Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Noin
Kurdipedia Archivists
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
 Etsi
 
  
 
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kirjasto
 
Lähetä
   Tarkennettu haku
Yhteystiedot
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 lisää...
 lisää...
 
 
 
 Font Size


 
Noin
Satunnainen erä!
Käyttöehdot
Kurdipedia Archivists
Palautetta
Käyttäjän Kokoelmat
Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
Apua
 lisää
 Kurdi nimet
 
Tilastot
Artikkelit
  586,430
Kuvat
  124,458
Kirjat
  22,121
Liittyvät tiedostot
  126,609
Video
  2,193
Kieli
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Ryhmä
Fins
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
Kirjasto 
5
Artikkelit 
3
Marttyyrit 
1
Tilastot ja selvitykset 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Yhteensä 
274,973
Luqman Xelîl: QSD’ê gel e, gel jî QSD’ê ye
Ryhmä: Artikkelit
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Luqman Xelîl: QSD’ê gel e, gel jî QSD’ê ye
Argêş Gewda/Qamişlo

Endamê Fermandariya #QSD# ’ê Luqman Xelîl diyar kir ku ew ê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker bê bersiv nehêlin û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de amadekariyeke mezin tê kirin. Her wiha Luqman Xelîl bi bîr xist ku êrîşên tên kirin têkbirina aramiya herêmê armanc digire.
Derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî herêmê, di heman demê de amadekariyên QSD’ê li hemberî van êrîşan, endamê Fermandariya QSD’ê Luqman Xelîl bersivê pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
– Hûn êrîşên dagirkeriya Tirk yên dawiyê çawa dinrxînin? Hêzên li pişt perdê ku piştgriyê didin van êrişan kî ne?
Êrişên dagirkeriyê yên dawiyê cîhan giştî dişopîne. Ev aloziyên Rojhilata Navîn de diqewimin, dem dirêj e. Armanca hêzên metînger eve ku gelên herêmê mafên xwe yên mirovî bidest nexin. Êrişên ku niha li ser Libnanê di bin navê şerê Hizbûllah û Hemasê jî wê rastiyê dide berçavan. Di heman demê de, êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di bin gef û êrişên dewleta Tirk ya dagirker de pêk tên.
Giştî hêz hewil didin ku di axa Rojhilata Navîn de, serweriya xwe ava bikin. Yêk ji wan herêman Kurdistane. Di nav Kurdistanê de jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber ku axa Kurdistanê axekî dewlemende û deskeftîyên Kurda li Rojavayê Kurdistanê hatine bi dest xistin. Rêveberîya Xweser di wî milê de, pergala heyî napejirîne lê cuda ye. Ji ber wê tê armanckirin ji aliyê hêzên desthilat û hegemon ve. Niha di herêmê de, şerek bêpîvan û bêexlaq dimeşe. Dema Israil êrîşêkê wisa di hemberî gelê Filistînê dike, cîhan giştî di rabe ser lingan şermezar dikin. Teqeze em gelê cîhanê yê ku hemberî dagirkerîyê berxwe didin axa xwe diparêzin em wek QSD’ê piştgrî dikin. Lê dema mijar dibe Kurd cîhan hemu bêdeng dibe. Bi hezaran zarok û jinên Kurd berçavê cîhanê tên qetilkirin. Îsraîlê ruxmê ev hêza destê xwe de jî, dîjî Filistînê ev qas qetliam pêkneanîn e. Şerê niha axa Kurdistanê de dimeşe, ne di çarçoweya du artêşên ku dijminê hevin û hemberî hev enîyan de şer dikin de nîne. Ev êrîşên niha Dewleta Tirk pêktîne, êrîşên qirkirin û tunekirinê ye. Hewil didin îrade gel bişkênin û bidin rewandin. Hincetan wan êrîşan çîye? Tû