ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,368
画像 105,447
書籍 19,429
関連ファイル 97,456
Video 1,393
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
‘BER BI DOJEH Û RONÎKIRINÊ VE’ ARTHUR RIMBAUD
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ARTHUR RIMBAUD

ARTHUR RIMBAUD
Bi rastî ez ji xwe ne behwer im, ka ez çawa dest pê bikim û çilo binivîsim. Ma gelo ez pesnê jiyana Rimbaud a trajîdiyane spehî bidim? An jî li ser têgehaştina xwe ya helbestên wî biaxivim, an jî dibe, ku ka çawa ez bûme behwerpêkera wî. Niyaza min ne ew e jî, ku ez te bi vê nivîsandinê biwestênim, ji ber vê ezê li ber xwe bidim, ku ez li ser tiştên herî girîng binivîsim. De baş e, ezê bi xala pêşî dest pê bikim…
#Arthur Rimbaud# di 20ê cotmeha 1854an li Charlevilleya Fransayê xwedê daye. Ew bê bav bi xweh û birayên xwe re û bi dêya xwe ya dilhişk re mezin bû. Ew di dibistanê de xwendekarekî gelekî jîr û şehreza û bi bîr û behweriyên xwe pir pêşketî bû. Hê çardeh salî bû xelata helbestnivîsandina bi latînî wergirt. Dema temenê Rimaud gihaştibû 16 salan, wî piraniya helbestên xwe yên lîrîkî û her du ’Nameyên dîdariyê’, yên pir bi nav û deng nivîsandibûn. Ew di wan de ronî dike, ka yê helbestvan dive çawa be. Daxwazên wî ji helbestvanan gelekî bilind bûn. Ji nav helbestvanên bêjimar, wî bitenê çendeke hindik xwedî nirx û xwedî behreya rasteqîne didîtin. Di nav wan helbestvanan de Paul Verlaine, Victor Hugo, Albert Mérat û di dawiyê de, lê ne kêmî wan Charles Baudelaire – helbestvanê pêşerojbîn, şahê helbestvanan, xwedayê rastiyê- cihê xwe digirtin.
Rimbaud yek ji hîmdarên, wêya ku em dibêjin, lîteratûra modêrn e. Ew bi sed salî li pêşiya dema xwe bû. Ew dema ku tê de bikaranîna keresteyên narkotîka psîkedelîkî ketine rewacê, ew têgahişt, ku dê helwese (halusînasyon) weke şêweyeke afirander were bikaranîn. Ji ber ku…“…helbestvan dîtina xwe piştî dudilî û gomanên mezin, û piştî ku pirsê di nav hemû hest û hiş û ramananên xwe re derbas dike û serad, bêjing û moxil dike, piştre ew diafirîne. Ew hemû şêweyên evînê, hejariyê, çewt û şaşîtiyê… kul û derdan, şêtî…û piştî êşeke ku nayê pesindan dibîne û bi van tevan re ew tê perçiqandin û strihandin, êdî ji nû ve, di wê pileyê de ew di bin fişareke mezin de, têgehaştina hizrên xwe winda dike û hizir dibine rastiya jiyana wî“. Ev beşek ji ’Nameyên dîdariyê’ yên Arthur Rimbaud bû. Bi rastî, ew têgehaşt ku ji bona afirandinên hunerî ferehkirina bergehên hestan pêwîst e û helbet wî bi xwe jî gelek ezmûneyên sewdanî û pratîkî kirin.
Li malê, Rimbaud ne dilxweş bû û vê dihişt ku ew gelek caran ji malê bireve Parîsê û xwe biavêje nav keftelefta xelkên bohêm, ên li wir dijîn. Carcaran ew divegerandine malê, lê wî xwendina xwe berdewam nekir û li şûna xwendinê berê xwe dida meyxaneyan, alkoholê, narkotîkê û jinên arzan. Lê ew ji pirtûkxaneyan jî bidûr nediket. Wî hemû pirtûkên li ser sehrbaziyê, alkêmyayê û hemû tiştên din, yên givar û balkêş dixwendin. Di dawiyê de wî bêveger ji malê bazda û çû cem helbestvanê neurotîk Paul Verlaine û li cem wî bi mal bû. Dihate gotin, ku pêwendiyeke nedurist di nav herduyan de hatibû lidarxistin. Ew her du weke toleyan dijîn û li seranserî Ewropayê digeriyan. Ew demekê li Londonê man û dîse vegeriyane Fransayê. Lê di careke ku Verlaine sermest û bi siran ketibû de, wî guleyek avête Rimbaud û ew ji milê wî ve birîndar kir. Ji wir û pêde êdî Rimbaud nema qîma xwe anî, ku pêre bijî. Hin dibêjin ku kesayetiya Verlaine kesayetiyeke lawaz bû. Wî xwe bi Rimbaudê deh salan ji xwe piçûktir ve dihilperikand û dixwest, ku xwe pê bilind bike.
