Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Om
Kurdipedia Archivists
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
 Søk etter
 
  
 
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotek
 
Send
   Avansert søk
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Tilfeldig element!
Vilkår for bruk
Kurdipedia Archivists
Dine tilbakemeldinger
Bruker samlinger
Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjelp
 Mer
 Kurdiske navn
 
Statistikk
Artikler
  586,484
Bilder
  124,460
Bøker
  22,122
Relaterte filer
  126,612
Video
  2,193
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Norsk
Biografi 
8
Parter og Organisasjoner 
1
Bibliotek 
9
Artikler 
1
Martyrer 
2
Dokumenter 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Totalt 
274,973
‘Ji bo çareseriyeke mayinde parastin pêwîst e’
Gruppe: Artikler
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Ji bo çareseriyeke mayinde parastin pêwîst e’
Argêş Vîyan/Qamişlo

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku şerê li #Rojhilata Navîn# dimeş e şerê desthiladarî û berjewendiyên mêtingera ne û di heman demê de bibîrxist ku “li hemberî wan aloziyan rêya tekane rexistinbûyin û amadekariya şerê gelê şoreşgerî ye”
Şerê navbera Hemas-Israîl û Israîl-Libnanê berdewam dike, bandoriyek mezin li ser giştî herêma Rojhilata Navîn dike. Di heman demê de êrîşên Israîlê gelek caran li ser baregehên hêzên çekdar yên girêdayî dewleta Îranê li ser axa Sûriyê jî berdewam e. Paytexta Sûriyê Şam jî gelek caran ji milê Israîlê ve dibe armanc. Êrişên dagirkeriya tirk bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.
Di derheqê metirsiyên li ser herêmê û geşedanên siyasî û xebatên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên siyasî, diplomasî û parastinê de, Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif ji rojnameya me re axivî.
‘Ev şere li ser herêma Rojhilata Navîn bandoriyek neyinî ava dike’
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Foza Yûsif da xuyakirin ku dewletên hegemon û desthiladar, navenda şerê cîhanê wek herêm Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gor berjewendiyên xwe dimeşînin û wisa dest bi axiftina xwe kir: “Iro seranserê cîhanê şerekî mezin diqewim e. Ev alozî û gengeşîya di holê de, herî zêde bandora xwe li Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn ev 200 salin bûye navenda şerên desthiladarî û berjewendîyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar beşên Kurdistanê jî şerek mezin jiyan dikin. Li Sûriyê giştî û bi taybet jî li Rojava ev nêzî 14 salin şerekî mezin di qewim e. Ji bo wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zanebûn hatiya hilbijartin. Heya di wê herêmê de çareseriyek siyasî, danustandinên di asta ku berjewendiyên gelê Sûriyê bingeh digire neyên kirin, em nikarin qala çareseriyeke domdar bikin. Pirsgirêkên ewlekarîyê zêde bûne. Ev şerê ku li Libnanê dimeşe û di êrîşên israîlê ya li ser Îranê dide diyarkirin ku dê bandora xwe li ser axa Sûriyê giştî jî bike. Mirov dikare vê yekê bêje ku hêzên hegemon û mêtinger Sûriyê kirine xeta agir. Rojavayê Kurdistanê jî, di nava agir de cîh digir e, Sûriye wek welatên cîran nêzî sînorên Tirkiyê û Iraqê ye. Her du welat jî her hem di milê leşkerî de û di heman demê de jî desthilatiyên ku wan welatan birêve dibin siyasetên xwe yên li hemberî gelê Kurd dûrî rêyên çareseriyêne. Dewleta Tirk ya dagirker siyaseta xwe ya heyi, her tim di aliyê şer û aloziyan de bikartîne. Gefên ku Tirkiye dixwe, êrişên Israîl li ser Îranê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêktîne, pêwîste em wek gel û tevger ji bona şer û pevçûnên giran xwe amade bikin. Hin aliyên dewletên hegemon û mêtînger di ragihandinên xwe de, amadekariyên hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin mijara nîqaş ê. Kesên ku wê tiştê dibêjin xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nabînin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî diparêzin. Ger ku em hezdikin aşîtîyeke mayinde pêk were, pêwîste em xwe ji bona şer jî amade bikin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em parastina xwe xurt bikin.”
‘Ji bona parastina gelê xwe, hêzên me yên parastinê amedene’
