Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  586,500
图片
  124,463
书籍
  22,123
相关文件
  126,612
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   总计 
274,973
Wekî zimanekî kurdî û rastnivîsîna zimanê kurdî
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Wekî zimanekî kurdî û rastnivîsîna zimanê kurdî
Wekî zimanekî kurdî û rastnivîsîna zimanê kurdî
Wekî zimanekî kurdî û rastnivîsîna zimanê kurdî
Samî Tan
Ji bo rastnivîsîneke yekgirtî pêdivî bi zimanekî girtî heye; qet nebe divê her zarava formeke yekgirtî di nava xwe de pêk bîne. Ji bo vê yekê jî divê kurd û zimanê kurdî bibin xwedan statû.Mijara ku em ê di gotara xwe de li serê rawestin rastnivîsîn e ku di zimannasîyê de beramberî wê têgiha “orthography” tê bikaranîn. Di ferhenga Merriam Webstter de “orthograhpy” wiha hatiye pêsanekirin: “1a: hunera nivîsandina bêjeyan bi tîpên guncan li gorî bikaranîna di zimanê yekgirtî de. 1b: nîşandana dengên zimanekî bi nîşaneyên nivîskî û çapkirî. 2.  Beşeke lêkolîna zimanî ye ku bala xwe dide ser tîpan û vekîtandina wan.” [1]Mîr Celadet Bedirxan di Hawarê de “orthography” wekî “vekit” bi nav kiriye û wiha pênase kiriye: “Vekit: vekit tevayîya isûl û qeydeyên nivîsandin û bihevebûna bêjeyan e. (…) Vekit ji me re bêjeyên ko bi hev ve dibin û yên ko bi hev ve nabin ji bev vedigerîne û awayê bihevebûna wan şanî me dide. Qeydeyên vekitê ji tevayîya gramerê dertên.”[2]  Ortografî di tirkî de wekî “yazım” an jî “imla” tê binavkirin. Di ferhenga zimannasîyê ya bi navê “Dilbilim Sözlüğü” de ew têgih wiha hatiye ravekirin: “Nivîsandina bi zimanekî li gorî rêzikên ku di domana nivîskîkirina wî zimanî de derketine holê;  di dema bi yekenivîsan (yazıbirim/ grapheme) pêşkêşkirina bêjeyan de neqandina awayê nivîsandinê ya li gorî  forma yekgirtî ya ku li serê lihevkirin pêk hatiye. Rastnivîsîn bi zimanê yekgirtî (bipîvan) re têkildar e û bi gelemperî qala derbasî qada nivîskî kirina vî zimanî dike. Jê re îmla jî tê gotin.” [3]Bi awayekî giştî rastnivîsandin ev pergala nivîsandinê ye ku ji formeke yekgirtî ya hejmarek sembolan anku ji yekenivîsên mîna tîpan û nîşaneyên (kumik, niçik û xal) li ser û bin wan, hinek rêzikan pêk tê ku tê de awayê nivîsandin û vekîtandina bêjeyan, diyarkirina sînorên wan, bi hûrdek an jî girdekê nivîsandina wan cih digirin. Her wiha rastnivîsandin xalbendîyê jî digire nava xwe.Di roja îroyîn de ji bo ku zimanek hebûna xwe biparêze û geş bibe, divê bibe zimanê perwerdehîyê, ji bo perwerdehîyê jî pêdivî bi zimanekî nivîskî û yekgirtî heye. Xebatên plansazîya zimanî bi danîna pergaleke nivîs û rastnivîsînê dest pê dikin; xebatên mîna amadekirina ferhengan, mufredata perwerdehîyê bêyî hebûna zimanekî nivîskî û pergaleke rastnivîsandinê ne pêkan in.REWŞA ZIMANÊ KURDÎ DI WARÊ RASTNIVÎSÊ DEZimanê kurdî bi zaravayên xwe yên cur bi cur nêzî hezar sal in ku di qada nivîskî de tê bikaranîn. Bo nimûne berhemên li ber destan nîşan didin ku ji sedsala 15an bi vir de zaravayê kurmancî wekî zimanê nivîskî tê bikaranîn. Em berhemên berî wî bidin alîyekî, helbestên Elîyê Herîrî (1426-1495)[4] vê rastîyê pesend dikin.  