Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Om
Kurdipedia Archivists
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
 Søk etter
 
  
 
 Søk
 Send
 Verktøy
 Språk
 Min konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliotek
 
Send
   Avansert søk
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Tilfeldig element!
Vilkår for bruk
Kurdipedia Archivists
Dine tilbakemeldinger
Bruker samlinger
Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjelp
 Mer
 Kurdiske navn
 
Statistikk
Artikler
  582,467
Bilder
  123,323
Bøker
  22,038
Relaterte filer
  124,592
Video
  2,187
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Norsk
Biografi 
8
Parter og Organisasjoner 
1
Bibliotek 
9
Artikler 
1
Martyrer 
2
Dokumenter 
1
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Totalt 
271,882
Êzidî; dîrokek kevnar û nêrînên şaş-1
Gruppe: Artikler
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Êzidî; dîrokek kevnar û nêrînên şaş-1
Êzidî; dîrokek kevnar û nêrînên şaş-1
=KTML_Bold=Êzidî; dîrokek kevnar û nêrînên şaş-1=KTML_End=

Gelê Kurd ji gelên herêmê yên kevnar e. Dîroka wî vedigere bi hezaran salan. Gelê Kurd roleke sereke di dîrok û şaristaniya demokratîk de lîstiye. Lê heta roja me ya îro tê paşguhkirin. Ji ber ku tu lêkolîn girêdayî dîroka wî tune ye. Piraniya nivîsên ku li ser wî hatiye nivîsandin, hatine berovajîkirin. Carnan weke kok bi Fars ve tê girêdan, carnan jî bi Ereban û carnan jî bi gelê Gurcîyan û gelek gelên din ve tê girêdan.
Kurdên Êzidî ji ber baweriya xwe, pêkhateya herî zêde li dijî wê, qirkirin û pişaftin hatiye meşandin. Di vê dosyayê de em ê behsa wan bikin, herêmên lê belav dibin, ola wan, çanda wan, fermanên bi serê wan de hatin kirin; a herî dawî komkujiya ji hêla DAIŞ`ê ve, çawa xwe birêxistin kirin, piştî komkujiya dawîn û siyasetên ku niha li dijî wan têne plankirin çi ne.
=KTML_Bold=DÎROK Û HERÊMÊN WAN=KTML_End=
Êzidî ji gelên resen ên herêma Kevana Zêrîn e (Mezopotamya). Dîroka wan vedigere hezarên salan. Li gorî oldarên êzidî, ev dîrok vedigere 8 hezar sal berê. Gelek neqş li herêmê hene, dîroka wan vedigere sê hezar salan beriya zayînê.
Gelek lêkolîn, piştrast dikin ku zimanê êzidiyan bingeha zimanê Kurdî ye. Dr.Sadîq Zada Borkî dibêje: “Kurd xwedî ziman û alfabe bûn û bi navê alfabeya Kurdî ya êzidiyan dihat naskirin.”
Şûnên vî zimanî li gelek nexş û deverên dîrokî hene. Pirtûkeke Êzidî ya pîroz ku bi zimanê êzidiyan hatiye nivîsandin di muzexaneya Awisturyayê de ye.
Ev ziman li ser dîwarên perestgeha Laleş hatiye nivîsandin. Nivîskar Agatha Christie ya ku serdana perestgehê kiriye dibêje: “Li ber deriyê têketina gorê li Laleşê, peykerek di kevr de heye û li ser milê wê yê rastê peykera mar heye, li ser dîwarên sûra deriyê têketina perestgehê nivîsên bi zimanê êzidiyan hene. Bi demê re ji ber rewşa hawayê êdî xuya nabin.”
