Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  584,959
图片
  124,075
书籍
  22,090
相关文件
  125,833
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   总计 
273,933
TIRKIYÊ: HEVKARIYA AKP/ MHP Û JIHOLRAKIRINA KURDAN
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bi pênûsa: TARIQ HEMO
Desthilatdariya #AKP#/ #MHP# şerekî giştî, li ser hemû astan, li dijî gelê Kurd dimeşînê. Di vî şerî de hemû şêweyên derbirîn, nasname, rêxistin û vîna azad a Kurdan, li hundir û derveyî Tirkiyê, hedef tê girtin. Ji bo qirkirina Kurdan, dîlgirtin û bêkesayetkirina wan, desthilatdariya AKP/ MHP hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Ji diplomasiyê bigire heta bi bikaranîna çekên kîmawî, ev desthilatdarî ji bo têkbirin û jiholrakirina Kurdan dide xebitandin. Di warê siyasî de dewletê maseyên şopandina parlementer, serokbajar û çalakvanên siyasî ava kiriye û bi riya vekirina dozan dixwaze siyaseta li Bakur û Tirkiyê qedexe bike. Desthilatdariya AKP/ MHP dixwaze HDP`ê ji meydana siyasetê derxîne û ew 6 milyon dengên wê bişewitîne. Ji bo vê armancê, ew doseyên bi hezar rûpel ( dose: ji bo xwe li hemberî dezgehên navnetewî dadmend, yasayî û bi belgeh nîşan bide) amede dike û bi ser #siyaseta kurd# ya legal ve diçe.
Di warê eskerî de jî, ji 17.04.2022 an ve û heta niha dewleta Tirk şerekî berfireh û berdewam, bi hemû cûreyên teknîka #NATO#`yê, li dijî hêzên eskerî yên Tevgera Azadiya #Kurdistan#ê dimeşîne û oprasyonan pêk tîne. Her cihî li heremên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û dide ber agir. Çekên kîmawî bikar tîne û xwezayê ji holê radike. Ava Kurdistanê jahir dike, daristanan dişewitîne û jiyanê dikuje. Ev terora li dijî xwezayê li ber çavên hemû cîhanê pêk tê. Jixwe sivîl jî armanca teknîka kuştinê ya dewleta Tirk in. Çi kevir û çi beşer, çi zindî û çi mirî, her kes/tişt li ser axa Kurdistanê dibe armanca agir û guleyê dewleta faşist ya endama NATO`yê, hevkara DYA/ EU û dosta Rûsyayê.
Li Rojava û Şengalê jî her roj bombebaran heye. Li wir jî divê jiyan li Kurdan û dostên wan bibe dojeh û her kes tar û mar bibe û reş girê bide. Bombe tên baran û sivîl di malên xwe de tên kuştin. Armanc kuştina hijmarek mezin ya Kurdan, koçberkirin û derbiderkirina wan e. Her wiha her kesê ku li dijî DAIŞ`ê şer kiriye, dibe armanca belafirên bêmirov yên dewleta Tirk. Desthilatdariya AKP/ MHP tola DAIŞ distîne. Ev komkujya li Rojava jî li ber çavên cîhanê rû dide.
Yek ji şêweyên qirkirina Kurdan jî, ku MÎT bi rê ve dibe, tesfiyekirina welatparêzan e. Bi riya operasyonên taybet, kesayetiyên welatparêz û berxwedêr tên tesfiyetkirin. Ev cûreyekî ji terora dewletê ye. Desthilatdariya AKP/ MHP sûdê ji bêdengiya civaka navnetewî ya ku bi şerê Rûsya û Ukraniyayê ve mijûle, werdigre û lezê dide şerê xwe yê giştî li dijî Kurdan. Hîna vî şerî berfirehtir, kûrtir û qirêjtir dike. MÎT û derdora wê lîsteyên tesfiyetkirinê amede kirine. Her welatparêzê azad, wêrek û bi ceger divê were têkbirin. Ne tenê fermandar li Bakur û Rojava hedef in, lê her wiha welatparêz, rewşenbîr û dilsozên doza Azadiya Kurdistanê. Kesên xwedî ked, dîrok û kevneşopî di nava tekoşîna Kurdistanê de ji aliyê dewleta Tirk ve wek hedef hatine diyarkirin.
Di çarçoveya şerê qirêj de divê welatparêz jiholê bên rakirin û civak bê pêşeng û perwerde bimîne. Divê civaka Kurd bê rêxistin, parastin û amedekarî bimîne, da ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi hêsanî bête têkbirin û ji holê bête rakirin.
– Di 9. 11. 2021 an de li Qamişloyê welatparêzê kurd Yûsif Gulo yê 80 salî tevî 2 neviyên xwe di encama êrişeke bi balafirên bêmirov ya dewleta Tirk de şehîd bû.
– Di 28.08.2022`an de, endamê Ecnûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşîd Ezîz ( Mamosta Şemal) di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bû.
– Di 29. 9. 2022`an de, di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de welatparêz Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû.
Ev her 3 welatparêz kesayetên sivîl bûn. Ew ne fermandar û şervan bûn, lê xwedî ked û dîrok bûn. Di kesayetiya wan de, dewleta teror xwest bîreweriya gelê kurd pûç bike û van kesan ji ber xebat û xwedîderketina wan a li nirx û nasnameya Kurdan a azad, ceza bike.
Li dijî Kurdan îro terora dewletê tê meşandin. Dewleta Tirk eşkere terorê dike û hewl dide hebûna Kurdan ji holê rabike. Li jêr desthilatdariya AKP/ MHP Tirkiyê bûye dewletek terorê ya ku li herem û cîhanê şer û nearamiyê belav dike. Ew cesaretê ji rewşa tevlihev a cîhanê, nakokiyê DYA/EU bi Rûsyayê re werdigre û di vê rewşê de derfetek zêrîn ya jiholrakirina Kurdan dibîne. AKP/ MHP gihîştine wê baweriyê, ku di berfirehkirina şerê li dijî Kurdan de, dê karibin nezelaliyek/ tevliheviyek hundirîn saz bikin, kirîza aborî bi gelê Tirkiyê bidin jibîrkirin, oposyonê qelis bikin û xwe ji têkbirina di hilbijartinan de rizgar bikin. Ji ber hindê her ku diçe şer li dijî Kurdan dijwar dikin û bi riya komkujî, çekên kîmawî, dagirkirin û talankirin, xwe bi cih dikin, ruhê nijadperstiyê xurt dikin û dijberên xwe marjînal dikin.
Li hemberî vê siyaseta şerê giştî divê kurd, çi çekdar û çi sivîl, kozika berxwedanê bigrin. Di rewşa amedekarî û xweparastinê de bin. Hişyarî, tedbîrgirtin divê di asta herî berz de bin, da ev terora ku xwe dispêre ewqas derfet, teknîk û bêdengiya derdorê, pûç, vala û beravêtî bête derxistin.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,514
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 30-11-2022
挂钩项目: 5
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 03-09-2022 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 90%
90%
添加( ئاراس حسۆ 30-11-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on07-12-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):07-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,514
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!