Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  587,103
图片
  124,590
书籍
  22,129
相关文件
  126,859
Video
  2,194
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   总计 
275,377
SÛREYA BEDIRXAN Û GIRÊS MARGARET…GOTÛBÊJEK LI SER GELÊN BÊ SEROK Û ŞEREKÎ BÊ DAWÎ
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
SÛREYA BEDIRXAN Û GIRÊS MARGARETÎ
SÛREYA BEDIRXAN Û GIRÊS MARGARETÎ
HISÊN CIMO
Werger ji erebî: Heysem Mislim
Di payîza sala 1928an de, Ehmed #Sûreya Bedirxan#, bi keşteyekê ber bi Amerîkayê ve diçû, ew ji neviyên malbata mîrên Kurd ên navdar e, ku di medyayê de bi navê Sûreya Bedirxan tê nasîn, dest bi koçberiyeke biyanî ya dirêj kir. Komela #Xoybûn#ê ya Kurdî berî salekê li Beyrûtê hat damezrandin û Mîr Sûreya berpirsîyarîya propagandaya biyanî girt ser xwe. Di nava malbata wî de, ew kurê mezin ê Emîn Elî Bedirxan e, Sûreyadi nava civaka Kurd de pir nedihat naskirin, lê belê ew di nûnertiya Kurdên li derve herî zêdenas de dibû û cih girtibû.
Li ser vê keşteyê jineke ciwan a Brîtanî ya bi navûdeng Grace #Margaret# Hay Drummond-Hay hebû. Girês Margrêt Hayî Dermond Hayî, bi vî navî xweyî dirêj û hevedudanî, di wê demê de jina herî navdar di medyaya Rojavayî de bû ji ber kesayetiya wê ya maceraperest; Ew yekem jin e berî rêwîtiya xwe bi keştê bi çend mehan bi balonê rêwîtiya xwe li ser parzemînê kiribû û di çapemeniya Anglo-Sakson de bû stêrkek. Çîroka serkeftina wê bi zewaca wê di sala 1923-an de bi zilamê ku heta dawiya jiyana xwe paşnavê wî girtibû dest pê kir: dîplomatê Brîtanî Robert Hay Drummond Hay, bi 50 salî jê mezintir e, zû mir. Girêsbê ked bû dewlemendekek mezin û têkiliyên berfireh mîras girt ku kariyera wê di rojnamegeriyê de hêsantir kir, di wê demê de li ser tûrîzmê dinivîse û di firînên yekem ên cîhanê de digere.
Hevdîtina Girês û Sûreya Bedirxan di arşîva malbata Badirxan de nehatiye belgekirin. Ev tenê tesaduf e ku du kes di rêwîtiyê de anîne cem hev. Dibe ku wê tu bandor li ser Sûreya nekiribe, lê di nav wan de gotûbêjeke siyasî derdikeve holê, û Margrêt di gotarekê de di rojnameya Brîtanî “SPHERE” de di 2ê Tebaxa 1930 de hatî weşandin de vê gotûbêjê vedibêje.
Girês Margaret di destpêka gotara xwe de destnîşan kir ku zehmetiyên ku Brîtanyaya Mezin li Misir û Hindistanê rû bi rû maye li qada şoreşên cîhanê serdest in. Ji ber vê yekê, geşedanên dawî yên li ser “pirsgirêka kurd” a ku li Tirkiyeyê berdewam dike, bêyî ku kesek guh bidê derbas dibe. Nivîskar li vir behsa şoreşa mezin a Agiriyê ya bi pêşengiya general Îhsan Nûrî Paşa li ser erdê û Komeleya Xoybûnê di warê siyasî de dike.
