Tilastot
Liittyvät tiedostot 126,612
Kieli
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 317,317
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,685
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,750
 عربي - Arabic 44,095
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,711
 فارسی - Farsi 15,883
 English - English 8,533
 Türkçe - Turkish 3,836
 Deutsch - German 2,037
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 92
 Svenska - Swedish 79
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 22
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 Cebuano - Cebuano 1
 қазақ - Kazakh 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
Ryhmä
 Fins Tilastot ja selvitykset 1
|
Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku sembola berxwedana cîhanê biparêze -5
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku sembola berxwedana cîhanê biparêze -5=KTML_End=
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ
Birîndarekî şerê li dijî #DAIŞ# `ê bang li civaka navneteweyî kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim bajarê Kobanê ku destpêka bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê li welêt bû, bikin. Her wiha destnîşan kir ku ciwanên herêmê şûna tevahî cîhanê şer kir.
15`ê Îlona îsal rastî salvegera 6`emîn a êrişa bejahî ya ku çeteyên DAIŞ`ê ji 3 aliyan ve di Payîza 2014`an de piştî du salan ji dorpêçkirina kantona Kobanê, li dijî bajêr dest pê kiriye.
Çeteyên DAIŞ`ê sûd ji propagandeya ragihandinê û çekên giran ku ji baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê girtiye, sûd wergirt û êrişî Kobanê kir. Her wiha wê demê Tirkiye bûbû koorîdoreke bi ewle ya çeteyên ku ji seranserê cîhanê berê xwe dane herêmê.
Piştî 3 hefteyan ji destpêkirina êrişan, şervanên YPG, YPJ`ê çeteyên DAIŞ`ê di ribê dawîn ê bajêr de rawestandin. Hemwextî şerên dijwar ên di kolanên bajêr de, Koalîsyona Navneteweyî dest bi hedefgirtina nuqteyên çeteyan di Kobanê de kir.
Di şer de bi dehan sivîlan ji bo parastina xwe û bajarê xwe, li kêleka şervanên ku ji seranserê Kurdistanê tev li şerê li dijî DAIŞ`ê bûbûn, şer kirin.
Şervanê bi navê Ismaîl Elî ku bi Xal Simo tê binavkirin, di sala 1961`an de li Kobanê hatiye dinê. Elî zewicî ye û 12 zarokên xwe hene (7 keç, 5 xort). Elî di 2011`an de tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di destpêka Şoreşa Rojava de li bajarê Girê Spî û bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê, şerê komên bi navê Artêşa Azad û Cebhet Nusra kir.
Şervanê YPG`ê Ismaîl Elî li gundên rojhilat, rojava û başûrê kantonê di dema dorpêçkirina bajêr de li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir. Her wiha li taxên bajêr tevî komeke biçûk a şervanan, beşdarî şerekî herî dijwar ê şerê navxweyî yê li Sûriyê bû.
Elî îşaret bi ruhê Kurdistanî û piştgiriya cîhanî ku berxwedana Kobanê bi xwe re aniye, kir û got: Berxwedana Kobanê îradeya Kurdan kir yek û sînorên Îran, Tirkiyê û Iraqê yê di navbera gelê Kurd de rakir, ku ji xwe sîstemên zordar ew sînor danîbûn.
Tiştê balkêş di berxwedana dîrokî a Kobanê de ew bû ku, di xendekên şer de şervanên ji rojhilat, başûrê Kurdistanê û li kêleka wan şervanên enternasyonalîst hebûn.
Elî wiha domand: Em li pêş xeteriya cîhanî ya di kesayeta DAIŞ`ê de, bûn mertalên zindî û me li şûna tevahî cîhanê şer kir. Civakên gelek welatên cîhanê piştgiriya vê berxwedanê kirin. Me di oxira wê yekê de gelek fedekarî da. Me di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan.
Ismaîl Elî beşdarî şerên rizgarkirina bajarên Minbic û Tebqayê û her du bajarokên Eyn Îsa û Sirînê bû û di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê lingekî xwe wenda kir.
Şervanê YPG`ê Ismaîl Elî bang li gelên cîhanê kir ku li dijî gefên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê ku hemwextî salvegera 6`emîn a êrişa li dijî Kobanê pêk tên, piştgiriya Kobanê bikin û wiha got: Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku sembola berxwedana cîhanî (bajarê Kobanê) biparêze.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 816 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 28-03-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 28-03-2025 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئەڤین تەیفوور ) on: 12-12-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 816 kertaa
QR Code
|
`Bi berxwedana gelê kurd wê faşîzma Erdogan hilweşe’
Ryhmä: Artikkelit
`Bi berxwedana gelê kurd wê faşîzma Erdogan hilweşe’
Vîndar Roj/ Şehba
Gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Qadên #Berxwdanê# , herwiha serdana Erdogan ji Bexda û Hewlêrê re û peymanên ku ji bo qirkirina gelê kurd hatine îmzekirin, bi tundî şermezar kir û got, “Bi berxwedana gelê kurd û Tevgera azadiyê wê desthilatdarî û faşîzma Erdogan hilweşe.”
Li dijî hebûn û destkeftiyên gelê kurd, kêlî bi kêlî dijmin plan û siyastên qirêj dide meşandin. Di heman çarçoveyê de wekî her car PDK’ê destekê dide dijmin û li ser xwîna gelê kurd peymanan bi dagirkeran re îmze dike. PDK’a mala Berzanî tevahiya sînorên xiyanetê jî derbas dike. Her çiqas PDK ê di dîrokê de ev yek kiriye jî lê bi pêşwazîkirina serokê terorê Erdoxan li ser xaka Kurdistanê ya ku bi sala ye Eroxan li ser vê xakê pilan û êrîş kirine hemû sînorên bê rêzî û îxanetê derbas kirin. bê guman ev hevdîtin di bin gelek lihevkirin û gerandina pilanan de hate pêk anîn. Di serî de tavahî bendên ku hatine erêkirin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nakin. Di nava van hevdîtinan de bi erêkirina PDK ê bi tayebet hebûna Tevgera Azadiya Kurdistan hatiye nîqaş kirin û li ser Tevgera Azadiyê bendên taybet hatine îmzekirin. Ev yek dide tekezkirin ku PDK ê di êrîşên li ser Gerîlayan de destkdarê yekemîn e. Bi hemwextiya van lihevkirinan re dagirkeriya Tirkiyê êrîşên xwe yên li ser herêmên Parastinê yên Medayê dan destpêkirin, bê guman ev yek jêdara xwe ji wan lihevkirina digire.