Êzidî li Kurdistana ku di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Iraqê û Îranê de hatiye parçekirin dimînin. Li Ermenistan û Gurcîstanê jî hene. Li gorî pirtûka Şeref Name ya ku dîroknas û helbestvan Şerf Xan Şemsdîn Bidlîsî di navbera salên 1597-1599`an de nivîsandiye, êzidî herî zêde li Cizîra Botan, Mûsil, Dihok, Amed, Heleb, Ruha û Xoy dimînin.
Hejmara zêde ya êzidiyan li Başûrê Kurdistanê ye ji ber ku perestgeha Laleş li wir e. Li gorî daneyên heyî hejmara êzidiyan li wê herêmê di navbera 500 hezar û 700 hezar kes de ye û li parêzgeha Nînova, Şêxan, Başîqa, Behzanî, Şengal, Zimar û Alqoş, parêzgeha Dihok, Şariya, Xankê û herêmê Dêrhebûnê ne.
Li Sûriyê jî êzidî li herêma Cizîrê, Serêkaniyê, Tirbespiyê, Hesekê û Amûdê, li Efrîn û gelek taxên bajarê Helebê dimînin. Li gorî serjimariya sala 1963`iyan hejmara êzidiyan gihaşt 10 hezaran, lê niha tu daneyên rastîn tune ye, bi taybet piştî ku dewleta Tirk gundên êzidî yên li Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin, ew dane koçberkirin, mal û mezerên wan ên olî wêran kirin.
Li Bakurê Kurdistanê êzidî pir li herêma Cizîra Botan dimînin, lê ji hêla dewleta Tirk ve komkujî li ser wan hatin kirin. Li Sêrt, Ruha, Qers, Agirî û Erdehanê jî dimînin.
Êzidî li Tirkiyê ji hêla Osmaniyan û neviyên wan ên Tirk ve hatin qirkirin, di encamê de hejmara wan kêm bû. Li gorî daneyan û ji ber siyasetên tengavkirinê, hejmara êzidiyan ji 30 hezarî sala 1982`iyan heta 500 kesî sala 2009`an kêm bû.
Li Gurcîstanê hejmara êzidiyan 30 hezar bûn. Lê di salên notî de ev hejmar kêm bû û daket 5 hezar kesan.
Li Ermenistanê hejmara wan 40 hezar e. Li Rûsyayê jî zêdetirî 31 hezar e ji ber ku gelek êzidî ji Gurcîstanê ber bi Rûsyayê ve koçber bûn.
Piraniya êzidiyan bi darê zorê warên xwe terk kirin û çûn Ewropayê. Niha hebûna zêde ya êzidiyan li Ewropayê, li Almanyayê ye. Li gorî texmînan hejmara êzidiyan li Ewropayê zêdetirî 50 hezar kesî ye.
=KTML_Bold=OLA WAN=KTML_End=
Ola Êzidî ji kevintirîn olên herêma Kevana Zêrîn e. Li gorî hinek nivîsan, dîroka wê vedigere 3 hezar sal beriya zayînê.
Ev ol banga yek xweda dike û ayîn û baweriyên wan ên taybet hene. Êzidî bi Yezdan bawer dikin ku di her tişî de heye û bingeh e û zindî beşek ji giyanê wî ne. Ji ber ku beşek girêdayî hemû ye, hizira pîrozkirina diyardeyên gerdûnî mîna roj, ronahî û heyvê li ser bingeha ku ev diyarde beşek ji xwedawend e û karîna xwedê ya mucîze disepîne, hatiye.
Peyva Êzîd, ji peyva Yazda ya ku wateya wê Xwedawend e tê. Êzîdî jî tê wateya “Îbadeta Xwedê”. Li cem êzidiyan pirtûkên pîroz hene mîna pirtûka “Celwe” û “Mishefa Reş”. Êzidî xwedê bi “Azdayî” bi nav dikin. Ev peyv tê wateya yê ez dayî. Ji vir jî navê xwe girt.
