Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,309
图片
  124,195
书籍
  22,101
相关文件
  126,097
Video
  2,193
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   总计 
274,249
Deklarasyona Civîna Helwesta Neteweyî Li Hember Dagirkerîya Dewleta Tirk
小组: 库尔德文件
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Deklarasyona Civîna Helwesta Neteweyî Li Hember Dagirkerîya Dewleta Tirk
Deklarasyona Civîna Helwesta Neteweyî Li Hember Dagirkerîya Dewleta Tirk
Li ser banaga Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî (ku di bin sîwana KNKê de ji 34 partî û rêxistinan pêktê), nûnerên dehan partî û rêxistinan û gelek kesayetên Kurdistanî, di 27.07.2019an de li Brukselê, di Civîna Helwesta Neteweyî Li Hember Dagirkerîya Dewleta Tirk de kombûn. Herçend civîn teybetî li dijê dagîrkerîya dewleta Tirk hatibe organîzekirin jî, civîn li ser êrîş û dagîrkerîya dewleta Îranê jî rawesta. Di encama niqaşan de, biryar hate dayîn ku ev deklarasyona jêrîn ji raya giştî re bête ragihandin.
Dijî Dagîrkerîyê, Pozisyona Hevgirtî ya Neteweyî û Niştîmanî ya Kurdistanê
Gelê Kurd!
Gelên Kurdistanê!
Xweya ye ku îro neyaran Kurdistan kirine çar parçe. Di destpêkê de bi peymana Qesrî Şirînê du, bi ya Lozanê jî kirine çar parçe. Bi van peymanan ne tenê gelê Kurd, herweha sêrîde gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û hemî pêkhateyên herêmê jî, hatine parçekirin. Lê belê, ev hemû peymanên dabirîna Kurdistanê ti caran ji teref xelkên Kurdistanê ve nehatine qebûl kirin û rewa nehatine dîtin. Dijî van hemû peymanên parçekirina Kurdistanê serhildan çêbûne, berxwedan hatine kirin û ser li ber dijminan nehatîye tewandin.
Di van 30 salên dawiyê de li welatê me rewşeke nû rû daye û sala 1991an li başûr, paşê jî li rojavayê Kurdistanê du îdareyên xweser pêkhatine.
Em baş dizanin ku ne Îranê nejî Tirkîyê ev pêkhatine ti caran qebûl nekirine û herdem lêgerîyane ku her bi çi rengî be, van pêkhatinan di sêrî de xirab bikin, heke ji wan neyê jî têkvedanê bikin û destkevtan destabîlîze bikin û hilgirine binê ablûqayên polîtîk û leşkerî û ekonomîk.
Di vê prosesê da Îranê car bi bêdengî, carna jî bi êrişên vekirî arîşe derêxistine. Li başûrê Kurdistanê gelek caran kamp û binkeyên partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê û li ser tixûban bombarduman kirin û bi dehan kes kuştin, şehîd kirin. Van rojên derbazbûyî de jî, hêzên Îranî dîsa êrîşê başûrê Kurdistanê kirin.
Dewleta Tirkîyê wekî dagîrkera mezin, li milekê li nav tixûbên xwe yên fermî de zulmeke nedîtî li xelkê bakurê Kurdistanê dike, li alîyê dî çavê xwe berdaye parçeyên başûr û rojavayê Kurdistanê û dest bi dagîrkirineke berfireh kirîye.
Dewleta Tirkîyeyê ji salên 1990ê pêve, operasyonên xwe zêde kirine û gelek binkeyên leşkerî ji Behdînan heta dorberê Mûsilê ava kirine. Ji milekî ve ji van binkeyên leşkerî li dijî Gerîlayên HPGê, hem istixbaratê kom dike hem jî êrişan dike. Lê li milê dî jî kontrola xwe ya sîxuriyê û leşkerî li ser temamî başûrê Kurdistanê binecih dike. Dagîrkerîya dewleta Tirk ya li başûr ne tenê di warê leşkerî de ye. Heman demê de dagîrkerîyek çandî û aborî jî pêşxistîye.
Piştî buyerên referandûma 2017an, di dagîrkerîya Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî de, dewleta Tirk û Îranê roleke sereke leyîstin. Niha jî destê herdu dewletan di guhertina demografîg ya Kerkûk û deverên din de heye.
