Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,411
图片
  124,215
书籍
  22,105
相关文件
  126,121
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Pergala dewletparêz a ku çekên kîmyewî bi kar tîne û Kurd
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bikaranîna çekên kîmyewî
Bikaranîna çekên kîmyewî
SELAHATTÎN Erdem
Dewleta TC’yê li dijî #Kurd#an çekên qedexe bi kar tîne, li gorî hiqûqê tevnagere û bi awayekî eşkere sûc dike. Li hemberî vî tiştî tu dewlet û Neteweyên Yekbûyî yên ku ew kirine jî dengê xwe nakin.
Bi rastî ger me ev sernav wekî “Lêgerîna li Dewletekê” daniya, belkî rasttir û balkêştir bûya. Bi rastî jî li dewletekê tê gerîn ku li dijî bikaranîna #çekên kîmyewî# û nukleerî be yên ku Komara Tirkiyeyê dijî gerîlayên Kurd bi kar tîne, vê rewşê bigihîne saziyên navneteweyî û daxwaza lêkolînê li wan bike. Di cîhana îroyîn de gelek dewlet hene ku hejmara wan bi sedan e û hema hema hemû jî di nav saziya Neteweyên Yekbûyî de ne. Ev dewletên ku jê re tê gotin saziya Neteweyên Yekbûyî xwedî qanûn in. Li gorî vê qanûnê bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî qedexe ye û yên ku van çekan bi kar tînin jî sûc dikin. Dewleta TC’yê li dijî Kurdan çekên qedexe bi kar tîne, li gorî hiqûqê tevnagere û bi awayekî eşkere sûc dike. Li hemberî vî tiştî tu dewlet û Neteweyên Yekbûyî yên ku ew kirine jî dengê xwe nakin.
Di warê têgihiştina rast a cîhana îroyîn de rewş bi rastî jî gelekî zelal e. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çekên kîmyewî û çekên din ên qedexe yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên Kurd bikar tîne, gelek belgeyan pêşkêş dike. Sazî û kesên ku ji vê rewşê fêm dikin, dibêjin ku belgeyên ku têne pêşkêşkirin girîng in û divê teqez li ser wan lêkolîn were kirin. Ji bo vê jî bang li sazî û dewletên têkildar dike. Li aliyê din dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê rojnamevanên ku van agahiyan radigihînin, digirin. Wekî mînaka Şebnem Korûr Fîncanci, zanyarên ku vê rastiyê dibêjin dixe girtîgehê, saziyên ku qala vê rastiyê dikin jî digirin. digire. Lê belê li gorî saziyên pêwendîdar û berpirsyar ev tişt têr nakin, tu gavekê neavêin û dibêjin ‘Heke dewletek serlêdanê bike, ez ê eleqedar bibim.’
Belê, Kurd jî ne xwedî dewlet in. Rêveberiya li Hewlêrê li şûna ku mafên Kurdan biparêze, têkoşîna li dijî PKK’ê weke erk û hincet hebûna xwe dibîne. Ger cuda tevbigere, wê tavilê were tunekirin. Dîsa ji nêzikî du sed dewletên cîhanê tu kes naxwaze vî karî hilgire û berpirsyariyeke wiha bigire ser milê xwe. Ji ber ku eger ew bike, dibe ku ji Neteweyên Yekbûyî were derxistin. Her kes qala mafên mirovan, hiqûq û edaletê dike. Lê ti dewlet li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî yên li ser Kurdan dengê xwe bilind nake.
Ev pergala gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst e ku li ser bingeha qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Pergala dewletparêz a cîhanî ya bi navê Neteweyên Yekbûyî ku di eslê xwe de yekîtiya dewletan e, wisa nêzî Kurdan dibe. Li gorî vê pergalê ‘Li vê dinyayê Kurd tune, lewma mafê Kurdan jî divê tunebe’. Esasê pergala dewletparêz a cîhanê ya ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê de hate afirandin, wisa ye. Ji ber vê yekê hemû hêzên di nava vê pergalê de dive vê rewşê qebûl bikin û li gorî wê tevbigerin. Ger cuda tevbigerin wê demê ji pergalê tê derxistin. Ji ber vê yekê tu dewlet bi serê xwe nikare tiştekî bi Kurdan bike. Pergala qirkirinê ya ku sed sal in li ser Kurdan hatiye ferzkirin, bi vî rengî tê meşandin.
Li hemberî berxwedanên Amed-Çewlik, Agirî û Dêrsimê jî dinya wisa bû. Li hemberî berxwedana Şêx Mahmut Berzencî û Mahabadê jî cîhan bi vî rengî bû. Di rastiyê de dema ku rêveberiya Saddam Huseyîn di 16’ê Adara 1988’an de li Helebçeyê çekên kîmyewî bi kar anî jî rewş wisa bû. Wê were bîra mirovan dema li Helebçeyê li ber çavên wan kîmyabaran hat kirin, deng ji kesî derneket. Di 2’ê Tebaxa 1990’î de rêveberiya Saddam Huseyîn êrişî Kuweytê kir û zirar da berjewendiyên Amerîkayê û li ser vê bingehê jî qeyran û şerê Kendavê çêbû. Wê demê Komkujiya Helebçeyê hate bîra wan û gotin ku rêveberiya Saddam Huseyîn çekên kîmyewî bi kar aniye û sûcê mirovahiyê kiriye. Lê belê tenê bi Helebçe û wê kêliyê re sînordar bû. Yanî behsa çekên kîmyewî yên ku berê li dijî Kurdan hatibûn bikaranîn û li parçeyên din ên #Kurdistan#ê tên bikaranîn nehate kirin. Her wiha petrola tankêra ku rêveberiya Saddam Huseyîn ew qul kiribû herikîbû behrê û bandora vê petrolê li ser çûka qirmeraviyê ji Kurdên bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin bêtir derket pêş.