Têkildarî xiyaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Gerîlayên Azadiyê, koçberên Efrînê li herêma Şehbayê Hêvî Silêman û Bavê Şîlan ji rojnameya me re axivîn.
Binkeftina Erdogan û pilanên nû
Hêvî di axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariya Erdogan hilweşiya ye û bi pilanên nû dixwaze xwe hilde ser piyan û wiha got: “Erdogan di salên dawiyê de hilweşînên gelek mezin di welatê xwe de jiyan dike. Ev yek jî ji destwerdan, êrîş û pilanên ku di welatên derdor re weke Sûriyê de pêşxistine. Aboriya Tirkiyê têkçûye û gelê Tirkiyê ev rewş qebûl nekiriye. Di heman demê de vê yekê bandora xwe li ser hebûna wî bandor kir, binkeftina wî di hilbijartinan de jî ev yek tekez kir. piştî van windahiyê mezin erdoxan careke din berê xwe da pilanên nû. Vê carî bi Hikumeta Îraqê û hikumeta PDK ê re”.
Li ser hesabê Axa Kurdistan û gelê Kurd bazarkirin
Hêvî da zanîn ku pilan û lihevkirinên hatine pêşxistin li ser hesabê axa Kurdistanê û gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Bi erêkirina li ser 24 xalên ku hatine eşkerekirin di navbera Hikumeta Îraqê, Hikumeta PDK ê bi Erdoxan re, hat diyar kirin ku piraniya madeyên li ser hatine li hevkirin nakevin xizmeta gelê Kurd û li ser hesabê axa Kurdistanê ya pîroz bazaran didin meşndin. Em vê yekê baş dizanin ku armanca Erdoxan ya yekemîn li ser hesabê gelê Kurd bazarkirine bi hikumeta PDK ê re pilanan ava bike, da ku têkoşîna gelê Kurd ya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistan ve tê meşandin vala derbixin. Ji lewra di pendên eşkerekirî de hatiye diyar kirin ku wê bi Hikumeta Îraqê re şerê Partiya Kerkerên Kurdistan bikin. bê guman ji bilî van madeyan gelek pilanên veşartî jî hene”.
Bi êrîşkirina Metîna re armanc diyar bû
Bavê Şîlan destnîşan kir ku bi hemwextiya hevdîtinan re herêmên Parastinê yên Medyayê hatin êrîşkirin û wiha got: “Encama siyaset û lihevkirinê ku hatine pêkanîn di şerê ku li ser herêmên Parastinê yên Medyayê de hate xuyakirin. Bi hemwextiya van hevdîtinan re Erdoxan dest bi şerê li hember gerîlayên Azadiyê li Metîna kir. her çi dibe û çi bidin xuya kirin jî armanca wî ya sereke tunekirina Tevgera Azadiyê li çiyayan e”.
Eşkerebûna sekna PDK ê li hember doza Kurd
Her wiha bavê Şîlan bal kişand ser sekna Hikumeta PDK ê û wiha domand: “Dijminê yekemîn ya tevgera azadiya Kurdistan mala berzaniye Hikumeta PDK ê di vir de temsîlkarê yekemîn yê dijminahiyê da nîşan dan. Bi dijminê Kurdan yê hezar salan re lihevkirin tê wateya heqaaret û sînorên îxanetê jî derbas kiriye. Mala Berzanî bi vê yekê re îxanetê li doza serxwebûna Kurdistanê û li gelê Kurd kirin. êdî pir eşkere ev seekin hat nîşandan”.
`Serdema Erdoxan bi destê Tevgera Azadiya Kurdistan hilweşiya`
Bavê Şîlan tekez kir ku wê ne lihevkirin û ne jî êrîşên dijmin îradeya gel û ya tevgera azadiya Kurdistan hilweşînin û wiha bi dawî kir: “Di oxira têkoşîna Azadiya Kurdistan de bedel û windahiyên pîroz hatin dayîn. Rêber Abdullah Ocalan bi destpêkirina vê şoreşê re îhtîmala têkçûn û başde vegerandin ji holê rakiri bû. Ji lewra zêdetirî 5o salî ye ev têkoşîn bi berxwedanî û serkeftinên gelek mezin tê berdewam kirin. Dîroka faşîzma Tirkiyê di şexsê Erdoxan de bi xwîna Kurdan hatiye naskirin. hilweşîna serdema Erdoxan jî bi destê Tevgera Azadiyê û îradeya Gelê Kurd diyarbû, piştî ewqas salên tijî têkoşîn û berxwedanî wê ne lihevkirin û ne jî êrîşên dijmin îradeya me bişkîne”.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 1,286 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 06-02-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( زریان سەرچناری ) 06-02-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 1,286 kertaa
QR Code
|
‘Berxwedana gelan wê berdewam be’
Ryhmä: Artikkelit
‘Berxwedana gelan wê berdewam be’
Zana Roj/ Şehba
Bi armanca qirkirina #gelê Kurd# û rûxandina modêla demokrasiyê û rêveberiya ku hatiye avakirin; dagirkeriya Tirkiyê êrîş dike. Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku Dagirkeriya Tirkiyê di pêkanîna pilanên xwe yên demdirêj de têk çû, ji lewra Pirojeya Rêveberiya Xweser hedef digire.
Dagirkeriya Tirkiyê di êrîşên xwe yên domdar li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji rûxandina binasaziya herêmê wêdatir, têkbirina îradeya gelên heyî û Rêveberiya Xweser armanc dike. Di nava salên derbasbûyî de û heyanê vê kêliyê dagirkeriya Tirk bi hemû hovîtî û hêza xwe êrîşî herêmê dike. Hemû êrîşên pêk tên berdewamkirina pêkanîna pilanên demdirêj yên dijm in.
Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Parêzer Cibrayîl Mistefa ji rojnameya me re axivîn.
