Tilastot
Liittyvät tiedostot 126,163
Kieli
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 317,066
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,606
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,732
 عربي - Arabic 43,981
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,637
 فارسی - Farsi 15,802
 English - English 8,530
 Türkçe - Turkish 3,830
 Deutsch - German 2,032
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 92
 Svenska - Swedish 79
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 22
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 Cebuano - Cebuano 1
 қазақ - Kazakh 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
Ryhmä
 Fins Tilastot ja selvitykset 1
|
Herî zêde bi destê Osmaniyan ferman li êzidiyan hatine rakirin-2
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=Herî zêde bi destê Osmaniyan ferman li êzidiyan hatine rakirin-2=KTML_End=
Di dîrokê de civata kurdên êzidî, ji ber ola êzidiyatiyê, bi destê Ereb Selçûqî, Oxoz, Mongol, Tatar, Osmanî, Tirk, Brîtanîyan û herî dawî jî çeteyên DAIŞ`ê ferman hatin rakirin.
Di serdema ola Îslamê de, bi taybet di dema xîlafeta Omer Bin El-Xetab de (634-644), êrişên li dijî kurdên êzidî dest pê kirin. Li gorî ku êzidî dibêjin, êrişên yekemîn di sala 640’ê de bi destê Qasim Bin Ebas El-Yemenî û Abdullah Omer, pêk hatin.
Bi destpêka serdama Omewiyan re jî, êrişên li dijî êzidiyan berdewam kirin û piştî wan Abasiyan heman êriş pêk anîn. Li gorî çavkaniyên êzidiyan, di navbera 640-979`an Z. de 12 fermanên leşkerî û êriş li dijî wan pêk hatine.
Piştî vê qonaxê, sala 1029`an Oxozên Tirkan li hemberî civata êzidî êrişên kirin, ku piştî lawazbûna dewleta Abasiyan wan dewleta Selçûqî ava kir. Selçûqiyan bi navê îslamê serweriya herêmê kirin û gelek komkujî pêk anîn.
Sala 1075`an piştî ku fermandarê Selçûqî Silêman Bin Qetlemş xwe wekî sultan ragihand, Selçûqiyan împeratoriya Romê “Selçûqiyên Rom” ava kirin. Ji ber ku kurdên êzidî li ser destê wan di gelek keraset û komkujiyan re derbas bûn, peyva “Romî” li cem civaka êzidî wekî îşareta nebaşiyê tê bikaranîn.
Salên 1259, 1368, 1394 û 1400`î Teteran li dijî kurdên êzidî fermanan pêk anîn.
Lêkolînerê êzidî Xidir Domelî wiha dibêje: “Li vî welatî dîrokê rehim li êzidiyan nekir. Li dijî vê olê gelek keraset pîk hatin. Hemû hêzên ku dihatin herêmê, li ser hesabê êzidiyan mezin û bi hêz dibûn.”
=KTML_Bold=‘FETWEYÊN OSMANIYAN QETILKIRINA ÊZIDIYAN HELAL KIR’=KTML_End=
Ji ber fetweyên olî ku qetilkirin û talankirina milkên êzidiyan helal dikir, komkujî li dijî êzidiyan pêk hatin. Ji wan fetweya Ehmed Bin Henbel ya di sedsala 9`an de û fetweyên Ebî El-Leys El-Semerqendî, Ebû Siûd El-Îmadî û Abdullah El-Rebtkî bûn.
Lê fetweya ku herî zêde ji ber wê komkujî û ferman li dijî êzidiyan pêk hatine, fetweyên Ebû Siûd El-Îmadî bû ku bi navê “Zanyarê Rom, Muftiyê texta Osmanî” dihat binavkirin, ku li gundekî Qostantîniyê ji dayik bû û di serdema Silêman El-Qanûnî û Silîm El-Sanî de li dewleta Osmanî fetwe didan.
Êzidî dibêjin ku El-Îmadî di fetweyên xwe de qetilkirina êzidiyan û tecawizkirina jin û zarokên wan helal kiriye û ew bi “ji gawirên esîl gawirtir in” bi nav dikir. Ev yek bi behaneya ku ji Îmam Elî Bin Ebî Talib û zarokên wî El-Hesen û El-Huseyîn hez nakin, pêk dihat.
=KTML_Bold=‘OSMANIYAN 101 KOMKUJÎ û FERMAN LI DIJÎ ÊZIDIYAN PÊK ANÎN’=KTML_End=
Li gorî lêkolîner Dawûd Mûrad Xetarî, ji dema fetweyên Ebû Siûd El-Îmadî yên sala 1560`î û heta beriya hilweşîna dewleta Osmanî bi 5 salan anku sala 1918`an, Osmaniyan 101 ferman li dijî êzidiyan pêk anîn ku hinek ji wan komkujiyan artêşa Osmanî bi xwe pêk anî, hinek jî bi rêya derxistina fermanan pêk hatin.
Xetarî dibêje piştî ku li gelek belge û lêvegerên girêdayî fermanên li dijî êzidiyan pêk hatine geriya, karîbû gelek belgeyên “Osmanî, Rûsî, Fransî, Farisî, Îngilîzî, Erebî, Suryanî û Kurdî” bi dest bixe.
Xetarî wiha didomîne: “Li gorî belgeyên heta dawiya şerê cîhanê yê yekemîn min bi dest xistine, 161 ferman li dijî gelê êzidî pêk hatine, her wiha 37 caran koçberkirina bi darê zorê û kuştina mîr û êlan pêk hatiye û ji bo teşwîqkirina qetilkirina êzidiyan 15 fetweyên fermî hatine dayîn.”
Ji hemleyên ku waliyên Osmanî yên Bexdayê bi rê ve birine; hemleya Hesen Paşa (1715 Z), hemleya Ehmed Paşa (1733) û hemleya Silêman Paşa (1752) hene.
Her wiha hemleya Nadir Şah Farisî ya di navbera salên 1732 û 1743`an de. Piştre hemleyên mîrên Mûsilê yên Celîliyên, hemleya li ser îmareta Şêxan, hemleyên li dijî êzidiyên li çiyayê Şengalê û heta bigihêje hemleyên paşeyên Osmanî.
Ji hemleyên paşeyên Osmaniyan; hemleya Elî Paşa (1802), hemleya Silêman Paşa El-Sexîr (1809), hemleya Ênice Beyreqdar (1835), hemleya Reşîd Paşa (1836), hemleya Hafiz Paşa (1837), hemleya Mihemed Şerîf Paşa di navbera salên 1884 û 1845`an de, hemleya Mihemed Paşa Girîdlîoglu di navbera salên 1845 û 1846`an de, hemleya Teyar Paşa di navbera salên 1846 û 1847`an de, hemleya Eyûb Beg (1891), hemleya Ferîq Omer Wehbî Paşa (1892) û hemleya Bekir Paşa (1894).
Di sedsala 20`an de, civaka êzidî li ser destê Itîhad û Tereqî û hemwextî komkujiyên li dijî Ermen, Suryan û Aşûriyan (1915) rastî koçberkirin û komkujiyan hat. Hemleya Osmaniyan a herî dawî li dijî gelê êzidî pêk anîne sala 1918`an bi destê Îbrahîm Paşa bû.
Êzidî gotina “ferman” wekî têgeha hemleyên qirkirina komî yên li dijî wan pêk hatine, bi kar tînin. Ferman gotineke Osmanî ye û tê wateya “biryarê” û îşaretê bi biryarên ku sultanên Osmanî ji bo qirkina êzidiyan dane, dike.
$‘ÊZIDÎ Û KOMKUJIYÊN BRÎTANYA Û IRAQÊ’$
Di sedsala 20`an de jî kurdên êzidî dîsa rastî êrişan hat. Li gorî lêkolîner Mûrad Xetarî, ji nav belgeyên ku wî bi dest xistine, belgeyek heye piştrast dike ku di sala 1925`an de hêzên Brîtanya yên li Iraqê li dijî êzidiyan operasyon pêk anîne.
Ji ber ku belgeyên nivîskî yên êzidiyan tune ne, hejmara wendahiyên gelê êzidî di vê operasyonê de bi temamî nayê zanîn.
Di sala 1935`an de, lîwa Hisên Fewzî Paşa operasyonek li dijî Şengalê pêk anî. Gelê Şengalê, herêmên bakurê Iraqê û herêmên nîvê Firatê li dijî biryara xizmeta leşkertiyê li Iraqê serî hildan, lê belê raperînên wan bi awayekî hov hatin bidawîkirin.
Wê demê Hisên Fewzî gelek peywirên leşkerî bi dest xistin û piştre bû rêveberê herêma Mûsilê û fermana êrişa li dijî Şengalê da.
Li gorî çavkaniyên Iraqê, fermandarê artêşê Bekir Sidqî zêdetirî 200 êzidî qetil kir û li seranserê herêmê qanûneke leşkerî ferz kir.
Piştî îmzekirina peymana “Cezair” di navbera Iraq û Îranê di 6`ê Adara 1975`an de ku li gorî wê şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî piştgiriya Mela Mistefa Barzanî li Iraqê rawestand, hêzên Iraqê li dijî kurdên li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê hemleyên qirkirinê dest pê kir. Para êzidiyan jî ji wan hemleyan hebû, ku zêdetirî 150 gundên Şengalê hatin rûxandin û şêniyên wê bi darê zorê hatin koçberkirin.
=KTML_Bold=ÊZIDÎ Û SEDSALA 21`AN=KTML_End=
Ji 2003`an ve dema ku Amerîkayê dest li Iraqê werda, li herêmên cuda yên Iraqê û bi taybetî li herêmên Şîa û êzidiyan teqîn pêk hatin. Tevî ku Amerîka û hêzên ewlekariyê yên Iraqê gelek hemle li dijî baregeha El-Cîhda a Iraqê û piştre li dewleta Îslamî pêk anîn jî, lê belê nijkarîn rewşa ewlehiyê kontrol bikin. Ji dema destwerdana Amerîkî li Iraqê ve, li Iraqê bi awayekî domdar teqîn û bûyerên kuştinê pêk hatin ku para êzidiyan jî tê de hebû.
Di 14`ê Tebaxa 2007`an de, navçeya Til Izêr a qezaya Şengalê bi sehrîcên sotemeniyê û 3 kamyonên bi madeyên teqemeniyê û bombeyan bar kirî, êrişên li ser hev pêk hatin û di encamê de malên navçeyê hatin rûxandin.
Li gorî Heyva Sor a Iraqî, ji ber êrişan 796 kes hatin kuştin û hezar û 562 kes birîndar bûn. Wê demê ev êriş wekî êrişa herî hov li Iraqê ku piştî hatin hêzên Amerîkayê pêk hatiye û ji aliyê hejamra kuştiyan ve piştî êrişên 11`ê Îlonê wekî duyemîn mezintirîn êrişên li cîhanê pêk hatine, hate pejrandin.
Beriya van êrişan, li herêmên Sunî yên Iraqê û bi taybetî li Mûsilê û Başûrê Kurdistanê belavok hatibûn belavkirin ku tê de êzidî wekî “gawir” hatibûn binavkirin û li ser esasê “dijberên îslamê ne” banga kuştina wan haitbû kirin.
=KTML_Bold=‘DAIŞ Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ’=KTML_End=
Çeteyên DAIŞ`ê bi hovîtî û serjêkirinê dihatin naskirin. Di destpêka her êrişekê de bombe bi kar tanîn. DAIŞ`ê di demeke nêz de karîbûn tirsê belav bike, ji lewra hêzên herêmî û cîhanê DAIŞ ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê û Iraqê bi kar anî.
Rojnameya “Ozgur Gundem” a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weşanê dike, ji çavkaniyên xwe yên taybet agahiyên girêdayî lidarxistina civînekê li paytexta Urdun Emanê di 1`ê Hezîrana 2014`an de bi dest xist, ku di civînê de nûnerên Amerîka, Israîl, Erebistana Siûdî, Tirkiyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amade bûn û plana êrişên birêxistinkirî yên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê piştî wê demê, kirin. Armanca wan ew e ku li gorî berjewendiyên xwe derfeta destwerdana li Sûriyê û Iraqê peyda bikin.
Piştî 7 salan ji teqînên li Til Izêr, çeteyên DAIŞ`ê di 3`ê Tebaxa 2014`an de êrişî qezaya Şengalê kirin. Beriya vê êrişê di navbera raydarên Başûrê Kurdistanê û hikumeta Tirkiyê de civînek pêk hatibû û li gorî wê hêzên Pêşmerge yên girêdayî PDK`ê ji Şengalê vekişîn û sivîlên herêmê bi hovîtiya DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin.
Li gorî daneyan, çeteyên DAIŞ`ê zêdetirî 3 hezar êzidî kuştin, zêdetirî 5 hezar êzidî revandin û li dijî hezar û 500 jin tundî hate meşandin, zêdetirî hezar jin û jinên ciwan li sûkên Sûriyê û Iraqê hatin firotin û zêdetirî 350 hezar êzidî ji warê xwe bûn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiyên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan bi “sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê” pejirand.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 3,585 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 16-05-2023 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( ئەمیر سیراجەدین ) 16-05-2023 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئەڤین تەیفوور ) on: 12-12-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 3,585 kertaa
QR Code
|
‘Qirkirina Ermen û Suryanan bi destê Osmaniyan bû û Ewrupa jî şirîk e’
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=‘Qirkirina Ermen û Suryanan bi destê #Osmaniyan# bû û Ewrupa jî şirîk e’=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊXNÛR
Di 105’emîn salvegera qirkirinên ku dewleta Osmanî li ser gelên Ermen, Suryan, Asûr û Keldan pêk anî de, dewleta Tirk a neviyê Osmaniyan jî bi alîkariya Ewrupayê qirkirinên nû li ser gelên din pêk tîne. Ewrupa rê dide dewleta Tirk a dagirker ku mêhvanperweriyê ji DAIŞ’ê re bike, ji bo gelên din qir bike.
24`ê Nîsanê, salvegera komkujiyên dewleta Osmanî yên li ser gelên Ermen, Suryan, Keldan û Asûr e. Di 24’ê Nîsana 1915`an de dewleta Osmanî ya bapîrê dewleta Tirk a dagirker, derdora 250 kesên xwedî bandor ên ji civaka Ermen (serok, rewşenbîr, nivîskar û oldar) li Stembolê darve kirin. Ev bû destpêka komkujiyên mezintir ku heta li dijî Suryan û Asûr jî pêk hatin.
Piştî ku Osmaniyan Qustantiniye bi dest xistin, ji 29`ê Gulana 1453`an ve dest bi êrişên li ser Ewrupa kirin. Heta ku di lala 1529’an de gihaştin sûrên Viyanayê (paytexta Awisturya). Lê nikarîn dagir bikin. Piştî wê pêvajoya paşketina Osmanî li ser gelek eniyan destpê kir.
Rûsyayê jî ji bo gelek sedeman hewl da bibe hêzek mezin û bigihêhe deryayan. Bi taybet deryayên germ û pirsgirêka rawestbûna keştîgehên xwe li ser deryaya Baltîq derbas bike. Ji ber ku ava deryayê ji ber sermayê gelek mehan qeşa digirt. Destpêkê diviyabû bigihêje beravên deryaya Reş. Ji ber wê di dirêjahiya du sedsalan de 15 şer li dijî Osmaniyan bi rêve birin. Da ku armanca xwe ya stratejîk pêk bîne. Ev şer di 1676`an de destpê kirine û heya sala 1918’an, yanî di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de. Yanî heya hilweşîna herdu imperatoriyan.
Lê piştî ku Osmaniyan di sedsala 16’an de Ermenîstan dagir kirin û kirine beşek ji imperatoriya osmanî, Ermen di navbera Osmaniyan û imperatoriya Rûsyayê de belav bûn. Lewra Osmaniyan dest bi pêkanîna komkujiyan li dijî Ermenan kirin, bi hinceta ku li dijî Osmaniyan hevkariya Rûsyayê dikin.
Piştî ku Ermenan banga pêkanîna guhertinên siyasî, destûrî, lidarxistina hilbijratinan û betalkirina cudahiya li dijî xiristiyanan kirin, komkujiyên destpêkê di navbera salên 1894-1896`an de destpê kirin. Ev komkujî bi navê komkujiyên Hemîdiye li gorî navê Sultanê Osmanî Ebdulhemîd ê Duyemîn hate binavkirin. Ebdulhemîdê Duyemîn fermana komkujiyên li dijî Ermenan da û di encamê de zêdetirî 2 hezar û 500 jinên ermenî di dêrên Rihayê (Urfa) de hatin şewitandin.
Mubeşirê loserî Yuhana Lîbsiyos ew komkujî belge kirin. Di wê demê de li Tirkiyê bû. Hejmara qurbaniyan li gorî çavkaniyên almanî û çavkaniyên din in. Yuhana dibêje, 88 hezar û 243 Ermenî hatin kuştin, 546 hezar Ermenî birîndar bûn. Yuhana destnîşan dike ku 2 hezar û 493 gund hatin talankirin. 456 gund ola islamê li wan hate ferzkirin. 649 dêr hatin hilweşandin. 328 dêrên din veguhertin mizgeftan.
Girêdayî mijarê generalê karbes ê artêşa Lubnanê Narîk Ibrahamiyan ji ANHA’yê re got: Tirkiye bi navê Asya herî biçûk tê naskirin. Erdnîgariya wê xwedî stratejiyek girîng e. Yê ku vê herêmê kontrol dike, dê karibe rêyên axî û deryayî di navbera rojhilat, rojava û di navber bakur û başûr de kontrol bike.
Ibrahamiyan got: “Ewrupa û imperatoriya Rûsya hewl dan hegemoniya xwe li vê herêmê fireh bikin. Ji bo ku armancên xwe di kontrolkirina Asyaya herî biçûk de pêk bînin. Ewrupa bi kontrolkirina wê hewl dida rê li pêşiya imperatoriya Rûsyayê bigire, ji bo ku bigihêje deryayên germ Deryaya Spî. Lê bi şêniyên Asyaya herî biçûk ne bawer bûn. Piraniya wan ji Yawnanistan, Ermen, Asûr, Kurd û gelek nejadên din bûn. Ew şêniyên resen ên vê herêmê ne. Beriya ku qebîleyên toranî di destpêka hezarsala destpêkê de derbasî herêmê bin û imperatoriya Osmanî di dawiya sedsala 14`an de ava bikin. Dema piştî hilweşîna Qustantiniye, şerê Osmanî û Rûsan, heta şerê cîhanê yê yekemîn, demek xwîndar bû.”