Her wekî tê zanîn ku zimanê kurdî di medreseyên Kurdistanê de wekî zimanê alîkar hatiye bikaranîn û piştre jî berhem bi vî zimanî hatine nivîsandin. Di van berheman de alfabeya ku farisan çar herf (p, ç, g, j) lê zêde kirine hatiye bikaranîn. Ji bilî vê alfebeya ku îro hatiye kurdîzekirin û wekî alfabeyeke fonetîk di nav kurdên başûr û rojihilat de tê bikaranîn, ji destpêka sedsala 20an bi vir de alfabeya latînî û krîlî li zimanê kurdî hatine guncandin û hatine bikaranîn. Bikaranîn alfabeya krîlî piştî hilweşîna sîstema sovyetê êdî hema bêje qet nayê bikaranîn, lê alfabeyên erebî û latînî hê jî bi kar tên. Ji ber vê rewşê jî zimanê kurdî îro xwedanê du rênûsên cuda ye. Ev yek jî zimanê kurdên ku li parçeyên cuda dijîn ji hev bi dûr dixe.Em nivîsandina bi tîpên erebî bidin alîyekî û bi tenê bala xwe bidin ser rastnivîsa bi tîpên latînî û rewşa zimanê kurdî ya di vî warî de. Zimanê kurdî di gel hemû kend û kospên hêzên desthilatdar jî ev nêzî sed salî ye ku bi tîpên latînî tê nivîsandin. Pêşî li Şam û Bêrûdê bi xebatên Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamûran Bedirxan û hevalbendên wan, piştre li Ewropayê bi xebatên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û rewşenbîrên ku piştî cuntaya 12ê îlonê çûn Ewropayê (bi taybetî Swêdê) geşe girt.Xebatên Koma Kovara Kurmancî ya Enstîtuya Parîsê di warê rêziman û rastnivîsandina kurdîya kurmancî de bingeheke xurt danî. Wekî rengvedana van xebatan piştî salên 90î, kurdî pêşî li Stenbolê, paşê jî li Amedê û bajarên din ên Bakur di warê xwendin û nivîsandina kurdî de pêşketinên berbiçav pêk hatin. Di salên 90î de piştî ku qedexeya li ber nivîsandina bi kurdî sist bû, gelek berhem bi kurdî hatin weşandin, sazîyên mîna Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Kurt-Kav ava bûn. Her wiha gelek derdorên rewşenbîrî yên kurd pirtûk û kovar weşandin.Îro bi dehan weşanxaneyên kurdan hene û li gorî xebata ku li ser malpera Diyarnameyê her sal tê weşandin, bi tenê îsal 377 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Xebatên ku hatine kirin bi her du zaravayên kurdî (kurmancî û kirmanckî) pêk hatine. Di warê kirmanckî de xebata Koma Vateyê hejayî qalkirinê ye. Komek rewşenbîrên kurd ji sala 1996an bi vir de xebateke akademîk li ser kirmanckî dikin. Heta niha bi dehan komxebat kirine û encamên wan komxebatan di Kovara Vate de hatine çapkirin, piştre jî ew xebat wekî pirtûk jî hatine çapkirin.Bi saya serê van xebatan, bo nimûne di warê rêziman û rastnivîsê de yekgirtina kurdîya kurmancî bi rêjeyeke ji sedî 70-80 pêk hatiye. Rêz û rêçikên ku bi xebatên rewşenbîrî û akademîk derketine holê bi rêya amûrên ragihandin, berhemên nivîskî, xebatên fêrkirinê ketine beşeke nava civakê. Baş tê zanîn ku xebatên pêkanîna zimanekî yekgirtî û pergaleke nivîsandinê ya yekgirtî bi gelemperî bi destê dewletan, wekî encama plansazîyeke zimanî diçin serî. Lê belê kurdan karîye bêyî piştevanîya hêzeke dewletî, tevî hemû astengîyên netewe-dewletekê di vî warî gavên berbiçav biavêjin.Tevî vê yekê jî di warê rastnivîsandinê de hê jî gelek arîşe û dubendî hene. Ev yek jî