`Pirojeya Netewa Demokratîk xeyalên Osmanî têk birin`
Cibraîl di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên pilankirî li dijî herêmê tên pêkanîn û wiha got: “Êrişên faşîzma Tirkiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tavahî xaka Sûriyê ne êrişekî ji rêzê ye. Faşîzma Tirkiyê dixwaze Mîsaqa Milî ya ku di nava xwe de sînora Tirkiyê ya nû datîne pêk bîne. Dagirkeriya Tirkiyê her di nava wê hêviyê de bû ku di aloziya Sûriyê de vê yekê bi ser bixîne. Lê belê ev pilangeriyên demdirêj û kevin bi ser neketin. Ji ber di aloziya Sûriyê de û bi hilbijartina xeta sêyemîn Pirojeya Netewa Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin. Dagirkeriya Tirkiyê dema dît ku pirojeya Rêbveberiya Xweser hat rûnişkandin û bi ser dikeve, her wiha xeyalên wî yên Osmanî bi cih nehatin, êdî ji hemû aliyan ve êrîşî herêmê kir û hin dever weke Azaz,Carablus, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kir”.
`Erêkirina Hevpeymana Civakî derbeya herî mezin ji dagirkeriyê re bû`
Cibrayîl anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê di Sûriyê de bi ser neket û wiha domand: “Tavahî pilanên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Kurd û pirojeya Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatî Sûriyê de bi ser neketin. Her wiha bi erêkirina Hevpeymana Civakî di sala 2023 an de. derbeya herî mezin ji dagirkeriyê re bû. Ev hevpeyman modêla demokrasiyê û wekheviyê ya hemû netew û pêkhateyan temsîl dike. Ji lewra gelê Siwêdayê pejirandin û daxwaza vê yekî kir ku modêla Rêveberiya Xweser li hemû welatên Sûriyê pêk were. Di vir de em dibînin ku ev Hevpeyman wê bibe mînak ji tavahî system û hevpeymanên berê re.”
`Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê pîvanên navnetewî bin pê dike`
Cibrayîl da xuyakirin ku dewleta Tirk ya dagirker aloziyên cidî jiyan dike û êrîşên ku pêk tîne weke sûcên şer tên pênasekirin û wiha pêde çû: “Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama alozî û hilweşandinên ku hikumeta Tirkiyê jiyan dike tên pêkanîn. Hedefgirtina binasaziya herêmê li gorî hevpeymana Cinêf ya çaremîn weke sûcekî şer tê pênasekirin û nayê qebûlkirin. Lê rûxmî wê jî binasaziya herêmê wekî nexweşxane, nanpêj, jêdarên enerjî û avê, cihên sotemeniyê, cihê şûştina gurçikan û fabrîkeyên cuda armanc girtin. Bi van polîtîkeyan tavahî pîvanên navnetewî bin pê dike.”
Cibraîl wiha domand: “Di giştî zagon û pîvanên navnetewî de alî û dewletên ku destek û alîkariyê didin komên çete û terorîs di cîhanê de û wan xudî dikin e, ew dibe dewleta herî xeter li ser aşîtşî û aramiya cîhanê. Dewleta Tirk û pêkanînên ku di hundir Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî de her wiha yên ji bo komên çeteyan dike, hemû bi dîmen û îsbat ji raya giştî re hatine belge kirin. Ji ber wê tavahî dewletên navnetewî piratîk û pilanên hikumeta Tirkiyê baş dizanin. Û ger ev yek wiha berdewam bike wê li ser tavahî cîhanê xeter be.”
`Divê rêxistinên navneteweyî xwedî helwstbin.”
Parîzer Cibrayîl Mistefa bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi hêvî ne di sala 2024’an de bertekên cidî li hember kiryarên dewleta Tirk, ji aliyê cîhanê ve bên derketin. Ji ber ku di herêmaBakur û Rojhilatê Sûriyê de 6 Milyon kes lê jiyan dike û pirojeya Netewa Demokratîk ji aliyê gelên herêmê ve hatiye pejirandin. Divê biryarek navnetewî li hember Tirkiyê bê standin; ji bo qedexekirina êrîşên hewayî yên tên kirin. Ya din jî divê erêkirina pirojeya Rêveberiya Xweser ji aliyê navnetewî ve bê kirin, ji ber ev piroje mînaka herî rast ya demokrasî, aşîtî û azadiyê ye û bê vê pirojeyê wê tu çareserî ji Sûriyê re nîn bin.”[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 642 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 07-02-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( زریان سەرچناری ) 10-02-2025 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئەڤین تەیفوور ) on: 28-06-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 642 kertaa
QR Code
|
‛Divê em destekê bidin berxwedana jinên êzidî yên Şengalê’
Ryhmä: Artikkelit
Komeleya Jîn a Jinan û nûnertiya Kongra Star a Lubnanê, li ser salvegera 8’an a komkujiya Şengalê civînek li dar xist. Beşdarên civînê tekezî bi girîngiya piştevaniya berxwedana jinên êzidî yên Şengalê kir.
Di civîna duh de ku li bajarê Terablus ê Lubnanê hatiye lidaxistin, çalakgera jin Emanî Nafi amade bû. Emanî Nafi tevî şandeya Lubnanê beşdarî Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bû ku li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû lidarxistin.
Nûnera Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongra Star a Lubnanê Henan Osman behsa qikirina komî û qirkirina jinan ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk aniye, kir.
Seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî jî li ser berxwedana jinên êzidî piştî Fermana 74’an a li Şengalê axivî ku çawa xwe bi rêxistin kirin, jiyana xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de ava kirin û got: Divê em destekê bidin vê berxwedana nimûneyî û divê girîngiyê bidin dersên jê hatin derxistin.
Emanî Nafi jî li ser konferansa ku li Bexdayê hatibû lidarxistin axivî û bal kişand ser bandora wê li ser vê dozê û diyar kir ku pêwîstî bi destekdayîna jinên êzidî û sekna li kêleka wan heye.[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 4,708 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 03-09-2022 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 03-09-2022 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 03-09-2022 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 4,708 kertaa
QR Code Attached files - Version | Tyyppi |
Version |
| | | |
Toimittajatunnuksesi |
| Kuvatiedostoa |
1.0.1 | 3 KB |
| |
03-09-2022 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî=KTML_End=
Dîlan Mulhim\Qamişlo
Avabûna PKK’ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê vejînek bû, PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 47 salan destanên dîrokî nivîsandin, li hemberî taritiya hêzên kaptalîzim û zihniyata sermayedaran bû çiruska azadiyê.