Ibrahamiyan diyar kir ku Ewrupa û Tirkiye berpirsên komkujiyên li ser Ermen, Suryan, Asûr, Yawnanistan û Kurd in. Osmaniyan milyon û 500 hezar ermenî kuşt û bi milyonan xiristiyan serjê kirin.
=KTML_Bold=ERMEN BÛN QURBANA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN=KTML_End=
Piştî ku Komeleya Yekitî û Biserxistin hikum Tirkiye dest ser kir û sultan Ebdulhemîdê Duyemîn di sala 1908`an de ezl kirin, Osmaniyan dest bi êrişên li ser Ermenan kirin û di du rojan de 2 hezar Ermenî li Edeneyê kuştin. Her wiha desteserkirina milkên wan rewa kirin. Xelat ji kesên ku di malên Ermenan de bicih dibin belav kirin. Bi vê yekê prosesên koçberkirina Ermen û xiristiyan destpê kirin. Osmanî li herêmên Ermen hatin bicihkirin. Ji bo guhertina demografîk 400 hezar Osmanî hatin veguhestin.
Beriya destpêkirina şerê cîhanê yê yekemîn Tirkiyê bi rêya lihevkirinek veşartî bi Almanya re di 2`yê Tebaxa 1914`an de, hewl da sînorên rojhilata imperatoriya Osmanî biguhere da ku korîdorekî ji bo derbasbûna netewên musliman ji Rûsyayê re peyda bike. Lewra Osmaniyan hewl dan Ermenên li ser sînorên bi Rûsyayê re qir bike.
Piştî mohrkirina lihevkirinê, Komeleya Yekitî û Biserxistinê Ermen birin şer. Bi destpêkirina şerê cîhanê yê yekemîn re tam di Nîsana 1915`an de leşkerên Osmanî (Tirk) 5 hezar gundên Ermanan talan kirin û 27 hezar Ermenî û gelek Asûr, Suryan û Keldan qetil kirin.
Piştî ku Tirkan di cenga Sayqamîş li eniya rojhilat di Çileya 1915`an de li dijî Rûs wenda dikin. Enwer Paşa Ermen bi xiyaneta dewletê tewan bar kir. Ferman da ku ji herêma rojhat mişxet bibin. 100 hezar leşkerên Ermen hatin serjêkirin û bi saxî hatin gorkirin. Her wiha çek ji sivîlên Ermen hatin stendin. Di sala 1908`an de Ermen dikarîn çek bi xwe re rakin.
Wezîrê derve yê Osmaniyan Talet Paşa di hevdîtineka bi balyozê Amerîkayê Henry Morgenthau re li xwe mikur hat û got: Em ji gelê Ermen xilas bûn. Êdî li Bedlîs, Wan û Erzûrumê tune ne. Divê Ermen werin tunekirin. Ger em wisa nekin dê tola xwe ji me hilînin.
Piştî wan komkujiyan Ermen, Suryan, Asûr û Keldanên mane hatin komkirin û piyayî ji tevahiya herêmên dewleta Osmanî hatin koçberkirin. Bi armanca ku wan an bi birçîbûnê yan jî tîbûnê yan jî ji kiryarên çeteyên liser rêyan tune bibin û berbelav bibin.
Lêkolîner texmîn dikin ku hejmara qurbaniyên Ermen di navbera milyonek û milyonek û 500 hezar kesî de be. Lewra wan komkujiyan bi gelek navan bi nav dikin, Qirkirina Ermenan, Komkujiya Ermen û Sûca herî mezin. Ji ber ku Osmaniyan bi zanabûn di şerê cîhanê yê yekemîn de û piştî wê pêkhateya Ermen qetil kir.
Di vî warî de rojnamevan û dîplomatê Ermenî û pisporê karûbarên kêmnetewên ku rastî çewisandina Tirkiyê hatine, Hamo Moskoviyan got: Dewleta Tirk li ser çemên xwîn, komkujî û qirkirinên komî şîn bûye. Komkujiya yekemîn di navbera 1914 heya 1918 de bû. Dewleta Tirk ji bo ku dîroka xwe ya tarî veşêre ew pêkhate bi komî dan koçberkirin, talan kirin û heta niha derewan dike.
Moskoviyan wiha domand: Dewleta Tirk ji dema avabûna Komara Tirkiyê ve, ji Mustefa Kemal Ataturk bigre heya Kenan Evren û heya bigihêje Recep Tayyîp Erdogan rêgeza xwe ya sûcdar û xwîndar `Osmaniya nû` mîna rêgeza Osmanî didomîne.
Moskoviyan got: Di salvegera 105`an a komkujiyên Ermen de beriya dem derbas bibe, divê tevahiya hêz li dijî wan şeytanan xwe bikin yek.
=KTML_Bold=KOMKUJIYÊN SEFO=KTML_End=
Tirkan ne tenê komkujî li ser Ermen pêk anîn, heman demê de li ser Suryanan, Asûran û Keldanan komkujî pêk anîn. 24`ê Nîsanê li cem pêkhateyên Suryan û Asûr bi navê komkujiyên Sefo, komkujiyên Asûr û komkujiyên Suryan tê naskirin.
Heta niha tu serjimariyek rast ji hejmara giştî ya komkujiyan re tune ye. Lê lêkolîner hejmara Suryan û Asûrên ku li ser destê imperatoriya Osmanî hatine kuştin bi 250 heya 500 hezar kesan texmîn dikin.
=KTML_Bold=BANGA PÊKANÎNA EDALETÊ Û CEZAKIRINA TIRKIYÊ=KTML_End=
Gelek rêxistinên navneteweyî bi awayekî fermî bi qirkirina Ermen îtîraf kirin, mîna NY, Parlamantoya Ewrupa, Konseya Ewrupa, Konseya Dêran a Cîhanê, rêxsitina mafên mirovan, Komeleya Mafên mirovan ên Tirkiyê, Mîr Kosur, Komeleya Ciwanên Xiristiyan û 20 dewletan.
Ruxmî tevahiya îsbatan ku Tirkan bi zanabûn Ermen qetil kirine, lê desthilatdarên Tirkiyê bi komkujiyên Ermen îtîraf nakin. Madeya 305 a qanûna cezayên Tirkiyê her kesê pê îtîraf dike, sûcdar dibîne.
Komkujiya Ermenan a di serdema bîstan de yekemîn qirkirina komî ye. Beriya qirkirina Almanan a li ser Yahûdiyan. Almanan di şerê cîhanê yê duyemîn de Yahudî bi navê Holokost qetilkirin. Peyva qirkirina komî, ji bo wesifandina mîna van bûyeran hate sazkirin. Her wiha weqfa navneteweyî ya zanyarên qirkirina komî hemleya Osmanî li dijî kêmnetewên xiristiyan li dewleta Osman di navbera 1914 û 1923`yan de bi `Qirkirinek komî` binav kirin.
Dr.Taron Hakobiyan mamsoteyê zanîngehên Yêrîvan û Xankendî û pisporê aborî û dozên dîrokê ji ajansa Hawarê re got: Wek şêniyek ji vê netewa ku rastî qirkirina komî hatiye, armanca me ya sereke û têkoşîna me dê li dijî qirkirina komî ya ku dewleta Tirk pêk aniye û hîna pêk tîne be.
Hakobiyan wiha domand: Divê em hew tim bang li dewletên cîhanê bikin ku ji Tirkiyê bixwazin tevahiya zirarên herêmî, mirovî, madî û derûnî ji ber sûcên hovane ku pêk anîne dabîn bike. Da ku maf li dewletên li dijî azadiyê carek din neyên paşguhkirin. Divê sûcdar bêne cezakirin da ku em karibin di nav aştiyê de bijîn.
Ji aliyê xwe ve Harût Sasoniyan serokê edîtoriya rojnameya California Courier û serokê sandîqeya hevgirtî ya Ermenî (îtîlafek ji mezintirîn 7 rêxistinên Ermenî –Amerîkî pêk tê) got: “Em banga edaletê û dabînkirina kuştiyan, vegerandina milkên ermeniyan û axên ku di Erminyaya Rojava ya dagirkirî de hatine destserkirin, dikin.”
=KTML_Bold=SENARYO DUBARE DIBE=KTML_End=
Komkujiyên Osmaniyan ên li ser Ermen, Suryan, Asûr û Keldan sînordar neman lê belê gihiştin Kurd û Ereban jî li tevahiya herêmên dewleta Osmanî, heta piştî avabûna Komara Tirkiyê. Îro Recep Tayyîp Erdogan wan komkujiyan birêve dibe.
Têkildarî vê mijarê generalê karbes ê artêşa Lubnanê Narîk Ibrahamiyan got: Îro heman sînaryo dubare dibe. Hêzên rojavayî rê didin Tirkiyê da ku mêvanperweriya DAIŞ`ê ji tevahiya cîhanê bike. Ji wan re bihuştek ewle peyda kir. Da ku hovantirîn sûcan li herêmê bikin. Ji bo ku dewletên mîna Sûriya, Iraq û Lîbyayê wêran bikin. Niha dewleta Tirk a radîkal û tundrew li rex DAIŞ li gel bêdengiya navneteweyî komkujiyan pêk tînin.
Ibrahamiyan destnîşan kir ku sûcên Erdogan li Sûriyê û dewletên din ên Ereb asta sûcên qebîleyên toranî derbas kirine. Reftariyên Erdogan taybetmendiyek ji taybetmendiyên tirkên şofanîst in.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 971 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 27-03-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 28-03-2025 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 28-03-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 971 kertaa
QR Code
|
Çanda tecawizê û kevneşopa Osmaniyan
Ryhmä: Artikkelit
Çanda tecawizê û kevneşopa Osmaniyan
XELÎL CEMAL
Di demên dawîn de hem li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kirine, hem jî di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li dijî zarok û jinên ciwan ên Kurd bi awayekî sîstematik êrişên cinsî pêk tên. Yên ku van êrişan pêk tînin jî hinek zilamên di şeklê çeteyan de ne, hinek jî xebatkarên fermî yên dewletê ne.
Yanî bi awayekî bingehîn ev êriş ji aliyê zilamên dewletê ve pêk tên. Ev kesên ku hêz û piştgiriyê ji dewletê digirin bi xwe jî ji aliyê sîstemê ve hatine xistin û ev kes di êrişên li ser jinan de sînor jê re tune ne. Bi vî awayî dewlet ji xwe re zemîneke civakî ya ji zilamên tecawizkar çêdike û hem jî hewl dide rûyê xwe yê rast veşêre.
Li hemberî van êrişan jî, beşeke mezin a civakê ku hem jin hem jî ji zilaman pêk tê, her çend bi qasî ku tê xwestin kêmtir jî be bertekê nîşan didin. Her çendî ev bertek ji bo ji holê rakirina êrişan û anîna sîstemeke demokratîk kêm be jî, êrişên dewleta faşîst û mêtinger û kesên wê xwedî kirine, hinekî fren dikin.
Di mijara çima û sedemên zêdebûna êrişên li ser jinan û hatina pêla qirkirina jinan, ji derveyî berxwedanê nirxandinên din jî ketine rojevê. Wê demê divê em li pirsa ‘çima niha û çima hîn zêdetir qirkirina jinan ketiye rojevê?’ bigerin.
Tecawiz tê wateya zirar dayîna tiştek ne aîdî xwe û êrişa ku bi armanca bidestxistinê tê kirin. Yanî tecawiz ne tenê ji bo êrişa li dijî jinan tê bikaranîn. Bi giştî wek pirsgirêkeke pergalê derdikeve pêşberî me. Yanî mirov dikare êrişên li ser welat, gel, milk, nirx, xweza û çavkaniyên çandî jî di çarçoveya tecawizê de bibîne. Di rastiya xwe de ev êrişên li ser jinan tên kirin, her çendî di şêweyê cinsî de tê nirxandin jî, ew jî dibe parçeyek ji van êrişên giştî. Yanî eger li welatekî, erdnîgariyek an jî civakekê jinek rastî êrişan were, ew êriş tenê di wateya cinsî de nirxandin û wekî tenê girêdayî wê jinê ye dîtin, ji derveyî şaşiyê manîpulasyonek e.
Ji ber wê jî pergala desthilatdariya zilaman a parêzvanê êrişkariyê , jinan wek hêmaneke teşwîqkar dibîne û wek objeyeke cinsî ji êrişan re vekirî derdixe bazarê. Heman pergal kurdbûnê, elewîbûnê, ermenbûnê û hwd, wekî hêmaneke teşwîqkar dihesibîne, li ser wan deriyê qirkirin, komkujî û tecawizê vedike. Erdnîgariyê ku petrol, kanên gazê ên dewlemend û zenginiyên din lê tên dîtin jî, wekî hêmana teşwîqkar tê dîtin û tên veguherandin qada dagirkeriyê. Berhemên hunerî jî bi heman şêweyî tên dîtin. Bi kurtasî tecawizkirina jinan an jî tecawiza li ser mijarên ku hatine diyarkirin, li ku û çawa hatibin kirin bila hatibin kirin, ji berjewendiyên ekonomîk û polîtîk cuda nayên nirxandin. Çi qas di şeklê cinsî de bê pênasekirin bila bê pênasekirin, tecawizên li ser jinan divê wek polîtîk bê nirxandin û li gorî wê têkoşîn were pêşxistin. Yanî tecawiz hemû civakê û beşên civakî eleqedar dike. Tecawiz êrişek e û divê ne tenê jin, hemû beşên civakî li dijî wê derkevin.
Li ser vê bingehê em dikarin polîtîkayên dewleta faşîst û dagirker a TC’ê yên êrişên li ser jinan û qirkirina jinan, di aliyê dîrokî de lê hûr bibin. Îro desthilata faşîst a AKP/MHP’ê xwe wek Osmaniya Nû dide nîşandan. Wê demê em dikarin li kiryar û tecawizên dewleta Osmanî ya faşîst ku li ser gelên herêmê daye meşandin binêrin û vê desthilata faşîst binasin.
Osmanî, ne tenê ji bo Kurdan, di serî de ji bo Ereban û hemû gelên herêmê û heya beşeke girîng a Ewropayê jî sistemeke tecawizê bû. Wek hêzên dagirker ên din, di polîtîkaya wê de ne tenê dewlemendiyên gelan, di heman demê de jin jî talankirin bê sînor bû. Ji van cudatir jî qesra Osmaniyan jî wek Koşka Spî ya îro, bi rêbazên bi tecawizê şikandina vînê, teslîmgirtin bingehê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê danî. Li aliyekî din jî devşirmeyên wekî yên li koşka Enqereyê, kir hêzek fermî û ajote ser gelan.
Îro jî çeteyên ku ji çar aliyên cîhanê wek êrişkaran tên rêkirin, wek artêşa Yenîçeriyan ji zilamên ku vîna wan hatine şikandin û tecawizkirin, pêk tên. Yanî ev çeteyên tecawizkar ku ne bi sîrûda Mehter, bi tank, top û balafiran êrişî gelan dikin, rewşa nûjenkirî ya Yenîçeriayn e. Eger em vê girêdana dîrokî qut bikin, em ê polîtîkayên sultanê Osmaniyan ê nû fêm nekin. Êrişên qirêjî yên tecawizkar ên bihûrî hîn jî di bîra gelên herêmê de ye. Dibe, dema ku niha tecawiz dikin dixwazin tenê wek êrişên cinsî yên li dijî jinan bidin pêş. Lê di dîroka Osmaniyan de, îro jî rêxistinên bermahiyên DAIŞ’ê û dema em hişmendiya AKP’ê jî bixin nav, bi awayekî berfireh zilam jî para xwe ji van êrişên cinsî digirin.
Qesra Osmaniyan li ser hetîwbazî û îstîsmarkirina zarokan ava bûbû û zarokên kurîn ên desthilatdarên herêmên dagirkirî jî di qesra Osmaniyan de tecawiz lê dikirin. Bi vî awayî tecawiz ji bo ku wan bi xwe ve girê bidin, wek alavekê dihate bikaranîn û her wekî di mînaka Yenîçeriyan de jî xuya dike, tecawiz bûye alaveke êrîşa sîstematik. Artêşa Yenîçeriyan bi vî awayî ji zarokên gelên mêtingehan pêk dihat ku hem ji aliyê fikrî ve hem jî ji aliye fizîkî ve tecawiz lê dihate kirin.
Îro jî di baregehên leşkerî, girtîgeh û îşkencexaneyan de rayedarên fermî yên dewletê tecawizê wek alaveke îşkeceyê bi kar tînin û ev yek ji wan re bûye kevneşopek.
Îro bi fermana wezîrê karên hundirîn ê dewleta faşîst a Tirk SuleymanSoylu neo-yenîçerî tev digerin û li hemberî jinên ku li Kurdistanê bûne sembola civakîbûnê û pêşengên şoreşê, êrişeke sîstematîk dane destpêkirin. Ev êriş bi tenê li hemberî jinan jî nîn e, hem li hemberî nirxên şoreşgeriyê hem jî li hemberî kevneşopa dîrokî pêk tên û hewl didin pê civakê bê bîr bihêlin. Êrişên li dijî goristanan, êrişên tund ên li dijî nirxên çandî yên dîrokî parçeyên heman polîtîkayê ne. Lewma jî li Efrînê ne tenê jin, her wiha nirxên çandî û xwezayî ji heman êrişan para xwe digirin. Ji bo vê yekê jî li Bakur jî ne tenê jin, xweza û nirxên dîrokî jî rastî êrişan tên û di bin avê de dihêlin. Îro dewleta Tirk a faşîst di şexsê jinan de bi navê tecawizê qirkirinê li gelên Kurdistanê û yên herêmê ferz dike. Ji ber vê yekê jî qirkirin û komkujiyên li dijî jinan tên kirin, êrişên li dijî gelên herêmê û Kurdan, êrişên şikandina îradeyê, teslîmgirtin û bi xwe ve girêdanê ne ku dixwazin bi vê yekê nokeriyê bi pêş bixin.
Wateya dijberiya tecawizê, sekinîna li hember dagirkerî û komkujiyê ye. Îro li Kurdistanê jî, ji ber ku jin ziman û bîra civakê ne, êriş lê tê kirin. Destpêkirina berxwedaneke berfireh li hemberî van êrişan, pîvaneke sereke ya welatparêziyê ye. Heçî kesê ji xwe re dibêje ez demokrat im, şoreşger im, welatparêz im û dixwazim wekî mirovan bijîm, divê li hemberî vê komkujî û qirkirinê dengê xwe bilind bike.
