Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
について
アーキビスト
 検索
 送信
 ツール
 言語
 マイアカウント
 を検索
 
  
 
 検索
 送信
 ツール
 言語
 マイアカウント
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
ライブラリ
 
送信
   詳細検索
お問い合わせ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 もっと...
 もっと...
 
 
 
 Font Size


 
について
ランダムアイテム!
利用規約
アーキビスト
あなたのフィードバック
ユーザーコレクション
出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
ヘルプ
 もっと
 クルド名
 
統計
記事
  586,742
画像
  124,525
書籍
  22,123
関連ファイル
  126,681
ビデオ
  2,193
言語
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
グループ
日本人
伝記 
6
イメージと説明 
1
地図 
1
ライブラリ 
6
記事 
9
クラン - 部族 - セクト 
1
ファイルリポジトリ
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   合計 
274,973
コンテンツの検索
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
グループ: 記事
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
=KTML_Bold=#KCK# : Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe=KTML_End=

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got: “Tişta sereke ya ku gelên #Sûriye# yê bi hesreta wê ye, Sûriyeyeke demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di derbarê hilweşîna rejîma Baas’ê de Di daxuyaniyêk da û got: “Sîstema netew-dewlet ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye çêkirin û hêzên modernîteya kapîtalîst jî ev sîstem îxracî Rojhilata Navîn kirine. Ev sîstem sedemê esas ê pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn e. Modela netew-dewletê ya ku di nava civakê de yekperestiyê esas digire, li dijî rastiya mirovan e. Ev yek bi geşedanên li Rojhilata Navîn, car din bi eşkere derketiye holê. Rêber Apo rastiya netew-dewleta yekperest, bi kûrahî nirxandiye û diyar kiriye ku ev sîstem dijberê mirov û civakê ye, civak wê zêdetir nekare vê sîstema yekperest rake û ev sîstem wê were derbaskirin, di encama vê de wê li Rojhilata Navîn pêşî li demokratîkbûnê veke. Geşedanên li Sûriyeyê derketine holê, ev rastiya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, piştrast kirine. Rejîma Baas’ê di nava 14 salên dawî de tevî ev qas geşedanên li Sûriyeyê qewimîne, ev rastî nedîtiye, di sîstema netew-dewlet a yekperest de israr kiriye, xwe demokratîk nekiriye û di encamê de dawiya xwe dît.”
=KTML_Bold=TIŞTA BINGEHÎN Ê KU GEL PÊ HESRET MANE, PÊŞKETINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E=KTML_End=
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt jî hatin gotin:
“Weke KCK’ê ji bo li Sûriyê derbaskirina pergala netew-dewletê ya yekperest û pêşketina veguherîna demokratîk, em her tim di nav hewldanê de bûn. Me ev yek gelek caran ji rêveberiya Sûriyê re hem bi devkî hem jî bi nivîskî ragihand. Me got ku divê li Sûriyê dev ji feraseta yekperest a netew-dewletê were berdan û ji bo pêwîstiya veguherîna demokratîk a Sûriyê gav bên avêtin. Ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk a Sûriyê dirêj nebe û gel hîn zêdetir êş nekşînin me pir girîngî da vê. Ji bo vê em di nav hewldanek zêde de bûn. Gelê Kurd jî bi têkoşîna ku pêşxistî re xwestiye Sûriyeyek demokratîk pêş bikeve, bingeha vê pêş xistiye. Em dizanin ku rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Sûriyê bibe demokratîk di nav hewldanê de bû. Lê belê Rejîma Baasê di hişmendiya netew-dewletê ya yekperest de israr kir. Di encamê vê de jî qeyrana li Sûriyê kurtir bû, çareserkirina pirsgirêkan hate taloqkirin û gelan hîn zêdetir êş kişandin.
Ji vê şûnde tiştê ku gelên Sûriyeyê hesreta wê dikşînin pêşketina Sûriyeyeke demokratîk e. Di nav Sûriyeyeke demokratîk de hemû gelên Sûriyeyê, aliyên olî, zimanên cuda, mezheb û çandên cuda bi hev re, wekhev û azad dikarin bijîn. Li Sûriyeyê çareserkirina pirsgirêkan bi vê re gengaz e. Kurd, Ereb, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Ermenî, Nûsayrî, Sûnî û hemû cudahiyên Sûriyeyê dikarin bi vî awayî jiyanek nû ava bikin. Bi hev re dikarin bi awayek azad û xwişk-biratî jiyan bikin û Sûriyeyeke ku mafê her kesî tê nasîn dikarin ava bikin. Li Sûriyeyê pêşketina vê di heman demê de wê hemû Rojhilata Navîn erênî bandor bike û ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn feydeyekê mezin bike. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe nîşan da ku hêza herî dînamîk a vê yekê ye. Weke KCK’ê wê sekn û têkoşîna me ya neteweya demokratîk a ku jiyanek wiha pêş dibîne, cudaparêzî û bi hevre jiyankirina cudahiyan esas digire wê bidome. Li hemberî netew-dewleta ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, çareseriya pirsgirêkan û bi hevre, wekhev, demokratîk û azad jiyankirina hemû gelan bi hişmendiya neteweya demokratîk pêkan e.