Nivîskar destnîşan dike ku tişta diqewime (şoreşa #Agirî#-Araratê) “şîroveyeke din a zelal e ku prensîba mafê çarenûsiya gelan e, her wiha Rojhilat li dijî Rojava, #kurdên sunnî# yên kevneperest û tundrew li dijî Tirkên ku meyla wan rojavayî ne.” Û Girês Margaret bi lez û bez taybetiyên bêbaweriyê di têkiliyên Kurd û Tirkan de ji peymana hevkariyê di navbera herdu aliyan de di sala 1514an de vedibêje. Kurdan ji bo peymanê erkên xwe bi cih anîn, lê hember wê Tirkiyeyê welatê wan bi dest xist da ku bike xaka Tirkiyeyê. Girês bi hûrgiliyên jînenîgariya Kurdan dizane.
Bê gûman ev nêrîna kurdewarî vedigere Mîr Sûreya Bedirxan, ji ber ku wê ji bilî wî kurdekî din nasnekiriye. Loma jî min behsa ketina kela dawî ya Kurdan di sala 1848an de bi destê artêşa Osmanî de û “xiyaneta” pismamê Bedirxan kir.Girêns diyar dike: “ku di wê demê ve, ew bûne komeke hindik bê serok, û rûbirûyê çarenûsa hemû kêmneteweyan bûne û gazinan dikin ku wan bê encam serî li welatên (mezin) dane, û careke din wan biryar da ku meseleyan bixin destên xwe û bi destê xwe çarebikin.”
Girês di gotara xwe de balê digşîne ser hevdîtina ku bi kesayeteke navdar a Kurd re kiriye, û wiha nivîsandiye:
“Berî du salan (1928) ez bi mîr Sûreya Bedirxan, ku neteweperwerekî Kurd e, ji neviyên Xalid ibn el-Welîd e, li ser keşteyekê li Okyanûsa Atlantîkê gerîyam, ku Pêxember Muhammed careke tenê têkçû ew jî bi destê Xalid Bin el-Welîd bû. Sêzdeh sedsalan bav û kalên Mîr Sûreya li Cezîra Botan hukum kirine. Mîr bi serbilindî ji min re got, ku împaratorê Eyûbî Selahedîn, dijberê Riçard Dilê Şêr, Kurd e. Piştre jî bi dilgiraniya xwe destnîşan bi wê yekê kir ku ev sermiyanê dewlemend ên nefta Mûsilê (mebesta wan petrola Kerkûkê ye) milkê netewî yê gelê Kurd e. Di heman demê de, wî amaje kir ku Peymana Sêvrê di sala 1920-an de avakirina #dewleteke Kurdî# destnîşan kiribû, ku ew hê jî ava nebûye”.
Di beşa din de, Girês Margaret behsa vê yekê dike ku çima Sûreya berê xwe da Dewletên Yekbûyî û welatên Rojavayî. Girês di vir de xuya dike ku guhdarvaneke baş e û heta dîroka roja damezrandina Komela Xwebûn jî ezber kiriye.”Rêxistineke Kurdî ye ku di nîvê pêşîn ê sedsala bîstan de taybetiyên neteweperestiya Kurd ji nû ve xêz kiriye.”
Girês dibêje:”Bedirxan wek nûnerê Komela Xwebûnê,bêwestan digere û dixebite, di Cotmeha 1927an de hatibû damezrandin, û daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikir, wekî di peymana Sêverê de desnîşan bibû, wan jî Kurd-Ava, li Çiyayê Agrî, wek paytexta demkî ragihandibûn. Ewana bi baldarî nêzîkî Faris, Ermenîstan, Îraq û Sûrîyê dibûn, sedema ku li hember şerekî bêhempa li dijî Tirkan dikine.
Dema ku rojnamevana Brîtanî bi Mîr Sûreya re hevdîtin pêk anî, di şoreşa Agiriyê ya sala 1928an de hevsengî ber bi Kurdan ve diçû. Dema ku ev gotar hat weşandin, şoreş nêzîkî dawiya xwe bû, piştî danûstandinan ku di dawiyê de bû sedema rêkeftina Komara Tirkiyê bi Yekîtiya Sovyet û Îranê re, encama vê rêkeftinê ku rê bidin hêza Tirkiya ku erdên wan bikar bînin da ku hêzên Kurdî li çiyayê ku di sînor de ye dorpêç bike. Di encama van têgihiştinan de, bi taybetî ji aliyê Îranê ve, şoreşa Kurdî xeta sereke ya locistî winda kir. Di berdêla vê yekê de, Îran û Tirkiyê lihevkirinek avakirin, ku tê de hevguhartina zevî jî hebû, Tirkiyê dirêjehiya Çiyayê Araratê (Agrî) ku di nava xaka Îranê de ye, bi dest xist û di berdêla wê de jî erdên bajarê Qeturê da dewleta Îranê.
