Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Om
Kurdipedia Archivists
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
 Søk etter
 
  
 
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliotek
 
Send
   Avansert søk
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Tilfeldig element!
Vilkår for bruk
Kurdipedia Archivists
Dine tilbakemeldinger
Bruker samlinger
Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjelp
 Mer
 Kurdiske navn
 
Statistikk
Artikler
  582,065
Bilder
  123,207
Bøker
  22,020
Relaterte filer
  124,347
Video
  2,187
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Norsk
Biografi 
8
Parter og Organisasjoner 
1
Bibliotek 
9
Artikler 
1
Martyrer 
2
Dokumenter 
1
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Totalt 
271,560
100 sal in nimûneya genimê Kurdistanê tê parastin
Gruppe: Artikler
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
100 sal in nimûneya genimê Kurdistanê tê parastin
100 sal in nimûneya genimê Kurdistanê tê parastin
=KTML_Bold=100 sal in nimûneya genimê Kurdistanê tê parastin=KTML_End=
Bi zêdebûna hejmara şêniyên cîhanê re, pêdiviya berhemanîna genim zêdetir dibe lê guherîna avhewayê berhemanîna genim li piraniya navçeyên cîhanê tûşî kelemên mezin kiriye. Digel vê yekê jî, celeb û taybetmendiya genimê ku bi deh salan e tê çandin bi giranî ji ber armancên bazirganî hatiye guhertin û tenduristiya wê kêmtir e.

Heyama 10 salan e lêkolîn li nimûneya resen a sedsalî ya genim tê kirin û li gorî encama wê lêkolînê ku di kovara navdar a Natureyê de hatiye weşandin, derketiye holê ku ew genimê ku niha li navçeyên cihê yên cîhanê tê çandin, tenê hilgirê ji sedî 40 ji genên ku di nimûneyên genimê resen de hene.

Zana dibêjin, wan ji sedî 60 ji genên ku di nimûneyên genim ên resen de hene û di genimên vêga de nînin vedîtine û li ser kar dikin ji bo ku genimê zêdetir û saxlemtir ji bo nifşên paşerojê jê berhem bînin. Di ketwarê de jî, li Brîtanyayê û li bajarê Norwichê li Navenda Lêkolînê ya John Innes genimê ku genên kevn hildigire çandine.

=KTML_Bold=Kurdistan; welatê ku cara yekem genim lê hatiye çandin=KTML_End=
Kurdistan welatê çandina yekemîn genim di dîrokê de ye û mînaka genimê Kurdistanê li embareke girîng li gel genimê 30 welatên din, ev nêzîkî 100 salî ye tê parastin ji bo ku lêkolîn li ser were kirin, xasma di warê taybetmendiyên genetîkî de ku dikare di çêkirina cûreyên nû yên genim de ji bo nifşên siberojê mifa jê bê wergirtin.

Di navbera salên 1920 heta 1930an de, giyanasê Brîtanî yê navdar Arthur Ernest Watkins nimûneyên genimê resen ji 32 welatên cîhanê berhev kirin ku wek depoyên Watkins têne nasîn. Ev embar wek gencîneyeke binirx ji bo dabînkirina xwarina nifşên paşerojê tê temaşekirin û ji hêla zanayên hemû cîhanê ve tê lêkolînkirin.

Tirkiye û Îraq di nav wan 32 welatan de ne ku genimê wan tê lêkolînkirin û bi taybetî mînak wê çaxê li navçeyên Kurdistanê li dewletên Tirkiye û Îraqê hatin berhevkirin û gencîneya Watkins bi girîngî li wan nimûneyan dinêre û dabaşa wê yekê dike ku cara ewil di dîrokê de genim li wê deverê ango li Kurdistanê hatiye çandin.

Lêkolîna wan zanayan eşkere dike ku genimê niha ji hêla dîrokî ve, ji sê celebên resen û tuxmê genim derketiye holê ku ev her sê cure berî 8 hezar salan ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve dihatin bikaranîn û beşeke sereke ya xwarina rojane ya xelkê bûn.