Mêrên ku jinan wek “namusa min” pênase dikin lê belê li hemberî vê rewşê jî bê deng dimînin, mijareke girîng e ku divê mirov lê hûr bibe. Dibêjin dêrsimiyan ji bo ku tola jineke ku leşkerên Tirk tecwiz lê kir, hildin, serî hilda. Û vê yekê rastiya xwe jî heye. Ev helwest nîşan dide ku mêrên dêrsimî yên wê serdemê çawa bi dîrok û civaka xwe ve girêdayî ne. Lê îro tecawizî bi hezaran jinan dikin lê dîsa jî ew sedaqet dernakeve holê û ev yek jî nîşan dide ku sekna mêran a li hemberî jinan jî çi qas xapînok e.
Wê demê li hemberî qirkirina jinan û tecawizan divê civak bi yekdengî tê bikoşe û vê yekê ji xwe re bike peywireke sereke. Peywira Çapemeniya Azad jî ne ew e ku tecawiz û komkujiyan bi tenê di quncik, rûpel an jî bernameyên xwe de ragihîne; divê têkoşîna li hemberî vê yekê wek parçeyekî şerê azadî û demokrasiyê bibîne. Heke li welatekî tecawiz li jinekê tê kirin, tevahiya civakê bi metirsiya tecawizê re rû bi rû ye û divê civak bi vê ferasetê tev bigere.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 1,737 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 09-06-2023 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 10-06-2023 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئاراس حسۆ ) on: 31-12-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 1,737 kertaa
QR Code
|
Di Dewra Osmaniyan De Weşangeriya Kitêbên Kurdî (1844-1923)
Ryhmä: Kirjasto
Mesut ARSLAN
11711005
Şêwirmendê Tezê
Prof. Dr. Kadri YILDIRIM
Mêrdîn 2014 Lue kirja: Di Dewra Osmaniyan De Weşangeriya Kitêbên Kurdî (1844-1923)
Download: 4,537 kertaa Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 7,280 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( هاوڕێ باخەوان ) on 18-11-2016 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( هاوڕێ باخەوان ) on: 18-11-2016 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 7,280 kertaa
QR Code Attached files - Version | Tyyppi |
Version |
| | | |
Toimittajatunnuksesi |
| Pdf-tiedosto |
1.0.1 | 2 MB |
191 | |
18-11-2016 | هاوڕێ باخەوانهـ.ب. |
|
Di salvegera Cejna Şehîdan de… Dewleta Tirk komkujiyên Osmaniyan li Sûriyê didomîne
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=Di salvegera Cejna Şehîdan de… Dewleta Tirk komkujiyên #Osmaniyan# li Sûriyê didomîne=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MUSTAFA
Dîroka dewleta Osmanî bi komkujiyên li dijî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Yewnan dagirtî ye. Tirkiye jî îro li Sûriyê li ser şopa bav û kalên xwe dimeşe û komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne, lewra divê gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabe serhildanê.
6`ê Gulanê li Sûriyê û Lubnanê wek ‘Cejna Şehîdan’ tê pejrandin. Ev cejn piştî bidarvekirina rewşebîr, welatparêz û şoreşgerên Sûriyê, Lubnanê û Filistînê ji aliyê dewleta Osmanî ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de anku sala 1916`an, pêk hat.
Osmaniyan di navbera 21`ê Tebaxa 1915`an û heta destpêka 1916`an gelek komkujî pêk anîn. Roja 6`ê Gulanê jî wek Cejna Şehîdan hat pejrandin, ji ber ku hejmara herî mezin a welatparêz û şoreşgeran li Beyrût û Şamê, di wê rojê de hatin bidarvekirin.
Rêzedarvekirin di serdema Ehmed Cemal Paşa de pêk hatin ku yek ji serokên Komeleya Îtîhad û Teraqqî bû û di sala 1915`an de li ser Sûriyê û Lubnanê hate erkdarkirin.
Çalakvanê opozîsyona Sûriyê Fatih Camûs li ser mijarê wiha dibêje: Roja 6`ê Gulanê ku salvegera bidarvekirina kesayetên şoreşger li herêma Sûriya mezin ji aliyê dewleta Osmanî ve, bûyereke mezin bû û nîşaneyên mayînde derxistin holê. Ew yek zordariya dewleta Osmaniyan li dijî tevgerên rizgariyê û gelên di bin dagirkeriyê de, rewa dike. Her wiha îşaretê bi berdewama zordariyê, komkujiyan, dagirkeriyê û pêkanîna çavnebariyê jeopolîtîk dike, nexasim li qada Sûriyê. Wekî ku îro wekî duh be û jê xirabtir be jî.
=KTML_Bold=LI DIJÎ STEMKARIYA CEMAL PAŞA ŞOREŞA REWŞENBÎRAN=KTML_End=
Piştî ku Cemal Paşa yê xwînmij li Sûriyê hat ser hikumê, teror û zordarî ji xwe re kir bingeh. Serweriya xwe bi rêya kuştin û koçberkirinê ferz kir û bac, leşkeriya bi zorê û zimanê tirkî ferz kir. Piştî ku li Misirê têk çû û nikarîbû ji bin serweriya hêzên Brîtanyayê derxista, kiryarên xwînmij Cemal Paşa zêde bûn.
Ji biryarên ku ji Kongreya Parîsê ya sala 1913`an derketine, beşdarbûna Ereban di rêveberiyê de û rêveberiya xweser a Ereban di nava erdên dewleta Osmanî de. Lê belê dewleta Osmanî biryarên kongreyê pêk neanîn û siyasetên xwe yên şovenîst ku li ser esasê ferzkirina serweriyê, talankirina xêr û bêran bû, her wiha siyasetên tirkkirinê û qirkirina çandî û ziman li herêmên ku dagir kirine û bi taybetî li Sûriyê û Lubnan û Iraqê berdewam kir. Van sedeman hişt ku çirûska şoreşan pê bikeve û bi taybetî rewşenbîr, siyasetmedar û şêxan banga derketin dagirkeriya Osmanî dikir.
Dema ku şoreşên banga derketina dewleta Osmanî ji herêmê dikin, dest pê kirin, Osmaniyan siyaseta tirsandin û bidarvekirinê da meşandin da ku serweriya xwe li welêt ferz bike û gelek şoreşger, têkoşer, siyasetmedar û rewşebîrên herêmê bi dar ve kirin.
=KTML_Bold=TEWANBARIYÊN JI BO TUNEKIRINA REWŞENBÎRAN=KTML_End=
Dewleta Osmanî dor li gel teng kir, lewra gel bi serkêşiya rewşenbîr û siyasetmedarên li dijî rêveberiya Osmanî serî hilda û hemleyên ku banga tevlêbûna şoreşa erebî ya mezin ku ji Hîcazê ji bo têkbirina Osmaniyan dest pê kiribû, bi rêxistin kirin.
Da ku şoreşa rewşenbîr û dijberên siyaseta wî têk bibe û wan tune bike, Cemal Paşa ew bi têkiliyên bi Brîtanya û Fransayê re tawanbar kirin. Van tawanbariyan bingeha çalakiyên zordariya Osmaniyan li dijî fermandar, rewşenbîr û siyasetmedaran çêkir. Her wiha rêjeya kuştin û terorê zêde bû û rêzedarvekirinên li dijî kesên biguman dest pê kir.
Li ser wê yekê, Cemal Paşa li dadgeha Sûriya ya li Çiyayê Lubnanê biryara bidarvekirina gelek rewşebîr û welatparêzên Şamê û Beyrûtê da.
Dewleta Osmanî biryara bidarvekirinê li ser du beşan pêk anî. Beşa yekê di 21`ê Tebaxa 1915`an de pêk hat. Beşa duyemîn jî di 6`ê Gulana 1916`an de pêk hat ku hejmara herî mezin li Qada Biric a Beyrûtê, Qada Mercê ya Şamê hate bidarvekirin û piştre navên her du qadan veguherî Qada Şehîdan.
Da ku rêveberiya Osmanî sûcên Cemal Paşa yê xwînmij veşêre, ew ji Sûriyê rakir û li şûna wî Cemal Paşa Mersînî ku bi navê (El-Sexîr) navdar bû, erkdar kir.
Cemal Paşa yê xwînmij sala 1922`yan li bajarê Tiblîsê bi destê kesekî Ermen ê bi navê Estefan Zaxgiyan wek tolhildana komkujiyên Osmaniyan li dijî Ermenan ên sala 1915`an, hat kuştin. Piştre li dijî hemû berpirsên qirkirina Ermenan ku zêdetirî milyon û nîv Ermen bûn qurbanî, tevgereke berfireh bi navê çalakiya Nîmsês anku Ceza dest pê kir.
Gelên Sûriyê û Lubnanê li dijî kiryarên Osmaniyan bê deng nebûn. Wan kiryaran rastiya ku tekane rê ji bo rizgariya ji dagirkeriya Osmanî berxwedan e, reva kir. Şoreşa Erebî ya Mezin a sala 1916`an destpêka bidawîbûna dewleta Osmaniyan bû ku 400 salan hikum kir. Dema ku şoreş bi ser ket, di 1920`an de Kongreya Nîştimanî ya Sûriyê serxwebûna Sûriyê û Iraqê ji deweta Osmanî ragihand.
6`ê Gulanê roja bidarvekirina şoreşgeran û komployên Tirkiyê yên qirêjî bû. Hemû tevgerên nîştimanî û dijberên siyaset û komkujiyên wê û hemû azadîxwaz û demokrasîxwaz, hatin hedefgirtin.
Hikumeta Tirk di 6`ê Gulana 1972`an de yek ji şoreşgerên Tirkiyê Denîz Gezmîş tevî du şoreşgerên din Yûsif Aslan û Huseyin Înan bi dar ve kirin ku bi dijberiya hikumetê di salên 60`î de dihatin naskirin.
Denîz Gezmîş di 27`ê Sibata 1947`an de li Enqereyê hatibû dinê. Hîna xwendekarê zanîgehê bû, tev li Partiya Komunîst bû û li dijî siyaseta hikumeta Tirkiyê bû. Sala 1971`an hikumeta Tirkiyê ew girt. Tê gotin ku dema şoreşger sewqî cihê bidarvekirinê hatin kirin, ev dirûşm berz kirin; Bijî yekitiya gelê Tirk û Kurd, bijî berxwedana wan a li dijî faşîzmê.
Di heman roja sala 1996`an de îstixbaratên Tirkiyê hewl da rêber Abdullah Ocalan bikuje ku wê demê li Şamê bû. Hewldana kuştinê bi rêya teqandina erebeyeke bombebarkirî li nêzî cihê wî pêk hat ku di encamê de gelek kes birîndar bûn.
=KTML_Bold=DÎROKEKE BI KOMKUJIYAN DAGIRTÎ=KTML_End=
Dîroka dewleta Osmanî bi komkujiyên li dijî hemû gelên ne Tirk, dagirtî ye. Ji dema dagirkirina Sûriyê sala 1516`an ve, Osmaniyan li dijî elewiyên bajarê Helebê Komkujiya El-Til pêk anî. Ew komkujî yek ji bûyerên herî xirab ên dîrokê ye. Di komkujiyê de 90 hezar mêr, jin û zarok hatin qetilkirin. Komkujî bi navê El-Til hat binavkirin, ji ber ku seriyên jêkirî yên qurbaniyan li naverasta bajêr kom kirin û girekî (Til) mezin çêkirin.
Bajarê Kerbela yê Iraqê jî ji komkujiyên Osmaniyên nefilitî. Di sala 1842`yan de dewleta Osmanî li bajarê Kerbelayê komkujiyek pêk anî û derdora 10 hezar jin, mêr û zarok kuştin.
Bi heman şêweyî Osmaniyan komkujiyên xwe li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê dewam kirin û di salên 1937-1938`an de qirkirinên etnîk li dijî Kurdan pêk anîn ku bi ‘Komkujiya Dêrsimê’ hat naskirin. Di komkujiyê de zêdetirî 40 hezar Kurd hatin kuştin û zêdetirî 10 hezarî jî hatin koçberkirin. Her wiha komkujiyên ku di dema şoreşa Şêx Seîdê Pîranê ya sala 1925`an de pêk hatin û ‘Komkujiya Geliyê Zîlanê’.
Gelê Yewnan jî rastî komkujiyên Osmaniyan hat. Di navbera salên 1914-1922`yan de, Osmaniyan qirkirineke komî li dijî Yewnanên li Anatolyayê pêk anî ku di navbera 450 hezar heta 750 hezar kesan de bûn qurbanî. Her wiha Yewnan bi darê zorê hatin koçberkirin û cihên çandî û dîrokî yên xiristiyanên ortodoks hatin rûxandin.
Xirabtirîn komkujiyên Osmaniyan di sala 1915`an de li dijî Ermenan pêk hat. Li gorî lêkolîneran, di navbera milyonek heta milyon û nîv mirov hatin kuştin. Ji ber vê yekê ev komkujî bi gelek navên din wekî Qetilama Ermeniyan, sûcê mezin tê binavkirin. Ji ber ku qetikirina Ermeniyan di şerê cîhanê yê yekemîn û piştî wê, bi rêk û pêk hat kirin.
Di heman salê de, li dijî Suryanan Qetilama Sêfo pêk hat û 250 hezar heta 500 hezar kes hatin kuştin.
Di sala 1858`an de jî, Tirkan li dijî gelê Xiristiyan ên li bajarê Cide yê Erebistana Siûdî komkujiyek pêk anî û bi dehan bazirgan û biyanî bûn qurbanî. Her wiha sala 1917`an li paytexta Misirê Qahîrayê, dewleta Tirk komkujiyek pêk anî û 10 hezar kes kuşt.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK ÎRO KOMKUJIYÊN BAPÎRÊN XWE LI SÛRIYÊ DIDOMÎNE=KTML_End=
Siyasetên dewleta Tirk ên dagirkirina dewletên cîran, destwerdana li kar û barên wan, siyaseta tirkkirinê, koçberkirin, kuştin û wêrankirinê heta piştî têkbirina dîktatoriya Osmanî li Sûriyê bi dawî nebûn.
Çalakvanê opozîsyona Sûriyê Fatih Camûs siyaseta Tirkiyê ya niha wiha wesif dike: Berdewama siyasetên berê ye, karesat û xeteriyeke mezin û hovane ye ku berjewendiyên xwe yên geopolîtîka pêk bîne, lê tenê de vir de nesekinî, ji dema dagirkirina Lîwa Iskenderon û heta niha ve desthilata Tirk û bijardeyên piştgiriya wê dikin di tevliheviya Sûriyê û parçekirina welatiyên Sûriyê de bi israr e.
Camûs wiha domand: Desthilata Tirkiyê tevahî pêngavên êrişên destwerdan û dagirkirinê ji kêliyên yekemîn ên aloziya Sûriyê de dest pê kirin. Bi hinceta xeteriya pêşdeçûnên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola Kurdan li ser ewlehiya me heye û gotina terorê siyasetên xwe bi pêş xistin.
Ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk a xaka Sûriyê piştî lihevkirina bi Rûsyayê re ji Tebaxa 2016’an de û dagirkirina bajarên Cerablus, Bab û Ezazê, di siyasetên bapîrên xwe yên Osmanî de ji pêkanîna komkujî, koçberkirina gel û fezkirina siyaseta Tirkkirinê li herêmên dagirkirî berdewam e. Her wiha tu serjimariyên durist der barê kuştina sivîlên ji ber êrişên dewleta Tirk li ser van herêmên navborî de tune ne, lê hin rapor îşaret pê dikin zêdetirî 500 sivîl hatin kuştin û zêdetirî hezar û 500 kes jî astengdar bûn.
Li gorî detayên Heyva Sor a Kurdî- şaxê Efrînê, Kiryarên dagirkirin û komkujiyên li dijî sûriyên li van herêman nesekinîn, di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir û heta 18’ê Adara heman salê dewam kir û bi wê re jî bajar dagir kir. Di dirêjahiya 2 mehan de dewleta Tirk 12 komkujî li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn.
Li aliyekî din jî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê belge kir ku 498 şêniyan jiyana xwe ji dest da û 690’î din dest, ling û parçeyên laşên xwe winda kirin.
Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên xwe li dijî sivîlan nesekinandin, li gorî serjimariya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di encama topbarana li ser kantona Efrînê ya dagirkirî û gunên kantona Şehbayê ku tê de sivîlên Efrînê yên koçber hene, zêdetirî 563 sivîlan bi destê artêşa Tirk û çeteyên wê di 2 salan de jiyana xwe ji dest da, jê jî 55 di bin îşkenceyê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên revandin li Efrînê ne.
Di vê derbarê de sekreterê giştî yê Partiya Texyîr û Nehda ya Sûriyê Mistefa Qelacî wiha got: Karwanên şehîdan ji 1956, 1967, 1973, 1982 heta 2011 û ta niha li pey hev hene û zêdetirî milyonek şehîd hatin dayîn û hê jî karwanên şehîdan ku canê xwe dikin oxira Sûriyê, hene. Di vê dawiyê de jî teqîna terorî ya li Efrînê, belê, hêzên Tirkiyê yên ku herêmê bi rêya artêşa xwe ku 40 hezar leşker derbas kirinê, bi rê ve dibin, ev teqîn pêk aniye, her wiha hevalbendên wê yên çete ku qebûl kir ku bibe lîstok di destê Osmaniyên nû ya bi serkêşiya serokkomarê Tirkiyê Erdogan de.
Tişta îro dibe ji ya berê bûye ne dûtir e, her wiha hê Tirkiya Osmanî terora dewletê ya sîstematîk li ser xaka Sûriyê dimeşîne û rojane sivîlên Sûriyê şehîd dixe. Dewleta Tirk di kuştina sivîlan de bi rêya êrişên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019’an de berdewam kir, li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurdî 242 sivîl ji nav 22 zarokan jiyana xwe ji dest da û 677 jî birîndar bûn.
Ji komkujiya herî hov êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê ya hedefgirtina karwana sivîlên di 13’yê Cotmeha 2019’an de ku di encamê de 13 sivîl şehîd bûn ji nav jî rojnamger hebûn, her wiha 70 kes jî birîndar bûn, li aliyekî din pêkanîna komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk a li dijî sekreterê giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’yê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de.
