Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,289
图片
  124,189
书籍
  22,101
相关文件
  126,097
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   总计 
274,249
Em dixwazin hemû Ewropa jenosîda Êzdiyan nas bike
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hevpeyvîna bi Els Van Hoof re
Hevpeyvîna bi Els Van Hoof re
Hevpeyvîn: Rûdaw
Li avahiya Parlamentoya Beljîkayê, em li ser maseyeke ji sed salî kevintir diaxivîn. Seroka Komisyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Beljîkayê Els Van Hoof behsa keviniya wê hola ku em lê rûniştibûn ji me re kir û digot berê parlamenterên Beljîkayê ofîsên xwe nebûn û hemû di wê holê de rûniştine. Els ku salên zêde senator bû û niha jî siyasetvaneke naskirî ya Beljîkayê ye, di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re behsa wê yekê dike ku ji bo çi cîbicîkirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê ji ewropiyan re girîng e. Wek hander û cîbicîkara mikurhatina Parlamentoya Beljîkayê li #jenosîda Êzdiyan# jî, diyar dike ji ber çi ew biryar dan. Di van salên dawî de li gelek cihên dinyayê tawanên dijî mirovatiyê hatin kirin yan tê gotin qewimîne. Çîn, Myanmar û gelek cihên din wekî nimûne tînin. Lê we ji wan hemûyan bêhtir girîngî da komkujiya Êzdiyan. Çi wiha dike wek nûnerên gel li Beljîkayê doza Êzdiyan ji bo we ji yên din girîngtir be?
Els Van Hoof: Ev doz li ba me pir girîng e. Çimkî dema gotin li ser binpêkirina mafên mirov be, ne mijara navxweyî ya welatekî ye. Lê mijareke cîhanî ye. Di dema xwe de jî li Neteweyên Yekgirtî (NY) biryarek bi navê (Hilgirtina berpirsiyariya parastinê) hate pesendkirin ku tê wateya civaka navdewletî dikare wan deman desttêwerdanê li welatekî bike ku hikûmeta wî welatî nikaribe pêşî li binpêkariyên li dijî mirovatiyê bigire. Êdî tiştê li wê herêma Bakurê Iraqê qewimî, encamgirtina me ew e ku di meha heştan a sala 2014an de, li wir ji aliyê #DAIŞ#ê tawanên mezin li dijî mirovatiyê li dijî Êzdiyan hatin kirin. Raporeke NY (UNITAD) li ber dest e ku bi eşkereyî dibêje tiştê me di meha heştan a 2014an de li wir dîtiye jenosîd e. Ew rapor li ber destê me bû û me li Komisyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Beljîkayê bi koma dengan biryar da ku tiştê qewimiye jenosîd e.Komisyona we bi xwe jî lêkolîn kir yan tiştê we biryar li ser da li ser bingeha rapora NY ye?
