Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,485
图片
  124,229
书籍
  22,106
相关文件
  126,130
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Bêwar Tekbaş: “Ez herî zêde wextê stranan bi zimanê xwe dibêjim azad im”
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bêwar Tekbaş
Bêwar Tekbaş
vBêwar Tekbaşî demeke berê bi navê Nav Dilistanê straneke nû weşand. Çavkaniya vê stranê Hesen Şerîf e. Beriya niha jî wî bi navê Barê Giran, Yarê û Temo Lawo weşandibû. Bi gotina Tekbaşî bandora hunermendên mîna Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Erdewan Zaxoyî li ser wî û muzîka wî heye.
Tekbaş wiha dibêje: Stranên ez hildibijêrim zêdetir ne ew stran in ku tên dubarekirin yan ji terefê gelek kesan ve tên gotin. Wekî kesê duyem yê îcrakarê straneke kevin, dixwazim vê rolê pêk bînim.
Rewîtiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?
Ewil ez spasdariya we dikim, xweşhal im ku we ev derfet da min ku bişêm çend gotinan li ser muzîka xwe bikim. Cara ewil bi dengê bavê xwe yê gorbeheşt min stran guh lê bûme. Wextê wî bangî dayika min dikir û yarî ligel wê dikirin û digot; Min tu nevêy, min tu nevêy, dê te hêlim wellah wellah keç mişe ne.... Paşê dengê Tehsîn Taha, xudahnê van gotinan her wekî dengekî pîroz di heyata min de cih girt. Ew dengên di zaroktiya min de her ligel min bûn û min her dixwest rojekê bibim şirîkê wan dengan. Evro bo min ew roj e...
Wextê ez straneke ji wan ustadan dixwînim...
Çavkaniya stranên te kesên wekî Erdewan Zaxoyî, Ebdulwahid Zaxoyî, Ezîzê Simê, Mehemed Arif Cizrawî û Fadilê Cizirî ne. Her wekî diyar e, ev hunermend zêdetir ji aliyê Botan û Behdînanê ne. Van çavkaniyan bandoreke çawa li ser muzîka te kirine?
Berîya her tiştî min jî ji ava wê axê û wan kahniyan vexwariye. Min ne tinê stran û awazên wan guh lê bûne, ez bi çîrokên wan, serpêhatiyên wan, serhildan û têkoşînên wan, bi êş û azarên wan jî mezin bûme. Hestên wan bûne perçeyek ji jiyana min. Ma mumkin e mirov ji çîroka Erdewan û Eyaz tesîrdar nebe? Wextê ez straneke ji wan ustadan dixwînim ev hemû tişt di bîr û hizra min de ne.
Her wekî tê zanîn di malbatê de ji bilî te jî yên ku bi muzikê re eleqedar hene. Malbat û erdnîgariyê li ser te bandoreke çawa kiriye?
Min li jorê behsa dengê ewil yê jiyana xwe, dengê bavê xwe kiribû. Dayika min bi salan e her serê sibehê bi dengê Mehemed Arif dest bi rojê diket û xwîşk û birayên min û bi giştî malbata ez tê de çu carî dengê muzîkê jê kêm nebûye. Hima bêje her neferek ji malbata min bi muzîkê re eleqedar e. Helbet navekî wekî Alî Tekbaş ne tenê wekî birayekî, wekî hostayekî muzîkê jî bo min îlham e. Ev atmosfera malbatê bo min wekî mektebekê ye ku her gavê jê îstîfade dikim, rihê xwe muzîkê pê têr dikim.
Ez bi aranjeyeke nû hewl didim rengekî nû bidim stranan
Tu zêdetir stranên kevin dibêjî û ziman û şêwazê wan stranan jî hin taybetiyên xwe hene. Tu bi çi armancê wan stranan dibêjî, gelo rola wan stranan ji bo çand û zimanê kurdî çi ye?