Piştî şerê cîhanê yê duymîn, hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd kirin qurban,li her çar perçeyên Kurdistanê bêdengî û xewek giran hebû. Herwiha gelê kurd bêhêviyek mezin jiyan dikirin. Tişta ku hatibû serê wan weke qedera xwe qebûl kiribûn. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî bi giştî qeyrana aborî, siyasî û civakî dihat jiyankirin. Bi giştî #Tirkiye# û #Bakurê Kurdistanê# ber bi karîsekê ve diçû. Di hema demê de li cîhanê pêşketina şoreşê berfireh dibûn. Bi giştî dû blokan li hemberî hev sekinibûn. Ya yekem faşizim bû û gihiştî bû lûtkeya xwe. Ya duyem jî ji sosyalîzim weke hêviyekî ji bo mirovahiyê di sedsala 20’an de şoreşên mezin da pêşxistîn. Ev rewş bandora xwe li Tirkiyeyê jî kiribû.
=KTML_Bold=Ragehandina avabûna PKK’ê=KTML_End=
Rêber Apo li ser van rewşane pir difikirî û jî zarokatiya xwe ve ku ji gund derdike ve nakokêyên di milê #ziman# , #çand# û bê bawerî jiyan dike. Di Newroza 1973’an de bi grubekî şeş kesî ku piranî xwendekar bûn. Li kêleka sedê çubuk ya Enqerê, bi gotina “Kurdistan bindest e” destpêdike. Biştre Rêber Apo dest bigera li Kurdistanê dike. Navçeyên weke: Dersim, Agirî, Bingol, Riha, Muş, Entap û Batman’ê serdan dike. Civinan çê dike û gelek kesayetan dibîn e. Di 1977’an li Entab’ê bi destê “sterka sor” Hakî Karer şehîd dikeve. Li ser bingeha bûyina bersiv ji vê şahadetê re, di 27’ê mijdara 1978’an de PKK ‘ê tê ragihandin. Di vê pêvajoyê de gelek partiyên çepger ên Kurd û tirkên ku weke sosyalist xwe di dan naskirin jî cewhera xwe derketin, berê xwe dane Ewropa û bi wî şêwazî hatin bê bandorkirin. Heta li hemberî PKK’ê ji hatin bi kar anîn. Lê PKK’ê weke yekane partiye ku xwe li ser lingan girt di saya Rêber Apo de, berê xwe da Filistin û ji Rojhilata Navîn derneketin. Ji Rojhilata Navîn dernektîn ji tê wateya dest ji ax û gelê xwe bernedane. Ev jî xwe dispêre zanabûna kurd a dirokî, ideolojî û felsefeya Rêber Apo.
PKK 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê girêdayî Liceya Amedê bi amadebûna 22 kesan hat avakirin. Di pêşengiya Rêber Apo de berxwedan û têkoşîneke mohra xwe li zêdetirî nîv sedsalê ya her kêliya wê watedar xistiye.
=KTML_Bold=PKK’ê li hemberî taritiya kaptalîzimê bû çiruska azadiyê=KTML_End=
Bi vî şewazî her çû PKK’ê mezin bû û bû hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Dihat femkirin ku dijminê fasîşt tenê bi zimanê siyasî xwe li çareserkirina pirsgirêka Kurd nade, tû çarî nasname, îrade, bîr û baweriya gelê Kurd nas nekiriye. Ji bo wê yekê jî êdî biryara vegera welat û pêşxistina xebatên çekdarî çêbû. Ji ber zimanê dewlata Tirk a faşistî. PKK’ê heya giştê ve astê bedelên pir giranbiha dan e. Di zindanan de û bi taybetî jî di zindana Amed de, bi pêşengatiya Şehîd Mazlum Doxan û Kemal Pîr berxwedaniyek bêhempa hat meşandin. Ew berxwedanî li hemû qadan piratîk bû û di nav gel de belav bû. Bi têkoşîna PKK’ê, gelê Kurd astengiyê pir mezin derbaskirin û bi nasnama xwe ya Exlaqî û polîtik di cîhanê de bû pêşeng. Mînak ber çavan jî paradigmaya Rêber Apo ye ku li ser bingeha netewa demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsî bûye minakek ji Rojhilata Navîn û tevahî Cîhanê re. Herwiha di rêya Rêber Apo û PKK’ê de gelê Kurd heya astekê gihiştîne azadiya xwe. PKK’ê li hemberî taritiya hemû dewletên kaptalîzim û zihniyata sermayedaran bû çiruska azadiyê.
=KTML_Bold=PKK’ê bi mejiyekî mezin rêbaza jiyana azad afirand=KTML_End=
Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê ku bi pêşdîtina kûr û hewldanên mezin ên Rêber Apo bi pêş ket û mezin bû, di têkoşîna xwe ya 47 salan de mîna ku bi derziyê bîrê bikole hebûn ji tinebûnê, vejîn ji çikandinê, rizgarî ji qirkirinê, serxwebûn ji mêtingeriyê û gelekî leheng ê ber bi azadiyê ve dimeşe, afirand. Têkoşîna PKK’ê ku her kêliyeke xwe weke destanekê derbas bû, herwiha heqîqeta jin a azad û milîtaniya PKK’ê ya bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dike afirand û ji gelên bindest û tevahiya mirovahiyê re kir diyar e. PKK’ê mejiyekî mezin, çand, ziman, bawerî, manewiyat û rêbaza jiyanê ya azad afirand û li Kurdistanê şoreşa herî civakî ya bingehîn pêk anî.