Els Van Hoof: Gelek rapor li ber destê me bûn. Civînên me bi pispor, şahidhal û qurbaniyan re jî hebûn. Şahidiya herî girîng a Nadya Murad bû ku hate pêşber komisyona me. Ji bilî vê jî, hinek profesor ji Amerîka û hundirê Beljîkayê jî ji me re axivîn. Encama wê ev bû ku tiştê qewimî jenosîd e. Çimkî mirov bi awayekî sîstematîk hatine kuştin. Ev jî li dijî miletekî taybet qewimiye. Nasnameya jenosîdê ji xwe ev e. Ji me re derket ku mêrên wan hatine kuştin, jinên wan wek koleyên seksê hatine firotin, zarokên wan hatine xapandin û tew mîna hêzên şerker hatine bikaranîn. Em dixwazin bi vê mikurhatinê nirx li wan mirovan vegerînin. Em dixwazin li vir li parlamentoyê bêjin ku em ê ne tenê lê mikur werin, lê divê encamderên wê jî werin cezakirin.Wek komisyon û parlamento jî we pêwendî bi hikûmeta Iraqê û hikûmeta #Kurdistan#ê re kiriye daku alîkariya we bikin yan wan pêwendî bi we re kiriye?Els Van Hoof: Wan pêwendî bi me re nekirine. Yên ku pêwendî bi me re kirin rêxistin bûn. Herwiha mirovên ku li Beljîkayê dijîn û kesûkarên wan li Iraqê hene pêwendî bi me re kirin û şahidî dan. Lê wan herdu hikûmetan pêwendî bi me re nekirine. Ne berî derketina biryarê û ne piştî dengdana li ser proje-biryarê jî pêwendî nekirine. Dibe ku ev tiştekî ecêb be. Tiştekî ku dixwazim em baştir fêm bikin ew e ku rast e we li komisyonê bi koma dengan proje-biryara jenosîd nasandina komkujiya Êzdiyan pesend kir û yekalî bû ku Beljîka lê mikur tê wek jenosîd, lê çi wate û girîngiyeke vê ji Êzdiyekî re heye ku li Kurdistanê dijî? Ev çawa wiha dike ku ew careke din neyên jenosîdkirin?
Els Van Hoof: Girîng e ku em peyamê didin derve. Wek parlamento em cûrek ji hêza nerm in, lê her tiştek li vir were kirin ji bo îmaja welat girîng e. Hatiye dîtin jî ku dema welatekî endam di Yekîtiya Ewropayê de (YE) karekî wisa dike, welatên din jî yên endam bi dû de heman tiştî dikin. Binere, rojên borî Holenda li dû me biryareke hevşêwe da. Lewma divê mesele ji cihekî dest pê bike. Wek gindirîna gulokek berf e ku hino hino mezin dibe. Girîng e jî ku kesên wek Nadya Murad hene. Ji ber ku ew bi xwe qurbaniya karesatê bû, niha li dinyayê digere û peyamê digihîne. Bandora vê ya mezin hebû. Em jî wek parlamenter nikarin bêdeng li wan tiştan binerin. Em vê ne tenê ji bo Êzdiyan, lê belê ji bo Myanmar û Uyguran jî dikin. Ango em nikarin durûtiyê bikin. Lewma em nikarin tiştê ku bi ser Êzdiyan de hatiye nebînin ku komîteyeke ser bi NY lêkolîn kiriye û encamgirtin li ser kiriye. Helbet em dixwazin wezareta xwe ya derve jî han bidin ku li ser asta Ewropayê wiha bikin ku di aliyê yasayî de jî tiştê qewimiye wek jenosîd were naskirin. Çimkî eger di aliyê yasayî de jî jenosîda Êzdiyan hate nasîn, wê demê kesên ku beşdarî jenosîdê bûne dê werin cezakirin. Ango hêj Dadgeha Dada Navdewletî jenosîd nas nekiriye û dadgehên din jî nekirine. Pêngav bi vî awayî ne ku divê cara yekem mikurhatin hebe, dû re dadgehkirin û pişt re jî qerebûkirin.Hûn dixwazin ew mikurhatina yasayî hebe?
Els Van Hoof: Bêguman em dixwazin. Bi baweriya min, bi vê mikurhatinê, me pêngaveke girîng avêtiye ku siyasî ye û ne yasayî ye, lê çêdibe mikurhatina siyasî mikurhatina yasayî bi dû xwe de bîne. Dema em behsa pêşîgirtina li dubarebûna jenosîdeke nû dikin, em dizanin ku niha li deverên Êzdiyan tirseke mezin ji vegera DAIŞê heye. Milîsên şîe jî li wir çalak in. Herwiha şêniyên navçeyê ji êrişeke leşkerî ya dewleta Tirkiyê jî li dijî hêzên partiyeke kurdî ditirsin. Di vê navê de jî rêkeftinek di navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta Iraqê de heye ku nahêlin were cîbicîkirin?
