka xwe dagirtî ne.
Wek ku me berê anî ziman, bi hezaran sirûdên zarokan di wêjeya kurdî ya gelêrî de hene, ji alî naveroka wan ve, em dikarin çend cûreyan li vir destnîşan bikin :
1-Sirûdên ku zarok axaftinê bi lawiran re dikin an jî bi wan re dilîzin: Hemû lawirên ku li jîngeha zarok peyda dibûn û ew bi wan re diket nava têkiliyan de bûne mijarên sirûdên zarokan, bi nîgaşeke berfireh û rewşdayîneke bedew hatine ristin. Wek mînak sirûda li ser pipinîkê ku dibêje :
Pipinîka pinpinî
Li ser darê rikinî
Pipinîka perwanî
Xeml û xêza bûkanî
Xemla bûka sor û zer
Li hev xistin bask û per
Bask û perên reqreqî
Pir tenik û deqdeqî
Deq û nexşên rengîn e
Li ser gulan datîne………hd
2-Sirûdên girêdayî lîstokên zarokan, wek mînak sirûda Hêlanê, di vê sirûdê de çawaniya wê hêlanê, helkefta ku zarokan tê de pê dilîstin û cejna qurbanê bi çi awayî dihate lidarxistin wek adeteke civakî ji mirov re tê diyarkin, sirûd jî wiha dibêje :
Hêlanê lêb hêlanê
Hêlanê çermê ganê
Avêt beştê kêranê
Hejandî mil hêwanê
Rojên eyda qurbanê
Keçik hatin dîlanê
Kurik çûne serdanê
Kombûne li ber zîlanê
Ka mewîjê hebanê
Xweş tê dengê quranê
3-Hin sirûd hene taybet bi dayik û mezinan e, lê ji bo zarokan têne gotin dema ku bi wan şa dibin.
Wek mînak; ev sirûda ku dê ji keça xwe ya biçûk re dibêje :
Bidim kê û nedim kê
Ez ê bidim axê êlê
Wê derkeve ji malê
Ez ê bidim kopekê êlê
Ji bo dernekeve ji malê
Lê keçikê keçikê
Xal xezûr mêr kûçikê
Li ber agrê tifikê
Li ber sîka kuçikê
Lo xwedêyo ez gorî
Çi ristek zêr û morî
Te daye me ev horî
Mîrmeleka bir jorî
4-Sirûdîn kenok: ev sirûd weke rexnedayînekê ne, bi şîwazekî komîdî hatine ristin, wek mînak sirûda Mamhecî
Mamheciyê mamhecî
Simbêlsoro narincî
Bi Fatê re zewicî
Tiştek xwar û beecî
Dem û sal lê xericî
Benîştê nav dirana
Bû nîşana neqencî
5-Sirûdên hejmartinê; ev sirûd di destpêka lîstikan de wek hejmartinekê ji bo bijartina kesê ku wê dest bi lîstikê bike, an jî lîstik lê bikeve tên gotin û bi kar anîn, wek mînak; di lîsteka çavgirtînkê de ji bo ku zarok yekî bibijêrin da ku pêşî çavê xwe bigire jimartinê bi sirûdekê dikin, yek ji van sirûdan sirûda yek û yek e :
Yek û yek, teyrkê belek, zaza bilbil, dermanê dil, şekr û şema, li ber çema, çem miçiqî, av tê nema, yadê pîrê, eqlê te çû, ne ji heciya, ne ji meciya, gur ketî nav qereçiya.
Ji bilî cûreyên sirûdan yên ku me anîn ziman, ji alî mijar û naveroka xwe ve bi dehan sirûdên zarokan yên rengereng hene.
-Mamik û têderxistinok
pir mamik û têdexistinokên taybet bi zarokan di wêjeya kurdî ya gelêrî de hene. Bi giştî, ew bi awayekî rêzbend û ritmeke mûzîkî hatine hûnandin, yekheba ji wan bi awyekî bexşane tên gotin.
Mijara mamikên kurdî bêtir girêdayî jiyana gundan e, û tiştên ku li jîngeha gundîtî dihatin bi kar anîn, herwiha heyîn û diyardeyên xwezayê jî bûne mijarên mamikan.
Ji alî şêweyên wan ve, sê şêwe mamik hene ku piraniya mamikan li gorî wan hatine ristin, ew jî evin :
1-mamikên ku bi gotina “tiştekî min heye” dest pê dikin, di piştre rewşa wî tiştî lê bi rengekî nexuyanî tê dayîn, wek van mînakan:
-Tiştekî min heye, wek xurmakê ye, besî odakê ye, ew çi ye ? (agirê lempê ye)
-Tiştekî min heye, di mal de bi çek e, derdikeve tazî ye, ew çi ye ?(fîşek e)
-Tiştekî min heye tiştî ne, difire bask nîne, dimeşe ling nine, dixwe dev nine, ew çi ye?(şepî ye)
-Tiştekî min heye tiştanî, li nav mezelê misilmanî, ji xeyrî xwedê kes pê nizanî, ew çi ye?(jina ducanî ye)
2-Mamikên xurû ku wek malikên helbesteke rêzbend hatine ristin, mînak :
-Çek reş e, ne keşîş e
Şaşik kesk e, ne derwîş e
Ez wî dixwim ne mewîj e
(bacana reş e)
-Mamikê mino mamanî
Bîr qutikê şamgêlanî
Dewla ji dêr tê danî
Avda golên nûranî
Kevirê hûr deranî (kil û kildan, kilçîv û çav e)
3-Mamikên ku bi awyekî bexşan ne, wek mînak :
-Li kevir dixim naşkê, li avê dixim dişkê, ew çi ye? (kaxez e)
-Bi roj xulam e, bi şev xanim e, ew çi ye? (melkes e)
-Deh li diduwan, serî li qûnê, qûn li erdê, ew çi ye? (pezdoşî ye)
…………………………………………………………………………………
Jêderên sirûd û mamikan:
-Pirtûka (Minminîkên rengîn li nava gulên bi bîn) ya Salihê Heydo
-Pirtûka (bexçeyê têderxistinokan ji mamikên zarokan) ya Salihê Heydo[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,274
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://welat-press.com/- 21-12-2022
挂钩项目: 33
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 12-08-2018 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 儿童
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 21-12-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on22-12-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):21-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,274
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!