Helbestvan Ehmed Qerenî di sala 1955-an de, li bajêrê Akrê ji diya xwe bûye,li wê derê xwendiye û paşî bûye mamoste. Em nizanîn kengî dest bi nivîsîna helbestan kiriye, lê wek ez agehdar im, ew piştî sala 1974-an hate qada edebiyatê. Helbestên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirîne. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistana başur. Herwesa di nav rêzên şoreşa kurdî de, me Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ava kiribû. Ew jî di sala 1983-an de hate cem me û bû endamê wê û her ji hîngê were pêşmerge ye…
Gotar û vekolînên edebî jî nivîsîne û heta niha pênc dîwanên helbestan çap kirîne:
Cokek ji Rûbarê Evîna Min, 1978.
Man, 1982
Tulîta, 1986.
Şoreşa Evînê, Maka Evîniya Şoreşan, 1989.
Bêdengiya Xalên Sor, 1990.
Kanî, Folklor, 1984.
Şoreşên bêdeng yên edebî û peresendina îdeolojiya kurdî, vekolîn, 1990.
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet

for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,756 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!