gef li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dijî dewleta Tirk nîne. Heya niha hêzên me, ti cara sînor derbas nekirine, dijî dewleta Tirk çalakî pêk ne anîne. Tû hincetên wisa ku dewleta Tirk ya dagirker beje em dikarin êrîş bikin nîne. Êrîşên ku tên kirin, armanc şikandina vîna gelê Kurd û têkbirina aramîya herêmê ye. Ji ber ku ev niha rewşa dewleta Tirk ya dagirker jîyan dike rewşa qeyran û alozîyê ye. Di aliyê kê de, çeteyên ku bi bajarên Rojavayê Kurdistanê dagirkirinê de piştgrî danî wan niha dîjî wan şer dikin. Aliyêkî din, şerê ku her 4 beşên Kurdistanê dijî Tevgera Azadiyê dimeşîne de têk çûye. Di heman demê de aborîya wê jî pir qels bûye. Desthilatiya AKP û MHP’ê êdî bîlî dagirkirina axê welatan tû tiştek destê wan da nema ye. Bi hevkirina hikûmeta Şamê ji bona piştgrîyê hev nekirin. Ev çeteyên ku niha herêmê dagirkirî de cih digirin zextê li ser wan ava dikin. Di wan êrîşên dawiyê pêkanîn de, piranî zarok û jin hatin armancgirtin. Armanca dewleta Tirk ya dagirker ne tene hêzên leşkerî ne, di heman demê de gelê sivîlê jî. Ev êrîşên bi balafirên bêmirov yên biçek pêk anîn de gorî ragihandinê 17 welatiyên sivîl şehîd bûn e. Hêjmarek zede jî birindar hene. Cihên ku tên armanckirin, cihê xizmetgûzariyê ne.
– Amadekariyên QSD’ê li hemberî êrişan di çi astê de ne? Ger ku ev êrîş berdewam bikin dê bersiva QSD’ê çawa bibe?
Em dikarin wê tiştê vekirî bêjin armanckirina gelê herêmê yê sivîl wek hêzên leşkerî QSD’ê di bin bingeha parastina rewa de, em bê bersiv nahêlin. Wek hêza QSD’ê me tedbîrên xwe yên ji bona êrîşeke mezin amadekirine. Li gor teknîka destê dewleta Tirk ya dagirker de em xwe amade hemû êrîşên bejahî û hewayî dikin. Tû hêza dewleta Tirk ya dagirker di bilî teknîka destê wê de nema ye. Ev jî, di tedbîrên pispor yê tecrûbeya şêrên dijî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên çete yê girêdayî dewleta Tirk yê dagirker girtiye û pêşxistiye dikare xwe biparêz e. Dewleta Tirk wek berê ev teknîka destê xwe de nikare kar bîne. Ji ber ku dewleta Tirk ya dagirker pîvanên exlaqî û mirovî pere tûne ye. Tû zagonên ku navnetewî û zagonên xwe yên heyi jî binpê dike. Ev tecrûbeyên ku QSD’ê girtiyê aliyê leşkerî de yê salên dirêj e. Dibe hemû gel û hêzên me di hemû aliyan de hişyar bibin ku tû firsend û walatiyan nedin di destê dagirkeran. Ger me rûxmê wê teknîkê hêzên me ev kas çalakî dikin û xwe di parêzên ev saya pakrewanên berxwedane û şehîd bûne ye. Gor ragihandinê jî, QSD’ê piştî wan êrîşan herêmên dagirkirî jî pir çalakiyên tolhildanê pêkanîn di bingeha parastina rewa de. ji bona parastina gelê xwe em li wirin, amadekariyên me hene û dê berdewam jî bikin.
– Di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de di tekoşîn alîyê QSD’ê çawa bê meşandin?
Heman demê de xala ku me di jorî de bal kişandîye li ser têkildarî şerê gelê şoreşgerî bû. Ji ber şervan û gel bi hevra tekoşînê dimeşînin. Civaka me û gelê me bi axa we girêdayî ye. Hestên welatparêzîyê di Rojavayê Kurdistanê de pir xurt e. Ev ji bona me cihê şanazî û serbilindîyê ye. Dema ku gelê me gel zarokên xwe keç û xortên Rojavayê Kurdistanê di hemû pêkhateyan pêktên de sengerên pêş cih digire, ev serkeftinekê mezin e. Her cihê ku êrîş li ser dihate kirin gelê me tevger dabû, diçu cihê bûyerê alikarî didan hêzên ewlekarîyê. Eve ji bona dagirkeran peyamekê pir girîng e. Gelê me hemberî hemû tûndiyan rihê şoreşgerane xwe birêxistin kiriy e. Em jî wek zarokên Rojavayê Kurdistanê QSD’ê ji bona parastina gele xwe bi hewra emê tekoşîn bikin.