Hawrê Baxewan di pirtûka xwe ya bi navê 'Kurdistan, welatê yekem ê Sumeran' de, di çend cihan de dabaşa wan belgeyan dike ku mirovê Kurd berî 8 hezar salan teknîkên çandinî û avdanê nas kiriye, genim çandiye û amûrên wî yên hêrana genim û çêkirina ard jî hebûn.

Hawrê Baxewan balê dikişîne ser belge û şûnwarên ku li gundê Çermoyê yê nêzîkî Çemçemalê û Hezar Mêrdê nêzîkî bajarê Silêmaniyê û di şikefta Şanederê de hatine vedîtin û ev piştrast dikin ku mirovên Kurdistanê hê ji wê çaxê ve genim ji bo xwarinê bi kar anîne.

Dîroknas û arkeolog jî hemfikir in ku Kurdistan dergûşa yekem karê çandiniyê û çandina genim bû.

Profesor Akira Tsuneki, arkeologê Japonî ku niha li gundê Çermo mijûlî karê kolandinê ye, roja 25ê Gulana 2024an di hevpeyvînekê de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re got Çermo gundekî çandiniyê bû. Di dema kûrbûna me de, me çend ode dîtin û di yekê ji wan de me tunelek dît. Tunel belge ye ku wan li vir çandinî dikir.

=KTML_Bold=“Di Şikefta Şanederê de me dît ku wan agir kontrol kiribû”=KTML_End=

Profesor Dr. Graeme Barker, di bernameya Ligel Renc de ku taybet bû bi vedîtinên Şikefta Şanederê û roja 12ê Gulana 2024an di Rûdawê de weşiya, eşkere kir ku Yek ji tiştên ku me li vir dît û kêmpeyda ye, ew e bi şuştina xweliyê me dît ku giyayên şewitandî mane ku wan xwariye. Di Şikefta Şanederê de me dît ku wan agir kontrol kiribû û dexlûdan û giya berhev dikirin û dikirin rengekî hevîr û kevir di êgir de germ dikirin û ew tişt nola xwarinê çêdikirin. Li dora agir rûniştine û bi hev re xwarine. Ev vedîtineke nû ya girîng e çimkî berê wer dihat hizirîn ku Neandertal xwedî çandeke hindik bûn, lê ya ku em li Şanederê dibînin ew e ku ew, mîna ku em dikin, li dora agir kom bûne û bi hev re xwarin xwarine.

Lêkolîn nîşan didin ku genimê Kurdistanê li welatên din ên Asya û Afrîkayê û piştre jî li Ewropayê belav bûye. Belgeyên dîrokî diyar dikin ku şaristaniya Mezopotamyayê (herêma navbera her du çeman) li ser bingeha berhemên genim hatiye avakirin.

Embara Watkins vêga ji aliyê Navenda Lêkolînê ya John Innes ve lê xwedî tê derketin û zanayên giyazan qala vedîtinên xwe di encama lêkolîna xwe ya dehsalî de dikin.
Dr. Simon Griffiths ku serpereştê tîma lêkolînvanên navneteweyî bû, di vî warî de dibêje Ew ji %60ê ku di genên genimê vêga de winda ne, dikare baş sûd jê bê dîtin ji bo têrkirina xelkê cîhanê bi berdewamî.

Griffiths dibilîne Ji 8 hezar heta 10 hezar sal in mirov ber bi çandina wan cureyên genim ve çûye ku berê zêdetir didin û li hember nexweşî û afatan bêtir li ber xwe didin.
Ev zana dibêje ku di xezîneya Watkins de mînakên wan ên ecêb û sosret hene ku divê di çandina genimê vê serdemê de sûd ji wan were dîtin.
Xezîneya Watkins girîng e ji ber ku mînak ji berî ku çandina genim bibe pîşesazî ne û ji ber ku regezên wan resen mane.
Di encama wê lêkolînê de derketiye holê ku taybetmendiya cureyên genimê vêga ku li seranserê cîhanê têne çandin tenê dişibin taybetmendiya 2 heta 7 mînakên genim ên di qaseya Watkins de.

