图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Romaneke şer û çirûskek hêvî: Sîbera Şeva Tarî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sîbera Şeva Tarî

Sîbera Şeva Tarî
Mehmed Dehsiwar, nivîskarê vê romana bi navê Sîbera Şeva Tarî (Apec, 2022) li Swêdê dijî û karên xwe yê nivîskariyê li wir berdemam dike. Nivîskariya wî heta salên 1990an dirêj dibe, pirtûka wî ya pêşî di sala 1995an de derketiye: Çirîskên Rizgariyê. Trîlojiya wî ya ku ji sê pirtûkan yan jî sê romanan pêk tê: Şopa Xeterê (2017), Çepera Giran (2019) û beşa dawî jî Berbanga Şevînê (2020) li Stockholmê hatiye weşandin. Vê rêzeromanê wek gelek xwendevanan bala min jî kişand. Di derbarê berhemê de xwendevan dikare li vê danasîna min jî binêrin: Ji Edebîyata #Kurdên Swêdê#: Trîlojîya Mehmed Dehsiwar (Kovara Lêkolînên Kurd, nr 5, 2021).

Nivîskar bi romana xwe ya nû vê carê dîsa xwendevanan dibe salên 1980yî, salên ku #kurd#an vê demê zordestîyên mezin dîtine. Bûyerên romanê zêdetir li herêma bajarê Êlih (Batman) derbas dibin. Ev bajar wek tê zanîn bi çavkaniyên xwe yên petrolê navdar e. Lê wisa xuya dibe ku niştecîhên wê ji vê dewlemendiya xwezayê têra xwe xêrek nedîtine. Ligel pirsgirêkên aborî û civakî, bûyerên sîyasî û leşkerî piştî salên 1980 zêdetir û pîrtir bûne. Hêzên fermî, nîvfermî û tarî herêm ji bo kurdan kirine cehenemekê.

Lehengê romanê Ferhad ji vê herêma Êlihê ye. Zanîngeh qedandiye, kesekî serwext, di karê xwe de jîr e. Piştî mirina bavê xwe dibe serekê malbatê ya gelek mezin. Lê belê hêzên fermî, leşkerî û narkotîkê naxwazin hin kes û hêzên ku bi koka xwe kurd in li ser wan re hebin. Ji aliyê din li hemû herêma Kurdistanê şerekî mezin di navbera şervanên kurd û hêzên ewlekariya Tirkiyê de berdewam dike. Karê lehengê romanê ango karê Ferhad gelek zehmet e. Çend caran dibe hedefê van hêzên neyar û tarî. Ew naxwazin Ferhad serektiya komeke mezin ya kurdên li herêmê bike û kontrola wan di destî wî de be. Di nav vê eniyê de kurmamên Ferhad jî hene. Ji ber vê yekê hêzên dewletê rêyeke din hildijbêrin û kurmamê Ferhad jî bi kar tînin. Êdî ji Ferhad re rojên aram û rehetiyê namînin. Carekê ev hêzên tarî ku di nav xwe de dewletek pêk anîne dajon ser erebeya Ferhad. Di erebê de jin û du zarokên wî jî hebûne. Di dawiya vê bûyerê de jina wî ya bi navê Lîlav ku doxtor bûye û herdu zarok, keça wî Şengê û kurê wî Cengî li wir can didin, dimirin. Êdî jîyana Ferhad reş dibe. Teqîba hêzên tarî jî her berdewam e. Peyva tarî navê romanê jî dikare bîne bîra xwendevanan: “Sîbera Şeva Tarî”. Ev gotin di nav romanê de derbas nabe, nivîskar tenê wek sernavê romanê bi kar anîye. Wan hêzên çekdar bi xwe gelek bûyer kirine, lê di dawiyê de hemû avîtine ser kurdan. Dema Ferhad piştî demeke dirêj bi xwe ve tê, ew bûroyekê vedike û dest bi mitehîdiyê dike. Kesên wek Menaf, Cemîl, Reşo, Şero jî dighîne xwe, wan hildide kar bo ku alîkariya wî bikin û bi karên parastinê lê her wiha karê mitahîdîyê ve mijûl bibin.