Êzidî baweriya xwe bi hebûna giyanên xirab nakin. Ew bawer dikin ku heke hêzên din hebin wê demê mirov tê meşandin û ne ku dikare rêya xwe vebirêje. Lewra mirov di baweriya Êzidî de, berpirsê tekane yê kiryarên xwe ye. Xwedê baş e. Lê nerindî, di encama kiryarên mirovan de derdikeve. Ew bawer dikin ku nakokiyek di navbera başî û nebaşiyê de heye û ew bingeha nakokiya di navbera ruh û aqil de ye. Heke aqil bi ser ket mirov qencî bi dest xist. Lê heke nefsa mirov bi ser bikeve wê demê mirov nebaşî bi dest dixe.
Êzidî heca Laleşê ya li Başûrê Kurdistanê dikin. Li wir gora Şêx Adî heye. Her wiha Laleş navenda meclisa ruhanî ya ola Êzidî ya li cîhanê ye.
Êzidî her sal di 6`ê Cotmehê de diçin Laleşê û heta 7 rojan hecê dikin. Li wir qurbanî pêşkêş dikin û xwe bi ava Kaniya Spî dişon.
Êzidî olek ne mobeşir e. Ji ber wê nabe tu kes bi vê olê bawer bike. Tenê kesê ji dê û bavê Êzidî bûye, dibe Êzidî. Her wiha her kesê olê berdide nikare careke din vegere.
Li cem êzidiyan li şûna nimêjê duaya xwedê û melekê tawisê heye. Dema roj hiltê û diçe ava, berê xwe didin rojê û dua dikin. Beriya xewê jî “Şehadeta dîn” vedibêjin.
Êzidî fehş û kifir bi Xwedê, şehadeta derew, xwarina goştê beraz, vexwarina mey, derew, xapandin, fesadî, zewicandina bi hevjîna birayê mirî qedexe dikin.
Ayînên taybet ên êzidiyan hene. Şûştina pitikan di Kaniya Spî de wek erkekê ye. Rakirina “Prat” ew jî gokên biçûk in ku ji axa Laleş û şîr çêdibe. Zarok toqek taybet bi navê “Toqa Êzî” li xwe dike û ji hêla “Pîr” ve (çîna oldaran) tê şûştin.
Di merasîma zewacê de, nanek di navbera bûk û zava de wek hev tê parvekirin.
Li gorî êzidiyan, roja Çarşemê, roja çêbûna gerdûnê ye. Ji ber wê divê hemû karê xwe berdin û îbadetê bikin.
Êzidî miriyên xwe û rûyên wan ber bi rojê ve bin gor dikin. Gorên wan jî nayên xuyakirin û di merasîma veşartinê de qewlên olî têne gotin.
Êzidî dabeşî sê cînên olî dibin, Şêx, Pîr û Mirûd. Nabe ev çîn ji hev bizewicin û tenê Êzidî bi êzidiyekê re dikare bizewice.
Qewlên ola êzidiyan, duayên wan nehatine nivîsandin lê bi awayekî devkî têne gotin. Ji ber wê bi mirina oldaran re ev dua winda dibin.
=KTML_Bold=LALEŞ=KTML_End=
Perestgeha Laleşê Laleşa Nûranî, li cem kurdan bi giştî û êzidiyan bi taybet ji girîngtirîn cihên dîrokî û pîroz e. Li herêma Şêxan a li Başûrê Kurdistanê ye. Li geliyekî ye ku sê aliyên wê çiyan e. Ji başûr ve çiyayê Meştî, ji bakur ve çiyayê Arvat û ji rojava ve çiyayê Hezrtî hene. Kesek dîroka wê nizane. Li gorî êzidiyan dîroka Laleşê vedigere 8 hezar sal berê.
Nêrînên girêdayî binavkirina Laleşê pir bûn. Lê tu delîl wan ên zanîstî û dîrokî tune bûn, ji ber ku tu lêkolîn an jî lêgerîn li perestgehê nehatiye kirin da ku dîrok û wateya navê wê werin naskirin.
Li gorî gelek nêrînan, Laleş ji Lakeş a Gutî hatiye û tê wateya “Ronahî, Jiyan”. Bajarê Lakaş jî ji kevintirîn bajarên Somerê ye, piştî Ûrk û Ewr û navê wê nêzî navê perestgehê ye.
=KTML_Bold=CEJN=KTML_End=