Dr. Griffiths dibêje hin nimûne di xezîneya Watkins de hene ku genên wan li hember afatan xwedan berxwedaneke bêhempa ne û ji ber vê yekê jî dikare bi saxkirina wan nimûneyan û çandina wan pêdiviya bikaranîna semada kîmyayî kêmtir bibe wek semada ku hilgira nitrojenê ye. Ew zana dibêje bikaranîna kêmtir a semada kîmyayî xerciya cotkaran kêm dike û alîkar e jî ji bo ku karê çandiniyê nebe sedema belavkirina gazên ziyandar ku bi rêya bikaranîna semada kîmyayî peyda dibin.

Xezîneya Watkins bêtirî 10 hezar cure û mînakên cihê yên genim li xwe girtiye.
Griffith û hevkarên xwe 119 mînakên cuda hilbijartine û cardin bi rêya zanista genetîkan tev li genimê niha kirine û çandine.

=KTML_Bold=“Ji genimên niha pir cuda ne”=KTML_End=
Derbarê encaman de, Rose McNeilly ku yek ji lêkolîneran e, dibêje Genimên nû ku hatine berhemanîn, ji genimên niha pir cuda ne. Wekî tuxmê kevn ê genim in, mîna dapîra genimê vêga ne.

Ew piştrast dike ku Genimên nû ji bo roviyên me pir çêtir in, ji ber ku hêsantir û hêdîtir tên givêrtin û glukoza kêmtir li rehan çêdikin, loma jî ji bo nesaxiyên fena şekir pir baştir in.
Li gorî lêkolînê, genimên ku wan çandiye nîşasteyên zêdetir jî di wan de hene ku dikare ji bo tenduristiya mirovan bêtir sûdmend bin.
Simon Krattinger ji Zanîngeha Teknolojî û Zanistê ya Şa Ebdulah ku zanayekî din e ku beşdarî lêkolînê bûye, dibêje Aliyê girîng ew e ku di paşerojê de pêdiviya me bi genim zêdetir dibe.

Ew dibêje ku sûdwergirtina ji genimê resen ji ber taybetmendiyên wê yên cihêreng ên genetîkî dikare bibe sedem ku di siberojê de genimê pêwîst ji şêniyên cîhanê re were misogerkirin.
Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2050î, bi rêjeya ji %30 heta % 50 pêwîstî bi genim zêdetir bibe ji genimê ku vêga tê berhemanîn.
Li gorî lêkolînan, ji pêncan yek ji kaloriyên ku xelk li cîhanê bi kar tînin ji xwarina genim û berhemên wê yên din tên, lê genimê niha pirrengiya xwe ji dest daye û zana hewl didin pirrengiyê li genim vegerînin.

Lang Mao ji Enstîtuya Zanistên Giyayan li bajarê Shenzhenê li Çînê ku hevpara lêkolîna navneteweyî ye, dibêje Niha têgihîştineke me ya baştir a genên genim heye. Em baştir dizanin xelk li navçeyên din ên cîhanê çi celebê genim û ji kîjan tuxmî bi kar tînin.

Navenda John Innes ku sala 1910an li bajarê Norwichê hatiye damezrandin, vêga xezîneya Watkinsê mezin kiriye û 30 hezar nimûneyên genim ji seranserê cîhanê di pileya germê ya sar de hilgirtiye ku wek mezintirîn banka genên genim a cîhanê tê hesibandin.

Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)[1]

Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,137 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî | https://www.rudaw.net
Koblede elementer: 21
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî
Publication date: 30-10-2024 (1 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 96%
96%
Lagt inn av ( سارا کامەلا ) på 03-11-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 04-11-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئاراس حسۆ ) på : 25-08-2025
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,137 ganger
QR Code
  Nytt element
  Tilfeldig element! 
   
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.688 andre!