Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  585,404
图片
  124,209
书籍
  22,105
相关文件
  126,121
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   总计 
274,453
Bîst salîya KNKê pîroz be
小组: 库尔德文件
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bîst salîya KNKê pîroz be
Bîst salîya KNKê pîroz be
Ger dê hebûya me tifaqek digot Xanîyê mezin di sedsala 17an da... Ev pirsa giran ya miletê Kurd berê jî hebûye ku Xanî mecbûr maye kirîye hawar û gazî ku Kurd ji bo vî derdê mezin çareyekê peyda bikin. Va ye em di sedsala 21an da ne û hêj jî behsa vê tifaqa ku Xanî bi kul û kesereke mezin destnîşan kirî dikin. Cihê xemê ye ku hêj jî pêknehatîye û eve astenga herî mezin e di pêşîya rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê da.
Di hemû bizavên serhildanê da mixabin ku Kurdan ji ber vê egera kûr nekarîne bigihine xwezî û daxwazên xwe yên miletiyê û welatîyê. Nebûna tifaqa navxweyî sedsal bi sedsal berdewam bûye û bûye êş û janeke domdar û jîyana miletê Kurd birîndar kirîye. Bîrewerên Kurd herdaîm bal kêşane ser vê jana mezin. Behskirina vê pirsa giran ji alîyekê ve jî nîşan dide ku miletê Kurd ji bo azadîya xwe, ji bo rizgarîya welatê xwe, daîm di nav bizav û têkoşînê da bûye. Lê belê, wekî Xanî gohtî ji ber nebûna tifaqê jî, herdaîm tûşî sedan zor û zehmetî û derd û belayan bûye û negihiştîye wê hêvîya xwe ya bilind. Di vê pêvajoya dûr û dirêj da, ji bo pêkînana tifaqa navxweyî hewildanên berfireh çêbûne. Lê mixabin dîsa ji milekê ve hesabên biçûk û tengbînîya navxweyî û li milê dî jî planên neyaran keys nedaye ji bo pêkhatina vê tifaqa mezin ya navxweyî.
Di sedsala 20an da jî hewildanên azadî û rizgarîyê dom kirine. Negihiştina van armancan jî dîsa ji ber nebûna tifaqa fireh ya navxweyî bûye.
Gava dem hatîye dûmahîka sedsala 20an, careke dî ev bizava pêkînana tifaqa navxweyî hate germ kirin. Dawîya sedsala 20an herweha demê bilindbûna têkoşîna neteweyî jî bû. Paralelî vê geşîya bizava neteweyî, êrişkariya dijminan jî di dereceyeke bilind da bû. Ji xwe ji kûrahîya dîrokê were kengê gazîya tifaqa navxweyî hatibe kirin, di wî demî da bizava azadîxwazîyê jî germ û geş bûye û daku ev pêşkevtin bête parastin û mayînde kirin banga tifaqa navxweyî hatîye bilind kirin.
Di dawîya sedsala 20an da bizava azadî û rizgarîyê ya miletê Kurd di durêyankeke wisa da bû ku hewcehî bi yêkîtîyeke mezin ya neteweyî û herweha niştimanî didît. Piranîyeke giran ya dînamîkên polîtîk yên bizava neteweyî ya miletê Kurd, digel berpirsiyarên dî yên pêkhateyên Kurdistanê, bi rênîşanîya tecrubeyên berê, ji bo yêkîtîyeke nû gav avêtin û di 24ê Gulana 1999ê da Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK ava kirin.
KNK ji ber hewcehîyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêvîya azadîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkarîyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû. Di serî da hejmareke bilind ya temsîlkarên miletê Kurd û herwisa berpirsiyarên pêkhateyên dî yên Kurdistanê destên xwe dane hev û avabûna KNKê di kombûna li Hollandê da îlan kirin. Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî da hem şuûr û manewîyata miletê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin hem jî beramberî neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan.
24ê Gulana îsal (2019) KNK dibe bist salî. Di midehê van bîst salan da, KNKê daku ew tifaqa herî fireh ku biçûk mezin hemû dînamîkên navxweyî tê da cih bigirin, kar û xebateke berbiçav kir. Ji bo ku şuûra neteweyî û niştimanî xurt bibe, di nav xelkên Kurdistanê da serwextîyeke mezin pêkanî. Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin. Helbet di nav vê bizava dînamîk da xeletî, kêm û kasî û qusûr jî hatin kirin. Lê di xeta esasî ya bi dest ve anîna tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî hatin domandin.
Îsal KNKê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşîya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.
Ji roja avabûnê heta vê gavê, partîyên polîtîk, organîzasyonên sivîl û kesayetîyên neteweyî û niştimanî xizmeteke mezin kirîne. Bi sedan kes di dewreyên cuda da bûne endamên KNKê. Di vê prosesa avabûn û xebatê da keda wan hemûyan heye û ev keda wan, xizmeta wan bihadar e. Di dirêjîya van bist salan da hejmarek endamên KNKê jî koça dawîyê kirine û KNK wan bi dilgermî bi bîr tîne. Gelek kesan endametî kirine û gelek kes jî vê gavê endamên KNKê ne. KNK bihayekî mezin dide kar û xebata wan hemûyan û spasdar e.