karên kesên ku dixwazin bi kurdî binivîsin, bi taybetî jî yên nû gava xwe diavêjin vê qadê, dijwartir dike. Ji bo ku ev kêşe û arîşe ji holê rabin pêdivî bi plansazîyeke zimanî û xebatên akademîk ên yekgirtî heye. Heta ku ev merc pêk neyên, xebatên ku werin kirin jî dê cihê xwe negirin. Bo nimûne di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de piştî heft komxebatên ku her yekê du-sê rojan berdewam dikir û 18 kesên ku di warê zimanê kurdî de ked û berhem dane tê de beşdarî kirine, Rêbera Rastnivîsandinê hate amadekirin. Her wekî gelek xebat û berhemên berî wê, vê xebatê bi qasî ku dihat hêvîkirin cihê xwe negirt.Ji ber ku hêzeke navendî ya ku li ser van xebatan lihevkirineke giştî pêk bîne û wan xebatan bi civakê bide pejirandin tune ye, ew xebat cihê xwe nagirin. Îro kurd di bin desthilatîya çend welatan de dijîn, di bin bandora rênûs û rastnivîsîna zimanên fermî yên van dewletan de dimînin, her wiha ew ne bi zimanê xwe lê bi zimanê fermî yên dewletan perwerde dibin. Ji ber vê yekê jî bivê nevê rênûs û rastnivîsîna wan zimanan bandorê li rênûs û rastnivîsîna kurdîya wan jî dike. Bo nimûne di zimanê fransî de navên zimanan û neteweyan biçûk tên nivîsandin, li alîyê din di îngilîzî û tirkî de mezin tên nivîsandin, lewma her du form jî di kurmancîya îro de hene. Hinek kurmancîaxêv li pey şopa Hawarê diçin û van navan bi tîpên biçûk dinivîsin, hinek jî li pey rastnivîsîna tirkî diçin û wan navan mezin dinivîsin. Li alîyê din di zimanê almanî de hemû navdêr mezin tên nivîsandin, heta cînavkên ku cihê serenavan digirin jî mezin tên nivîsandin, lewma jî hin kurdînûsên ku li vî welatî dijîn wan cînavkan jî mezin dinivîsin.Wekî encam ji bo rastnivîsîneke yekgirtî pêdivî bi zimanekî girtî heye; qet nebe divê her zarava formeke yekgirtî di nava xwe de pêk bîne. Ji bo vê yekê jî divê kurd û zimanê kurdî bibin xwedan statû, bernameyeke zimanî ya yekgirtî were danên û birêvebirin.

Jêrenot:
[1] merriam-webster.com/dictionary/orthography (d.t: 19.05.2022)
[2] Bedirxan, C. Hawar cild 2. Weşanên Nûdem,  Stockholm, 1998, r. 715.
[3] İmer, K.; Kocaman, A.; Özsoy S. Dilbilim Sözlüğü. Boğaziçi Üniversitesi Yayınevi, 2011, r. 269.
[4]  Bois, T. The Kurds (Translated from the French by Professor M.W.M. Welland). Khayats, Beriut, 1966, r.123.Çavkanî / Gazeteduvar Kaynak: Wekî zimanekî kurdî û rastnivîsîna zimanê kurdî .
[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,579
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | Kurmancî | rupelanu.com
相关文件: 1
挂钩项目: 50
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 27-06-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 27-06-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on27-06-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):07-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,579
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.299 KB 27-06-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
照片文件 1.0.1195 KB 27-06-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
PDF文件 1.0.111 MB 20 27-06-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!