Belê, me li jorê hinek nav gotin û gelek navên din jî hene ku ez di repertuara xwe ya muzîkê de cih didim wan. Helbet dixwazim muzîka min ji bo parastina wan deng û awazan bibe pirek. Lê di heman demê de bi aranje û terzekî nû jî hewl didim rengekî nû bidim wan stranan. Dixwazim li vê derê behsa tiştekî muhim bikim. Stranên ez hildibijêrim zêdetir ne ew stran in ku tên dubarekirin yan ji terefê gelek kesan ve tên gotin. Nav Dilistanê ku çavkaniya wê Hesen Şerîf e, mînakek wisa ye. Dixwazim wê stranê bigehînim sedsalên dî jî. Wekî kesê duyem yê îcrakarê straneke kevin, dixwazim vê rolê pêk bînim. Heke derfet pêk bên, ez dixwazim albûmekê bi temamî ji stranên bi vî rengî derbixim. Li aliyê din her straneke kevin ya kurdî ji bo nasîna çanda kurdî, zimanê kurdî xizînekeye mezin e. Heke em wê xizîneyê baş nas bikim em ê zêdetir nêzîkî xwe û ruhê xwe yê kurdî bibin.
Di demên nêzîk de gelek qedexe li ser çand û hunerê pêk hatin û konserên gelek hunermendên kurd hatin betalkirin, tu van qedexeyan çawa şîrove dikin?
Wekî hemû miletên dî kurdan jî çandek xwe, rengekî xwe, muzîkeke xwe heye. Em jî xwedî çand û hunerekê ne. Çanda her miletekî li gorî xwe dewlemend e û çanda kurdî jî bi hizaran salan li ser piyan maye û kevnar e. Muzîka kurdî, stranên kurdî, ji bo vê çandê gelekî muhim in. Divê her hunermendekê li dinyayê bişêt stranên xwe bi rehetî, bi azadî bibêjît.
Ez herî zêde wê kêliyê xwe azad hîs dikim, wextê ez stranên xwe, bi ziman û meqamên xwe dibêjim. Lê ji bo vê azadiyê jî qadeke fikrî û hunerî lazim e. Wextê ew qad û derfet nebin em neşên dengê xwe bigehînin dahatuyê. Bi hêviya ku ji bo huner û hunermendên kurd rojên xweştir û azadtir bên û em pêkve stranên xweşî û şahiyê bibêjin, hemû qedexeyên li ser #muzîka kurdî#, hunera kurdî jî ji meydanê rabin. Muzîk ji hemû sînoran mezintir e...!
Qada çand û hunerê qada afirîneriyê ye. Lê rastiyeke wiha jî heye ku ji bo afirînerîyê divê hinek şert û mercên amade bin. Tu wekî muzîkjenêkî di afirîndina muzika xwe de çi astengiyan dibinî? Pewîst e kîjan şert û merc amade bin? An jî ji bo afirîneriyê şert û merc pewîst in?
Ez muzîkjen im lê mixabin ji bo debara xwe dersdariyê dikim. Heke derfet hebûna min tenê karê muzîkê kiriba, helbet da gelek karên baştir pêk hatiban. Kêm kes xwedî wî şensî ne. Ji bo çêkirina stranekê tenê deng û beste têrê naket. Paşê ew stran di studyoyê de, bi amûrên cuda cuda têne qeydkirin. Her karekî jî pêdiviyeke madî heye. Ne tenê ez, zêdetirê hunermendên kurd ji ber nebûna derfetên madî neşên stranên xwe çêken. Ji bo hunermendên ji miletên dî sponsorên mezin hene, sazî hene, sermayeya dewletan heye. Lê mixabin ji bo muzîka kurdî sponsor kêm peyda dibin. Hêvîya min ew e ku ji bo hunera kurdî, muzîka kurdî jî derfetên baş pêk bên. Divê karsazên kurd, saziyên kurdan zêdetir piştgiriyê bidin hunermendên kurd.
Derbarê Bêwar Tekbaşî de
Malbata Bêwar Tekbaşî, di dema Komkujiya Helepçeyê ya di sala 1988an de, ji gundê Spîndarê yê Duhokê ku girêdayî Herêma #Kurdistan#ê ye, koçî Colemêrgê kirine û ew li wê derê, di sala 1990an de jidayik bûye. Piştî ku malbata wî li Colemêrgê bi cih bûye, Tekbaşî dibistana seretayî û navîn li wê derê temam kiriye. Wî Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Piştî ku wî lîsans qedandiye li dibistaneke taybet mamostetiya muzîkê dike. [1]
(SY/FD)

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,365
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://bianet.org/- 29-11-2022
挂钩项目: 44
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 22-11-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 29-11-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on30-11-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):29-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,365
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.17 KB 29-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!