Ev rastiya pergala dewletparêz a cîhanê ye ku bi Şerê Cîhanê yê Yekem ve hatî afirandin. Rastiya vê sîstemê dema ji Kurdistanê tê temaşekirin bi vî rengî xuya dike. Demokrasî, mafên mirovan, hiqûq, edalet û prensîba xwerêveberiyê ya vê sîstemê ji bo Kurdan naxebite. Ev pergal Kurdan paşguh dike û li ser vê bingehê her gotin, siyaset û pratîka ku Kurdan tine dike maqûl dibîne. Zilm, çewisandin û qetlîamên li ser Kurdan tên kirin ji bo vê pergalê ti wateya xwe nîne. Dewletên serdest ên Kurdistanê, bi taybetî jî Komara Tirkiyeyê, li gorî vê têgihiştinê û polîtîkaya xwe, bêyî dudilî dikarin qirkirinê bikin. Yan na jî faşîzma AKP-MHP’ê dikare li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî gerîlayên Kurd çekên nukleerî yên kîmyewî û taktîk ên bi vî rengî bi kar bîne?
Çima me hewce dît ku em van hemûyan wiha binivîsin? Ji bo ku em weke hemû gelan di serî de Kurd û weke hêzên şoreşger û demokratîk rastiya şênber bibînin, fêm bikin û li gorî wê têkoşîna xwe geş bikin! Eşkere ye ku rewşa Kurdistanê naşibe ya tu deverên cîhanê. Pirsgirêka Kurd dibe pirsgirêke giran ku tu mînakeke wekî wê tune. Dewletên serdest, bi taybetî jî Komara Tirk, ne bi hêza xwe, bi hêza ku ji pergaleke wiha distînin, dikarin qetlîamên wiha pêk bînin. Werin em van rastiyan baş bibînin, fêm bikin û li gorî wê têkoşînê geş bikin.
Dîtina van rastiyan nayê wateya ku mirov bibêje 'Li hemberî wê têkoşîn nayê kirin’. Lê ev nayê wê maneyê ku em dişibin têkoşîna cîhên din û bi hêsanî encamekê bistînin. Tê wateya ku divê mirov aliyên xweser ên qirkirina Kurdan bi awayekî eşkere bibînin, têkoşîna hebûn û azadiyê li gorî wê li ser esasê kûrahî û xweseriya wê geş bike û bi ser bixîne. Diyar e ku Kurd ne tenê ji bo xwe û di çarçoveya azadiya Kurd de têdikoşin; berovajî wê, ji bo hemû mirovahiyê û di çarçoveya demokratîkbûna cîhanê de têdikoşin. Divê xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bikin, li ser vê bingehê bi hemû mirovahiyê yên bindest û bi taybet jinan re têkiliyan deynin û tifaqan çêbikin.
Di destpêkê de dihate hizirkirin ku ev xebat bi şerê azadiya Kurd dikare pêk were. Piştre girêdana ku ji hev nayê veqetandin di navbera azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de hate dîtin. Piştî komployê derket holê ku ancax bi formula 'Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad' dikare şer were kirin û serkeftin were bi dest xistin. Niha zelaltir xuya dike ku azadiya Kurd bi demokratîkbûna cîhanê ve girêdayî ye. Ji ber vê jî Rêber Apo ligel ‘Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê’ projeya çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê nirxand û li ser vê bingehê xebateke wisa pêwîst dît. Bêguman ev erk pir mezin û giran e, lê ne bêserûber e. Her wiha ji bo bidestxistina azadiyê ti rêyeke din jî nîne. Di vê rewşê de pêwîst e em li ser esasê têgihiştineke wisa û bi asoyeke mezin nêzikî têkoşîna xwe ya azadiyê bibin û bimeşînin.
Diyar e ku Kurd bi têkoşîna li dijî vê cîhana ku wan nahesibîne, wê hebin û azad bibin. Heta niha bi têkoşîn û fedekariyeke mezin gihiştine vê astê. Niha divê vê têkoşînê bi dewlemendtir û piralîtir bikin.
Lê belê bi têkoşîneke dijwar û ronîkirina rastiyan, ev pergala qirker dikare were şikandin. Bi têkoşîneke wiha sûcdar dikarin bên eşkerekirin û cezakirin. Di wê rewşê de, bi taybetî ciwanên Kurd ên ku erkên dîrokî pêk tînin, divê rastiyan baş bibînin û tişta pêwîst bi serkeftî pêk bînin. Li şûna gerîlayekî ku hatiye qetilkirin, divê deh ciwan karibin tevlî gerîla bibin. Divê pênc ciwan karibin cihê her rojnamevanên hatine girtin, tije bikin. Divê ciwan li her derê li dijî êrîşên faşîst karibin têkoşîneke bi berpirsyarî pêş bixin. Bi kirina van tiştan mirov dikare bibe Ciwanên Apoyî.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,554
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 30-11-2022
挂钩项目: 7
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 10-11-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 30-11-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on07-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,554
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!