Azadiya civakê bi azadkirina jinê dikare pêk were. Azadiya jinê cewher û wateya civakîbûnê îfade dike. Sûriyeya nû ya bê avakirin, ancax bi pêşketina azadiya jinê re dikare demokratîk û azadîparêz be. Ti carî ji xeta azadiya jinê tawîz nayê dayîn û gavek bi paş ve neyê avêtin.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK LI PÊŞIYA SÛRIYEYEKE AZAD ASTENGIYA HERÎ MEZIN E=KTML_End=
Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad a ku hesreta gel e, astengiya herî mezin e. Ji bo pêşî li pêşketina jiyana demokratîk û azad a li Sûriyeyê bigire, demeke dirêj e êrîşî Sûriyeyê dike û dagir dike. Tevî ku rejîma Baas hilweşiya jî dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berneda. Dewleta Tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a tekparêz e. Bi êrîş û pêkanînên xwe yên ku pêş xistiye re armanc dike ku feraseta despotîk û sîstema tekparêziyê ya li Sûriyeyê mayînde bike. Armanca dewleta Tirk ne tenê qirkirina Kurdane, di heman demê de dixwaze pêşî li veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê bigire, sîstema netewe dewlet a tekparêz û feraseta serdestiya despotîk mayînde bike û bihêle hemû gelên Sûriyeyê di bin qirkirinê de bijîn. Eşkere ye ku dewleta Tirk armanceke bi vî rengî dimeşîne û li ser vê bingehê êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê didomîne. Bi vê armancê re dewleta Tirk avaniya bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ava kir. Hem bi xwe êrîş dike, hem jî dihêle bi destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîş pêk bên. Dewleta Tirk bi vê nêzîkatiyê êrîşî yekîtî û yekparçebûna Sûriyê dike û geşedanên Sûriyê tehdît dike. Divê hemû gel û hêzên Sûriyeyê yên alîgirê Sûriyeyeke nû û jiyaneke demokratîk û azad a bi hev re ya li Sûriyeyê, vê nêzîkatiya dewleta Tirk qebûl nekin û li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê helwest raber bikin. Divê li rex berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih bigirin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, li cem gelê berxwedêr a Kurd û gelên Sûriyeyê cih bigirin û helwesteke xurt a hevgirtinê pêş bixin.
=KTML_Bold=BERXWEDANA GELAN WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE=KTML_End=
Divê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ku li ser navê dewleta Tirk tevdigerin berxwedana xwe xurt bikin. Divê gelên me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî bikin. Li ser vê bingehê xwe birêxistinkirin, dê berxwedan û têkoşîna gelan a li dijî her şêwe êrîşan teqez bigihêje serketinê.
Gelê Kurd bi têkoşîna ku pêş xistiye re tevkariyeke mezin di têkbirina sîstema netewe dewlet a yekparêz û feraseta rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn de kiriye û roleke diyarker lîstiye. Eger zemînek ji bo pêşvebirina Sûriyeyeke nû û demokratîk hatibe avakirin, ev yek bi saya têkoşîna ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistine. Ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li Rojhilata Navîn di derketina pêşketineke bi vî rengî de jî xwedî parekê ye û pêşengiyê jê re dike. Eger rastiya Kurd neyê dîtin û mafê wan neyê naskirin ne Sûriye ne û jî Rojhilata Navîn pêkan nîne. Teqez wê cihê gelê Kurd li Sûriyê û Rojhilata Navîn hebe.
Bi van daxwaz û hestan em hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin, bawer dikin ku wê hemû gel bi hev re Sûriyeyeke wekhev, demokratîk û azad ava bikin û em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê tevbigerin.
[1]

この商品は(Kurmancî)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは699表示された回数
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 18
グループ: 記事
記事言語: Kurmancî
Publication date: 09-12-2024 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
ブック: クルド発行
プロヴァンス: 西クルディスタン
プロヴァンス: シリア
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 23-12-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا کامەلا ) på 26-12-2024
最近の( سارا کامەلا )によって更新この商品: 26-12-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは699表示された回数
QR Code
  新しいアイテム
  ランダムアイテム! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.25 秒(秒) !