Êrîşên ku heya niha pêk hatine de, ziyanên çêbû di çi astê dane? –
Me ev tişte gelek caran anî ser ziman, dewleta Tirk ya dagirker armanc girtina binesazîyên jiyana gele herêmê dixwaze bide rawestandin. Ji bona me wek hêz, em giranî didin şahadetên welatî û şervanên xwe. Tenê div an êrîşên demên dawî de pêk hatin gelek şervanên QSD’ê û gelê me yê welatparêz şahadetên pir giran bûha hatin jiyan kirin. Em dîsa ev pakrêvanên gehiştine asta şahadetê bibîrtînin. Wan qehremana mera mîrasek mezin hiştin. Weke din kargehên ku hatine bombe baran kirin, cihê xizmetguzarîyê ne. Tû eleqa ya xwe li gel hêzên me yên leşkerî tûne ye. Dewleta Tirk ya dagirker ragihandina xwe ya alîgir de, ev rastîyan berovajî dike. Di Dêrîke kargehekê mast û nexweşxaneyekê sîvîl û dirûngehek armanckir ev cihê leşkerî ne? Kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne, kiryarên dervî zagonî û terorî ne. Bi tû hinceta nikarin wê bidin pejirandin. Dixwaze weke herêmên ku dagirkiri ye Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî jî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştî dagir bike demografîya herêmê bide guhertin.
– Herî dawiyê peyama we ji bo hêzên hevpeymanî yên ku li ser axa Sûriyê serwerin, çi ye?
Êrîşên ku diqewimin, giştî hêzên ku Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wek bin navê hevpeymana navnetewî de cih digirin bêdengin. Ev tê wê wateyê ku destura êrîşa hewayî sitandin e. Ji xwe hêzên wek DYA û Rûsya hevalbendên dewleta Tirk ya dagirkerin. Berjewendîyên xwe yên şexsî diparêzin. Pir cara wan hêzên ku tê qalkirin çira kesk dewleta Tirk ya dagirker re pêxistine. Dewleta Tirk dixwaze bejahî jî axa Rojavayê Kurdistanê dagir bike, lê rasta rast ji bona êrîşeke bejahî ya li ser heremê ne hate erê kirin. Lê lêdana balafirên bêmirov hate dayin. Pêwîste ev kiryarên dewleta Tirk re, bertek bê dayin. Hêzên wek DYA, Rûsya dewletên Ereban yên ku heznakin aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçe, pêwiste bertêkên tund dijî wan kiryarên dagirkeriya Tirk bidin nîşandan. Gelê Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên cuda di şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku 2011’an de pêk hatiye nawa aramiyeke mezin de jiyan dikirin. Ev hezdikin aramiya herêmê bidin xera kirin. Em ji wek QSD’ê çi êrîşên ku herêmê me û gelê me armanc digire bi bingeha parastina rewa de emê bê bersiv nehêlin.[1]

Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 619 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
liittyy kohdetta: 16
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî
Publication date: 03-11-2024 (2 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle!
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 26-01-2025
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 28-01-2025
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 28-01-2025
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 619 kertaa
QR Code
  Uusi kohde
  Satunnainen erä! 
   
  
  Julkaisu 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 0.266 toinen!