Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  586,655
图片
  124,510
书籍
  22,123
相关文件
  126,678
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   总计 
274,973
“Filîma Kobanê têkçûna DAIŞ’ê û vîna şervanan nîşan dide”
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
“Filîma Kobanê têkçûna DAIŞ’ê û vîna şervanan nîşan dide”
“Filîma Kobanê têkçûna DAIŞ’ê û vîna şervanan nîşan dide”
Derhênera filîma #Kobanê# Ozlem Yaşar têkildarî nîşandan, xebat û atmosfera filîmê got: Filîmeke gelek cuda û bi wate bû, her şehîdek hêjayî filîmeke serbixwe ye. Ji ber vê mirov dikare di pêşerojê de berhemên cudatir biafirîne.
Komîna Filîm a #Rojava# filîma Kobanê ya ku behsa şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dike û derhêneriya wê Ozlem Yaşar e, di 20`ê Îlonê de li kantona Kobanê cara yekemîn hat nîşandan.
Ji bo naskirina xebatên filîm, hest û atmosfera wê, ajansa me bi derhênera filîm Ozlem Yaşar re hevpeyevîn çêkir.
*Te kengî û çawa berê xwe da sînemayê û di sînemageriyê de ji kê bi bandor bûyî?
Salên dirêj in ez bi xebatên sînemayê re têkildar im, berî niha filîma bi navê Berfîn li Başûrê Kurdistanê û kurtefilîma bi nave Wêne min çêkirin. Bi giştî şanogerî û sînemageriya min di nava hev de derbas bû heta ez gihîştim vê astê. Ez 14`e salî bûm, wê demê komên me yên şanoyê hebûn û min demdirêj weke lîstikvan cihê xwe di nav de girt. Nêrîna min a li huner, şano, helbest, roman û sînemayê ji wan deman ve hebû. Min filîm meraq dikir, dişopand û şîrove jî dikir, bi taybet filîmên Yilmaz Guney ji bo min balkêş bûn. Kesayeteke zana bû ku bi riya filîmên xwe peyamên siyasî dida, di her karekterê de rastî û azarên gelê Kurd nîşan dida. Ev yek bandoreke xwe ya mezin li ser min ava kir, her wiha Xelîl Dag ku sînemeyê ji aliyê şoreşgeriya Kurd ve bi pêş xist. Karkerterên şoreşger girt dest û sosyolojiya civakê bi riya filîm û sînemayê derxist holê. Helbet ev yek ji bo min bingeh û îlhameke pir mezin bû ku zanebûna me ji aliyê xebatên sînemayê ve kûr kir.
*Wate û girîngiya Kobanê ji bo we çi bû ku te ev proje hilbijart?
Wateya Kobanê ji bo min jî cuda ye. Gelek kesên min ew ji nêz ve nas dikir û hinek ji wan hevalên min ên zaroktiyê ne ku beşdarî şoreşê bûn û hatin li Kobanê şer kirin û şehîd ketin. Dema ez derbasî Kobanê bûm, li tevahî Kobanê geriyam û cihên ku hevalên min lê şer kiribûn û şehîd ketibûn dît. Ji ber vê bîranîna wan kesan ku mirov erkdar dikin, rol û deynekî dihêlin ku em xwestek û xeyalên wan ên nîvçemayî bi awayekî bînin ziman. Hilbijartina min jî ew bû ku ez van hevalan, bûyerên qewimîn û tiştên hatin jiyîn, bi riya filîmek bidin nîşandan. bûyerên qewimî û tiştên hatin jiyankirin bi riya filîmekî bidin nîşandan. tin dît.rastî û azarên gelê Kurd nîşan dida.
Ji bo girîngî jî ne tenê ji bo min lê belê ji bo tevahî cîhanê girîngî û wateyeke mezin a Kobanê heye. Ji ber ku berê siyaseta heyî da cihekî din, rol û girîngiya ku di berxwedana Kobanê de derket pêş ji bo tevahî Kurdan bû bingeha naskirina hebûn û nasnameya wan. Di wan deman de çav, ruh û dilê hemû Kurdan li Kobanê bû, ji her çar perçeyên Kurdistanê, dost û hezkiriyên Kurdan, heta kesên Enternesyonal jî berê xwe dan Kobanê. Ji ber armanc yek bû, hevgirtin û hevparbûneke ji aliyê ruh û zanebûnê ve derket holê. Li aliyekî rêxistineke hovane ku her tiştî tune dike û li hemberî wan jî şervanên azadîxwaz û civakeke ku dixwaze pergala xwe ava bike û ji bo axa xwe şer bikin û şehîd bikevin. Ev herdu hêz hatin hemberî hev û tevahî cîhanê jî şopand. Azadiya ku li Kobanê derket wê bibûya para tevahî cîhanê ji ber ku ew jî bi heman xeteriyê re rû bi rû bûn. Kurdan li Kobanê hişmendî û hovîtiya DAIŞ’ê rawestandin û ji wî şerî serkeftî derketin.
*Xebatên nivîsandina senaryo, kişandina dîmen, lîstikvanî, montaj û hwd. kengê dest pê kirin û çawa domiyan?