Di nav têkilî û kontaktên Ferhad de hin kesên ku di dezgehên dewletê de kar dikin jî, hene. Kerem (polêsekî sîvîl yê îstîhbaratê) ku cînarê Ferhad e. Komîserê qereqolê jî kesekî bi navê Cazim e. Dema têkiliyên wan bi pêş ve diçin, Ferhad dibîne ku Kerem kurdekî ji Dersimê ye û Cazim ji Sêwasê. Serpêhatiya Kerem balkêş e. Ew zewicî ye, navê jina wî Banû ye, çend zarokên wan hene. Xwişkeke Kerem jî li bal malbatê dimîne, navê wê Nermîn e. Ew hê nezewicî ye, hemşîre ye û kar dike. Di vê romanê de, ku ji 415 rûpelan pêk tê tenê du lehengên jin hene ku bala xwendevanan dikşînin, jina Kerem Banû û xwişka wî Nermîn.

Di romanê de xuya dike ku dema Kerem û xwişka wî Nermîn li Dersîmê zarok bûne, dê û bavê wan di Serhildana Dersimê de tên kuştin û ew sêwî dimînin. Paşê li bal hin malbatên din mezin dibin, koka xwe, dê û bavê xwe yên rastîn ji bîr dikin û xwe weke gelek kurdên din ku li Tirkiyê xwe hê jî “tirk” dihesibînin. Jina malbata ku Nermîn li bal mezin bûye jineke gelek xerab bûye, qet ji Nermînê hez nekiriye. Kurekî vê malbatê di Serhildana Zîlanê de miriye, ew di wê baweriyê de bûye ku kurdan kurê wê kuştiye, ji ber vê ew heyfa xwe bi awakî sergirtî ji Nermîna zarok derdixe. Navên kurdî yên van zarokan paşê kirine tirkî, navê Kerem berê Mîran û navê xwişka wî Nermînê jî Şermîn bûye. Paşê êdî Kerem hêdî hêdî xwe wek kurdekî ji Dersimê dihesibîne. Kerem piştî ku hatiye herêma kurdan û dest bi kar kiriye, ew jî ketiye nav lêgerînekê ji bo fêr bibe gelo ka koka wî ya etnîkî heta kîderê dirêj dibe: “Wî ji zû ve fam kiribû ku ew bi eslê xwe kurd e, lê nexwastibû ji derdorê xwe re eşkere bike”. Carekê Kerem bi malbatî diçin seredan û dîtina herêma Dersîmê, herêma ku ew li wir hatiye dinê: “Paşê jî li otomobîlê siwar bûbûn û berê xwe dabûn Dêrsimê, warê bavûkalan”. Di dawiya romanê de dema Kerem dimire jî nas û dost bedana wî dibin li Dersimê binax dikin. Nivîskar Mehmed Dehsiwar bi van mînakan belkî jî dixwaze bêje ku gelek karmendên ku di dezgehên dewletê yên cuda de kar dikin, dikarin bi koka xwe kurd bin. Ev rewşa welêt, serpêhatiya Mele Sabir jî tîne bîra me ku di romanê de wek beşeke wisa bi serê xwe cîh girtiye. Mele Sabir ji ber xebat û hewildanên kurdayetiyê dikeve girtîgehe, 25 sal ceza digre. Dema ew hundir de ye, jina wî dimire, zarokên wî dibin bal merivên jina wî. Zarokan nîşanî wî nadin. Dema ew ji girtîgehê derdikeve zarokên wî, wî nas nakin û guh nadinê. Tirs, xof, sirgûn û asîmîlsyonê mirov ji hev bi dûr xistine, wek serboriya zaroktiya Kerem û xwişka wî Nermîn.