Piştî ku li rojavayê Kurdistanê îdareya xweser pêkhat, dewleta Tirkîyê konsepta êrişkarîya xwe nûve kir û planê xwe yê dagîrkerîyeke giştî da dest pê kirin. Ji Ezaz û Cerablusê dest pê kir û herî dawîyê jî Efrîn dagîr kir. Niha jî amadekarîya dagîrkerîyeke berfirehtir dike û berê xwe daye Kobanê, Girî Spî û Cizîra rojavayê. Ev pozisyona dewleta Tirkîyê ya êrişkar û dagîrker, gelek bi aktîvî didome.
Piştî dagîrkirina Efrînê dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk li Efrînê sûcê dijî mirovahîyê pêk tîne. Demografîya Efrînê diguherîne û dewlemendîyên ser erd û bin erd talan dike.
Vê gavê jî dagîrkerîya vê dewleta hov li ser başûrê Kurdistanê rengekî nû wergirtîye. Êdî bi avakirina binkeyên leşkerî û istixbarî qayîl nîne û dixwaze navçeyên firehtir û stratejîk bi temamî dagîr bike û tê da bi cih bibe. Ji bo vê jî destpêk ji cihekî giring û stratejîk, ji navçeya Bradostan dest bi dagîrîya başûrê Kurdistanê kir.
Di vê operasyona leşkerî da dewleta Îranê jî piştevana dewleta Tirkîyeyê ye. Îran di halê hazir da çend xwe vekirî tevî vê êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê neke jî, lê nerazî jî nîne. Di dîrokê da jî ev hevkarîya wan ya zimnî gelek caran hatîye dîtin. Di tesfîyeya doza Kurdistanê da rê li ber hevdu xweş kirine û vê gavê jî dikin. Li ber van bûyerên dîrokî divêt hişyarîya Kurdan hebe ku bikarin bi hev ra van leyiz û entrîkayên dagîrkeran vala derêxin.
Li hember vê dagîrkerîyê, hukumeta Bexdayê jî bêdeng e û di binîde bi Tirkîyeyê re hevkare. Ev hevkarîya dijê bizava azadîxwaza Kurdistanê, ji demê referandûma başûrê Kurdistanê ve berdewam e. Li gel vê rastîyê jî, mixabin sêrîde hukumet û hêzên desthelatdarên başûrê Kurdistanê jî, di nava bêdengîyê de ne û gelek caran li hember êrîşên dagîrkeran bê helwest dimînin. Parlamentoya Herêmê, gelek partî, rêxistinên sivîl û gelê başûr bi giştî, xwedî helwestin û dagîrkerîyê qebûl nakin. Divê hukumet û hemî hêz, guhdarî dengê gel bikin û li hember dagîrkerîyê helwest bigrin û rawestin.
Tirkîye gelek bi zanahî û stratejîk van polîtîkaya xwe ya dagîrkerîyê pêşde dibe. Li rojavayê Kurdistanê Efrîn dagîr kir û xwe tê da bi cih dike û bi vî rengî rêya Deryaya Spî li ber Kurdan digire. Bi dagîrkirina Biradosta jî, dixwaze navenda Kurdistanê hilgire bin kontrola xwe û li ser sê parçeyên Kurdistanê, otorîteya xwe ya eskerî ferz bike.
Dewleta Tirkîyê daku baldarîya mirovahîya demokratîk şêlû bike, êrîş û dagîrîya xwe weke operasyona dijî PKKê dide xuya kirin. Eve bi temamî manipulasyon e û berevajîkirina rastîyan e. Projê dewleta Tirk ewe ku di sedsalîya (2023) avakirina Komara Tirkiyê de, di çerçeveya “Mîsaqî Millî” (Sonda Neteweyî) de sinorên xwe fireh bike. Gorî “Mîsaqî Millî” wîlayeta Musilê û bakurê Sûrîyê, di nava sînorên Tirkîyê de ne. Amanc destdanîna ser van herêma ye û amanc têkbirina hemî deskevtên Kurda ne.
Ji ber van hemû sedeman, Em wekî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û hemû partî, rêxistin û kesayetên beşdarê civînê, dixwazin balê bikêşînin ser vê rastîya polîtîk û stratejîk ku bikarin bi hev ra rê li ber neyaran bigirin û vê tehlîke û belaya mezin ji ser serê xelkên Kurdistanê dûr û belav bikin.
