Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Om
Kurdipedia Archivists
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
 Søk etter
 
  
 
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliotek
 
Send
   Avansert søk
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Tilfeldig element!
Vilkår for bruk
Kurdipedia Archivists
Dine tilbakemeldinger
Bruker samlinger
Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjelp
 Mer
 Kurdiske navn
 
Statistikk
Artikler
  582,467
Bilder
  123,323
Bøker
  22,038
Relaterte filer
  124,592
Video
  2,187
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Norsk
Biografi 
8
Parter og Organisasjoner 
1
Bibliotek 
9
Artikler 
1
Martyrer 
2
Dokumenter 
1
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Totalt 
271,882
Abdî Ekmekçî - Pale Rêvan
Gruppe: Martyrer
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Abdî Ekmekçî
Abdî Ekmekçî
Nav û paşnav: Abdî Ekmekçî
Nasnav: Pale Rêvan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik û bav: Gullu- Alî
Cih û dîroka şehadetê: #24-06-2019# / Dersim

PALE RÊVAN
Hevrêyê me Pale Rêvan li navçeya Kopê ya Mûşê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye û bi welatparêziya xwe tê nasîn, ji dayik bû. Hevrêyê me Pale di nava malbetekî welatparêz de mezin bû û 5 sal dibîstanê xwend. Lê piştre dev ji dibîstana dijminê berda û dest bi karkeriyê kir. Tevkariya aborî li malbata xwe kir. Ji bo vê yekê çû metropolên Tirkiyeyê û li wê derê wekî karker şixûlî. Di vê pêvajoyê de diyardeya kedê, kedxwariyê û dagirkeriya aborî ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê dît. Hem ji ber van, hem jî zextên ku ji aliyê faşîstan ve dît, rê li ber vekir ku rastiya Kurd û Kurdistanê zêdetir hîs bike û nas bike. Ev rewş di hevrêyê me Pale de rê li ber lêgerînan vekir û tevlî xebatên ciwanan bû. Dema di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de bû, ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin. Lê her zexta dijmin ezma wî ya têkoşînê û biryardariya wî zêdetir kir. Hevrêyê me Pale bi vî rengî biryara tevlîbûna li nava gerîla da û di sala 2010’an de li Dersimê tevlî refên #PKK#’ê bû.
Hevrêyê me Pale yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li Dersimê dît, li vir fêrî tecrubeyên xwe yên ewil bû. Li hawirdora şerê zor û di bin êrîşên dijmin de xwe li gorî heqîqetê perwerde kir. Hevrêyê me Pale bi bingeheke xurt a gerîlatiyê dest bi rêyê kir. Tevlîbûna li gerîla wekî tevlîbûna li jiyanekî nû nirxand. Di encama perwerdeyên dîtî û nîqaşên bi hevrêyên xwe re de fêm kir ku di rastiyê de bi tevlîbûna gerîlayan tevlî heqîqeta Kurd bûye. Her ku îdeolojî û felsefeya Apoyî bi berfirehî lêkolîn kir û pejirand, dît ku tevlîbûna li PKK’ê tevlîbûna li heqîqeta gerdûnî ye. Lewma ji ber tevlîbûna xwe ya li PKK’ê serbilind bû û her tim kêfxweşiya vê jiya.
Hevrêyê me Pale ku bi cesaret û bêtirsbûna xwe tê nasîn, bi lez di gerîlatiyê de serwext bû. Her erk û her qada ku çû, tecrubeyên nû da wî. Armanca wî ya bingehîn lidarxistina çalakiyên li dijî dijmin bû. Di sala 2012’an de di nava çalakiyekî de birîndar bû. Lê xwe zû komî ser hev kir û dîsa vegerî ser erka xwe. Di sala 2013’an de ji aliyê Rêber Apo ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêvajoyekî hate destpêkirin. Hevrêyê me Pale jî ji bo piştgirîkirina vê pêvajoyê li ser banga Rêber Apo, bû yek ji meşvanên çareseriya demokratîk ku ji Dersimê hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Pale ku ji dil bawerî bi rastbûna her pêngava ku Rêber Apo pêş xist anî, qet bawerî ji dewleta Tirk a qirker neyne jî hewcedariya banga Rêber Apo bi cih anî.
Hevrêyê me Pale ku gihişt Herêmên Parastinê yên Medyayê, demekê hewl da pêvajoya nû fêm bike. Piştre bi lez tevlî xebatan bû û erk girt. Di sala 2014’an de tevlî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Li akamediyê gerîlatiya serdema nû pejirand û di asta fermandarê yekîneyê de berpirstarî girt. Hevrêyê me Pale piştî ku bi temamî siyaseta durû ya dewleta Tirk û ji çareseriya pirsgirêka Kurd zêdetir armanca wî ya esas tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e eşkere bû, pêşniyar kir ku dîsa here Bakurê Kurdistanê. Dît ku tenê têkoşîna çekdarî dikare dijminê ku di înkar û îmhayê de israr dike birawestîne û divê bi zimanê ku dijmin jê fêm dike bersiv were dayîn. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de ku dewleta Tirk bi awayekî topyekûn êrîşî gelê me û Tevgera me kir, ew jî berê xwe da Bakur û derbasî Dersimê bû.
Kêfxweşiya bêterif a ji nû ve vegera Dersimê jiya. Ji ber ku li Dersimê gelek bîranînên wî û şopa hevrêyên wî yên şehîd hebû. Hevrêyê me Pale bi awayekî çalak û di asta pêşengiyê de tevlî têkoşîna gerîla ya li Dersimê bû. Tevahiya 4 salan bêrawestan têkoşiya û li dijî dijmin şerekî dijwar da. Hevrêyê me Pale di 24’ê Hezîrana 2019’an de li Geliyê Harçikê ya Dersimê di pevçûnekî bi dijmin re de tevî hevrêyê me Şevger şehîd bû. Hevrêyê me Pale tu car serî li hemberî dijmin netewand, teslîm nebû û heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir. Helwesta hevrêyê me Pale ku li hemberî dijmin serî netewand wê her tim ji me re bibe mînak. Tecrubeya wî ya gerîlatiyê, dilsoziya wî ya bi gelê Kurd re û biryardariya wî ya dana pey şopa şehîdan wê bibe nirxên me yên herî hêja ku em ê her tim mînak bigirin. Li ser vê bingehê em soz didin ku têkoşîna wî mezin bikin û bi ser bixin. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 506 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!
HashTag
Kilder
Koblede elementer: 2
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî
Cause of death: No specified T4 626
Kjønn: Mann
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 80: Dersim
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Mush
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 21-07-2025
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا کامەلا ) på 25-07-2025
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئەڤین تەیفوور ) på : 31-10-2025
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 506 ganger
QR Code
  Nytt element
  Tilfeldig element! 
   
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.203 andre!