Foza Yûsif balkişand li ser hîma xweparastinê û axaftina xwe wisa domand: “Wek hêzên me yên ewlehî û parastinê QSD, YPJ, û HPC’ê jî, ji bona êrîşekî gengaz ji milê dagirkeriya tirk li ser gelên heremê her tim di nava amedebaşiyêdene. Raste tevgerandinek heye, lê pêwîste ev yek bê xurtkirin. Divê gelê me bi giştî piştgiriyê bidin zarokên xwe yên ku di çeperên şer de ne. Ji ber vê yekê pêwîste ku civak û gelê me wek her tim berxwedanî meşandiye, di vê pêvajoyê da jî li kêleka hêzên xwe yên parastinê cih bigre û welatê xwe bi hevre biparêzin. Pêwîste hemû welatîyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, xwe wek şervanekî/e azadiyê bibîne û li ser vî bingehî erkê xwe pêkbîne, ji ber ku parastina rewa mafekî xwezayî ye. Êdî her welatek xwedîyê hêzên parastinê û ewlehîyê ne. Em jî wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji şerê li herêma me diqewime ezmûn girt û em dikarin li hemberî her êrîş û tûndiya ku li hemberî me tê meşandin xwe biparêzin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ya yekîtiya gelên bindest e. Ev vîna gelê Rojava çeteyên DAIŞ’ê şikandin û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker vale derxistin. Tevger û hêzên me bi şêwazekê pispor li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Pêwîste civaka me bi rihê avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên xwe yên ewlekarîyê cih bigirin û xebatên parastinê bimeşînin”
‘Şerê ku li herêmê dimeşe, berjewendîyên dewletên mêtinger pêktîne’
Foza Yûsif axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Ev şerê ku tê meşandin şerê desthilatiya hêzên hegemon e. Israîl hewil dide, şerê xwe yê li hemberî Hizbullahê derbasî Sûriyê jî bike. Îran jî di aliyekê da bi zêdekirina hêzên çekdar yên girêdayî xwe li Sûriyê hewil dide ku nakokiyan kûrttir bike. Di demeke beriya niha de Îranê li ser baregehên DYA yên Hesekê êriş pêkanîn. Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, nabin alîgirê ti kesî, ji ber ku ev şer ne diberjewendiyên gel de ye. Ev şerê ku niha dimeşe, tenê berjewendiyên dewletên dagirker bingeh digire. Lê dema ku şer li herêmê gur bû, em jî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û parastina civakî de xwe biparêzin û berjewendiyên gelê me ji beriya hemû tiştî ye. Di vê mijarê de wek xebatkar û endamên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta me zelal e. Metirsiyek wiha jî heye li holê dibe ku dewleta Tirk ya dagirker ji aloziyên ku hene sûd werbigire û êrîşekî li ser heremê pêkbîne. Ji ber gefên ku tên xwarin û êrîşên ku tên kirin di wê çarçoveyê den e. Dewleta Tirk ya dagirker hewil dide ku aloziyên herêmê li gorî berjewendîyên xwe bikar bîne û hewil dide çawa ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagirkir, Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştî dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Ger ev alozî zêdetir bibin di her alî de dê bandora xwe li ser herêmên rizgarkirî jî bike. Ji ber vê yekê, welatiyên ku li bajarên Sûriyê yên di bin desthiladariya Hikûmeta Şamê de cih digire jiyan dikin dê bixwazin derbasî herêmên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Ji bona ku bandoriya aloziyan li herêmên me jî nekin pêwîste ku çareserîyekî sîyasî û yekîtiya gelên heremê pêk were. Helwesta Rêveberiya xweser ji bona çareseriyê gelekî girîng û watedar e. ji ber ku Rêveberîya Xweser di yekîtiya Sûriyê de xwedî xebatekî girînge. Her car Rêveberîya Xweser daye xuyakirin ku ji bo çareserî û guftugoyê amade ye. Lê hikûmeta Şamê xwe nêzî wan nîqaşan nake û bê bersiv dihêle. Em li vir dîsa wê peyamê ji bo aliyên peywendîdar dubare dikim û em wek gelên herêmê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû êrişên siberojê yên ku diqewimin liberxwe bidin”[1]

Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,061 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!
HashTag
Kilder
Koblede elementer: 51
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî
Publication date: 01-12-2024 (2 År)
Bok: Politic
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 25-01-2025
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا کامەلا ) på 28-01-2025
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا کامەلا ) på : 28-01-2025
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,061 ganger
QR Code
  Nytt element
  Tilfeldig element! 
   
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.218 andre!