Li ber vê rastîya dîrokî ya Kurdistanê, em bi giringî van daxwazan ji xelkê Kurd, Kurdistanîyan û hemû partî û bizavên polîtîk û sivîl, ji rêvebirîya xweser ya rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
1. Civîn, êrîş û dagîrkerîya Tirkîye û Îranê bi yek dengî mehkum dike û banga xurtkirina berxwedanê dike.
2. Dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Biradosta xencerek e di nîveka dilê Kurdistanê da. Dagîrkirina vê navçeyê dê rê li ber bizava azadîxwazîya bakûr û rojhilatê Kurdistanê bigire û herwisa jî dê rê li ber têkbirin û hilweşandina destkevtên başûrê Kurdistanê xweş bike. Li hember dagîrîya dewleta Tirkîyeyê, hemû Kurdistanî hêz û dengê xwe bikin yek û li dijî vê bêdadîya dewleta Tirkîyeyê rawestin.
3. Êrişên hewayî û reşahî yên dewleta Tirk ji devera Zaxo heta Qendîlê berdewamin. Ev êrîş zerera jîyanî dide hemû xelkê xwecih ku gelek gund hatine vala kirin û li şûna wan leşkerên
dewleta Tirkîyeyê bi cih dibin. Leşkergehên xwe yên daîmî ava dikin ku eve tête maneya dagîrîyeke mayînde. Ji ber hindê divêt hemû Kurdistanî li dijî vê dagîrîya daîmî ya dewleta Tirkîyeyê nerazîbûna xwe bi rengekî aktîv bidin xuya kirin.
4. Hebûna binkeyên Gerîlla û Pêşmergeyan li van dewrûberan rastîyeke dîrokî û rewa ye. Di her demî da hemû azadîxwazên doza Kurdistanê yên ji başûr, rojhilat û bakûr di van navçeyên da ku dijmin wekî tixûbên xwe qebûl dikin, kampên leşkerî ava kirine ku ev cih welatê wan e û herweha mafê wan yê neteweyî û niştîmanî ye.
5. Girêdayî vê dagîrkerîya aktuel ya dewleta Tirkîyeyê ya devera Biradosta û Behdînan, herwisa pêwîste dagîrîya li ser rojavayê Kurdistanê li Efrînê, Ezaz, Bab û Cerablusê jî bête mehkum kirin û ji dewleta Tirkîyeyê bête xwestin ku zûtirîn dem dawîyê li van êrîş û dagîrîyên xwe bîne û ji cihên dagîrkirî derkeve.
6. Divê êrîşên dewleta Îranê jî neyêne ji bîrkirin, heman helwest li hember êrîş û dagîrkerîya Îranê jî bête girtin. Divê bê qeyd û şert, Îran êrîşên xwe yên li ser herêmê rawestîne. Di vê dema ku Îran di bin dorpêç û zextên navdewletî de ye, ji bo Îranê rêya herî baş ewe ku bi hêzên Kurdistanî re bikeve nava diyalogê û pirsgirêgan bi rêyên aştîyane çareser bike.
7. Li vê derê bi giringî em dixwazin bala hukûmeta Iraqa Federal jî bikêşînin ser vê bûyerê ku dewleta Tirkîyê tixûbên fermî yên Iraqa Federal dibezîne û hemû norm û qaydeyên cîranî û hukumranîya Iraqê binpê dike û êrişên xwe didomîne û axeke berfireh dagîr dike. Hukûmeta Iraqê divêt wekî mafê xwe yê huqûqî, hem tixûbên xwe yên fermî, hem jî hevwelatîyên xwe yên navçeyê biparêze û li dijî vê dijminahîya dewleta Tirkîyeyê tedbîran bistîne.
8. Ji bo li hember van êrîş û dagîrkerîyê tedbîr bêne girtin, beşdarên Civînê, bang li KCK, PDK, YNK û hemî hemî hêzên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir kombibin û li hember dagîrkerîyê helwestek hevbeş nîşan bidin.
9. Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û hemû beşdarên kombûnê, wekî hercar daxwazê ji dinyaya demokratîk, dewlet û organîzasyonên navneteweyî dikin, ku dijî vê dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe bidene nîşandan.
Civîna Helwesta Neteweyî Li Hember Dagîrkerîya Dewleta Tirk
27 Tîrmeh (July) 2019, Bruksel
此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览5,137
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | Kurmancî | KNK
挂钩项目: 58
文章语言: Kurmancî
Publication date: 27-07-2019 (7 年份的)
Document style: No specified T4 547
文件类型: 原文
普罗旺斯: Belgium
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( نالیا ئیبراهیم 20-08-2019
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on21-08-2019
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):08-08-2022
URL
此产品已被浏览5,137
QR Code
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.135 KB 20-08-2019 نالیا ئیبراهیمن.ئـ.
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!