=KTML_Bold=Bi berxwedaniya PKK’ê re şoreşa azadiya jinê hat destpêkirin=KTML_End=
Heqîqetên ku di şexsê PKK’ê de derketin holê; li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rastiya mafdarî û neheqî, başî û nebaşî, azadî û koletî, demokrasî û netewedewletî, bedewî û qirêjî, rastî û şaşitî, fedaîtî û teslîmkarî, sekna azad û xiyanet, serbilindî û ketî, sosyalîzm û kapîtalîzm raxist pêş çavan. Herwiha di nava têkoşîna lehengî ya PKK’ê de, pêşengiya partiyê û berxwedana gerîla hatin afirandin, şoreşa vejînê ya neteweyî hat bicihanîn, şoreşa azadiyê ya jinê hat destpêkirin, li dijî faşîzmê û komploya navneteweyî pêşengî ji têkoşînê re hat kirin, netewebûna demokratîk a Kurdistanê hat afirandin û PKK´ê li ser bingehê jiyana azad gelê Kurd ji nû ve zindî kir û tevlî nava neteweyên azadîxwaz kir.
=KTML_Bold=PKK’ê bi têkoşîna xwe ya ji 47 salan êrîş hemû têk bir=KTML_End=
Bi têkoşîna PKK’ê ya 47 salan jî dewleta Tirk a dagirker her tim bi çekên giran û kîmyayî êrişî herêma parastina medayayê dikir û digotin em ê PKK’ê tune kirî, lê ev nêzîkatî û êrişên dewleta Tirk ne çû serî. Ji ber ku her dem PKK’ê ji bo paratina axa Kurdistanê têkoşîn û berxwedaniya bê hempa dide meşandin. Di heman demê de, damezrandina PKK’ê destpêka têkoşîna azadiyê bû. Rêber Apo di bin tecrîdê de jî ji bo azadiya gelan têdikoşe. Îro PKK’ê bi projeya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re. Dewlet jinê tine dihesibînin, lê belê bi PKK’ê re hêz û têkoşîna jinê bi çavên xwe dibînin. PKK’ê bi têkoşîna xwe ya ji 47 salan êrîş hemû têk bir. Li gel derfetên kêm jî em teknolojiya pêşketî ya dewleta Tirk têk dibin. Heta ku PKK’ê hebe wê dewleta Tirk ti carî negihêje armanca xwe.
=KTML_Bold=PKK’ê bi têkoşîna 47 salan gelek destkefî bi dest xistin=KTML_End=
Partiya Karê Kurdistanê PKK’ê bi têkoşîna 47 salan gelek destkeftî bi dest xistin, herwiha di 27’ê Sibatê de Rêber Apo piştî berxwedaniya 27 salan banga Aşîtî û Civaka Demokratîk kir. Di heman demê de vê bangê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng ve da, lewma li ser banga Rêber Apo a bi dawî kirina şerê çekdarî komek ji PKK’ê xwe fesxkirin û bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandin, ev yek jî weke nameyekê bû ji bo tevahî cîhanê û hêzên dijber ku em şerê çekdarî radiwesînin û ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê derbasî qonaxa siyasî û qanûnî dibin. Ji vê yekê zêdetir niha PKK’ê şerê çekdarî rawestandin û li ser daxwaza Rêber Apo derbarsî qonaxa siyasî û qanûnî bûye, lê dewleta Tirk heta niha tu gavên piratîk ji bo pêvejoya aşîtî û civaka demokratîk ne avêtin e. Ev yek diyar dike ku dewleta Tirk naxwaze ku aşîtî û civaka demokratîk pêk were. Ji ber vê yekê pêwîst e bi awayekî lezgîn gef li dewleta Tirk werin kirin da ku bi awayekî lezgîn aşîtî û civaka demokratîk pêk were.
=KTML_Bold=‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê’=KTML_End=
Li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin hatin avêtin, herwiha piştî wê careke din di 26’ê Cotmeha 2025’an de ji aliyê PKK’ê ve gaveke dîrokî hate avêtin. Di gavê de PKK’ê bi merasîmekê biryara vekşîna hêzên xwe ji Bakur û Tirkiyê da, lewma PKK diyar kir ku wê manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê. [1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 160 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 16-12-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 17-12-2025 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 17-12-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 160 kertaa
QR Code
|
Ala hêzên berxwedana Şengalê û wateya wê
Ryhmä: Artikkelit
Priskê Mihoyî
Ala hêzên berxwedana #Şengal#ê bi seroketîya Qasim Şeşo van rojan li Çiyayên Şengalê hate blindkirinê. Ev ala usan jî tê naskirinê wek «Ala Şengalê». Êzîdîxanê jî ev ala wek ala xwe pêjirandîye.
Gelo wateya alan çîye? Ji bo çi al wek sîmbol têne hizkirinê û parstinê?
Di destpêkê da em bêjin, ku çiqlekî dîrokzanîyê yê bi navê vêksîlologîya heye, kîjan bi taybetî bi pirsên dîroka alan va mijûl dibe. Wek tê dizanin, vêksîlologîya ji gotina latînî ya «Vexillum» tê, ku destnîşan dike «Al». Dîhare, wekî di dema xwe da lêgîonên (ordîyên) romîyan Vexillum yanê Al bi kar anîne.
Al perçe-qumaşekî çargoşeyî nexş-nexşî û reng-rengî ye. Her nexşek û rengek wateya wî heye. Al sîmbole, sîmbola hêzan û bîr û bawerîyane, lewra jî wê hiz dikin û wek zîyaret diparêzin. Gelek caran li ser alan xwîn jî hatîye rêtinê…
Alên cûre-cûre hene. Hene alên dewletan, yên herêman û bajaran, yên leşkerî-deryayî, yên bazirganî, yên rêxistinên navnetewî (ji bo minak, ala Yektîya netewan), yên partîyayên sîyasî, yên şîrketan û tevgerên civakî, yên komên sporê û gelek-gelekên mayîn…
Ala hêzên berxwedana Şengalê ji perçe-qumaşekî ji hevirmiş yê çargoşe hatîye amadekirinê. Ew ji du rengan yên sipî û sor û ji nîşana Rojê hatîye hunandinê. Ala Şengalê sê zolên rengîn di nava xwe da werdigire:
1. Zola li jorê ya sipî destnîşan dike paqijaya dilê êzîdîyan û ola wan;
2. Zola navîn ya sor destnîşan dike leka xwînê ya di dîroka êzdîyan da, gava dijminan ferman anîne li serê wan;
3. Zola li jêrê dîsa ya sipî ye, ku destnîşan dike cîhana ronik û hêza aramî.
Di navenda Ala Şengalê da Roj (Şems) heye, ku bawermendîya êzdîyan û ola wan destnîşan dike.