Êzidî gelek cejnan pîroz dikin û ew dewlemendiya mîrasa wan a dîrokî vedibêjin. Jê yên herî girîng:
Cejna Cimaya yan jî Cima ji 6`ê Cotmehê heta 12`ê mehê didome.
Cejna Êzid an jî rojîgirtin. Ev cejn dikeve hefteya duyemîn a meha Çileyê. Êzîdî sê rojan rojî digirin û roja înê dikin cejin.
Cejna Bêxwîn an jî Xidir Ilyas, dikeve îna duyemîn a meha Sibatê.
Cejna sersala Êzidî yan jî Çarşema Sor. Ev cejn di çarşema yekemîn a sala nû li gorî salnameya rojhilatî de yanî çarşema yekemîn ji meha Nîsanê tê pîrozkirin.
Patzmî yan jî Patîzma Pîr Alî: merasîma vê cejnê roja yekşema yekemîn piştî sersala rojhilatî destpêk dike û heta 7 rojan didome. Her rojek nav û ayînên wê taybet in.
=KTML_Bold=ÇÎNÊN OLÎ=KTML_End=
Mîr, êzidiyan bi rê ve dibe û nûnertiyan wan li tevahiya qadên navneteweyî dike. Mîr ji malbatekê bi navê Mîra tê.
Ola Êzidî li gorî pergaleke diyar dabeşî van çînan dibe:
Şêx: Çîna herî pîroz e û endamên wê ji koka şêxan tên.
Pîr: endamê vê çînê ji koka pîr Alî ne. Pîr Alî dostê Adî bû.
Mirîd: piraniya êzidiyan mirîd in. Her kesê ku ne di çînên Pîr, Şêx û Mîr de ne hemû ji vê çînê ne.
Oldarên êzidî jî di nav xwe de wiha dabeş dibin.
Feqîr: Baş tê gihiştina olê, xwedî qîmeteke mezin di nava êzidiyan de. Divê ji biçûkahiya xwe ve dest nede rih û simbêlê xwe. Tenê cilekî bi navê Parspan li xwe bike. Ev cil pîroz e û ji rîs hatiye çêkirin. Nabe kesek êrişî wan bike yan jî cilên wan biçûk bike.
Qewal: oldarên ku qewilên olî dixwînin û mîrasa olî ji pêşiyên xwe digirin.
Xulmetkar: Karmendên ku li Laleşê kar dikin. Êzidî bawer dikin ku ew xwedî karînên ruhanî yên taybet in.
=KTML_Bold=NÊRÎNÊN ŞAŞ=KTML_End=
Ji ber ku ayînên ola êzidî nehatiye nivîsandin û bi awayekî devkî tê vegotin, lewra tu kes ji bilî êzidîyan wan nizane. Ev jî dihêle ku gelek têgehên şaş girêdayî ola êzidî derkevin.
Ji wan têgehên şaş, êzidî weke çewtbawerî û îbadeta rojê dikin tên naskirin. Hinekî din jî bi taybetî kesên mislimanên radîkal bawer dikin ku navê wan vedigere Yezîd Bin Muawiye duyemîn hakimê Umewî (647-638 piştî zayînê). Hinekî din jî wan bi bajarê Yezd a li Farisê ve girê didin. Lê ev têgeh hemû şaş in.
Ev têgehên şaş bûn sedem ku Êzidî rastî komkujiyan û siyasetên nijadperestî werin.[1]

Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 2,471 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!
HashTag
Kilder
Koblede elementer: 11
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî
Publication date: 02-12-2020 (5 År)
Bok: History
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 16-05-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 16-05-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئەمیر سیراجەدین ) på : 16-05-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 2,471 ganger
QR Code
  Nytt element
  Tilfeldig element! 
   
  
  Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.203 andre!