Kesên ji ber agirê şerê li Sûriyê direvîn li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji sûcên kuştinên bimebest rizgar nebûn, girêdayî vê yekê SOHR’ê kuştina zêdetirî 445 sivîl, jê 366 mêr û ciwan in û 79 zarok in, bi destê pasdarên sînor ên Tirkiyê belge kirin.
Her tim di komkujiyên Osmaniyan û neviyên wan ên Tirk de siyaseta koçberiya mezin a li herêmên dagirkirî pêk dihatin, mîna Bab, Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha li şûna wan Tirkmen û malbatên çeteyan bi cih kirin.
=KTML_Bold=‛HEVGIRTINA GEL Û SIYASETÊ LI SÛRIYÊ DÊ DAGIRKERIYÊ TÊK BIBE’=KTML_End=
Ji destpêka şoreşa Sûriyê û vegera wê ya aloziyê bi destwerdana derve çi hêzên cîhanî dibe yan jî herêmî de, çavdêr û pispor diyar dikin ku hebûna biyanî çi Rûsya, Amerîka, Îran an jî Tirkiyê dibe dagirkerî ye û piştrast dikin ku ev dagirkerî tenê bi rêya pêkanîna eniya siyasî û gel pêkan e.
Fatih Camûs li ser dagirkirina Tirkiyê ya xaka Sûriyê wiha got: Dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re wek dagirkirina Cihûyanû dagirkirina Amerîkayê ye, her wiha tevahî şêweyên dagirkirina tenê bi rêya berxwedana cidî bi pêkanîna eniyên siyaset û gel pêkan e, bi taybet li hember dewleta Tirk a dagirker hin girêkên rastîn hene. Ew jî bi sedema berdewama aloziya Sûriyê û parçekirina nîştimanî ya hundirîn û nakokiya bername û erkên van rêxistin û hêzan e.
Camûs îşaret bi rola Amerîkayê ya li Sûriyê kir û wiha got: Bêguman xetereya rola Amerîkayê û hedefên wê li hember dagirkirina Tirkiyê pir dijwar e heke ne dûr be jî. Hin pêwîstiyên vegera hevbendiyên kevn di navbera alî û hêzên Sûriyê bi taybet desthilat û hêzên Kurd li Rêveberiya Xweser hene. Hevbendiyên kevn bi hedefa şikandina xeleka Sûriyê ji dêvla Sûriyê ye.”
Fatih Camûs li ser girîngiya diyaloga sûrî ya têkbirina dagirkeriyê jî wiha axivî: Dê bibe tiştekî pir şerm û xemgînî heke destwerdana yekser a diyalogê ya destpêkirina eniya berxwedanê li dijî dagirkirinên li ser welatê Sûriyê pêk neyê. Jê jî dagirkirina Îsraîl û Amerîkayê û bi taybet dagirkirina Tirkiyê ye. Divê em razayî heta pêşketina mîna vê berxwedanê nemînin, heke na dê bûyerên xeternak ji yên doza Lîwa Îskenderon û Efrînê zêdetir pêk bên.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 527 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 27-03-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 28-03-2025 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 28-03-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 527 kertaa
QR Code
|
Di Serdema Osmaniyan de li Pey Rêça Ehmedê Xanî Sê Mem û Zînên bi Tirkî
Ryhmä: Artikkelit
Di Serdema Osmaniyan de li Pey Rêça Ehmedê Xanî Sê Mem û Zînên bi Tirkî.
Abdurrahman Adak.
Kovara Nûbihar, j.120, sal. 2012. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=441118&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Di Serdema Osmaniyan de li Pey Rêça Ehmedê Xanî Sê Mem û Zînên bi Tirkî=KTML_Link_External_End= Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 3,447 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) on 21-10-2022 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( ڕۆژگار کەرکووکی ) 21-10-2022 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ڕۆژگار کەرکووکی ) on: 21-10-2022 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 3,447 kertaa
QR Code Attached files - Version | Tyyppi |
Version |
| | | |
Toimittajatunnuksesi |
| Kuvatiedostoa |
1.0.1 | 178 KB |
| |
21-10-2022 | ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع. |
|
Di Şerê Çaldiranê de rola Osmaniyan, Safewiyan û Kurdan
Ryhmä: Artikkelit
$Di Şerê Çaldiranê de rola Osmaniyan, Safewiyan û Kurdan$
Hevpeyivîn li gel Mûrad Ciwan / Muhsîn Kızılkaya
– Di demên dawiyê de, bi minasebeta minaqeşeyên li ser Dersimê, careka din ew îddîa hat rojevê ku Yavuz Sultan Selîm gava çû Şerê Çaldiranê 40 hezar Alewî serjêkirin. Gelo bi rastî jî Yavuz 40 hezar Alewî kuştin?
Baş e ku me ji vê derê destpêkir; ji mesela ku ‘gelo Yavuz 40 hezar Alewî kuştin, yan na’… Yek ji wan texrîfatên mezin ji vê derê destpêdike. Ji demên berê heta îro gelek dîrokzan, lêkoler û nivîskar jî îddîa dikin ku Yavuz 40 hezar Alewî kuştin. Hê bi xurdekarî tê gotin ku 40 hezar Alewiyên Tirk û Kurd hatin kuştin. Di nav kurdan de îdîa berbelav in ku Kurdên Şafiî yên ku Îdrîsê Bedlîsî serkêşiya wan dikir, bi hevkariya li gel Yavuz, Alewiyên Dersimê qetilkirin. Bi taybetî Alewiyên kurd ên Dersimê gelek baweriyê bi vê tînin.
Yê ku cara pêşîn behsa vê meselê kiriye, Îdrîsê Bedlîsî bi xwe ye ku di berdestê Şerê Çaldiranê de gava biryara şer hat girtin û di dema şerî de li ba Yavuz bû, bi xwe bûbû şahidê buyeran. Bedlîsî di berhema xwe ya bi navê Selîm Şah-name de, ku hema piştî Şerê Çaldiranê nivîsî, radigihîne ku bi fermana Sultan Selîmî di defteran de navên 40 hezar Qizilbaşên nav hidûdê Osmaniyan hatin nivîsîn, Sultan fermana kuştina wan da, hejmara yên kuştî ji 40 hezarê jî buhurî. Piştre dîroknivîsan, bêyî ku li tu derê rastî tu belgeyê bibin; hinan navê Îdrîsê Bedlîsî da, hinan jî neda, ev agehdariyên wî dubare kirin. Bi dem û dewranan re, peyva Qizilbaş bû ‘Alewî’, ji wê guherî bû ‘Alewiyên Kurd ên Dersimê’, ‘Alewiyên Kurd û Tirk’ û hwd.
Lê a rast ew fermana ku tê gotin Selîmî da, ne ji bo temamê Alewiyan, tenê ji bo Qizilbaşan e. Qizilbaşî û Alewîtî ne eynî tişt in. Her Qizilbaş Alewî ye, lê her Alewî ne Qizilbaş e. Alewî bi maneya terefdariya Hz. Alî gotineka giştî ye. Di demên cuda yên dîrokê de gelek mezheb, terîqet û riyên tesewifê derketine ku her çendî di bin banê Alewîtiyê de hatine dîtin jî gelek cudayî di navbera wan de heye. Bi wî awayî ku yên xwe mezhebên nav Îslamê dihesibînin jî hene û yên xwe wek baweriyên li derveyê Îslamê qebûl dikin jî hene. Şîetiya 12 Îmaman; yanî ya Caferî, Bektaşîtî, mezhebên cuda yên batinî yên Îsmaîlî; Qalenderîtî, Nusayrîtî, Durzîtî, şaxên cuda yên Fatimîtiyê, Zeydîtî, Haşaşiyînên di bin rêberiya Hasan Sabah de, alîgirên Şêx Bedreddîn, Yaresanî / Ehlê Heq, Şîetiya dewra dawîn a şêxên Safewî; ‘Şîetiya Xulat’ û hwd, ev hemû wek Alewîtî tên zanîn. Qizilbaşî jî diyardeyek e ku di dema murşide Safewîtiyê Şêx Heyder de derketiye meydanê.
Loma jî eger ê behsa fermanekê bê kirin, ew bes derbarê Qizilbaşan de ye. Şaş e ku meriv wê teşmîlê Alewîtiyê bike ku gelek bawerî û mezhebên din jî digire nav xwe. Mesela gava Sultan Selîm diçû sefera Çaldiranê bi xwe jî, hestiyê pişta orduya wî ji Yenîçeriyan pêk dihat. Yenîçerî bi xwe Bektaşî; yanî Alewî bûn. Yeniçeriyên Bektaşî li Çaldiranê li hember Safewiyên Qizilbş ên Şah Îsmaîlî şer kir. Yavuz, di dema vê seferê de li devera Qonyayê serdana Xaneqaya Seyyid Gazî ya Alewiyên Qelenderî kir, pere bexişand terefdar, mirîd û belengazên wê.
Heta ne durust e ku ferman teşmîlî temamê Safewiyan bi xwe jî bibe. Ev terîqet di destpêkê de wek terîqeteka Sunnê-Şafiî derket. Damezrênerê wê û murşidê wê yê pêşîn Şêx Safiyeddîn bi pênc bavên (neslên) xwe yên derbasbûyî digihîşt Pîrûz (Fîrûz) Şah Zêrînkulahê Kurdî yê Sincarî. Ew ji devera Sengala îro ya ser bi Mûsilê ve çûbû devera Erdebîlê ya Azerbaycanê û ne şêx, Kurdekî dewlemend ê xwedan keriyên pezan bû.
Di dema Xwace Alîyê neviyê Şêx Safiyeddîn de, di encama têkiliyên bi Qereqoyuniyên Şîe, Şêrwan Şahan, împaratorê Moxoliyan Tîmûr û kurrên wî de, Terîqet berê ber bi Şîetiya 12 Îmaman ve çû, pişt re di dema neviyê wî Şêx Cuneyd de jî ew li nav Kurdistanê, Rumê (Anadoluya navîn û rojava) Bîladê Şamê; li nav wan civakan belav bû ku pirraniya wan Tirkmen bûn, lê Kurd û Ereb jî di nav wan de hebûn; guherî bû terîqeteka batinî ya ku Sunne jê re ‘Şîetiya Xulat’ (Şîetiya Zêdeçûyî) dibêjin, bû pêkhateyeka milîtan, baweriya xwe bi tenasuxekê anî ku elementên anîmîstiyê (baweriya xwe bi wê yekê tîne ku di siruştê de her tiştê ku dilive, geş û mezin dibe; her wekî dar û nebat xwedan ruh e) jî digre nav xwe. Di nav mirîdan de baweriyên bi wî awayî belav bûn ku goya rehberên wan xwedan taybetmendiyên xwedayî ne, ê rojekê wek xelaskar Mêhdî derkevin meydanê. Piştî mirina Şêx Cuneyd, mirîden wî bi wê baweriya ku ew ruhekî xwedayî ye ku ji laşê xwe derketiye da di laşekî din de vejî, jê re gotin ‘Allah’, bi kurê wî Şêx Heyder re jî miameleya ‘Îbnûllah’iyê (Kurê Xwedê) kirin.
Di dema Şêx Cuneyd de terîqet tevî seferên cîhadê yên nav erdên Qiraliyeta Rum Pontusê, li Qefqasan; yên Gurcî, Osetî, Ermenî û Çerkezan bûn ku wê demê hê Xiristiyan bûn û erdên wan Daru’l Herb dihatin qebûlkirin, talan birin, dest danîn ser xenîmetan, êsîr û cariye girtin, anîn li bazarên Daru’l Îslamê firotin. Li ser van deverên xeza û cîhadê, bi begên Şêrwan Şahan, Qereqoyuniyan û Aqqoyuniyan re ketin nav reqabet (minafese) û şeran. Şêx Cuneyd û Şêx Heyder di şerên wiha de ji bal Qereqoyunî û Aqqoyuniyan ve hatin kuştin. Wekî mîsal Şex Heyder li gel terefdar û mirîden xwe, di seferekê de ku biribû ser Çerkezan li gel gelek mal û micewheran 6 hezar jî êsîr girtin, anîn li bazarên Misilmanan firotin; di nav wan de keç-jinên ciwan û zarok jî hebûn.
A di demekê de ku mirîd û alîgirên terîqeta Safewî bûn şerkarên milîtan û micahid, Şêx Heyder ji bo ku şerkarên xwe ji mirîd û terefdarên din cuda bike û wan têxe nav disiplînekê, pêdivî bi unîformayekê dît. Ji kulavê sor, kulahekî 12 perçeyî da çêkirin û da serê şerkarên xwe. Navê wî jî kir ‘Qizilbaşlik’(Kulahê Sor) an ‘Tacê Heyderî’. Muhtemelen, sebebekî ku jê re ‘Qizilbaşlik’ hat gotin ew bû ku ji bapîrê wan ê herî kevn ê ku tê naskirin re Pîroz Şah Zêrînkulah dihat gotin. Di Azerî de maneyeka ‘qizil’ê sor, ya din jî ‘zêr’ e. ‘Qizilbaş’ yanî ‘Zêrînkulah/Zêrînser’. ‘Qizilbaş’î ji wê rojê pê ve derket; di dewra Hasan Sabah, Şêx Bedreddîn, Hecî Bektaşê Welî, yan di destpêka Safewiyan de tunebû.
A din, ev têgeh/mefhum bes ji bo Tirkmanên siwarî yên şerkar yên terîqeta Safewiyan dihat gotin. Bi vê maneya xwe, Qizilbaşî, gelek dişibiya Yenîçerîtiyê. Wek tê zanîn Yenîçerî jî leşkerên şerkar bûn û bi baweriya xwe jî Bektaşî bûn.
Nexwe gava em destnîşan dikin ku fetwayên wê demê kî amanc kiribûn, lazim e em ne maneya îro ya Qizilbaşiyê (civakeka gelêrî ya xwediya rê û baweriyekê), lê ya wê ya wê demê esas bigirin. Yanî fetwa û fermanên Sultan Selîm li hemberê tarafdarên şerkar ên Şah Îsmaîl bûn ku ew bi xwe wê demê him Şah û rêberê dînî yê Îranê, him jî Mirşidê Kamil ê terîqeta Safewiyan bû; ne li hemberê Bektaşiyan, Qalenderiyan, wan Alewiyên terefdarên Hesen Sabah û Şêx Bedreddîn bû.
Ya duyê, fermana derheqê 40 hezar kesan, ji bo wan Qizilbaşan bû ku li nav axa Osmaniyan bûn. Çimkî salek du sal berî Selîm hilkişe ser text, li Anadoluyê; li deverên Antalya Tekeliyê û Amasya-Tokat-Sêwasê serîhildan berpa bûbûn. Ew ji bal kesên bi navên Şah Qulu Tekelî û Nûr Alî Xelîfe yên ku Şah Îsmaîl ew tayin kiribûn hatibûn pîjkirin. Her çendî wê demê tu midaxeleya Selîm ê ku hê şehzade bû nebûbû, ji bal birayên wî Şehzade Korkut û Şehzade Ahmed ve bi alîkariya eskerên ku bavê wan Padîşah Bayazîdê II-ê şandibû hatibûn vemirandin, lê ku ew bû padîşah û wî biryara sefera ser Îranê girt, muhtemelen wî xwest ew berê Qizilbaşên nav hidûdê Osmaniyan tasfiye bike. Yanî ferman tenê derbarê Qizilbaşên nav axa Osmaniyan e.
Ne mimkin e ku fermanê Alewî û Qizilbaşên Dersimê jî kiribe amanc. Çimkî Dersim ya ku wê demê bi 32 kela û 16 nahiyeyên xwe ve jê re Mîrekiya Çemîşkezekê dihat gotin, ne di nav axa dewleta Osmaniyan de, bi temamî di nav ya Safewiyan de bû. Deverên wek Meletiye, Meraş û Elbistan jî di nav axa Begîtiya Dulqadiriyan de bûn ku ev mîrekî, wê demê serbixwe bû. Adana, Hatay, deverên Kurd Daxiyê (Çiyayê Kurmênc) û Heleb jî, li nav hidûdên dewleta Memlukiyan bûn. Osmanî ji bakur li Trabzonê, ji rojhilat û başûr li Tokat, Amasya, Sêwas û Manîsayê bi Safewiyan re, li devera Antalya û Mersînê bi Dulqadiriyan re hemhidûd bû. Dewleta Osmanî ji van bajaran wêdetir neçûbû; weka dewleteka Balkanî, yan ya Ewropî dihat hesabkirin. Loma ne mimkin bû ku Selîm wê demê karibe Alewiyên Kurd ên Erzincan, Dersim, Meletiye, Meraş û Elbistanê bide kuştin.
Dimîne Qizilbaşên Canîkê, Tokatê, Amasya û Antalyayê (yên nav axa Osmaniyan). Evan jî di salên 1511-1512-ê de serî hildabûn (serîhildanên Şah Qulu Tekelî û Nûr Alî Xelîfe), berê xurt bûbûn, lê pişt re li hember orduya Osmanî têkçûbûn, ji derûdora Erzincanê vekişiyabûn nav axa Safewiyan. Tê bahskirin ku piştî têkçûnê wan bi qafîleyên panzde-bîst hezar kesan dewleta Osmanî bicî hiştin û pena birin nav Îranê. Di rewşeka wiha de gelo çi qas Qizilbaş (ne bi giştî Alewî, tenê Qizilbaş) mabûn, em nizanin.
Jê pêştir îddîaya ku 40 hezar Qizilbaş hatin qetilkirin tenê di Selîm Şah-nameya Îdrîsê Bidlîsî de heye. Heta îro ne di arşîvên Osmaniyan, ne di yên Îraniyan, yên Memlukî û Dulqadiriyên wê demê de belge û agahiyên di vê derbarê de nehatine dîtin. Li Ewropayê jî di raporên Venedîkiyan de ên ku wê demê xwedan têkiliyên nêzîk ên li gel Osmaniyan û Îraniyan bûn, di arşîvên Papatiyê de, li tu derê nehatine dîtin. Gelo ev ne balkêş e?