Bi gilîkî, gava Ala Şengalê mêze dikî, dikarî vê yekê şirove bikî: êzîdî bi dilê xweyî zelal ola xweye paqij di nava dewranan da parastine û gîhandine li rojên me. Ji bo vê olê êzîdîyan xwîna xwe rêtine, gava dijim wana hatine xezebê. Û Şemsê wanî mezin dîsa nedîr daye, hatîye hewara wan û ew li cîhana ronik xistîye û êzîdîyan jîyana xwe ya aramî dîsa dom kirine…
Prîskê Mihoyî.[1]
26.09.2014 Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 2,868 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 27-01-2023 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 28-01-2023 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئەڤین تەیفوور ) on: 28-06-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 2,868 kertaa
QR Code Attached files - Version | Tyyppi |
Version |
| | | |
Toimittajatunnuksesi |
| Kuvatiedostoa |
1.0.1 | 126 KB |
| |
27-01-2023 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
berxwedana
Ryhmä: Sanat ja lausekkeet
Huom: Kurdipedia haluaa kerätä "kaikki" kurdi sanoja ja lauseita kaikista murteista. Auttakaa Kurdipedia ... Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 613 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( هاوڕێ باخەوان ) on 16-02-2011 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( هاوڕێ باخەوان ) on: 09-09-2023 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 613 kertaa
QR Code
|
Berxwedana 16 rojan
Ryhmä: Artikkelit
Berxwedana 16 rojan
Gerîlayê HPG’ê Çekdar Baz ku li gundê Sîda yê li herêma Zapê li ber xwe da, diyar kir ku piştî ji tîma #gerîla# veqetiyaye, tevî hemû zehmetiyên bi 16 rojan kişandine, wî xwe hêvîşikestî nekiriye û dawiya dawîn gihiştiye hevrêyên xwe.
Gerîlayê HPG’ê Çekdar Baz ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a sala 2022’yan cih di nav berxwedana Sidayê li herêma Zapê de girt, behsa zehmetiyên piştî veqetîna ji tîma gerîla kir.
Gerîla Çekdar got ku gava çûyîna ji bo wezîfeyê, ew li nav erd maye û wiha axivî: “Bi şev li qûntara girekê li gundê Sîda mam. Nêzî du rojan li wir mam û min ji dûr ve li derdorê xwe nihêrt. Xwarina min qediya, min xwest biçim gundê Sîda. Li nêzî gund girekî piçûk hebû û 4 rojan li wir bê nan û av mam. Dijmin dor girtibû û xwe li ser giran bi cih kiribû.
Di navbera min û leşkeran de hema bibêje 100-150 metre hebûn. Leşkeran tim gule berdidan der û dora xwe û diqîriyan. Gava ku bi hev re diaxivîn, dengê leşkeran dihat min. Ji bo nan û avê min xwest xwe bigihînim gund. Çend roj bi şûn de daketim û li cihekî ketim. Nêzîkî nîv saetê bêhiş mam. Hingê baran bariyabû û her der şil bû. Ji bo rabim ser piyan, min hinek axa şil xist devê xwe. Bi wê axa şil taqet hat min ku dewam bikim. Şev bû, çûm gund. Ew şev ez li ber bîrê mam û ber destê sibehê ji bo bibînim ku leşker çawa tevdigerin min li der û dorê xwe seh dikir. Dijmin xwe di tûnêlên şer ên Şehîd Agir, Şehîd Felat û Şehîd Dogan de bi cih kiribû.
Wê rojê, ji bo dîtina nan û avê min çavên xwe li derdorê gerandin. Min, qutiyek zeytûn dît. Di qutiyê de pir hindik zeytûn hebûn. Ji ber ku payîz bû darên hinaran jî hebûn û heta ji milen min dihat min hinar berhev dikirin. Min pênc rojan bi zeytûn û hinaran îdare kir. Piştre min xwest ku xwe bighînim hevalên xwe û ji gund veqetiyam. Hingê haya leşkerên li serê girê Felat ji min çêbû, gule berdan. Ji bo xwe bidim destên wan bang li min kirin. Ber bi qûntarên girê Şehîd Agir ve çûm, leşkeran li wir jî bang kir ku ez xwe bidim dest. Leşker pir nêzî cihê xweveşartina min bûn.
Di nav xwe de diaxivîn, digot: ‘Dibe ku hêj jî li van deran be’ û li ber zinarê lê sekinîbûm gule berdidan. Nêzîkê du saetan dron di ser min re geriya. Li hêviyê bûn ku cihê min keşf bibe. Balafirên keşfê jî diçûn û dihatin. Ketibûn hewila derxistina min ji cihê ku ez tê de bûm. Lê tu tişt bi destên wan neket, çar caran cihê min bi balafiran dan ber bombeyan. Ez ew şev ji cihê xwe nelebitîm. Roja piştî wê min li der û dorê nihêrt û dît ku kes li herêmê nîn e. Du şevan min sebir kir û paşê bi şev hêdî hêdî ji cihê lê bûm veqetiyam û min xwest ku bigihîjim hevalan.”
Bi hêviya dîtina hevrêyên xwe, ez mam ser piyan
Çekdar anî ziman ku ew ji bo dîtina hevrêyên xwe du rojan têhnî û birçî geriyaye û wiha got: “Gava gera li hevalên xwe li nav erd, ez rastî du hevalên xwe hatim. Wan pêşî fêm nekir ku ez gerîla me ya na. Di navbera me de derdora 100 metre hebû, gazî min kirin. Gelek pirs ji min kirin, min jî bersiv dan. Paşê qanih bûn û gotin ku em biçin ba hevalan. Gava min zanî heval in, dilê min rehet bû. Bi vî awayî 16 roj bi şûn de gihîştim hevalên xwe. Bi hêviya dîtina hevalên xwe, ez mam ser piyan. Min xwe tucaran hêvîşikestî nekir.