Di gotûbêja mîr û rojnemevanê di sala 1928an de Sûreya Bedirxan dibêje ku “şerê tirk û kurdan berdewam e… û heta ku armanca kurdan pêk neyê dê bidome.” Girês Margaret di gotara xwe de li ser vê gotinê wiha dibêje: “Gelo ev gef ji bo Kemal Paşa – Dagirker –wate bide an na. Kurdên ku piştî serhildana Şêx Seîd di sala 1925an de ji Tirkiyê reviyane derveyî welat, bêguman bi ser ketine ku bibin stirî di navdîktatoriya dewleta Tirk de”.
Endezyarê têkiliyên derve
Diviyabû Sûreya Bedirxan di kongreya aştiyê li Parîsê û piştre jî di sala 1920an de peymana Sêvrê, nûnertiya daxwazên Kurdan bike. Lê ji ber hin sedeman nikarîbû Sêverê hazir bibe, ji ber wê jî Şerîf Paşa Xandan wek komîsyon hat wezîfedarkirin ku li ser navê Kurdan biaxive. Sûreya di sala 1913’an de piştî reva xwe ya dawî ji Stenbolê, piştî ku ji girtîgehê reviya û ji cezayê darvekirinê xilas bû, bi giranî li Misirê rûdinişt. Her çiqas ew kurê mezin ê Bedirxan e û di qada dîplomatîk a navneteweyî de yê herî çalak e jî, lê dûrbûna wî ya dûr û dirêj ji Kurdistanê li pêşiya baweriya Îngilîs ji wî re bû asteng. Ew yek ji parêzvanên desthilatdariya Brîtanyayê ya li ser Kurdistanê û veqetîna dawî ya ji Tirkiyeya Osmanî ye, û bi awayekî balkêş li ser meyla îngilîzî ye. Sûreya bandoreke erênî li ser efserê Brîtanî Major Noel hişt, ku bi herdu birayên Sûreya – Kamîran û Celadat – re li bakurê Kurdistanê rêwîtiyek li bakurê Kurdistanê kir, da ku derfetên serxwebûna Kurdistanê bikole.Noel di pirtûka xwe “Kurdisat û Kurd” de pesna wî dayê û wiha gotê: “Ji bo berjewendiya Kurdan xebatên girîng pêk anîn. Yê ku cîhana derve bi pirsgirêka Kurd re da nasîn û bi taybetî jî di gihandina ramana serxwebûna Kurdistanê de ji bo gelê Îngiliz ew bû. Û dema Îngilîzan di destpêka dagîrkirina Iraqê de ji bo demeke kurt fikirîn ku dewletekê ji kurdan re ava bikin, Sûreya Bedirxan hilbijatin ku bibe namzeta serokatiya dewleta Kurdistanê.
Di sala 1930an de li Parîsê pirtûkek bi fransî bi navê “Pirsgirêka Kurdî.. Reh û Sedemên Wê” bi zimanê Fransî hat çapkirin û di bin navê Komela Xoybûn bi zimanê Erebî hat wergerandin, bi sernavê ” Pirsa Kurdî..paşeroj û pêşeroja wan” ji nivîskarekî ku tu kesî jê nebihîstibû, rûyê wî dê bênav bimîne. Her kesî dizanibû ku “Dr. Belg Şêrko” navekî nenas e. Dema ku nivîskarên kurd dest bi kolandina navê nivîskarê resen kirin, ev pirtûk bi Celadet Bedirxan ve hatiye girêdan, û di nav wan de Hazar Mokryanî, Kemal Mezher Ehmed û yên din ku Dr.Nejatî Ebdullah di pêşgotina çapa “Dar Aras” ya pirtûka Belc Şêrko de behsa wan kiriye. Nejatî di arşîvên Fransî de jî li belgeyan geriya, û gihişte nerîneke nû û teqez. Nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Sûreya Bedirxan e, ku di sala 1931an de bi heman navî li Parîsê pirtûka duyemîn a bi navê “Banga Kurdên Başûr ji Komela gelan re” çap kir.
