Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,912
图片
  124,346
书籍
  22,118
相关文件
  126,288
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Parastina Zimanê Kurdî Parastina Hebûna Gelê Kurd E
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Parastina Zimanê Kurdî Parastina Hebûna Gelê Kurd E
Parastina Zimanê Kurdî Parastina Hebûna Gelê Kurd E
Rêber APO dibêje, civakek bi ziman û çanda xwe bihêz tê dîtin. Niha şerê ez li dijî dijmin didim meşandin, fêrbûna zimanê xwe ye. Ez bi kurdî dixwînim û dinivçso. Dixwazim zimanê xwe yê dayîkê di dil û mêjî de his bikim û fêrî hemû zaravayên kurdî bibim”
Zimanê Kurdî yê di nava malbata Hind Ewropî de ye gelek dewlemend e. Jêdera şaristanî û felsefeyeke kûr e. Çiqas jî bi salan bi tundiyeke mezin re rûbirû mabe jî lê her li berxwe daye. Li dijî nijadperestî û cihêkariyê hê jî hewl dide li ser piyan bimîne. Gelek navdarên li cîhanê dema behsa zimanê kurdî dikin di warê dîrok û dewlemendiyê de hêjayî pesindayinê dibînin. Ne tenê ziman di heman demê de pesnê şaristanî û felsefeya Kurdan jî didin.

Kevneşopî û dîroka zimanê Kurdî
Kevneşopiya zimanê kurdî ya xwediyê şaristaniyeke kûr e divê baş bê famkirin. Heta neyê famkirin wê têra xwe û baş neyê parastin jî. Kurdî ji Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Kelhûrî, Lorî, Hewramî (Goranî) pêk tê. Tevî dîroka zimanê kurdî em dîroka gelê Kurd jî divê baş bizanin. Împeratoriya Medan berî Mîladê 678’an ango nêzî du hezar 700 salan berê ava bû. Zimanê kurdî li gorî lêkolînên Bedel Boselî herî kêm bûye zimanê 30 dewletên hatîn avakirin. Di heman demê de medreseyên Kurdan berî islamê û piştî wê di 12 beşên cuda de perwerde daye. Di beşên zanistê de jî perwerde hatiye dayin. Mînaka wê jî Ebû Henîfe Dînewerî yê Kurd e ku di qada şînatiyan de gelek xebatên wî yên zanistî hene. Ew jî li dibistanên kurd hîn bûye.

Zimanê Kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye[1]
Nivîskar û rexnegirê Kurd Xalis Misewer li ser zimanê kurdî ji me re axivî û wiha got: “Koka zimanê kurdî vedigere gelên Zagrosê yên asyewî, ku berî Mîladê bi 3500 salî ne, gelek ziman nas teqez dikin ku zimanê Kurdî û Sumerî ji yek jêderê ne. Ji ber ku gelek gotinên zimanê Kurdî û yên Sumerî weke hev in. Piştî derketina ola zeredeştî zimanê kurdî pêş ket. Lê guhertin û pêlîstin tê de çêbû. Di êrişên Iskenderê Mekdonî û mislmanan yên ser Kurdistanê , gelek pirtûkên kurdî yên xwedînerx hatin şewitandin. Dîroknasê Ereb Ibin Wehşiye Elnebtî li ser zimanê kurdî wiha dibêje: Pênûsên wan ecîb in û wêneyên wan cuda ne. Dema ez li Şamê bûm, du pirtûkên Kurdî li cem min hebûn, min ji zimanê Kurdî wergerand ziamanê Erebî, ji bo mirovayî sûdê ji wan bigire. ”

Ziman nasnameya gelan e
Xebatkar û zimanzanê mezin Osman Sebrî jî ziman weke koka netewebûnê didît. Osman Sebrî xwe parêzvanê zimanê kurdî dibîne, bi tundî kesên ku xwe di ser zimanê kurdî re dibînin û bi qurnazî zimanên biyanî diparêzin, bi zimanê kurdî naxwînin û naxwazin bixwînin rexne dike û dibêje, ziman zimanê me hemûyan e. Ne yê yekî yan yê duduyan e, gava ku em ji bo zimanê xwe bixebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyf yê ku heta niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêm in. Em miletekî bêziman in. Niha pir xortên me hene xwende ne, bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin, emê ji miletê xwe re xizmetê bikin! Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, ezê çawa ji wan bawer bikim!”[1]
Misewer bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û axaftina xwe wiha domand: “Li Rojhilata Navî, zimanê kurdî xwediyê girîngiyeke dîreokî ye. Kevneşopiyeke mirovayî ya Rojhilata Navî ye. Di be ku bi zimanê kurdî di zanîngehên herî pêşketî de bê xwendin, gotinên wê pir û zengîn in. Ji hêla hûrbîniya wateyê û pirbûna gotinan, asta wê ne kêmî ya zimanên kevnar yên Rojhilata Navî ye.”

Nivîskar û zimanzanê fînî Anttî Jalava giringî û têviliyên zimanê dayikê û yê biyanî wiha şirove dike: Zimanê dayika min çermê min û zimanê din jî dişibe cilûbergên min. Mirov kengê bixwaze dikare cilûbergên xwe biguherîne û li gorî dilê xwe cilûbergên nû li xwe bike. Lêbelê ne pêkan e ku mirov bikare çermê xwe biguherîne.

Parastina zimanê Kurdî erkê her Kurdî ye

Mîrê Kurd Celadet Bedirxan jî piraniya jiyana xwe terxanî zimanê Kurdî kir û her û her xema ziman dixwar. Celadet li ser girîngiya ziman wiha dibêje: Xweseriya me di zimanê me de ye. Tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de wek miletekî xweser, em dikarin bijîn û payedar bin. Şerma mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine. Ji bona ku mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne, divê ku bi kêrî wî bê.”

Nivîskar û rexnekar Xalis Misewer ji gelê Kurd xwest ku bi tevayî şêwazan parastina zimanê xwe bikin û axaftina wiha qedand: “Ji bo parastina zimanê Kurdî pêwîst e gelê Kurd û saziyên perwerdeyê girîngiyê bidin zimanê dayîkê, zarokan fêrî ziman bikin, ji ber ku ziman nasnameya gelan e. Pêwîst e derfetê nedin dijmin ku zimanê dayikê ji holê rakin. Ji Kurdên li derveyî welat tê xwestin zarokên xew fêrî zimanê daykê bikin û di nava zimanên welatên lê dijîn neyên pişaftin.”

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览4,560
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Ronahi
挂钩项目: 77
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 29-05-2022 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
城市: Qameeshly
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا کامەلا 31-05-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on31-05-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):31-05-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览4,560
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.194 KB 31-05-2022 سارا کامەلاس.ک.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!