Çiqas dem bi ser bikeve jî, armanca min dîtina hevalan bû. Wê gavê ez ew qas dilşad bûm ku min bawer nedikir ku ez li ba hevalan im. Her roj min digot ku divê ez bighêjim hevalên xwe. Bi hêviya dîtina hevalên xwe vîna min yekcar xurt bûbû. Vîna kesekî/ê xurt be û xwe bide ser armancê, wê eseh bi ser bikeve. Gava biserketinê, divê mirov dudilî nebe û dev ji berxwedanê bernede. Mirov dikare bêyî nan û avê ser piyan bimîne, lê bêyî hêvî nikare.”[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 269 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle! Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 20-02-2025 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( زریان سەرچناری ) 21-02-2025 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئاراس حسۆ ) on: 21-02-2025 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 269 kertaa
QR Code
|
Berxwedana 25 salan berdewam e
Ryhmä: Artikkelit
=KTML_Bold=Berxwedana 25 salan berdewam e=KTML_End=
HÊVÎDAR XALID
Dijminên #gelê Kurd# û dijberên azadî û demokrasiyê komployeke pêk anîn. Kompogeran bi pêşengiya DYA û Îsraîlê bi komployeke qirêj Rêber Abdullah Ocalan revand. Rûsya li beramberî peyman û bazarên diravî di vê komployê de rol list. Îtalya, Kenya û Yewnanistanê jî di nav de derdora 40 dewletên navneteweyî di komployê de cih girt.
Di 15’ê Sibata 1999’an de bi lîstokeke qirêj ku asta tevekariya van dewletan nîşan dide, Rêber Abdullah Ocalan hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Komploya li dijî Rêbertî maskên wan dewletan anîn xwar û mirovahiya wan sexte ji her kesî re îsbat kir. Bi komployê re aşkera bû ku bihosteke nirxê mirovahî li gel dewletên komploger tune ye. Her wiha derket holê ku ew dewlet ji bilî berjewendiyên xwe tiştekî din nizanin. Ev jî delîlê herî li pêş ê xirabî û durûtiya şaristaniya rojava ye, ku pesnê nirxên exlaqî yên derewîn û prensîbên azadiya takekesî dide. Ji roja komployê ve dîroka 15’ê Sibatê wekî rojeke reş ji bo gelê Krud û tevahî gelên cîhanê tê dîtin.
Armanca komploya navneteweyî têkbirina têkoşîna rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd e yê mafên xwe yê rewa dixwaze. Armanca din têkibina yek ji sembolên şoreşa azadiya li cîhanê an ku Rêber Abdullah Ocalan e. Ji armancên din ên komployê jiholê rakirina şoreşa jinan a bi pêşengiya jinên Kurd e yên xwe dispêre paradîgmeya Rêbertî derketine.
Revandina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina hiqûqa Ewropa û qanûnên Neteweyên Yekbûyî û tevahî bendên Peymana Cinêvê ye. Lê Ocalan bi felsefe, îrade û îdeolojiya xwe komplo pûç kir û berxwedana li dijî polîtîkayên pergalên navneteweyî yên tevkarên dewleta Tirk xurt kir. Rêber Abdullah Ocalan li ser pêvajoyên komployê bi kurahî nirxandinên girîng pêşkêş kirine, bal kişand ser rola tevahî dewletan û aliyên herêmî û navneteweyî yên ku beşdarî komployê bûne. Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku armancên hêzên komploger negihiştin serî ku xeyal dikirin dê bi girtina wî re têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê biqedînin.
Ji 25 salan ve Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin. Desthilata AKP’ê tecrîdeke mutleq li dijî wê dimeşîne ku binpêkirineke tund û sucekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne li dijî Ocalan tenê ye, lê belê li dijî tevahî gelên bindest û mezlûman e. Rêber Ocalan wekî girtiyekî siyasî ji mafên xwe yên herî besît bê par hatiye hiştin, têkiliyên wî bi derve re hatine birîn. Ji zêdekirî 3 salan ve bi malbata xwe têkilî nedanî ye. Ev kirin derexlaqî ne û li pey wî armancên îdeolojîk, siyasî felsefeîk û dîrokî ne. Lê ruxmî tevahî binpêkirinan, Rêbertî ji bo gelên bindest di serî de gelê Kurd tê dikoşe.
Rejîma Tirk bi bihaneyên bê bingeh têkiliyên Ocalan bi derve re qut dike. Sedem û bihane ne qanûnî ne û ji rastiyê dûr in.
Desthilata Tirk, bi taybetî wezareta dadê ya Erdogan binpêkirin û pêkanînên giran li dijî Ocalan pêk tînin. Ev binpêkirin bi fermanên Erdogan têne kirin, armanc jê ew e ku ramanên Rêbertî dorpêç bikin, têkoşîna wî ya azad tune bikin û siyasetên qirkirin û faşîzmê pêk bînin, dîsa jî nîjadperestiyê li dijî wê û li dijî gelê Kurd bi gelemperî pêk bîne. Erdogan li pêşiya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û welatên din dibe kelem. Her wiha tevahî hewldanên çareseriya demokratîk ên ku Kurd û Rêber Ocalan pêşkêş dikin asteng dike. Erdogan bi îdiayên ku Kurd xetereyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çêdikin pêşî li tevahî hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd digire.
Projeya Rêber Abdullah Ocalan projeyeke demokratîk e ku dikare çareserî ji tevahî aloziyên heyî yên gelên herêmê û cîhanê bibîne. Li ser vê yekê pêkanîna azadiya fîzîkî şertekî mutleq û bingehîn ji bo tevahî gelên herêmê ye. Azadiya Ocalan dê zemîneke guncaw biafirîne ku azadiya gelan bi taybetî ya jinan mîsoger bike.
Ocalan rêya azadî û rizgariya ji zilm û zordestiyê xêz kir. Mafên siyasî, civakî û leşkerî û hwd da jinan û azadî û rumeta wan di nava projeya neteweya demokratîk de mîsoger kiriye. Mîna her kes timî dibêjin, bêyî Rêbertî jin û ciwan azad nabin. Rêber Ocalan ne ji bo gelê Kurd û doza wê tenê têkoşînê dike, lê belê têkoşîna wî ji bo tevahî mirovahiyê û doza wan e. Rêber Ocalan banga biratî, yekitiya gelên bindest a li hemberî hêzên kapîtalîst ên cîhanî dike. Destekê dide doza azadiya jinan û wekî dozeke bingehîn û stratejîk dinirxîne. Lew ra em dibînin ku tevahî cîhan li derdora îdeolojî û xeta wî kom bûne.
Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka rêwîtiya xwe ya şoreşgerî ve ji bo avakirina jiyaneke azad tê dikoşe. Rêber Abdullah Ocalan heta niha têkoşîna hebûnê ya ji bo avakirina pergala konfederaliya demokratîk dike ku hêzên modernîteya kapîtalîzmê wekî xetereyekê li ser hegemoniya xwe li herêma Rojhilata Navîn dibîne. Ev hêzanan di dema me ya heyî de Rojhilata Navîn veguherandiye qadeke şer di navbera hêzên navneteweyî û gelên bindest de yên berdêlên giran ên vî şerî didin.
Li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal di ser re derbas dibin û li hemberî tecrîda mutleq, lazim e her kes ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bike û bi xurtî beşdarî pêngava navneteweyî ya bi dirûşma Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî bibe. Lazim e her kes li hember pêkanînên li dijî Rêbertî bêdeng nemîne, lê dengê xwe bilind bike heta ji hêzên tarî û dijminê mirovahiyê azad bibe.
Divê her kes zextên siyasî li ser asta navneteweyî mezin zêde bikin, ji ber ku bûyera girtina Ocalan ne dosyayeke herêmî ye, lê belê dosyayeke navneteweyî ye. Divê her mirove azad daxwaza azadiya Rêbertî bike û bangawazî bike; çi bi avakirina rêxistinên herêmî ku zextê têra li rayedarên Tirk bikin, çi bi zexta li ser Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê be. Ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan ve têkildarî tecrîdkirina Ocalan a li girava Îmraliyê rapor pêşkêşî wan hatin kirin da ku tedbîrên siyasî yên guncaw bigirin.
Ji bo pergalên ku beşdarî komploya qirêj bûne ya ku mîna wê di dîrokê de nin in, hilweşe divê gelê Kurd û tevahî mirovahî têkoşîna bîrdozî bi dirûşma Bê Rêber Abdullah Ocalan jiyan nabe xurt bikin ta azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Divê dewleta Tirk binpêkirinên li dijî gelê Kurd bi taybetî jinên ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a Jin, Jiyan, Azadî wekî bingeh ji xwe re girtine, tawestine. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê ye, nemaze her kesî yeqîn kirin ku bêyî pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî wê jiyaneke azad, ewle, edal û aştî li herêmê nebin.
(bb)
[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 702 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 10-09-2024 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 11-09-2024 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 11-09-2024 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 702 kertaa
QR Code
|
Berxwedana bi kemanê
Ryhmä: Artikkelit
Endama Akademiya Mûzîkê ya Kantona Efrînê Romîna Sîdo, bi kemana xwe di nav şert û mercên şer ên dijwar de li ber xwe dide û dibêje,Keman bûye parçeyek ji jiyana min.
Ramîna Sîdo 20 salî ye û yek ji ciwanên gundê Çolaqa yê ser bi Cindirêsê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, neçar ma tevî malbata xwe berê xwe bide Kantona Şehbayê. Ramîna Sîdo ya ku bi amûra Kemanê êşên koçberiyê vedibêje diyar dike ku, ew ê di her şert û mercî de li ber xwe bide.
$Heta Efrîn rizgar bibe$
Sîdo destnîşan kir ku wê rêya berxwedanê hilbijartine û got, wan biryara têkoşînê heta Efrîn rizgar bibe, daye. Sîdo anî ziman ku ew bi awaza kemana xwe, tevî gelê xwe li ber xwe dide û got, “Bi piştgiriya malbatê li Akedemiya Mûzîkê hînê kemanê bûm. Jenandina kemanê ji ber ku di nava çanda Kurdan de gelekî bi pêş neketiye, di serî de balê min nekişand. Lê piştre ji bo ku di nava me de jî ev amûr bi pêş bikeve, elaqeya min zêde bû. Li navendên Çand û hunerê di serî de min beşên stran û govendê hilbijartibûn. Lê piştî elaqeya min a li hember vê amûrê bi pêş ket, min biryar da ku kemane bijenim.”
$Di malan de perwerdeyê dewam dikin$
Romîna Sîdo anî ziman ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Efrînê, ew tevî kemana xwe çûye Kantona Şehbayê û bi vî awayî behsa pêvajoyê dike: “Wek endamên Navenda Akademiya Mûzîkê bi êrişên dewleta Tirk re, em belav bûn. Heta salekê me perwerdehiyên xwe li gorî derfetên xwe di malan de dewam dikirin. Carna, li malan şevbihêrk dihatin lidarxistin, gel kom dibû. Piştî demekê me xwe gihand hevrêyên xwe û hejmara me gihişt 25 kesan. Li ser vî bingehî, me komeke xwe ava kir. Li Kantona Şehbayê piştî Navenda Çand û Huner vebû, bi navê Koma Şehîd Hêva me dest bi xebatê kir.”
$Keman bû parçeyek ji jiyana wê$
Sîdo diyar kir ku, ji ber şert û mercên şer û ambargoyê wan nekariye mamosteyekî kemanê peyda bikin û got, ew li gorî derfetên xwe û zanîna xwe hevrêyên xwe hînî lêxistina kemanê dikin. Romîna Sîdo da xuyakirin ku, piştî ku wê dît şagirtên navendê hînê kemanê dibin, gelekî bi kelecan karê xwe dewam kiriye: “Rojên pîrozbahiyê ango rojên girîng ên gelê Kurd em derketin ser dike. Niha dibînim ku elaqeya gelek ciwanan ji amûra kemanê re bi pêş ketiye. Ev hest kela canê min radike. Keman bûye parçeyek ji jiyana min. Bi awazên kemanê ez li ber xwe didim.”[1] Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta  avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Tämä tuote on katsottu 1,231 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag Kohdetta Kiinteistövälitys Technical Metadata Lisääjä ( ئەڤین تەیفوور ) on 18-01-2023 Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 18-01-2023 Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 18-01-2023 URL Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä! Tämä tuote on katsottu 1,231 kertaa
QR Code Attached files - Version | Tyyppi |
Version |
| | | |
Toimittajatunnuksesi |
| Kuvatiedostoa |
1.0.1 | 118 KB |
| |
18-01-2023 | ئەڤین تەیفوورئـ.ت. |
|
|