Selîm gava şehzade bû, tu dexla wî di îsyanên Tekelî û Nûr Alî Xelîfe de nînbû. Wê demê, wî li hember bavê xwe û birayên xwe Şehzade Korkut û Şehzade Ahmed ên ku di nav pevçûna li gel Qizilbaşan de bûn, berdewamî dida şerê bidestxistina textê seltenetê. Di destpêkê de ew li Trabzonê bû, pişt re çû Qirimê (Kefeyê) ba kurê xwe, ji wê derê jî dihat Trakyayê da pêşwaziya şerekî li gel bavê xwe bike. Paşa û wezîrên bavê wî Bayezîd, jê fermanek dabûn derxistin ku piştî wî Şehzade Ahmed bê ser text. Yenîçerî, sîpahî û hin beg û mîrên herêman jî li pişta Selîm bûn, çimkî ew terefdarê sefereka xezayê a ber bi Rojava (Ewropayê); Daru’l Herbê ve bûn, wan mihawele dikir da ew bê ser text. Bi vê maneyê serîhildanên Qizilbaşan ên li Anadoluyê, ji bo ku serên bav û birayên wî diêşandin gelek bi kêrî Selîm dihatin.
Piştî ku Selîm bavê xwe razî kir û hilkişiya ser text, heta dawiya sala 1513-ê bi wê yekê mejûl bû da bav û birayên xwe ji navê rake; text ji bilî xwe bê alternatif bihêle. Ancax di payiza 1513-ê de gihaşt vê hedefa xwe û pişt re ji bo derbaskirina zifistana navbera 1513-1514-ê çû Edirneyê. Li wê derê gava pêşwazî li elçiyên welatên biyanî dikir, ku bi mebesta pîrozkirina wî dihatin, ew hê jî di nav wan planan de bû ku sefereka xezayê bibe ser rojava; Macaristanê, Îran û Qizilbaş ne li ber bala wî bûn. Tevî ku Macarî dilxwazê lihevkirinekê bûn jî Sultan Selîm şer li hemberê wan pîj dikir.
Lê bi hin sedemên ku em ê dawiyê li serê rawestin, dev ji sefera ser Macaristanê berda, biryara sefereka ser Îranê wergirt. Zifistana 1514-ê bû. Di meha nîsanê de dest bi seferê kir. Di 20-ê nîsana 1514-ê de ew hê li milê Îstanbulê ê Anadoluyê bû. Li gor hin dîroknivîsan, li vê derê lîsteyên ku navên 40 hezar Qizilbaşan di navê de bûn jê re hatin. Li gor îdîayan li vê derê ferman da ku navên di lîsteyan de bên qetilkirin.
Şerê Çaldiranê di 23-yê Tebaxa (Agustosa) 1514-ê de rû da. Yanî 4-4,5 mehan berî vî şerî, gava bang li hemî mîr û begên li herêmên nav dewleta xwe kiribûn da bên seferê û ew jî li ser rê bû ev ferman da. Ew bi orduya xwe, di ser Konya, Sêwas û Erzincanê re ket nav axa Safewiyan, jî nîvê zêdetirê demê bi sefera nav axa Safewiyan derbas bû. Di demeka wiha kurt de ku wiha li ser xetekê di riya seferê de ye, 40 hezar Qizilbaşên ku li bajarên cuda yên Osmaniyan dijîn ê bên kuştin, tu kes ê nereve Îranê, Memlukiyan, ê agahî nede, yan serî hilnede, hilnekişe çiya û şaxan. Ewropî ê nebihîzin. Ji her devereka cihnişîn 40 kes bên kuştin dike hezar dever, 1000 kes bên kuştin dike çil dever. Ne karê aqilan e ku ev neyê bihîstin, li hemberê vê serî neyê hildan, ji vê neyê reviyan.
Her wiha, Sultan Selîm qasî ku îro tê texmînkirin ne ewqas reqe-dijminê Şîe/Qizilbaşiyê bû. Bêguman Sunne bû û li hemberê Şîetiyê / Şîetiya Xulat bû. Lê wî, fetwa û ferman ji vê sebebê bêtir, bi sedemên siyasî derxist, da Yenîçerî, eskerên din, paşa û wezîrên ku nedixwestin derkevin sefera rojhilatê; nav axa Îslamê, şer bikin, qanii bike ku ji dêlva sefereka ser Daru’l Herbê ya rojava, rojhilat ê bikartir be, ê bi xenîmetan dewlemendtir bibin.
Diyardeyên ku vê qenaeta me xurttir dikin jî ne kêm in. Gava li fetwayan bê nihêrtin, ew bi temamî yên bi wî awayî ne ku mal û milk û jin û keçên Qizilbaşan helal dikin, fetwayên tekfîrkirinê ne û tê dîtin ku welê tên teswîrkirin weka ku ew der ne axên Îslamê ne, Daru’l Herb in. Lê belê, di dema seferê û vegerê de; di praktîkê de li gor van fetwayan nehatiye tevgeriyan. Tenê li Çaldiranê, mal, milk û jinên eskerên orduya Safewî ya li meydana şer têkçûyî wek xenîmet hatine parvekirin, ji bilî vê, êrîşê tu civkeka sivîl, bajar yan warên cînişînan nehatiye kirin, meyla ber bi xenîmetkomkirinê nahatiye kirin. Piştî Şerê Çaldiranê orduya Osmanî ketiye nav paytexta Safewiyan; Tebrîzê, ji bo ku neyê talankirin berê tedbîr hatine wergirtin, piştî ku heftekê li wê derê hatiye mayin bajar û pê re jî hemû erdên Safewiyan hatine terkkirin, hatiye zîvirîn nav axa Osmaniyan; Amasyayê. Ji xwe ji bo ku xenîmet nehatine komkirin, êrîş û talan nehatine kirin, li seranserê seferê û di vegerê de Yanîçeriyan, begên şerbaz, hin wezîr û paşa, misêwa li hemberê Sultan rawestiyane, têkilhevî deranîne. Sultan Selîm mecbûr maye ku serên hin paşa û wezîrên xwe jî bifirîne.
Bêguman, ew cih û mewqifê batinîtiyê yê ku wê demê Safewî û Şah Îsmaîl lê rawestiyabûn, li gor Îslama Sunne li derveyê hidûdê Îslamê dihat hesibandin. Lê sedemê esasî ne ev, siyasî bû; şerê du dewletên mezin ên ji bo desthilatê û erdê bû. Hetta, Şah Îsmaîl, hem wek Murşidê Kamilê terîqetê, hem jî wek şah desthilata dînî û dunyewî di kesayetiya xwe de gihandibû hev, Şîetiya Caferî kiribû dîn-mezhebê resmî yê dewletê, wê demê civakên Îranî yên ku pirraniya wan Sunne bûn bi zorê dikirin Şîe. Bi vê maneyê jî ew ji Selîm bêtir di mewqifekî muteesibiyê de bû.
-Ew gotineka yekî Venedîkî heye ku te kiriye epigraf di kitêba xwe de ya bi minasebeta 500 saliya peywendiyên Kurdan û Tirkan. Tu jî li gelê yî ku digot;‘’Ger Kurdan gazî nekiraya Yavuz tu carê cesaret nedikir êrîşî Şah Îsmaîl Bike’’?
Ji ligelbûn û neligelbûna min wêdetir, giring e ku dokumentên wê demê çi nîşan didin, aktor çi dibêjin, buyer bi kîjan aliyê ve geş dibin. Mesela ew Venedîkiyê tu behsa wî dikî, yê bi navê Giovanni Maria Angiolello yê ku ji malbateka aristokrat tê, di dema Fatih Sultan Mehmet de, gelek salan li İstanbulê di xizmeta Şehzade Mistefa de ma, tevî şerê Otlukbelîyê (ê navbera Fatih û Uzun Hasan) bû, heta meqamê defterdariyê bilind bû. Piştî Fatîh, vegeriya welatê xwe. Pişt re bi armanca bazirganiyê yan jî wek elçiye Komara Venedîkê çû Îranê; di navbera salên 1499-1515-ê de li vê derê jiya. Di dema Şerê Çaldiranê de li Îranê bû. Pişt re di orduya Yavuz de tevî şerên Mercîdabiqê û Rîdaniyê (ên Osmaniyan ên li hemberê Memlukiyan) bû. Ew Ewropayiyekî şahidê wê demê ye. Di berhema xwe de bi xurdekarî (detail) nivîsand ku gava Şah Îsmaîl orduya xwe şand rojhilat; ser Ozbekan, di serî de Mîrê Bedlîsê; hukumdar û mîrên Kurdan ku wê demê di bin desthilata Safewiyan de dizêriyan, civiyan û xeber verêkirin ji Sultan Selîmî re û ew pîjkirin da di wê dema lêhatî de ew bê êrîşî ser Îranê bike. Piştre jî tekez dike ku eger Kurdan; di serî de jî begên bihêz ên Kurdan gazî nekiraya, Sultan Selîm esla cesaret nedikir biçe ser Şah Îsmaîlî.
Vê agahiyê piştî 80 salan dîrokzanê Kurd; Mîrê Bedlîsê Şeref Xan jî di Şerefnameya xwe de, hem jî du caran dinivîse, agahiyên berfirehtir dide. Ew dinivîse ku bapîrê wî Emîr Şeref bang li Îdrîsê Bedlîsî û alim û fermandeyekî din yê bi navê Mehemed Axayê Kelhokî kir û bi wan şêwirî. Ew jî piştî ku li nav hukumdar û begên Kurdan geriyan, began civînek lidarxist, biryar da bi serokatiya van herdu aliman, heyetek -hin name li gel wê- şand Îstanbulê da ew karibe Sultan Selîm qanii bike da ew seferê bîne ser Şah Îsmaîlî.
İdrîsê Bedlîsî di berhema xwe de ya bi navê Selîm Şah-nameyê, dinivîse ku gava Selîm bû padîşah dest bi amadekariyên sefereka ser Macaristanê kir, lê li gor wî ev şaş bû, esas xeterî wê rojê ne ji rojava; ji Macaranê, lê ji rojhilat; ji Îranê dihat. Her wiha destnîşan dike ku ew milletên ku dinaliyan di bin desthilata Şah İsmaîl de yê ku di demeka kurt a wek 14 salan de ji Xorasanê, çemê Ceyhûnê heta rojavayê Firatê; Erzincanê, li bakur ji Qefqasyayê, Deryaya Xezarê heta Delavê Hurmuzê (Korfeza Besrayê) hemî ev erd bi darê zorê zeft kiribûn, bi taybetî jî civakên Sunne, ji Sultan Selîm re heyet, name, elçî û alim verêdikirin da mihawele bikin wî qanii bikin ku seferekê bîne ser Îranê, van deveran têxe bin destê xwe. Di zivistana 1513-1514-ê de wî dev ji sefera ser Macaristanê berda û dest bi amadekariyên sefera ser Îranê kir.
Di Şerê Çaldiranê de Osmanî biserketin. Tevî ku Şah Îsmaîl ji meydana şer reviya û orduya Osmanî ket paytexta Îranê; Tebrîzê, hefteyekê li wê derê ma jî, Yavuz li nav erdên Îranê nema, ji bo derbaskirina zifistanê vegeriya Amasyayê; nav axa Osmaniyan. Lê soz da begên Kurdan yên ku li gel wî tevî şer bûn û ji wan re got: ‘’Hûn serî hildin, kela û bajarên xwe rizgar bikin, bi her hal, ez ê ber bi biharê de orduya xwe bigirim û vegerim Îranê. Ji bo rizgarkirina gelên din jî ez ê berdewamiyê bidim seferê.’’ Îdrîsê Bedlîsî jî li ser vê sozê ê ji Urmiyê, Şinoyê heta Meletyeyê û Bîladê Şamê di nav mîrên Kurdan de bigeriya, wan qanii bikira da serî hildin û hevahengiyekê di navbera wan de ava bikiraya.
Lê Sultan, ji ber muxalefeta nav orduyê, buharê nekarî vegere. Hetta berê xwe da welatê Dulqadiriyan yê bin difna Amasyayê. Di demeka wiha de mîrên Kurdan ên ku kele û bajarên xwe ji destên Safewiyan rizgar dikirin û gelê ku li hundurê bedena Amîdayê (Diyarbekirê) serî hildabû, lê dorûberê wî ji bal orduyên Qizilbaşan ve hatibûn dorpêçkirin, endîşedar bû ku orduya Osmanî venegere, Şah Îsmaîl jî cesaretê ji vê bigire û berê orduyên xwe careka din bide kele û bajarên Kurdistanê, êrîşê wan bike. Mîr û hukumdarên Kurdan cardin civiyan, wan Îdrîsê Bedlîsî bi nameyekê şand Amasyayê ba Sultan Selîmî.
Heta Bedlîsî gihaşt wê dere, Sultan Selîm hin yekîne hiştibûn û bi xwe ber bi Îstanbûlê ve ketibû rê jî. Bedlîsî bi riya peyamnêrekî din, name gihandin Îstanbulê. Di wan nameyan de jî mîrên Kurdan li gel gelek tiştên din destnîşan dikin ku Şah İsmaîl di wê baweriyê de ye ku Kurdan Sultan Selîm pîj kiriye sefereka ser Îranê, loma jî li hemberê wan di nav kîn û hêrseka dijwar de ye, eger orduya Osmanî neyê, ew bi tena serê xwe serî bi Şah Îsmaîl re dernaxin. Ji van nameyan em fahm dikin ku li gel gelek civakên din, di serî de Kurdan Sultan Selîm qanii kir da ew seferê bîne ser Îranê. Loma jî mesele ne îdîayek e ku îro hatiye meydanê, hê wê demê diyardeyek bû ku Kurdan, İraniyan, hetta Venedîkiyan hay jê hebû, 80 sal piştî wê Şeref Xan di Şerefnameyê de ew nivîsî.
Sultan Selîmî hema hema bi tena serê xwe biryara sefera ser Îranê da. Wezîr û paşayên wî, hê di destpêkê de, ordu û yenîçeriyan jî bi rê de heta Çaldiranê berdewam li hemberê vê seferê rawestiyan. Tevî ku şer hat qezenckirin, paytext hat bidestxistin jî mixalefeta orduya Osmanî dewam kir. Tevî ku Sultan nedixwest jî, ew mecbûr ma vegere Amasyayê. Tevî ku ji Kurdan re û ji yên din re gotibû ku ‘’Ez ê bi buharê re vegerim’’, venegeriya, beşê esas ê orduya xwe girt û çû Îstanbulê. Ji ber mixalefeta nav xwe, bi rê de û li Îstanbulê gelek ceza dan, ezil kirin, serî firandin.
Kurdan serî hildan, kele û bajarên xwe rizgar kirin, di rizgarkirina Diyarbekirê û Mêrdînê de û di şerê dawîn de Sultan bi fermandeyiya Biyikli Mehmet Paşa, li gor hinekan eskerekî 8-10 hezaran, li gor hinekan 20 hezaran şand alîkariya Kurdan. Di şerê dawîn de, orduya Kurdistanê ji 40 hezar eskeran pêk dihat.
Sultan di navberekê de, ji ber endişeyên mîrên Kurdan û dilnexwazî û dudiliya eskerên Osmanî yên li Kurdistanê, li İstanbulê biryara sefera 2-yê ya ser Îranê da û bi xwe jî birêket. Lê heta gihaşt derûdora Elbistanê, tifaqa orduya Osmanî ya di bin fermandeyiya Biyikli Mehmet Paşa û orduya Kurdistanê ya bi rêberiya Îdrîsê Bedlîsî û bi fermandeyiya mîrên Kurdan, li ber Mêrdînê (Qiziltepê, Qosarê [Qoçhîsarê]) darbeya dawîn li orduya Safewiyan da. Ji bilî deverên bakurê Wanê û Hekkariyê, Kurdistana îro ya nav Tirkiyeyê, Sûriyeyê û İraqê rizgar bûn, mîrên Kurdan bi îradeya xwe tevî dewleta Osmanî bûn. Di tarîxa Osmaniyan de bes devera Kurdistanê ne bi fethê, lê bi dilxwaziya mîrên Kurdan û li gor peymanên navbera Sultan Selîm û mîran tevî nav erda dewleta Osamanî bû.
-Ger ev gotin rast be, Kurdan ji ber çi gazî Yavuz kir, vê mesele çawa rû da?
Şah Îsmaîl di 1501-ê de, hê di jiyê 14 salî de, paytexta Aqqoyunuyan Tebrîz zeftkir; xwe şah, û Şîetiya 12 Îmaman jî wek dîn-mezhebê resmî yê Îranê îlan kir ku wê demê piraniya wê Sunne bû. Xwest civakên ku serdestiya xwe li wan dikir; li gel wan, Kurdan jî bi şûr bike Şîe. Mîrên Kurdan ji desthilata kele û bajarên wan daxist, ezil kir, hin kuştin, hin sirgûn kirin, hin jî avêtin zîndanan. Statuyên hukumdarî û mîrekiyên Kurdan hilweşandin, xelîfe, beg û fermandeyên xwe yên Qizilbaş li van deran dan ser desthilatê. Herwekî li Mîrekiya Çemîşkezekê, mîrê wê; Hacî Rustem Beg ji desthilatê daxist, tevî nifûseka qasî hezar malbatan ew qewirand hundurê Îranê. Xelîfe û begê xwe Nûr Alî Xelîfe bi fermanekê anî ser Mîrekiya Çemîşkezekê. Mîr Alî Xelîfe, hem ev der birêvedibirin, hem jî ji vê derê êrîş dibir ser bajarên nav axa Osmaniyan; Tokatê, Amasyayê û Sêwasê.
Di 13-14 salan de Şah Îsmaîl ji Xorasanê, Çemê Ceyhûnê heta Firatê; ji Qefqasyayê, Derya Xezarê heta Delavê (Xelîcê) hemû ev erd feth kirin. Împaratoriyeka Îranî ya ji dewleta Osmanî firehtir ava kir. Temamê Kurdistanê; ji Îlamê, Kirmanşanê heta Erzincanê, Meletiyeyê, Bîrecîkê, seranser çemê Firatê ket bin destê Safewiyan. Kurd tûşê çewsandineka mezin bûn. A li hember vê çewsandinê, vê siyaseta Safewiyan, Kurdan Osmanî ku Sunne bû û soza naskirina statuya wan dida, wek ‘’hêzeka super’’ a li hember, cîraneka ku di dema serîhildanê de karin baweriya xwe pê bînin dît. Ger lêdana pêşîn, li hember rawestiyana hergavîn û sîwaneka ewleyîn ya dewleteka wiha tunebuya, Kurdan nedişiya li hemberê Şah Îsmaîl serî hildin, kele û bajarên xwe, erdên xwe rizgar bikin.
-Buyerên ku piştî Şerê Çaldiranê rûdan, tesîreka çawa li ser qedera Îraniyan, Osmaniyan û Kurdan kir?
