Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,881
图片
  124,367
书籍
  22,117
相关文件
  126,411
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   总计 
274,817
Jinên Bajarê Qamişlo: Wê Bi Hezaran Zeyneb Li Dijî Tirkiyê Rabin
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Endama Kongireya Star ya Qada Civakî Hediya Evdo
Endama Kongireya Star ya Qada Civakî Hediya Evdo
Jinên bajarê Qamişlo dan zanîn ku Tirkiyê û hevkarên xwe çi bikin, nikaribin vîn û îradeya jina azad bişkênin û gotin, Eger Tirkiyê #Zeyneb Saroxan# û hevalên beriya wê kirin hedef, wê bi hezaran Zeyneb li dijî Tirkiyê rabin.
Êriş û bombebaranên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewamin. Tirkiyê rojane bi balafirên xwe yên bê mirov welatiyên herêmê, bi taybet jinan dike hedef û hewl dide jinên ku pêşengiya vê şoreşê dikin, tine bike. Herî dawî jî di 27`ê Îlona derbasbûyî de bi riya balafireke bê mirov heval Zeyneb Saroxan, kir armanca êrişên xwe.
Derbarê êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet hedefgiryina jinan, endama Kongireya Star ya Qada Civakî Hediya Evdo û endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Nesriya Mehmûd ji me re axivîn.
`Dagîrkeriya Tirk bûye gurê dev bi xwîn`
Endama Kongireya Star ya Qada Civakî Hediya Evdo êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagîrker bûye wek gurê dev bi xwîn û hertim jinê dike hedefa xwe. Herwiha dema Tirkiyê balafirên xwe yên bê mirov bi kar têne dibêje, ‘ez êrişî leşkeran dikim’. Lê, leşker zarokên vî gelîne û parastina vê civakê û sîvîlan dikin. Herwiha ji derveyî parastina gelê xwe xeterî li ser ti hêz û dewletan çênekirîne. Û cîhan jî dibîne û dizana ku, dema mijar dibe kurd ji bo dewleta tirk ya dagirker leşker, sivîl, pîr, jin, zarok qet û qet ferq nake. Ji zarokê 1 mehî heta yên 70`ê salî tên hedefgirtin.”
Herwiha Hediya bal kişand ser sedama hedefgirtina jinê û got, ji ber ku jin şoreşê bi rêve dibe û bûye pêşenga vê şorşê, dagîrkeriya tirkî dixwaze bi rêya hedefgirtina jinan destkeftiyên şoreşê têk bibe û keda bi salan vala derxîne. Ji bo wê jî jineke birêxistinkirî û siyasetmedar li ku bibîne, êrişî wê jinê dike. Ev jin ji bo ax û civaka xwe tekoşin dikin.
`Ji bo aramî û ewlehiya gelê xwe tev digeriya`
Hediya li ser hedefgirtina heval Zeyneb Mihemed Saroxan jî got, ev ne jina yekê ye ku ji aliyê dagîrkeriya Tirkî ve tê hedefgirtin. Bi hezaran jinên me yên siyasetmedar û berxwedêr hatine hedefgirtin. Beriya heval Zeyneb jî, Hevrîn, yadê Eqîde, Barîn, Avêsta, Zehra û gelek jinên din hatin hedefgirtin. Van Jinan êrişî Tirkiyê nekiribûn, tenê ji bo azadiya jinê û yekîtiya gelan kar û xebatê dikirin. Heval Zeyneb jî jineke ji bo bidestxistina mafê xwe û yê tevayiya gelê xwe kar dikir. Herwiha ji bo ku armiya û ewlehiya gelê xwe tev digeriya.
`Wê bi hezaran Zeyneb rabin`
Hediya Evdo da xuyakirin ku dagîrkeriya Tirk û hevkarên xwe çi bikin jî wê nikaribin vîna jina azad bişkînin û axaftinaxwe wiha qedand: “Wê jina azad hertim xwedî vîn û îradeyeke xurt be. Êriş û hedefgirtinên Tirkiyê rê li pêşiya armancên jinan nagre. Eger Tirkiyê Zeyneb û hevalên beriya wê kir hedef, wê bi hezaran Zeyneb rabin û wê bi hezaran li dijî dagîrkeriya tirk derkevin.”
`Em bêdengiya hêzên qaşo ji bo ewlehiya Sûrî tevdigerin, qebûl nakin`
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nesriya Mehmûd jî da zanîn ku hêzên navnetewî yên qaşo dibêjin, ‘em hatine li kêleka QSD`ê, YPG û YPJ`ê parastina xaka rojava bikin’ di bin perdê tev hevkarên Tirkiyê ne û axiftina xwe wiha domand. “Bêdengiya van hêzan dide diyarkirin ku ew jî şirîkê kiryarên Tirkiyê ne. Em ji van kesan re dibêjin, hûn ne hatine aramiyê çêkin. Hûn hatine ku pêşengên şoreşa me tine bikin û vîna jina azad bişkînin. Em bêdengî û hevkariya van hêzan qebûl nakin.”
`Jina kurd qirika desthelad û dagîrkeran girtiye û heya difetisine jî bernade’
Nesriya destnîşan kir ku li dijî êriş û kiryarên dagîrkeriya Tirkî wê jina azad tim li ber xwe bide û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku jin şoreşê bi rê ve dibe û destkeftiyan bi dest dixe, wê serkeftinê jî bi dest bixe. Şoreşa ku bi îradeya jinan dest pê kir ti caran nayê şikandin û bi bin nakeve. Wê jin hata kîliya dawî di jiyana xwe de li ber xwe bide û wê berdewamiya çalakî û perwerdeyên xwe bike. Her ku Tirkiyê dagirker kiryarên xwe yên hovane zêde dike hêz û îradeya jinan jî li hember wê xurttir dibe. Ji bo wê jî asta ku jin gihîştiye rojbiroj bi pêş dikeve û serkeftinê bi xwe re tîne. Jina kurd qirika desthelad û dagîrkeran girtiye û heya difetisine jî bernade”
`Emê xwedî li keda Zeyneb derkevin`
Nesriya Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got, heval Zeyneb bi hezaran jin parastine û xwedî li mafê wan derketiye. Ji bo wê jî emê xwedî li keda wê derkevin û emê tev li ser şopa wê bimeşin[1]
Darîn Silê/#Qamişlo#

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,094
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://ronahi.net/
挂钩项目: 20
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 01-10-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-10-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on01-10-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):01-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,094
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.151 KB 01-10-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!