Els Van Hoof: Me jî di proje-biryara xwe de behsa vê yekê kiriye. Haya me ji wê rêkeftinê heye. Em daxwaza cîbicîkirina wê jî dikin. Tiştê me kir ew e ku me li parlamentoyê biryar da wezareta me ya derve li ser asta navdewletî dawxaza cîbicîkirina wê rêkeftinê bike. Herwiha em li wan welatan jî digerin ku di vî warî de weke me difikirin. Em kêfxweş in ku heman helwesta Holendayê jî heye. Em dixwazin wezîrê me yê derve di civîna mehane ya wezîrên derve yên Ewropayê de vê deyne ser maseyê. Em dixwazin ji herdu hikûmetên wir re jî (ango Kurdistan û Iraq – Rûdaw) bêjin ku em dixwazin ew peyman were cîbicîkirin. Bi taybetî jî ku em dizanin bi çavdêriya NY hatiye îmzekirin. Ango ne rêkeftineke hema hema ye. Ev jî tê wateya ku divê em kar bikin ji bo avedankirin û dabînkirina ewlekariyê ji şêniyên wir re, daku bikarin herin navçeyên xwe. Divê gundên ku hatine wêrankirin avedan bibin û xelk bikare careke din di wan de bijî. Ev jî bi wê yekê dibe ku ewlekariya deverê, ew hêzên asayîş dabîn bikin ku bi rêkeftina herdu aliyan li wir tên bicihkirin. Lewma jî me ew peymana girîng di nav proje-biryara xwe de bi cih kir.Te behsa Holendayê kir. Li wir jî kesê ku pêşniyara naskirina jenosîda Êzdiyan kiribû parlamenterekî Kirîstiyan Demokrat bû. Peymanek di navbera Kirîstiyan Demokratan de li seranserî Ewropayê heye yan ev tesadif bû?
Els Van Hoof: Ev hem tesadif e û hem ne tesadif e jî. Em Kirîstiyan Demokrat wisa ne. Em girîngiyê didin kêmjimarên olî. Lewma li vê gorê ne tesadif e, lê wek parlamenter me ti rêkeftinek nekiriye. Bi baweriya min, li Komisyona Pêwendiyên Derve kes li dijî dozên wiha û dijayetiya wan tawanan ranaweste û divê em hemû li pişt bin. Parlamenterekî Kirîstiyan Demokrat ê fransîziman bi navê (Ceorcis Dalêmaniye) proje-biryara me pêşkêş kir. Min jî ji hemûyan re got: Binerin, girîng e em piştevaniya vê bikin. Prose pir bilez birêve çû, çimkî belge pir bihêz bûn.Hûn li Beljîkayê bi wê yekê tên naskirin ku hûn piştevaneke mezin a mafên jinan e. Bandora vê hebû ku tu piştevaniya keç û jinên #Êzdî# bikî?
Els Van Hoof: Bêguman bandora vê hebû. A ku li wir ne tenê li dijî Êzdiyan, lê li dijî hemûyan qewimî, hejîner e. A ku jin di bazarekê de wek koleyên seksê hatin firotin, a ku jin wek çekên şer hatin bikaranîn û bi awayekî sîstematîk destdirêjî li wan hat kirin, vê yekê ez pir hejandim. Bi baweriya min, ew hêja ne ku dadmendî ji wan re were bicihkirin û divê em beşdarî çareserkirina wan û derxistina wan ji wê kabûsa ku tê de ne bibin. Me di proje-biryara xwe de jî bi zelalî behsa vê yekê kiriye ku piştevaniya derûnî pêwîst e ji wan kesan re ku zarokên xwe di wî şerî de ji dest dan yan bi wî awayê hov sivikatî bi laşê wan hat kirin. Lewma rast e, bandora vê li ser min hebû. [1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,856
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://www.rupelanu.com/- 05-12-2022
挂钩项目: 38
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 15-07-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: 辛贾尔
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-12-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on08-12-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):05-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,856
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.177 KB 05-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!