Şerê Çaldiranê û rûdanên germa-germ ên hema piştî wê rû dan, amaje bi mezintirîn, giringtirîn û rasttirîn tifaqa Kurd û Tirkan dike. Buyer 500 sal berê qewimîn. Bi saya biserxistina tifaqa navbera Kurdan-Osmaniyan, beşeka mezin a Kurdistanê ji bin destan derket, mîrên Kurdan gihîştin statuya mîrekiyên xwe yên li gor adetên Kurdan ên berê; wek herêmên otonom yên di nav hidûdên Osmaniyan de ewleyiya xwe li hemberê Safewiyan û Memlukiyan bidest xistin.
Bi saya sîwana ewleyî ya nav dewleta Osmanî, ji hilweşiyana dewleta Eyyubî bi vir de; piştî îstîla, şer û perçebûnan, piştî çewisandin û zilmên Moxolan, yên lipeymayiyên wan,yên Qaraqoyunî û bi taybetî yên Aqqoyunî û Safewiyan, cara pêşîn civaka Kurdan gihaşt rewşeka ta dereceyekê aştiyane. Îstîqrar û aramî hat. Her mîrekî, erdên bin destên xwe birêvebir, welatê xwe înşa û îmar kir. Zenaet, çandinî û ajeldarîyê firsenda geşbûnê li ber xwe dît. Bazirganiya hundur û derve zêde bû. Dest bi avakirina riyan, xanan, hemaman, camî, medrese û nexweşxaneyan (bîmaristanan) hat kirin. İlim, îrfan, felsefe û tesewifê berê xwe da geşbûnê; şair, alim û dîrokzanên wek Alî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Şeref Xan, Ahmedê Xanî, di rewşên maddî û manewî yên ku bi vê dewra nuh ra hatin, derketin.
Ji bo dewleta Osmanî jî serkeftinên muezzem pêk hatin. Hê salek-du sal piştî Çaldiranê ku hezîmeteke mezin bi Îraniyan hat çêştin û beşeka mezin a erdên Kurdistanê tevî Osmaniyan bû, bi saya îmkan û firsendên ji van zafer û rizgariyan bidestxistî, Yavuz Sultan Selîm orduyên Kurdistanê jî dan rex xwe, berê sefera duyê a li hemberê Îranê vegerand ser bi Memlukiyan de; di şerên Mercîdabiqê û Ridaniyê de ew têk birin, erdên Îslamê; Suriye, Lubnan, Filistîn, Misir, Urdun, Erebistana Siûdî, beşeka mezin a İraqê hê wê demê hat fetihkirin û dewleta Osmanî cara pêşîn ber bi rojhilatê; Daru’l Îslamê ve vebû, berfirah bû. Bajarên pîroz ên wek Quds, Meke û Medîneyê, yên giring ên wek Heleb, Şam û Qahîreyê ketin nav erdên Osmaniyan. Sultan Selîm meqamê xelîfetiyê ji ereban wergirt û anî Îstanbulê. Cara pêşîn ew bû hem padîşah hem jî xelîfe. Vê rewşê heta hilweşiyana dewleta Osmanî berdewam kir.
Eger li Çaldiranê ne Osmanî, Safevî biserketana, Îranîyan, belkî jî ji Persan bi vir de cara duyê ê xwe bigihandana peravê tengava Îstanbulê (Bosforê. Ji xwe wê demê hidûdê Safewiyan li ber Sêwas, Amasya û Tokatê xwe gihandibû Osmaniyan) Orduya Şah Îsmaîl yeka gelek şerbaz bû. Ew erdên ku di 14 salan de bidest xistibûn li ber çavan bê girtin, ev yek baş tê dîtin. Lê şikestina Çaldiranê, ew têkbir, lezûbeza wî birrî, wî ji erdên Anadoluyê û Kurdistanê bi paş ve pengizand.
-Take dîrokzanê ku behsa serbirrîna 40 hezar Alewiyan a ji bal Yavuz ve dike, Îdrîsê Bedlîsî ye. Eger ev qetlîam nebûbe Îdrîsê Bedlîsî çima vê bêje?
Hin fermanên Yavuz hene ku derheqê jêmayiyên terefdarên serîhildan û pîjkirinên Tekelîyê û Nûr Alî Xelîfe de derxistine ku şandine ji birêvebirên Tokat, Amasya û Sêwasê (Wê demê ev hersê bi navê Senceqa Rumê a Suxra dihatin binavkirin) re û daxwaz kiriye ku navên terefderên mayî yên van serîhildanan di defteran de bên lîstekirin û bên şandin. Ev hatine cîbicîkirin. Lê qasî ku heta îro ji arşîvên Osmaniyan hatine tespîtkirin, navên li dor 70 kesan hatine dîtin. Ji vê derbas nebûne.
Baweriya min ew e ku îdîa mubalexekirinek be. Îro jî gotin û axaftinên me yên wiha bi mubalexe hene; ji bo em mezin bikin em dibêjin, ‘bi hezaran Însan hatin kuştin’, yan jî ’çil hezar caran got’, ‘çil û yek caran maşallah’ filan. Di belge û weqayînameyên wê demê de, gelek caran bi minasebetên din, gotina ‘çil hezar’ tê bikaranîn; Hejmara orduyan çil hezar e, îsyankar çil hezar in, yên kuştî bi çil-pêncî hezaran tên îfadekrin.
Ya din, Selîm Şah-name, di dema Îdrîsê Bedlîsî de wek miswede ma, nehat temamkirin. Pişt re, di dema Qanûnî Sultan Suleyman de, li ser daxwaza wî, ji bal kurê Bedlîsî Ebu’l Fazl Mihemmed ve hat temamkirin. Tê zanîn ku hemû destnivîsên ji bal bavê wî ve nivîsandî nehatin dîtin, yên heyî jî ji derên cuda hatin berhevkirin, hetta hin kêmasî ji bal Ebu’l Fazl ve hatin temamkirin. Ji ber vê jî, tê hiskirin ku di Selîm Şah-nameyê de hindik be jî dubarekirin hene, piştre midaxeleyê hin derên wê hatine kirin, bi kêmasî hin lêzêdekirin tê de hatine kirin.
Eger li ber çavan bê girtin ku dijberiya req a jihedêder a li ser esasê mezhebî-dînî a li hemberê Qizilbaşan û Safewiyan, mubalexe û mezinkirinên kotîkirina yên li hember, nîşandana jar û helakbûyîna wan, pesinderiya terefdarê xwe, esas ji dema Sultan Selîm bêtir di demên sultanên pişt re hatî de zêde buye, ne li derveyê îhtîmalê ye ku ew mubalexe ji van rewşên dema berhevkirinê jî hatibin.
Selîm Şah-name berhemeka wisa ye ku her eynî buyer, hem bi nesirê (pexşanê) hem jî bi nezmê hatine pêşkêşkirin. Gava behsa qetilkirinê tê kirin, di beşê nesirê de tu reqem nayê dayin, bes tê diyarkirin ku ‘’ji wan kutleyeka mezin hat kuştin’’. Lê di beşê menzûm de tê gotin ‘’hejmara yên kuştî ji çil hezarê hesabkirî têperiya’’.
Wekî encam, agahiya kuştina çil hezar Qizilbaşan tenê di Selîm Şah-nameyê de heye. Heta ku bi belge û buyerên din neyê xurtkirin, zêdetir ew ê weka mubalexeyekê bimîne. Lê madem di berhemê de agahiyeka wiha heye, nikare bê gotin ‘’ev nebuye’’jî. Hin agahî û belgeyên ku em îro nizanin di rojên pêş de dikarin derkevin, bi çavkaniyên hê zelal û bawerpêkirî ev îdîa dikare bê îsbatkirin.
– Îdrîsê Bedlîsî kî ye, di serî de Ocalan hin Kurd çima wî wek ‘’xayinê neteweyî’’ dibînin?
Mewlana Îdrîsê Bedlîsî, bi eslê xwe ji malbateka alim a Kurd a Bedlîsê tê. Kurê Mewlana Husameddînê Bedlîsî ye. Di navbera salên 1452-57-ê de hatiye dinyayê, di 1520-ê de miriye. Bavê wî Mewlana Husameddînê Bedlîsî, li Amîdayê (Diyarbekira îro ku wê wextê paytexta şahê Aqqoyunuyan Uzun Hasan bû) li qesra Uzun Hasanê Aqqoyunî wek alim û dîplomatekî xizmet kir. Gava Uzun Hasan paytexta xwe ji Amîdayê veguhazt Tebrîzê, ew jî çû wê derê. Gava Uzun Hasan mir, ket xizmeta kurê wî yê bi navê Yaqûb Beg ê ku li ser text rûnişt. Ku Mewlana Husameddînî wefat kir, Îdrîsê Bedlîsî, li qesra Yaqûb Begî postê bavê xwe girt. Gava Şah Îsmaîlî Tebrîz zeft kir û xwe şah, û Şîetî jî dînê-mezhebê resmî yê Îranê îlan kir, Îdrîsê Bedlîsî yê ku Sunne Şafiî bû, Tebrîz bicîh hişt, çû, ket xizmeta mîrê Bedlîsê.
Roleka wî ya diyar a tayinker, di civiyana mîrên Kurdan û vexwendina wan a Sultan Selîm ji bo sefereka ser Îranê de, di serkeftina Şerê Çaldiranê de, di serîhildanên mîrên Kurdan ên li hemberê Safewiyan de, di peymanên di navbera Osmaniyan û Kurdan de bestî de heye. Sunnî û Alewî hemû mîrên Kurdan rêzeka mezin lê digirt, bawerî bi rehberiya wî dianîn. Herwekî, mîrê Çemîşkezekê Pîr Husên Beg, piştî Çaldiranê berî herkesi ji sirgûnê hat, li Amasyayê, bi Sultan Selîm re lihevkir, pişt re çû welatê xwe, xelkê xwe li hemberê Nûr Alî Xelîfe yê ku li ser navê Şah Îsmaîl Mîrekiya Çemîşkezekê (deverên berfireh ên Dersim û Erzincanê) îdare dikir, serî da rakirin. Çemişkezekiyan Nûr Alî Xelîfe kuşt, orduya Qizilbaş a Safewiyan qewirand û azadiya xwe bidestxist. Piştre Pîr Husên, orduya xwe girt û çû tevî orduya Kurdistanê bû ya ku di bin rêberiya Îdrîsê Bedlîsî de bû. Orduyên mişterek ên Osmaniyan-Kurdan, li ber Mêrdînê, orduya Qere Xanê Safewî têkşikand. Selîm Şah-name û Şerefname cih didin qehremaniyên mezin ên Pîr Husên.
Îdrîsê Bedlîsî di şerên li hemberê Memlukiyan de jî wek fermandeyê orduyên Kurdistanê cihê xwe li rex Sultan Selîm girt, bi saya zaferên wergirtî, Misir û erdên Îslamê yên din yên behskirî tevî nav hidûdên Osmaniyan bûn.
Îdrîsê Bedlîsî alimekî mezin ê dînî û tesewufî bû, edîb, rehber û dewletmedarekî temam bû ku karûbar bi rêkûpêkî birêve dibirin. Îro jî mezinekî Kurdan derneketiye ku karibe tifaq û destkeftineka di asta ya Kurdan û Osmaniyan a mezin û dûvdirêj a ku wî bidestxist, pêk bîne. Ew dîplmatek e ku li pêşiya hemî wan kesan tê, yên rê vekirin Sultan Selîm dev ji sefera ser Macarîstanê berde û berê xwe bide sefera ser Îranê. Padîşah ew qas bawerî pê dianî ku kaxetên sipî yên binê wan muhurkirî dayê, got ‘’ biçe, statuya kîjan mîrê Kurdan li gor adetên Kurdan çi ye, wê binivîse’’.
Wê demê daw û dozên netewebûnê tunebûn ku Îdrîsê Bedlîsî ‘’xayinê neteweyî’’ be(!) Henek li aliyekî, dîtina alim û dewletmedarekî wek wî, wek ‘’xayinekî neteweyî’’, esas encama bêagahbûna ji tarîxa xwe ye. Dewletên serdest îdeolojî û siyasetên înkarkirin û reşkirina tarîxa gelên bindest, piçûkxistina pêşkevftî, rêber û alimên wan dimeşînin. Ev gelek tesîrê li kesên endamên miletên mezlûm dike, viyana wan, baweriya wan a bi xwe dişkîne. Her wiha, dikare ji wê armancê bê, ku dixwaze Kurdên Sunnî û Alewî, Kurd û Tirkên rast-dîndar û çep ew qas ji hev dûr bixe ku tim di pevçûnan de bin. Bi vî awayî rê tê girtin ku civak bigihên hev, lihevkirî bin, li ser bingehên rasyonel cudatiyên xwe derxin meydanê û bi hev re bijîn.
-Tu/Çu rengvedaneka rawestiyana Kurdên Sunne li gel Yavuz û ya Alewiyên Qizilbaş li gel Şah Îsmaîlî, li ser pirsa îroyîn ya Alewîtiyê, yan ya Kurdan heye gelo?
Rûdan û rastiyên tarîxê bi awayê ku di pirsê de tê kirin, pêknehat. Lê ji ber nebûna derfetên têr yên lêkolînên dîroknasan û ronakbîrên dewra cumhuriyete, têgihîştana tarîxê ya kemalîstan ya bi zanetî, yan jî dîroknasiya fetihxwaziya Îslamî, hem Alewî, hem Sunniyên îro buyerên wê demê îro bi vî awayî fahm kirin, têgihîştineka wan a bi vî awayî çêbû. Herçendî di bingehê buyeran de ne reqabeta (minafeseya) mezhebi, lê ya siyasî hebû jî, aliyên mezhebi hat derxistin pêş ku di esasê xwe de ew behane bûn. Şerekî ku tenê li hember Qizilbaşan bû, teşmîlê hemû Alewiyan hat kirin. Tevî ku tenê ew di nav axa Osmaniyan de bû, weka ku ew Kurd Tirk, Ereb li hemberê hemû Alewiyan be hat nîşandan. Ji ber çavan hat dûrxistin ku Qizilbaşî kengî, çawa peyda bû, di şertên wê demê de maneya wê çi bû. Heta welê hat nîşandan weka ku li hember murşidekî mezin ê destbitizbî, postlimil û mirîd û terefdarên wî yên dest-bêçek, li hemberê hemî mezheb û terîqetên Alewî yên ne Sunne hatibe kirin. Loma jî buyer di tarîxê de weka Kerbelaya Duyê hat têgihîştin. Ev têgihîştin, di hema hema hemû buyerên roja me de veguhezîn travmayan.
Lê di rastiyê de tiştên ku wê demê dihatin jiyan, hema hema bi tevayî vacayiyê têgihîştîyên îro bûn. Şah Îsmaîl serokê mezintirîn dewleta wê demê ya Îrana Safewî bû. Qizilbaş jî ew ordu bû ku hestuyê piştê yê hêza şer a vê dewletê bû. Ev ordu, di demeka kurt; wek a 14 salan de, bi zora şûr ji Xorasanê heta Erzincanê, ji Xelicê Besrayê heta Qefqasyayê berbelavê qada desthelatê bû, li nav erda Osmaniyan du serîhildan pîj kirin. Seranser Kurdistana mezin xist bin destê xwe, statuyên siyasî û civakî hemî tarûmar kirin.
Sultan Selîm tenê serokê dunyewî, padîşahê dewleta Osmanî bû. Rêberiyên dînî, şêxulîslamî, miftîtî, ulema ta dereceyekê be jî di destên cuda de bûn. Dezgeyên burokratîk ên Osmanî bi awayekî ‘hê laîk’ bûn, hê bi rênumayên dunyewî dihatin îdarekirin. Di nav orduya Osmanî de Sunne, Bektaşî hebûn. Di bin fermandeyiyên paşa û began de ku ji Anadoluyê, Balkanan dihatin û di wextê şer de diketin nav sefên orduyê, orduyên xiristiyan hebûn hwd. Li hemberê vê, Şah Îsmaîl, hem wek şah, serokê dunyewî yê İmparatoriya Îraniya Safewî bû, hem jî mezintirîn şêxê; Murşidê Kamilê terîqeta Safewî bû, desthilata dînî jî di kesayetiya xwe de kom kiribû. Bi siyaseteka muteesib a req a şiddetdar, teb’ayên xwe mecbûrê Şîetiyê dikir. Di welatê Daru’l Îslamê de ji Sultan Selîm zêdetir esas wî siyaseteka berfirehxwaziya mezhebi dimeşand.
-Gelo mimkin e ku meriv reh û rîşeyên beşdarnebûna Dersimiyan di serîhildana Şêx Seîd de û bihewarneçûna Kurdên Sunne jî di dema Qetlîama Dersimê de, bibe bigihîne minafeseya (reqabeta) navbera Yavuz û Şah Îsmaîl?
Helbet, pevçûnên navbera Sunne û Alewiyan û bêbawerî û pêşînhukmiya navbera Kurdên Alewî û Sunne yên heta îro hatî, destpêka hemiyan bi wê derê ve hat girêdan, lê wek me gotî, bi têgihîştin û manîpulasyonên vacîkirî. Pêwendiyên pêşîn ên di ast û qewareya ciddî de, yên navbera Osmaniyan û Îraniyan wê demê destpêkir. Lê çîrok ne welê bûn weka ku îro tên veguhaztin, îro têgihîştin. Muteesibiyet, pêşînhukmî û hevredkirinên du alî, di dema sultanên Osmanî û şahên Îranî yê piştre de, ji dema Selîm hê dijwartir bûn, qat bi qat bi pêş ketin.
Gava ji alî Dersimê em binerin, esas heta nîvê duyê ê sedsala 18-ê, herwekî herêmên din ên Kurdan, eyalet û rêveberiyên xweser hebûn. Osmanî li herêma Dersimê rûbirûyê begên xweser û serokeşîrên wan dibûn, di meselên vêrgîyê (bacê) û eskeriyê de ew mixatab digirtin. Dersimî jî di çerçeveyên siyasî û civakî yên ananewî yên Kurd Alewî de di nav sîstemên xwe yên mîrekî û eşîrtî de dijiyan. Ev ne tiştên xerab bûn. Bi çavekî ilmî lê bê temaşekirin; ev ew muesese bûn ku civak bi hebûnên maddî û manewî li piyan dihiştin.Wekî ku li mîrekiyên din ên Kurdan dibûn. Lê çi wext ku Tirkiyeyê dest bi bizaveka navendîker a jakobeniyê kir ku tesîra xwe ji şoreşa burjuwa ya Fransayê û milîtarîzma Almanan werdigirt, çi wext ku her wekî li mîrekîyên din ên Kurdistanê hat kirin, êrîş hat birin ser statuyên beg û serokeşîran, rêber û dezgeyên dînî yên Dersimê, a wê demê bi îdeolojiyên li gor vê, ev muesese û statü kevneperest, xerab, kedxur û hwd hatin nîşandan.