Ber bi dawiya sala 2020`an ve me dest bi senaryoyê kir. Wê demê senaryo, pirtûk ango agahiyên amade tunebûn. Ji ber ku şerê Kobanê di dîrokeke nêz de bû, pir dem di ser re derbas nebibû. Me bi sedan kesî re hevdîtin çêkir, nêrînên wan girt û li bîranînên wan guhdar kir. Me wisa agahî û bûyer komî serhev kir û veguherî senaryoyê. Di 4 mehan de senaryo bi dawî bû, pişt re yekser me dest bi amadekirina produksyona filîmê kir. Her wiha me lîstikvan hilbijartin, cih eyar kirin û amade kirin, di aliyê teknîkê de me bi qasî derfetên li Rojavayê Kurdistanê heyî xwe amade kir. Dema gihîştin ber bidawîkirina amadekariyan şerê Serêkanî û Girê Spî dest pê kir, em jî neçar man li gorî rewşê amadekariyên xwe yên filîm belav bikin û rawestînin. Gelek xebatkarên weke lîstikvan tevli ekîba filîm bûn derketin û tevlî şer bûn. Hinek ji wan şehîd ketin û hinek birîndar bûn. Di 2021`ê de me xebatên çêkirina filîm ji nû ve dest pê kir û em neçar man tiştên min berê anîn ziman dubare amade bikin. Wiha jî filîma me di 2021-2022`an hat kişandin û amadekirin.
*Berxwedana Kobanê bi pêşengî û rola jinan hat naskirin, we cihekî çawa da vê mijarê?
Dema em şoreşa Rojava pênase dikin, em weke şoreşa jinan bi nav dikin. Şoreşeke ku bi pêşengî, berxwedan û nasnameya jinan derket holê, herî zêde jî jin xwedî lê derketin. Herî zêde jinan ji pergala heyî zirar dîtine û di nava pencên wê de perçiqîne, ji ber vê jin her dem hêviyên azadiyê di nava xwe de dihewînin. Jin niha pêşengiya pergala ku ava kirine dikin, diparêzin û xwedî lê derdikevin. Bi xwe li dijî dagirkeriyê, êrîşan û zordariyê disekinin. Di berxwedana Kobanê de jî yên herî zêde li ber xwe dan û pêşengî kirin jin bûn ku dîrokê bi xwe nivîsîn. Me xwest em di nava filîma xwe de vê rastiyê jî bidin û li gorî wê karakter û bûyeran ava bikin. Filîm bi pêşengiya fermandar Zehra Penaber birêve diçe, astengiyên ku jiyan, têkoşîn û sekna wê ya li hemberî hişmendiya mêr a di nava şer de. Em di gelek cihên filîmê de dibin temaşevanên berxwedana jinan. Li ser vê bingehê me cihekî diyarker di naveroka senaryoyê de daye jinan.
*Filîm li Kobanê hat kişandin û pêşandana yekemîn di 20`ê Îlonê de li Kobanê bû. Di dema nîşandanê de we hesteke çawa jiya?
Ji bo me xwedî wate û heyecaneke pir mezin bû. Em demdirêj li Kobanê man, tevî zehmetî û pirsgirêkên ewlehiyê ku em pê re rû bi rû man, me hewl da filîma berxwedana vî bajarî çêbikin. Me gav bi gav hemû astengî derbas kirin û filîm di 20`ê Îlonê de li Kobanê bi gel re temaşe kir. Pir bi wate ye, filîm li ser Kobanê ye, li Kobanê hat kişandin û nîşandana yekem jî li heman cihî ye. Atmosfereke pir cuda hebû, vê yekê bandora xwe li min jî kir. Ji girseya beşdarî nîşandanê bibûn, lîstikvan, kesên ku me di filîmê de karekterê wan zindî kir, mirovên hev bûn û hwd. Her kes bi bandor bûn, derûniya gelek kesan filîm ranekir, hestiyar bûn û di nîvî de ji salonê derketin. Em weke ekîba filîm jî bi wan re bi bandor û hestiyar bûn. Xwedîderketineke gelek xweş ji aliyê gelê Kobanê ve hebû û hejmareke girseyî hebû, heta cih têrê jî nekir ji ber vê em ê çend rojan li ser hev filîm li Kobanê nîşan bidin.
*Bêguman berxwedana 134 rojan bi filîmekê nayê ziman gelo di pêşerojê de tu proje û xebatên we yên cudatir hene?
Me li jor jî diyar kir, pêvajoya nivîsandina senaryoyê dijwar bû. Li Kobanê bi hezaran kes şehîd ketin, her yek xwedî çîrokek, bûyer û armanceke cuda ye. Ev her yek bi serê xwe mijara filîmekê ye. Heta karekterên ku me di filîmê de girtin dest, her yek ji wan hêjayî filîmekê ne. Ji ber vê heger pêwîst bike em ê dîzeyên berxwedana Kobanê jî çêkin, bi taybetî ji bo lehengên şer cuda, cuda filîm dê werin çêkirin. A niha fermandar, şervan û ji gel jî kesên di şerê Kobanê de cih girtin bîranînên xwe dinivîsînin. Ev yek bi xwe wê bibe zemîneke xurt ên afirandina berhemên di warê sînema, filîm û dîzeyan de. Ji lewre mirov dikare ji vê pirsê re bêje erê, weke proje tune ne lê weke fikrên ku veguherin projeyê hene.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,981
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jinhaagency.com
挂钩项目: 38
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 23-09-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 方案
书: 艺术
书: 文化
城市: Kubanê
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا کامەلا 30-09-2022
本文已被审查并发布( هەژار کامەلا )on30-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-08-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,981
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1184 KB 30-09-2022 سارا کامەلاس.ک.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!