Heyama Verlaine kuta bû, Rimbaud careke din vegera malê û li wir dest bi berhema xwe ya pêşî û mezin kir ku bi navê Une saison en Enfer (Demek di dojehê de) e. Li gor gotinên dêya wî, Rimbaud ew kar ’bi kelogiriyê, bi giriyê şêrîn, bi nalîn, bi tinazok, bi tiqetiqa bilind, bi xeyd, bi torebûn û bi lanetkirinê’, bi tenê di bin çatiyê malê de, dikir. Karê mezin î din yê Rimbaud Illuminations (Ronîkirin) weke berhema herî şoreşgêr tê jimartin. Dibe ku Rimbaud ew li dora sala 1874an nivîsandibe, dema ku bi helbestvanekî din re bû, yê bi navê German Nouveau. Ew her du bi hev re di bin çadirekê de dijîn.
Piştî vê Rimbaud xwe ji lîteratûrê dûr xist, an jî, negihaşt ku careke din lê vegere. Wî jiyana xwe ya mayî bi ger û koçbûnê derbas kir. Ew li Awusturya, Hollanda, Almanya, Danmark û Swêdê geriya. Salên 1878-1879an wî bextê xwe li Qubrisê ceriband, di pey re wî berê xwe da Misrê û li dawiyê ew çû Etyopyayê. Li wir wî bazirganiya qehwe, çerm û çekan kir. Dibêjin jî, ku wî bazirganiya koleyan dikir. Lê wî ev tişt di nameyeke xwe de daye mandelê, êdî naxwe emê çima li gotinê wî bi şik derkevin û emê wî bi tiştekî wilo tawanbar bikin.
Rimbaudê evdal jiyana xwe ya kurt û weke bablîsokê di nexweşxaneke li Marseilleyê gihande ber bi dawiyê ve. Ew reben, şepirze û bi lingekî jêkirî, di 10ê mijdara 1891ê de canê xwe siparte tarîstana sermedî û laşê xwe siparte axa sar.
Di helbestên pêşî de zimanê Rimbaud, tijî hevguncîna bilind in, vebijartina gotinan bi guman û balkêş in. Pir slang (peyvên tewtewe yên cadan), derbirînên sixêfkî û gotinên nenas bikar dianî. Di pexşana (proza) xwe de ’Demekê di dojehê de’ ya ji neh parçeyan, ku berhemeke bi rastî sergerde ye, ew bi bez xwe ji wêneykî çeng dike wêneyekî din, pêl her bîrsayî û logîkê dike û li şûna wê ew li ser hesteyên xwe yên tev bi kul û derd dinivîse. Şirovekirinên li ser vê berhemê gelek in. Hin wê weke peymana lêborînê ji dema, ku bi Verlaine re bû dibînin û weke xatirxwestina ji lîteratûrê dixwînin. Hin jî dixwazin bibêjin, ku nivîsa wî mukurhatina guhertina hundurîn ya ’herî dawî ye, ya ku bi Rimbaud re qewimiye û pê ew ber bi sincên gihayî ve diçe’. Ez bi xwe dibînim, ku ev berhem gelekî xemgîn e û ew neynika dilşikestî û depresyonên kûr ên giyanê wî ne û reva wî, ya sermedî ji rastiyê ye, rastiya ku nikkaribû wê bipejirêne. Dinya jî ne ew dinyaya ku wî pê behwer kiribû. Ew gelekî reşbîn û hêvîşikestî bûbû û ji hundir ve ew bi kûrayî birîndar bûbû.
’Ronîkirin’a Rimbaud çi ye? Ez bi xwe, berovajî gelekan, baş tênagihêjim, lê ma gelo têgahiştin gerek e? Ma pêwist e, ku mirov wateya her hevokekê û gotinekê nas bike? Helbest li ser çi ye, ne ew e tiştê herî giring. Ez behwer dikim, ku tiştê herî sereke ew e, ku her hevok û her gotin bi formeke ku neyê jibîrkirin li hev biguncin û di hişê mirov de bimînin.
Di ’Ronîkirinê’ de ziman bi awayekî cuda hatiye nivîsandin, gelekî bi harmonî ye û geş e. Hin beş pesnê cih û mirovan didin û hin jî serpêhatiyên tarî û bi mij û moran dibêjin. Ew weke dûrdîtinên bêzemîn in.
Her rûmet ji Baudelaire re, lê ez behwer dikim, ku Rimbaud bi çirisandina xwe daye pêşiya wî. Rimbaud weke zarokê wêjeyê yê herî balkêş e. Ew xwediyê behreyeke resen e, ew ferişteyê ji ezmanan werbûyî ye û ew mamostayê şeytanî ye. Ew weke nîvxwedayekî dihate bilindkirin. Lê ma ka ew çi bû? Mixabin, dema ku ez li ber xwe didim, da bersiva vê pirsê bidim, ez xwe bêçare û bêdesthilat dibînim, lêbelê ez nahêlim, ku hûn bê bersiv ji vir herin.
“Ez! Ez bi behwerî bûm, ku ez sehirbaz im, an jî ez ferişt im, ez ji her erkê moralî azadkirî me, ez careke din bi ser rûyê zemînê de werbûme, bi erkê ku ez ji xwe re li erkekî bigerim û da ez pê rastiya kop û kulek bipelixênim û tertûbela bikim“. (Arthur Rimbaud)[1]
nivîskarê vê gotarê: ŞÊRÎN HAJO
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,116表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 21-08-2021 (3 年)
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 伝記
ブック: 調査
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 22-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 22-09-2022
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 22-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,116表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.121 KB 22-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,368
画像 105,447
書籍 19,429
関連ファイル 97,456
Video 1,393
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.359 秒(秒) !