Gelek caran tê minaqeşekirin ku li Dersimê berî qetlîamê serîhildanek bû, yan na. Meriv rastiyê beje, di 1937-38-ê de îsyanek nebû. Lê ku Dersimiyan xwest ew li gel begên xwe, serok û dezgeyên xwe yên eşîrî, rêberên dînî û awayê jiyanên xwe berdewam bikin, bijîn, welê hat hesabkirin ku îsyan kirine. Daxwaza parastina van dezgehan, vê jiyanê, weka îsyanê dihat hesibandin. Ji bo ku Cumhuriyetê dixwest civakeka homojen a Sunne-Tirk a moderna jakoben, navendîgêr û otoriter avabike, bedêla wê çi dibe bile bibe diviya ev dezgeh hilweşandana, pûç bikirana. Tarîx jî, rabuhurî jî, Şerê Çaldiranê û buyerên wê demê jî li gor vê hat vedanîn, têgihîştineka wek a roja me ya îro, bi temamî ya manîpulekirî hat afirandin.
Vê, hem Kurd û Tirkên Sunne, hem Kurd û Tirkên Alewî bi vî awayî rapêça û ew rûdanên tirsdar ên em dizanin, êş û azarên mezin hatin jiyan. Hê jî ronahîkirinek û lihevkirineka (konsensuseka) bi vê ve bestî nehat durustkirin.
-Sedem çiye hin Dersimiyên wek Kılıçdaroğlu, ku xwe Kurd nahesibînin û eslên xwe dirêjdikin dibin heta Xorasanê?
Ji bo ku min lêkolîn li ser şecera wî nekiriye, ez nizanim gelo malbata Kılıçdaroglu ji wê derê tê yan na. Lê gelek malbat an welatî, ji bo ku îsbat bikin ew ne Kurd in, Tirk in, xwe mecbûr his dikin ku nîşan bidin xwedêgiravî ew ji Xorasanê hatine. Esas ev tesîra ‘’Têza Tarîxê ya Tirkan’’ e. Li gor vê tezê, yên ku ji Asya Navîn an Xorasanê hatibûn Tirk bûn. Lê hatina ji Xorasanê nîşan nade ku meriv Tirk e, yan Kurd e. Di seranserê dîrokê de Kurd jî, Tirk jî wek civakên berfireh li Xorasanê jiyane. Di dema Şah Îsmaîl de, yên ku bi daxwaza xwe dan pey wî û çûn Xorasanê jî hebûn, kurdên ku sirgûnê wan deran bûn jî hene. Şah İsmaîl Hacî Rustem Begê bavê Pîr Husên Mîrê Çemîşkezekê tevî hezar malbatan sirgûnê hundurê û rojhilatê Îranê kir. Şahên Îranê yên piştre beşeka giring a eşîrên Celalî û Kurdên din, ji bo ku herêmeka tampon ava bike, li Xorasanê bicih kir. Hin zîvirîn, hin jî hê li wê derê dijîn. Bi kurtî, Kurd jî Tirk jî gelek caran çûne Xorasanê û hatine. Xorasan ne Kurdîtî, ne jî Tirkîtiya kesê îsbat dike.
-Armanca teza ku ‘’Dewleta Safewî ya Îranê ji Osmaniyan zêdetir Tirk e“çi ye?
Bi qenaeta min vê tezê cara pêşîn Turkologên Azerbaycana Sovyetan û yên Rûsnîjad anîn meydanê. Li Tirkiyeyê çawa ji bo tesîrkirina li Tirk û misilmanên Asya Navîn li hemberê komunîzmê Teza Turk-Îslamê hat pêkanîn, bi awayekî wek vê, ji bo Tirkmen û Azeriyên Şîe yên li Azerbaycana Sovyetan li hemberê Şîetiya Fars-Îranê û ya Azerbaycanê parastî bin Tirkîtiya Safewiyan hat hûnandin, hatta hat îddîakirin ku ji Osmaniyan bêtir Tirk in. Ronakbîrên Kemalîst ên dewra Cumhuriyetê ji vê çavkaniyê îstîfade kirin da hem welatiyên Şîe-Alewî yên cumhuriyetê ji bin tesîra Azerbaycana Îranê û Farisan dûr bixin, hem jî ji bo reşkirina Osmaniyan, Sultan Selîm û Osmaniyên li pey wî nêzîktirî Farisan, Safewî jî bêtir Tirk nîşan dan.
Esas, demezrêner û şêxên Safewiyan bi eslê xwe Kurd bûn. Di dema Şêx Cuneyd de xizmayetiya wan li gel Uzun Hasan destpêkir. Lê Uzun Hasan bi xwe dayika bavê wî prenseseka Rum-Gurcî (bav Rum dê Gurcî) bû, diya wî bi xwe Xiristiyneka Aramî, hevjîna wî prenseseka bi navê Catarîna Despîna; keça Qiralê Dewleta Rum Pontusê bû. Uzun Hasan xwişka xwe ya ku ji dayikeka Xiristiyan Aramî hatibû dinyayê ya bi navê Xatîce Begum, li Şêx Cuneyd mahr kir, kurê ku ji wan hat dinyayê yê bi navê Şêx Heyder jî bi keça xwe ya ji prensesa Rum Pontusê buyî; Marthayê (Pişt re navê wê bû Alem Şah Begum) re zewicand. Şah Îsmail ji vê Marthayê hat dinyayê.
Helbet ku şêxên Safewiyan bi Uzun Hasan re xizmayetî danîn, piştî mirina wî wek warisê text daketin meydanan, ev terîqet li Turkmenan gelek cazîb hat. Her wekî din, di wan êrîşan de ku li Qefqasan; birin ser Xiristiyanên Çerkez, Gurcî û Ermeniyan û li Deryaya Reş birin ser Dewleta Rum Pontusê, talan, xenîmet û êsîran, dilbijiyana siwarên koçer yên Tirkmen zêde dikir. Loma tevî ku di nav mirîden Safewiyan de Kurd, Ereb, Fars û Talaşî jî hebûn, Tirkmen di pirraniyê de bûn û post û meqamên navendî zeft kirin.
Di wan dewranan de rêjeya kesên ku xwendin û nivîsandinê dizanîn gellek kêm bû; belkî ne ji sedê yek jî bû. Gelek caran reîs eşîr, beg, paşa, hetta padîşah jî nexwenda (analfabet) bûn. Li deverekê eger terîqetekê bixwestaya terefdar û mirîdan qezenc bike diviya bi zimanê wan û bi rîtualên sazbendî û dengbêjî xîtabê wan bikiraya. Ji ber pêwendiyên bi vî awayî, zikr û ayînên dînî yên Safewiyan bi giranî bûn Tirkî. Wan ji aliyekî xwe seyyid (Erebnîjad) nîşan dida ji aliyekî din ve jî deng û bahsên ku eslên wan Tirkman e didan belavkirin.
Li Anadoluyê ji bo ku li gel terefdarên baweriyên batinî yên Îsmaîlî û Alewî, hetta pê re jî bihevrejiyana alîgirên Îslama heterodoks û Xiristiyaniyê, terîqeta Safewî li Azerbaycanê ji Sunnetiyê ber bi Şîetiya 12 Îmaman, li Andoluyê ber bi Şîetiya Xulat (Şîetiya zêdçûyî) / Qizilbaşiyê ve çû.
Hin lêkoler, diyar dikin ku piraniya şiirên ku tê gotin Şah Îsmaîl ew nivîsîne, ji bal wî ve nehatine nivîsîn, ji bal kesên din ve hatine xwendin, piştre wek dîwanekê hatine komkirin ji bal xelîfeyên xwendinzan di ayînan de, şahî û mihrecanan de hatine xwendin.
Gava meriv bala xwe bidiyê, Ezîdîtî jî di qonaxên wiha yên guherînê re derbas bûne. Yek ji pîroztirên fîgurên Êzîdîtiyê; Şêx Adî bîn Musafir, bi esil ji Beqaayê; ji malbateka Ereb dihat. Terîqeta Adewiye ya ku wî danî, wek terîqeteka Sunne hilat. Lê ku li Sincarê bicih bû û terîqet belav bû, hem zimanê kurdî yê xwecihên wan deran lixwegirt, hem jî guherî bû baweriyeka heterdoks a kartêkiriya dîn û baweriyên kevn ên wan civakan, piştre jî guherî bû dînekî li derveyê Îslamê.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 1,847 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( سارا کامەلا ) on 13-04-2023 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( ئاراس حسۆ ) 19-04-2023 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئاراس حسۆ ) on: 13-04-2023 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 1,847 kertaa
QR Code
|
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (91): Kela Nebî Horî ji milk û mewalên “Osmaniyan” e, Turkirineke rêbazkirî… Armanckirina sivîlan
Ryhmä: Asiakirjat
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (91): Kela Nebî Horî ji milk û mewalên “Osmaniyan” e, Turkirineke rêbazkirî… Armanckirina sivîlan, binpêkirin, şewtandin, bombebarankirin û fewdalîzim
Nema tê veşartin ku, yek ji timayên rêvebirên Partiya Eledalê we Eltenmiyê – ya di Turkiyê de destlatdar – bi serkêşiya Receb Teyib Erdoxan ew e ku, dixwazin dîroka Imperetoriya Osmanî vegerînin û ji nû ve mal û milkên ku, dibînin ên wan in, dest dînin ser an bixin bin bandora xwe. Ji xwe vê carê li gor siyaset û şêweyên nû û di bin navnîşana Osmaniya nû de, û bi karanîna tevgera Islama siyasî ya li cîhanê belakirî tê meşandin. Û herweha jî, nema tê bincilkirin ku, Turkiyê bûye derbasgeh û meydan ji veguhestin û firotina bermayên dîrokî yên Sûrî re û bi awakî nerewayî. Bi taybetî jî yên ku, ji dehan kevneşopgehên ku, – hin ji wan “Berad, Endar û Sem’anê” li ser lîstên kevneşopa cîhanî tomarkirî ne – ji herêma Efrînê hatine dizîn. Di heman demê de, diyar e ku, hin saziyên Turkiyê di talan, rûxandin û tarûmarkirina bermayên dîrokî yên herêmê de, bi rengekî rêbazkirî tewanbarkirî ne, wekî ku, ew bermahiya mirovahiya wê û reseniya hebûna Kurdan ji ser xaka wan dipişêfin û derbedayînekê li tamarên civakên xwecehî dixînin.
Kela “Nebî Horî” mal û mewalê Osmaniyan e :
Gorgeha “Nebî Horî” ya Romanî
Kolandina ne rewa ya li rojavayê dergeha başûr ya çîgeha “Nebî Horî”_ Navenda şûnwera Idlibê.
Rêveberdêrê olî (ewqafê) ya wîlayeta Hetayê “Omît Gokhan Çîçek” li 15.05.2020an, di konfiranseke rojnamevanî de diyar kir ku, wê avahiya perestgeha Nebî Horî ji nû ve çaksaz bikin, û herweha ragihand ku, “rêvebergeha giştî ya olî (ewqaf) girîngiyek mezin dide çaksazkirin û vejînkirina kevneşopên ku, bavpîrên Osmanî li Sûriyê hîştine”!. Destlatên dagîrkeriya Turkiyê rojekê hajê nekirine ku, rê li pêşiya wan kiryarên tarûmarkirin û dizîna entîkan û tabloyên fûseyfîsayî yên ku, cîgeha Nebî Horî – Sîrûs, 70 km, bakur rojavayê bajarê Heleb – tûşê hatiye bigire. Lê, ew tenê li çaksazkirina gor û qubeya wê ya Romanî û çawa wê bike yek ji mewalên Osmaniyan – a weke binpêkirinek bicers ji dîrok û rastiyan re tê jimartin – heyirî ye.
Ji xwe me berê jî di raporên xwe de, çêra serpêhatiyên vê cîgehê kiribû.
Weke zanyarî, rêvebergeha giştî ya kevneşop û entîkgehan li Sûriyê nîşanî rewşa kelê ya ku, berê baş kir, û di gelek raporan de jî çêra destdirêjiyên ku, di siya dagîrkeriyê de, jêre çêbûne kir. Navenda kevneşopiya Idlibê (merkez asar Idlib) ya bi ser rikberiyê ve, di gereke şopîner ya tîmeke xwe ya pispor de, ya li 13.07.2018an, raporek bi wêne li ser ziyanên ku, gihîştine cîgehê weşand, û tekez kir ku, piştî artêşa Turkiyê Efrîn destlat kir, cîgeh tûşî talankirin û tarûmariyê bû, kiryarên kolan û lêgerînê yên ne rewa bi amûrên mezin pêk hatin. Herweha, nîşan kir ku, – di dema lêgerîna wê de – gelek kes çi tekane yan kom, bi bêr, tevşo û alavên hestiyar ên nûjen, li entîke û madenên nirxbuha yên binerd digeriyan. Herweha jî destnîşan kir ku, ew lêgerîn û kolandina ne rewakirî pir ziyan gihandin mal û zeviyên xelkê deverê, û tev jî piştî dagîrkirinê pêk hatin. Û ji ber ku, herêm di bin destê Turkiyê de ye, ew bi rengekî sereke encamên wan binpêkirinên metirsîdar yên ku, tûşî cîgehê bûne hildigire.
Mihemed Elûş li gel tabloyê fûseyfîsayî
Hêjaye bi bîr were jî ku, “Mihemed Elûş yê ji Idlibê û bazirganê şopeweran” li navîna 11.2019an, li ser rûpela xwe ya fêsbokê, wêneyên tabloyine fûsefîsayê yên servekirî û hîna di erdê de belav kir, û di hin bersivdanê xwe de, li ser gotinên dostan digot (Efrîn li Nebî Horî), û di dû re, piştî xirbeliqiya ragihandinê, ew ji ser rûpela xwe rakir.
Di demeke navborî de, Pilatforma Sûrî ya mafên mirovan jî, di perçevîdiyoyekê de, çêra piroseyên kolandin û rêşkirina cîgehê bû. Lê, xuya ye van tewanan bala ragihandina dagîrkeriya Turkiyê nekişand, tewankar neşopandin û çêrê jî nekir, lê, tenê piropogandan ji çaksazkirina perestgehê re çêdike. Da ku, li ser tarûmarkirina cîgehê û dizîna tabloyên wê û yên din veşêre.
Ew sermiyanên binerd û şopewarên dîrokî, perçak ji şopewariya mirovahî ya çîhanî ne, û destdirêjiya li ser û tarûmarkirin û dîzîna wê, – li gor hevpeymanên “Lahay- /1907/ û /1954/”, pirotokolên Yek û Du /1977/ yên li çar hevpeymanên Cinêfê zêde bûne – ji tewanên şer û binpêkirinên mezin têne jimartin. Lê, bêdengiya civaka navdewletî û çavdamirandina li ser, tiştekî seyre û li dijî perensîpên mirovahiyê ye.
Turkirinek rêbazkirî:
Bernama ezmûna bawernama salane – 2020z – Efrîn
Ji bêtirî du salan ve ye, Turkiyê di siyaseta turkirina herêma Efrînê de berdewam e. Mîna guhertina navên meydan, nexweşxane, dibistan, sazî, avekerên sivîl û hin gundan û hildana ala Turkiyê li ser wan avahiyan, û belavkirina çanda Osmaniya nû. Bi ser de jî hilanîna hertiştê têkildar bi çand û zimanê kurdî re, nimûne rêvebergeha perewerde û hînkeriyê/ Efrîn, li 20.05.2020an bernama ezmûnan a bawernameyên amedeyî û navendî – ya 2020an z ragihandin, bêyî ku, metiryala “zimanê kurdî” tê de hebe, wekî ku, yekcar hatibe hilanîn, û derewîna sozên ku, ji bo fêrkirina wê li destpêka sala xwendinê dane û ew şanogeha diyardebûnê di nav xelkê Kurd de li herêmê çêkirine nîşan da. Di wexta ku, di heman demê de, hînbûna zimanên Erebî, Turkî û Ingilîzî, tê ferzkirin, fêrek û şênberên ola Islamî têne zêdekirin, û metiryalin li ser dîroka Turkî – Osmanî, li kêlek rêbaza Erebî derbasî dibistanan dibin, da ku, nasname û çanda herêmê û xelkê wê biguhêrin.
Armanckirina sivîlan:
Jiyandayiyê vêguneh “Mislim Ehmed Umik”.
-Li 14.05.2020an, temenmezin “Mislim Ehmed Umik /87/sal” ji xelkê gundê Kora – Cindirês, û yê li nêzîk avahiya “Hekîm” li taxa Eşrefiyê – Efrîn niştebûyî, hate wendakirin, û li 19.05 an a heman salê, li rex çemê Efrînê – gundê “Kersanê” ya nêzîk bajarê Efrînê, di mercên ne zelal de, termê wî hate dîndin. Hêjaye bi bîr were ku, hûrşopandin û bê’aliyane di lêkolînên tewanên kuştinê û mirinê di mercên ne diyar de tune ye, û bi taybetî jî, dema ku, xwediyên wan qurbaniyan -ji tirsa ku, merivine wan yen din tûşî sezakirinê nebin – newêribin sedemên rast yên mirinê xuya bikin an di tu kesî de gûman bin.
Pakrewanê ciwan “Silêman Cemîl Ibrahîm” di odeya teraşiyê de – ajansa Hawar
-Li êvara 22.05.2020an, piştî agir bizevî û milkên gundê “Birc Heyderê” yê dagîrkirî ket û berve gundê “Kalûtê”- Şêrewa – bakurê Heleb – a ku di bin desteseriya artêşa Sûriyê de – çû, û di dema ku, hin xortên gund agir vedimrandin de, teqînereke binzemînî di wan de teqiya, ciwan “Silêman Cemîl Ibrahîm /22/sal” bi kûranî birîndar ket, bi ser wê de li nexweşxana Avrîn – Fafîn şehîd ket, û li siba 23.05 an jî, di goristana gund de hate binaxkirin.