Cînartiya Ferhad û malbata Kerem piştî demekê bi pêş ve diçe û gelek ji hevdu hez dikin, ev dostanî rêya xinamîtiyeke hê tam nedîyar jî vedike. Kerem çend caran gazî Ferhad dike, wî dike mêvanê xwe. Têkiliyên wan tîr dibin. Piştî ku Ferhad jina xwe û zarokên xwe wenda dike, demeke dirêj ew bi tena serê xwe dijî. Xwişka Kerem, Nermîn ku li bal birayê xwe dimîne jî bêkar e ango wek kurdên Serhedê dibêjin “azep” e, hê nezewicî ye. Di romanê de xuya dike ku Ferhad û Nermîn ji dûrve bûne evîndarên hevdu. Cara pêşîn jina Kerem ya bi navê Banû ji nêrîn û çavên dildaran fam dike ku dilê herduyan jî ketiye hev, di cîhekî romanê de em rastî van gotinan tên: “…herduyan bi evîndarî dil girtibûn…” Vê îfadeya “dil girtibûn..” ez cara pêşîn dibihêm! Wisa xuya dibe ku Banû (jinbira Nermînê) gelek “bi derdê dilan” zane, bo vê yekê ew her hewl dide van dilketiyan nêzî hev bike. Dema qala Ferhad û Nermînê tê kirin peyva ku di romanê de zêde tê bi kar anîn bêgûman peyva bişirîn e. Şerê kurd û dewletê, evîna Ferhad û Nermînê ya platonîk mirov dikare bêje ku di romanê de paralel dimeşe.

Di dawiya romanê de mirov vekirî dibîne ku di welatê ku bûye gola xwînê de, evînê jî zare zar e û bi kul û derd e. Di vê rewşê de Ferhad û Nermîn tu firsendekê nabînin ji bo rojekê qûtiya dilê xwe ji hev re vekin. Ji vê evînê tenê nêrînek paşta dimîne. Sibê zû Banû li derê cînarê xwe Ferhad dixe bona xatirê xwe jê bixwaze. Nermîn jî bi destê zarokên birayê xwe girtiye, hinekî li dûr sekiniye, ew li hêviya hatina Banûyê ye. Nermîn tenê carekê, bi dilekî kul û keder li hêla Ferhad dinêre! Roman bi van gotinan diqede: “Wî pê dernexist ku ev nêrîn dihat çi wateyê”. Lê belê ji dêvla Ferhad, nivîskar vê dema dijwar şirove dike, ew vê nêrînê wek çirûskek hêvî û evîn dinirxîne. Nivîskar gelek baş kiriye ku di nav vê şîn, koç, windakirin û kederê de evîna van herdu kesên dilşkestî di dawiya romanê de zêde dernexistiye pêş. Belkî jî nivîskar xwe spartiye vê gotina pêşiyan: Li cîhê şînê, şahî nabe! Wî bi awayekî gelek însanî û maqûlane romana xwe ber bi dawiyê anîye.

Di romanê de em dibînin ku wan ewrên reş û tarî ku dagirtine ser vê coxrafyayê, teqe-req in. Vê kambaxî û wêraniyê bi hemû hêza xwe herêma Êlihê dorpêç kiriye. Şer, pevçûn, lêxistin û kuştin di romanê de her diçe zêde dibe. Şer dibe malwêranîke mezin. Piştî ku Kerem (mêrê Banûyê ango birayê Nermînê), di êrişekê de tê kuştin, êdî ev beşa axa Kurdistanê ji vê malbatê re nabe war û yar. Ew tivdarek û haziriya xwe dikin, dixwazin rojekê zûtir ji vir bar kin, bi dûr bikevin û herin li Enqerê cîwar bibin.
Mirov vê romana Mehmed Dehsiwar bi kelecan û bi meraq dixwîne. Nivîskar ev qabîlîyeta xwe berê jî wek me di destpêka vê nivîsê de dîyar kiribû bi wê trîlojiya xwe nîşan dabû. Lehengê vê trîlojiyê Merdan ji bîra kesên ku ev berhem xwendibin, naçe. Di vê romana nû de cîhê Merdan êdî mirov dikare bêje ku Ferhad girtiye, ev herdu karekter gelek dişibin hev. Li gorî doxtor di pevçûna dawî de neh fîşek ji bedena Ferhad hatine derxistin, lê belê tiştek bi wî nehatiye, xelas bûye. Ferhad gelek caran dibe hedefê kujeran, her car ji van hewldanên kuştinê difilite. Wek xwendevan mirov dixwaze heta dawiya berhemê bi vî lehengê romanê yê bihêz re be, bi wî re bibe yek. Min ev berhem bi hewas xwend![1]
Rohat Alakom[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览817
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kovarabir.com
挂钩项目: 4
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 18-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Sweden
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 29-10-2022
本文已被审查并发布( زریان عەلی )on29-10-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):15-11-2022
URL
此产品已被浏览817
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.165 KB 29-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!