Pirtûka “Bedirxaniyên Cezîra Bûtanê” ya nivîskarê kurd Malmîsang ku ji aliyê Şakir Mistefa ve hatiye wergerandin, yek ji lêkolînên herî girîng ên li ser malbata Bedraxan e û tê de agahiyên giranbiha li ser Sûreya Bedirxan hene. (Wergereke din a pirtûkê ji bo erebî ji aliyê Dolor Zinkî ve hatiye kirin.)
Di pêşgotina Nejatî Ebdullah li ser pirtûka Şêrko Belg û belgeyên ku di pirtûka Malmîsang de cih girtine, em dizanin ku Sûreya Bedirxan piştî ku di payîza 1928an de ji Şamê derket çû Amerîkayê û ew endamê damezrîner ê Komela Xoybûnê ye. Li ser rêya xwe, ew pêşî li Îtalyayê daket û bi rêberê Îtalya Benito Mussolini re hevdîtin kir. Tê texmîn kirin ku dema mayîna wî li Amerîkayê di navbera Mijdara 1928 û Nîsana 1929an de bû, ku bi armanca birêxistinkirina karûbarên Kurdên Amerîkayê, piştgirî dikir û propagandaya Komela Xoybûn (Komela Serxwebûna Kurdan) kardikir, û çend civîn li Detroit, Michigan lidaxistin, bêyî ku Sûreya Badirxan encamên civîn û kesayetiyên bi wan re hevdîtin pêk anîn eşkere bike.
Dema ku ew vegeriya Beyrûtê û paşê Şamê, şoreşa Agiriyê (Ararat) li dijî Komara Tirkiyê piştî berxwedana çar salan li ber têkçûnê bû, piştî lihevhatina berjewendiyên Rûsya, Tirkiye, Îran û Fransa di awayî dualî û danûstendinên sê alî da ku rêyên alîkariya şoreşa Agirî bifetisînin.
Di encamê de Fransa Li ser daxwaza Tirkiyeyê hejmarek ji siyasetmedarên Kurd ên ku li ser axa Sûriyê bûn sirgûn kirin. Fransa li herêmên têkildarî mijarê yên girêdayî desthilatdariya Fransayê wekî: Talik, Qamîşlo, Qibûr Beyîd û derdora wê, operasyonên bêçekkirinê pêk anîn. Di 4’ê Tebaxa 1930’an de biryara dersînorkirina Sûreya Bedirxan a xwedî pasaporta Misirê ji Sûriye û Lubnanê hate derxistin. Birayê wî Celadet li benda çarenûseke wisa bû, lê ji ber ku berê hemwelatiyê Sûriyê hilbijartibû xwe xelas kir. Serkirdeyên din ên Kurd ku kêm bibandor bûn û bi “Xoybûnê” re têkildar bûn, koçî Dêrezorê kirin û derketina wan ji malê qedexe kirin.
Sûreya heta mirina xwe di sala 1938an de li Parîsê ma, keçeke wî ya bi navê Qudret û kurekî wî yê bi navê Heqî hebû. Qudret bi Mîrê Urdinê Rakan Haşimî re zewicî û du kur û 4 keçên wan hene û navê keça mezin jî kirin Newzad.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,851
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 29-11-2022
挂钩项目: 6
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 07-10-2022 (4 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 传记
文件类型: 翻译
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 29-11-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on30-11-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):29-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,851
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.137 KB 29-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!