Binpêkirinên têkel:
-Milîsên bi ser Turkiyê û Elitîlaf Elsûrî – Elixwanî ya rikber ve, vêrgiyên bi navê cejnê /5-15/ hezar p.s, li bajarê Efrînê, li ser xwediyên firoşxane û kargehan, û du hezar pere Sûrî li ser her malbatek gundê Kêla – Bilbil (bêtirî 90 malbatî) ferzkirin, û bêyî ku, ji yên niştecîkirine were birin.
-Giropeke çekdar ji milîsan, li hemwelatî “Mihemed Reşîd Eslan” ji gundê Zerka – Reco, -dema ku, li ser çateriya gund û li ser riya giştî kerezên darên xwe difirot – xistin, kêmrûmetkirin, û kerezên wî jê standin.
-Xwediyên zeviyên mêwan li gundên navça Reco û gundên derdora “benda Eşûnê” neçar dibin – ji bo werzên xwe yên çilo veguhêzin bajarê Efrînê – xwe vedizin û riya dirêjtir “Kotana – navça Şera” – ya ku, rêbendên leşkerî lê pir û vêrgiyên têkel werdigirin- vebijêrin, û nimûne jî, ajovanekî /20/hezar p.s da. Ev yeka çêdibe, ji ber ku, milîsên “Ehrar Elşerqiyê” yên ku, navenda Reco û riya “kitix” ya tê Efrînê desteser kirine, nahêlin xelk werzên xwe bibin Efrînê, û firotina çilo di bazara wan ya li Reco çêkirî de, bazirganên ji aliyê wan ve, û bi buhayê ku, wan dînaye de embargo kirine.
Cîgeha “Benda Eşûnê”.
-Xelkê gundên “Eşûnê û Kerê” – Bilbil, salbisal baxçe ji xwe re, li ser erdê bendê -piştî ku, li Buharê ava wê dimiçiqiya- diçandin, lê, ji ber ku, milîsên “Firqit Elsultan Mûrad” vêrgî /100 – 250/hezar p.s – li gor rûbera erdê – ji cotariyan xwestin, da ku, kanibin biçînin; Vêca neçar bûn ku, îsal neçînin.
-Li 17.05.2020an, milîsine çekdar hemwelatî “Ferhan Hesen” ji gundê Xelîlaka – Bilbil revandin, û li 20.05.2020an – piştî dandina berdêleke diravî- serbest hate berdan.
-Li 13.05.2020an, giropeke çekdar êriş bir ser malên herdu hemwelatiyên temenmezin “Mihemed Kekec /60/sal û Hemîd Şêxo /57/sal” yên li navenda navça Cindirêsê, li herdiwan dan, û hin pere ji wan bi zorê birin.
-Ava vexwarinê ji ser piraniya gundên navça Cindirêsê bi behaneya tunebûna mazotê, hate qutkirin. Û ta niha hin statoyên ava vexwarinê hatine seknandin, û hin jî li ser alîkariyan kar dikin, di wexta ku malbatên çekdaran û yên hatine niştecîkirin fîtikên avê nadin, û li malbatên Efrînê yên resen tenê neçar dikin ku, bidin.
-Ji demekê ve ye, malbateke anîndeyî, bi zorê li gundê Îska, di mala jinebîyekê de bi cî kirin, û li vê dawiyê pîrejin neçar kirin ku, kok ji mal derkeve, lê, wê daxwaza milîsan erênekir û ji mala xwe derneket.
Şewtandin:
Bi destpêka demsala Havînê re, destdirêjî û destêwerdanên anîndeyên çekdar li ser jînengehiyê û tinaziyê bi mal û mewalên xelkê – ger ku, ne mebestkirî be jî -, gelek şewtandin di nav dar û beran de, pêk anîn. Û ji wan ên ku, “Berevaniya sivîl li Efrînê” tomar kirî ev in:
-Li 17.05.2020an şewatek li sirtên gundê “Kurzêlê”.
Şewata daristanên “Erebwêranê” – berevaniya sivîl li Efrînê
-Li 20.05.2020an şewatin li daristanên gundê “Erebwêranê” – navça Şera.
-Li 21.05.2020an, şewatin li dorçêrma gundê “Kîmar, Soxanek û Aqûbê” – Şêrewa.
-Li 22.05.2020 an, şewatek li dorçêrma gundên “Birc Heyder û Kalûtê” – Şêrewa.
Bomberankirin û fewdalîzim:
Artêşa Turkiyê di bombekirina hin gund û bajarokên Şêrewa û Şehba – bakurê Heleb de berdewam e.
-Li 17.05.2020an, wê gundên “Malkiyê, Şewarxa, Aqûb, Soxanek, Xirêbkê, Bênê, Dêrcimêl, Merenaz û Irşadiyê” armanc kir û ziyanên şênberî gihandê.
-Di siya fewdalîzim û serberdayetiyê de, li 19.05.2020an, hewiladanek ji nişkekuştina “Ebid Elîlah Silêman” -cîgirê rêvebirê asayişa leşkerî û serkirdeya milîsa “Lîwa’i Elmu’itesêm”- re, li bajarê Efrînê çêbû. Û bombeyeke teqîner li Efrînê – kolana Cindirêsê teqî, û li gor berevaniya sivîl (Eldîfah Elmedenî), sivîlek birîndar ket. Û li nêzîk dorçêrmgeha qabanê – bazara keskahiya Efrînê, bombeyek teqîner teqiya û du kes birîndar bûn.
-Li 21-05-2020an, li navêna gundên “Şadêrê û Îska”, balafirek bê ajovan û kontirolkirî, cîbwazek “sentefê” bombebaran kir, û di encam de, du kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Xuya bû jî ku, bi wan re hejmarek ne hindik ji dolaran hebû.
Şikestina rêbenda bêdengiya navdewletî û niştimanî ya Sûrî, li hember binpêkirin û tewanên ku, li Efrînê têne kirin, û siyaseta Turkirinê ya rêbazkirî û berdewam, gaveke pir gerek, pêwîst, bi lez e, û erk û stubariya bangewaz û vexwendêrên perensîpên mirovahiyê bi giştî ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 1,022 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 03-02-2024 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( هاوڕێ باخەوان ) 18-02-2024 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئاراس حسۆ ) on: 17-02-2024 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 1,022 kertaa
QR Code
|
Fidraliya Serdema Osmaniyan-1514-1850
Ryhmä: Artikkelit
Fidraliya Serdema #Osmaniyan# -1514-1850
Bave Serbest
Ji Xalên Wê Yên Giring: Xweserî û azadiya mîrekên Kurdistanê bi giştî her yek li herêma xwe bi tevdîrek xwecehî.
Bavê Serbest
Piştî biserketina şah Sima`îlê Sefewî ku ew ji neviyên şêx Sefîeldînê Erdebîlî bû, ev malbat navdar bûn bi olperestiya xwe û kîşeya wan ya şî`î ( mezheb) ku ceng û destelatiya wî ji herêma Ermênya dest pê kir ta giha Îraqa Ecemî – Xozistan – Faris – herêm li pey herêmê desteser kirin û piştî salekê berê xwe da Kurdistanê herêma Amidê û ji ber ku bi mezhebê xwe Sunî bûn şerekî dijwar di gel wan de bikaranî, zordarî, kuştin, serjêkirin, û talan û tevlî ku 10 mîrekan ji birêvebirên herêmê piştgirya xwe jê re nîşan dan lê bi wan û behwer nebû tev de girtin û zindan kirin ku yek ji mîrekan ( Melek Xelîl) bû mîrê bajarê Hesen Kêfê ku hevjînê xûşka şah Sima`îl bi xwe bû, ji malbata Selaheldînê Eyûbî bû, sê salan li girtîgeha tebrîzê girtî man, û ji dêlva wan qizilbaş danîn ta şerê Çaldîranê yê navdar ku di sala 1514 dan de qewimî û di encamê de ew suhun û çavsoriya şah Simaî’lê Sefewî şikest çawa pilan û hewildana wî ku dixwest hemî navçe û herêmên Kurdistanê ên ji 46 mîrên netewî pêk dihat û qizilbaşên şî`î li şûna wan bicîwar bike, lê ev siyaseta bed û çewt pê re neçû serî bi saya hişmendî û zanebûna Şêx Hekîm El- dîn, Îdrîsê Bedlîsî, wê hingê Tirkan bi serpereştiya Sultan Selîmê Osmanî siyasetek derheqa Kurdan de karanîn vacî ya şah sima`îlê Sefewî çawa bi rêberya Şêx Îdrîsê Bedlîsî pêwendî bi hemû mîr, axa, û beglerên Kurdistanê re kirin û pêwendiyên wan ji Şêx Îdrîsê Bedlîsî nehatin birîn û handana wan ji Kurdan ve dijî şah Sima`îl dagir kirin tev de bi saya vê rêkevtinê ku di pê re bû peyman ku di navbera şêx Îdrîs û Sultan Selîmê Osmanî de mohir û emze bû naveroka peymanê ji 5 xalên sereke pêk dihat ew jî ev in:
1- Xweserî û azadiya mîrên Kurdistanê bi giştî her yek li herêma xwe bi tevadîrek xwecehî.
2- Ji mafê her mîrekî ye kurê xwe li şûna xwe destnîşan bike an hinin din çawa bixwaze.
3- Kurd di tevaya şeran de, bi Kurdan re alîkar bin.
4- Di hemû şerên dijminên derveyî welêt, Tirk bi Kurdan re alîkar bin.
5- Kurd bêş û camêryê ji paytextê re rêkin, her sal wek zagonên dewletê tên bikaranîn.
lê mixabin ev peyman piştî 15 salan ji alyê Sultanê Osmanî re binpê bû û sal bi sal pilanên xapînok derheqa Kurdan de hatin bikaranîn. Di vê derbarê de dîroknasê Tirk Olya Çelebî dibêje: Ji sala 1666 an de, waliyê Wanê yê Tirk bi tundî êrîş bir ser Ebdal Xan, mîrê Bedlîsê tev destser kir, mal û berhemên Ebdal Xan tev talan kirin ku ew bixwe Bavpîrê Şerefxanê Bedlîsê bû ji bilî zêr û pera pirtûkxana wî ji barê heft “devan” pêk dihat tev de di warê ziman, ol, noşdarî, nexşe, helbest, dîrok û dîwan piraniya wan pirtûkan bi qab û qewlikên firincî xemilandî bûn ji wan 76 pirtûk û 105 name bi zimanê Erebî û ji Farisî tomarkirî bûn, wî bi tenê bîn ji afrandina mîr Ebdal bûn, û bi van pilan û fêzên çewt herêm li pey herêmê desteserkirin ta sala 1850î herêma Bohtan ku keleha dawî bû ji 46 herêman hate destesrkirin bi hêvî me ku Kurd ji dîrokê sude wergirin haydarî faq û davên neyar bin.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 677 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 03-12-2024 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 04-12-2024 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 04-12-2024 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 677 kertaa
QR Code
|
Gilînameya Êzdiyan dijî xizmeta leşkerî ya derbarê Osmaniyan de
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=Gilînameya Êzdiyan dijî xizmeta leşkerî ya derbarê Osmaniyan de=KTML_End=
Sala 1847an dîplomatkarekî Brîtanî bi nave Konstantîopol xwe nêzîkî Osmaniyan dike û dixebite ku çareyek bibîne. Bi hewldana wî Osmaniyan Babê Alî îtirafê bi hebûna oleke cuda bi navê #Êzdî# dike û ji ber wan cudahiyên ku ola Êzdiyan tekeziyê li ser dike, ew ji xizmeta leşkerî tên efûkirin û biryar tê derxistin ku pêwîst nake çi Êzdiyek xizmeta leşkerî bo Osmaniyan bike.
Hin çavkaniyên girêdayî ola Êzdiyan dibêjin givaş û zilma olî û siyasî li ser Êzdiyan ji serdema Ebasiyan ve destpê kiriye. Ebasiyan bi dirêjahiya 5 sed salên desthilata xwe berdewam givaş li Êzdiyan kirine, lê çavkanî didin xuyakirin ku berovajî Ebasiyan Omewiyan alîgiriya Êzdiyan kiriye û wan jî xwe weke alîgirên xelîfe Yezîdl Kurê Muawiye dane zanîn û şêxê Êzdiyan rê nedaye ku kes dijî Yezîd baxive. Her ji ber wê dibe ku Şîeyan ku gelek dijî Yezîd bûn, ev nav li wan kiribin.
Ji sedsaliya 15an ve tepeserkirina Êzdiyan bi plan û bername destpê dike, piştî ku Osmaniyan di sedsaliyên 17,18 û 19an de desthilat girtin destê xwe wan qir dikin (Jînosîd) û di çend êrîşan de bi deh hezaran ji Êzdiyan dikujin. Herdu navên Yezîd û Şeytanperest bo qirkirina zêdetir li wan hatine kirin.
Hejmara Êzdiyan di sedsaliya 18an de (250) hezar kes bûn, bi giştî 12 hezar siwarên wan hebûn. Di sedsaliya 19ê de piştî ku gelek ji wan têne kuştin, hejmara wan dibe 200 hezar kes û heşt hezar siwar. Lê piştî wê jî fermana li ser Êzdiyan berdewam dibe û di sedsaliya 19an de hejmara wan dibe 50 hezar kes. Beşeke wê qirkirinê ji aliyê Silêman Paşa waliyê Bexdayê ve hatiye kirin û tenê Êzdiyek jî li mile din ê çiyayê Şingalê nehiştiye. Piştre Elî Paşa ku ew jî waliyekî din ê Bexdayê bû gelek Êzdî kuştin. Piştre di sala 1873an de Reşîd Paşa tevî hin Kurdên misilman êrîşî ser wan dikin gelek ji wan dikujin.
Qirkirina Êzdiyan ji aliyê Osmaniyan ve di sedsalên 18 û 19ê de ewqas zêde dibe ku welatên Ewrupayê li dijî wan qirkirinan helwêst digrin. Weke mînak di sala 1847an de dîplomatkarekî Brîtanî bi nave Konstantîopol xwe nêzîkî Osmaniyan dike û dixebite ku çareyek bibîne. Bi hewildana wî Osmaniyan Babê Alî îtirafê bi hebûna oleke cuda bi navê Êzdî dike û ji ber wan cudahiyên ku ola Êzdiyan tekeziyê li ser dike, ew ji xizmeta leşkerî tên efûkirin û biryar tê derxistin ku pêwîst nake çi Êzdiyek xizmeta leşkerî bo Osmaniyan bike. Her bo wê mebestê û bo wergirtina gerentiyê sala 1849an kesek bi navê Şêx Yûsif weke nûnerê Êzdiyan diçe gel Osmaniyan û heman daxwaziyê dubare dike û pêşniyar dike ku ew ji xizmeta leşkerî bêne efûkirin. Destpêkê dewleta Osmanî daxwaziyên wî dipejirîne lê piştre di sala 1872an de ew biryar tê hilweşandin û careke din dest bi girtina wan dikin û wan dibin leşkeriyê.
Ev guhertin ji aliyê Êzdiyan ve nayê qebûlkirina her di wê salê de gelek kesayetî, rûspî, Şêx û Mezinên Êzdiyan gilînameyekê bo desthilatdarên Osmanî dişînin û di nava 14 xalan de sedemên xwe ji bo Babê Alî Osmaniyan zelal dikin ku çima nabe ew leşkeriyê bikin. Hin xalên giring ên vê gilînameya Êzdiyan em ê behis bikin. Tekez tevahiya wan xalan di pirtûka Enstas Marê Kermilî ku Dr.Necatî Ebdula wergerandiye bi berfirehî hatine gotin û li vir em ê tenê kurteyeke wan binivîsînin ku em bizanin sedemên mezinên Êzdiyan çi bûn ku xwe ji olên din cudakirine û gotine ku nabe ew tevî xelkê din biçin leşkeriyê.
1 - Her Êzdiyek divê her sal sê caran biçe ziyareta Melekê Tawûs, eger wisa neke kafir dibe
2 - Her Êzdiyek divê sale carekê biçe ziyareta Şêx Adî eger neçe kafir dibe
3 - Her Êzdiyek dive hemû sibehan biçe cihekê ku roj têde hilê û nabe kesên ser bi olên din lê hebin û wisa neke kafir dibe
4 - Her Êzdiyek divê her roj destê birayê xwe yê axiretê maç ke û eger neke kafir dibe
5 - Êzdî nikarin guhdar bikin ku Misilman bêjin Euzubîllahî … . Eger kesekî Êzdî vê bibihîze, divê kesê wisa gotiye û xwe jî bikuje, eger neke kafir e.
6 - Dema kesekî Êzdî dimre, divê kesek, bira an xwîşka axiretê qewleke Êzdiyan li ser bixwîne û eger ne wisa be ew kafir e
7 - Divê xweliya ber lingê Şêx Adî di bêrîka hemû Êzdiyekî/ê de be û her sibe wê bixwe eger nexwe kafir dibe
8 - Her Êzdiyek dema rojî digre, divê sibehê biçe mala Şêx û êvaran jî biçe û bi şeraba mala Şêx rojiya xwe veke
9 - Her Êzdiyek ku dema bêhtir ji salekê ji ware xwe dûr bikeve telaqên wî dikevin, jina wî naçe cem û kes careke din jinê nade wî.
10 - Her Êzdiyekî/ê xwîşk an birayekî olî heye, dema ku kincên nû dikire divê xwîşk û birayê olî bo yekem car berçêla wî/ê veke û eger wisa neke kafir e
11 - Her Êzdiyek kincên nû bikire divê bi ava Şêx Adî tiberik ke
12 - Nabe ku Êzdî kirasê Şîn li xwe bikin û nabe bi şeyê misilman an kirîstiyanan pora xwe şeh kin.
13 - Nabe ti Êzdiyek biçe hemam an cîhê destav a misilmanan û nabe ku bi kevçî û piyaleyên wan bixwe û vexwe. Eger wan karan bike kafir e.
14 - Xwarina Êzdiyan û olên din cuda ye weke mînak, em goştê masiyan,bamiye, fasolya, Kelem (lehane-kelerim) û Kahû (Xas) an naxwin ên bixwin kafr in
Ji ber wan sedeman û gelek sedemên din em nikarin biçin leşkeriyê.
Hin navên ku ew gilîname îmze kiribûn ev in:
Hisên Mîrî Şêxê Êzdiyan, Şêx Nasir Şêxê Rûhanî yê Êzdiyan, Pîr Silêman Muxtarê gundê Reşan û gelek kesyatî û Muxtarên din îmze kirine.
[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 1,771 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 18-12-2023 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 21-12-2023 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 1,771 kertaa
QR Code
|
|