Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
new
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  594,141
图片
  125,630
书籍
  22,260
相关文件
  130,833
Video
  2,201
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,032
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,947
عربي - Arabic 
45,432
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,935
فارسی - Farsi 
16,786
English - English 
8,578
Türkçe - Turkish 
3,872
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
5
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
2,254
PDF 
35,003
MP4 
4,264
IMG 
239,149
∑   总计 
280,670
​​​​​​​‛Berxwedan bersiva herî guncaw a li dijî polîtîkayên qirkirinê ye’
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​‛Berxwedan bersiva herî guncaw a li dijî polîtîkayên qirkirinê ye’
​​​​​​​‛Berxwedan bersiva herî guncaw a li dijî polîtîkayên qirkirinê ye’
Welatiyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla şermezar kirin. Welatiyan diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan tên meşandin, dê li kêleka gerîla bin.
Artêşa Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê 2 hezar û 476 êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî pêk anîn. Li gorî daxuyaniya NPG’ê ku di 18'ê Cotmehê de hatiye weşandin, di êrişa herî dawî de 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn.
Sûcên dewleta Tirk ên li dijî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn sedema bertek û nerazîbûna gel. Şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û tekezî li ser berdewama têkoşînê li kêleka gerîla kir.
'PDK DI VÊ KOMKUJIYÊ DE HEVKAR E’
Têkildarî mijarê welatiya bi navê Heyat Horo wiha got: Gel li kêleka berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ye.
Heyat Horo bal kişand ser rêgirtina çekdarên PDK’ê li ber derbaskirina maskeyên gazê ji bo gerîla û wiha domand: Bi wê yekê ew bû şirîkê komkujiya dawî ku di encamê de 17 gerîla şehîd bûn.
Ciwana bi navê Sozdar Mihemed jî wiha got: Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku bersiva banga azadî û tevlêbûna têkoşîna li dijî faşîzma Tirk bidin. Têkoşîna gerîla ya zêdetirî 40 salan dê nesekine, şert û merc çi qas zehmet bibin jî, dê heta pêkanîna hêviyên şehîdên azadiyê ev têkoşîn bidome.
Remziye Salih êrişên domdar ên artêşa Tirk şermezar kirin û got dê tolhildan bibe vebijêrka gel a ji bo bersivdayîna şehadeta 17 gerîlayan.
Welatiyê bi navê Remzî Bekir jî wiha got: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide berxwedana gerîla têk bibe, lê gel li kêleka zarokên xwe ye û ev yek dê pêk neyê.
‛BERXWEDAN BERSIVA HERÎ GUNCAW A LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YE’
Der barê heman mijarê de hevserokê meclisa navçeya Til Rifetê Mihemed Henan jî nêrînên xwe wiha anî ziman: Dagirkeriya Tirk bi awayekî dijwar êrişî herêmên me dike û komkujiyan li ser me pêk tîne. Wek mînak jî komkujiya ku di encama wê de 8 zarok bûn qurbanî. Vê yekê jî ji bo têkbirina îradeya me pêk tîne.
Henan wiha lê zêde kir: Kantona Şehba bi giştî û navçeya Til Rifetê bi taybetî rastî topbarana rasterast a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Ev êriş bi hawan, top û balafirên bêmirov ên biçek pêk tên û komkujiyan li ser gel pêk tînin.
Henan wiha pê de çû: Berxwedana ku şêniyên herêma Efrînê yên Kurd, Ereb û Turkmen nîşan didin, bersiva polîtîkayên qirêj ên ji çiyayên Kurdistanê heya kantona Şehbayê dibin.
Henan bêdengiya Rûsyayê ya ku çavên xwe ji sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê digirin, şermezar kir.
Welatiya bi navê Zeyneb Silêman jî got: Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi top û balafirên bêmirov ên biçek, rojane Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef. Ji bo bidawîkirina hebûna gelê Kurd, qirkirina çanda wî, koçberkirina wî û guhertina demografiya wê herêmê, li pêş çavê cîhanê sivîl, pêşeng û zarokan dike hedef.
Zeyneb Silêman tekez kir ku bi giştî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet gelê Efrînê li ser rêya berxwedanê ne û dê hemû planên dagirkeriyê yên li dijî wan têk bibin.
Welatiya bi navê Hêvî Silêman jî nêrîna xwe wiha anî ziman: Li dijî artêşa Tirk û sûcên wê yên li dijî qanûnên navneteweyî ku çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexe bi kar tîne, hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê mezintirîn destanên berxwedanê xêz dikin.
Hêvî Silêman wiha domand: Çawa ku planên dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çûn, wê li herêmê jî têk biçin.
Hêvî Silêman tekez kir ku heta rizgarkirina hemû herêman û têkbirina planên dagirkeriyê ew ê dest ji rêya berxwedanê bernedin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û hevjîna şehîd Wehîd Hesen, Ezîze Ebdurehman bikaranîna çekên giran û qedexekirî û sûcên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin, şermezar kir û wiha got: Em komkujiyên ku faşîst Erdogan bi balafiran û hemû çekên giran û di qada navneteweyî de qedexekirî ne ku li ser hêzên me li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şermezar dikin.
Dayika şehîd Alan Mihemed, Sebah Mihemed jî wiha got: Bi windakirina her şehîdekî re, bi hezaran didin ser şopa wî, lewma kes nikare vîna me bişikîne.
Bîlal Îsmaîl ê ji Kobanê jî wiha got: Divê em bibin yek û li hember ên ku me dikin hedef bisekinin, yan jî em ê ji kokê ve qir bibin. Ji bo ku em mafên xwe bi dest bixin û hemû zehmetiyan derbas bikin, divê em tê bikoşin.
Bîlal wiha lê zêde kir: Ev xaka me ye û em dev jê bernadin. Wê çekên wan ên kîmyewî me netirsînin. Ev xak bi keda zarokên me ji terorê hatiye paqijkirin.
Welatiyê bi navê Adil Şukrî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: Bi her awayî dixwazin me qir bikin û me ji xaka me derxin. Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi çekên kîmyewî topbaran dikin. Lê em ê li ber xwe bidin, dakevin qadan û em ê her dagirkerekî neçar bikin ku ji axa me derkeve.
Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed jî şehadeta her gerîlayekî/ê wek pêngaveke ber bi azadiyê ve nirxand û wiha got: Zarokên Kurd ji bo vê herêmê canê xwe feda dikin.
Xelîl Ehmed herî dawî wiha got: Çekên kîmyewî li hemû welatan qedexe ye, lê li dijî zarokên Kurd destûr tê dayîn. Ya herî zêde ku me diêşîne xiyaneta wan kesên ku îdîa dikin ku Kurd in, bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê, hevkara dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna komkujiyan li ser gelê Kurd e.[1]
ANHA

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览6,814
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
挂钩项目: 13
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 22-10-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( Aras HisoA.H.22-10-2022
本文已被审查并发布( Aras ÎlncaxîA.Î.)on23-10-2022
此产品最近更新( Evîn TeyfûrE.T.):12-12-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览6,814
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
更多

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!