KNK di bîst salîya xwe da, ji bo gihiştina azadî û rizgarîya Kurdistanê bi hêvî ye. Lê KNK herweha jî dixwaze bala hemû Kurdistanîyan bikêşe ser hewildanên fetisandinê yên li dora Kurdistanê jî. Lewma KNK dixwaze miletê Kurd û pêkve xelkên Kurdistanê beramberî neyarên Kurdistanê, dijî polîtîka û êrişkarîyên dewletên Tirkîye û Îranê, desthilatdarên şoven û nijadperest yên li Bexda û Şamê, di nav hişyarî û baldarîyeke bilind da bin. Ev merkezên neyarîyê dijî doza Kurdistanê bi hev ra hereket dikin. Li ber vê rastîyê Kurdistanî jî divêt di nav xwe da yêk bin.
Di bîst salîya KNKê da, li başûr û rojavayê Kurdistanê rêvebirî û îdareyên xweser pêkhatine û eve di dîroka polîtîk ya Kurdistanê da, di prosesa têkoşîna neteweyî da destkevtên giring û bihadar in. Lê di vê bîst salîya KNKê da, bi dilekî şkestî divêt bêjin ku di navbeyna van du îdareyên xweser da tifaqeke ku miletê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê jê razî, pêknehatîye û eve cihê xemeke kûr e. KNK di bîst salîya xwe da ji nîveka dil hawar û gazîyê li rêvebirên polîtîk yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku ber bi tifaqa mezin ya navxweyî ve gavan biavêjin ku xelkên Kurdistanê pê şa û bextiyar bin û neyar jî pê bişkên. KNK herwisa daxwazê ji partî, bizav, rêxistinên sivîl û kesayetîyên neteweyî û niştimanî yên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî dike ku di xweşkirina têkilîyên îdareyên xweser yên başûr û rojavaya Kurdistanê da hevkar bin, destekdar bin û rênîşandar bin.
KNK herweha bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî û niştimanî daxwaz û tikayê ji rêvebirîyên polîtîk û îdarî yên xweser yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku di nav xwe da, di cografyaya ku lê hukûm dikin da, huqûq û edaletê serdest bikin, maf, azadî, wekhevî û demokrasîyê pêşve bibin, kamil bikin û di hemû waran da jîyaneke bi huzûr û refaheke têr û tejî ya layiqî xelkên welêt pêkbînin.
KNK li ser têkoşîna azadî û rizgarîyê ya li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi baldarî radiweste û herdaîm piştevan e û xwazyar e ku dînamîkên neteweyî û niştimanî xwe bikin yêk ku bi vê hêza hevgirtî bikarin bigihine xwezî û daxwazên xwe.
KNK gazîyeke germ li Kurdistanîyên li meydanên dîasporayê jî dike ku ji bo jîndemana xwe ya etnîk di nav xebatên xurt da bin û bi vê dînamîzma xwe xizmeta pêşxistina doza Kurdistanê bikin.
KNK digel hemû zor û zehmetî, kêm û kasî, qusûr û xeletîyên navxweyî yên di pêvajoya azadî û rizgarîya Kurdistanê da rû didin, geşbîn bin û daxwazê ji xelkên Kurdistanê jî dike ku ji paşeroja xwe hêvîdar bin û her bi çi halî be xebata pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî, sist nekin û fişarê bibene ser hemû rêxistinên polîtîk ku berjewendîyên neteweyî û niştimanî, di ser her tiştî da bigirin û bo pêkanîna vê yêkîtîya mezin kar û xebateke xurttir bikin.
KNK rastbîn e û dizane ku hem bi hebûna xwe û hem jî bi van hemû xebatên hatine kirin jî, yêkîtîya mezin ya seranserî hêj jî pêknehatîye û ji ber hindê jî, KNK di pêdivîya jîyanî ya pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî da dê bi israr be.
KNK di bîst salîya xwe da careke dî û bi giringî, ji baskê partî û rêxistinan bigirin heta hemû dem û dezgehan û medyayê, bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dike ku di ber bi avakirina tifaqa mezin da, erkên xwe bînin cih û xelkên Kurdistanê bigihînin vê xewn û xiyala dîrokî.
KNK di vê bîst salîya xwe da careke dî dixwaze balê bikêşe ser zehmetîyên dijwar yên pêkanîna yêkîtîya navxweyî. Lê divêt ev zor û zehmetî, gir û giriftarî nebin sebebê bêhêvîtîyê û divêt daîm bawerî, hêvî û daxwaza pêkanîna tifaqa mezin bête bilind kirin û xebata di vî warî da bête xurt kirin.
KNK di bîst salîya xwe da, bi çavekî rexneyî li xwe jî dinêre û piştî tecrubeya bîst salan ji bo bi dest ve anîna armanca tifaqa herî mezin ya navxweyî dê di nav xwe da jî, nûbûneke esasî û berfireh pêkbîne û bi hêz û enerjîyeke xurttir xwe bide ser kar û xebata vê pêkanîna yêkîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî.
Li ber van hemû pêşhatin, pêşkevtin, bûn û bûyer û rûdanan, bîst salîya KNKê li hemû endamên KNKê û xelkên Kurdistanê pîroz be.

Bijî yekîtîya neteweyî û niştimanî.

Konseya Rêvebir ya KNKê
24 Gulan 2019, Bruksel
此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览5,168
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 12
文章语言: Kurmancî
Publication date: 24-05-2019 (7 年份的)
Document style: No specified T4 547
文件类型: 原文
普罗旺斯: Belgium
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( هاوڕێ باخەوان 24-05-2019
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on24-05-2019
此产品最近更新( زریان سەرچناری ):24-05-2019
URL
此产品已被浏览5,168
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!