Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Noin
Kurdipedia Archivists
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
 Etsi
 
  
 
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kirjasto
 
Lähetä
   Tarkennettu haku
Yhteystiedot
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 lisää...
 lisää...
 
 
 
 Font Size


 
Noin
Satunnainen erä!
Käyttöehdot
Kurdipedia Archivists
Palautetta
Käyttäjän Kokoelmat
Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
Apua
 lisää
 Kurdi nimet
 
Tilastot
Artikkelit
  587,102
Kuvat
  124,590
Kirjat
  22,129
Liittyvät tiedostot
  126,859
Video
  2,194
Kieli
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Ryhmä
Fins
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
Kirjasto 
5
Artikkelit 
3
Marttyyrit 
1
Tilastot ja selvitykset 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Yhteensä 
275,377
Leyla Qehreman: Ji bo Sûriyeya nû ya demokratîk riya çareseriyê diyalog e
Ryhmä: Artikkelit
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Leyla Qehreman: Ji bo Sûriyeya nû ya demokratîk riya çareseriyê diyalog e

Hevseroka Meclisa #Sûriye#ya Demokratîk Leyla Qehreman destnîşan kir ku Sûriye di pêvajoya dîrokî re derbas dibe û tenê bi diyalogê, riya çareserî û avakirina Sûriyeya demokratîk û wekhev dikare vebe.
Di 8’ê Kanûnê de Rêjîma Baasê ya 61 salî û desthilata Esadê ya 54 salî hilweşiya û Sûriye ber bi qonaxek nû û hesas re diçe. Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo Sûriyeya nû ew dikarin pêşengiya Sûriyeyek nû ya demokratîk bikin û li ser vê bigehê destnîşan kir ku pêdivî bi diyaloga aliyan heye.
Têkildarî geşedanên li heremê rû didin Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman ji ajansa me re axivî.
Leyla Qehreman tekez kir ku beriya 2011’an li Sûriyeyê rengê jiyana siyasî, demokrasî û wekhevî derneketiye pêş û wiha got: “Pêvajoya Sûriyeyê ya ku em tê de derbas dibin, pêvajoyek gelek girîng û hesas e. Ger ku em dîroka Sûriyeyê binirxînin, salên dirêj ên zehmet di ser gel û pêkhateyên Sûriyeyê de derbas bûn. Tu rengê jiyana siyasî, demokrasî û azadiyê dernediket pêş, tundiyek pir hişk dihat meşandin. Vê yekê jî bandoreke mezin di aliyê civakî de li ser gelê Sûriyeyê çêkir. Ji bo wê, gelê Sûriyeyê her dem di nava aloziyek de bû, di sala 2011’an de serhildan derketin pêş.”
‘Rejîma Sûriyeyê ji ber ku li gelan guhdarî nekir hilweşiya’
Leyla Qehreman da zanîn ku neguherandina gelên Sûriyeyê biryara Sûriyeyê ji destên Sûriyeyiyan derxistiye û wiha domand: “Piştî salên dirêj ên desthilatdariyê, zilm û tunebûnê, gelê Sûriyeyê hêviyên xwe hemû bi serhildana 2011’an ve girêdan. Lê kesên ku vê serhildanê birêve bibin jî tunebûn lewma rejîma Sûriyeyê êriş kir, gelek mirov ketin zindanê, hatin qetilkirin û windakirin. Pêvajoya Sûriyeyê pêwîst bû ber bi çareseriyê ve biçe lê rejîma Sûriyeyê li gelê Sûriyeyê guhdarî nekir. Êdî hêzên dewletî û herêmî cihê xwe li Sûriyeyê girtin û ber bi rengekî komên çete ve çû, DAIŞ derket û biryara Sûriyeyê ji destên Sûriyeyiyan hat girtin. Ji ber ku li pêdivî û daxwazên gel nehat guhdarîkirin. Ger îro tu ji bo azadî û demokrasiyê bang dikî û guh nadî wan, wê demê di pratîkê de tu rastiya gotinan namîne.”
‘Di nava aloziyê de azadî wekhevî û demokrasî li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû da’
Leyla Qehreman bal kişand ser girîngiya pejirandina riya diyalogê û wiha got: “Ji roja yekem ve du rê li pêşiya rejîma Sûriyeyê hebûn. Riyek diyalog û riyek jî tundî bû lê wî riya tundiyê bijart. Ger ku riya diyalogê hilbijarta wê Sûriyeyê ewqas tiştên xirab nedîta. Di heman demê de li ser erdnîgariya Sûriyeyê li beşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ku li Sûriyeyê dest pê kiribû, dibe ku ev erdnîgarî ku ji erdnîgariya Sûriyeyê ye, xwe bi rêk û pêk birêxistin kir, deste û Rêveberiya Xweser çêbûn û gel xwe bi xwe birêve dibe. Ev wek mînakek çareseriyê tê dîtin. Ji ber ku bi pêla heyî re neçû. Pir girîng e di şoreşan de yan jî di rewşên cuda yên bi aloz de tu bikaribî xwe biparêzî, bikaribî hemû hebûn, nasname, çanda pêkhateyan nêzî hev bikî û biparêzî, gelek baş e. Di dîroka Sûriyeyê de pir zimanên dijwar, çewisandina pêkhateyan û hiştina wan a li derveyî nasname û jiyana Sûriyeyê çêbû. Lê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêzkirina hemû pêkhateyan ku li ser axa xwe man û axa xwe parastin, di heman demê de xêr û bêrên wê bi hev re parve kirin û jiyanê wisa domandin. Ev gelek girîng e û kêliyên azadiyê, wekhevî û demokratiyê tê dîtin. Rêveberiya Xweser her banga diyalogê dikir da ku bikaribin di riya wê de çareseriyek bingehîn ji bo rewşa Sûriyeyê bibînin. Lê rejîma Sûriyeyê li wan guhdarî nedikir lewma Sûriye ber bi xirabûnê ve çûye.”
‘Hêviya gel a 2011’an vê pêvajoyê ava kir’
Leyla Qehreman anî ziman ku di 29’ê Kanûnê de êriş ji aliyê desteya rizgarkirina Şamê ve li ser Heleb, Hema, Humis û Şamê hatiye kirin. Leyla Qehreman wiha got: “Lê gel bi xwe vê pêvajoyê ava kir. Hêviya gel a 2011’an neşikesta, digel zilm û şîdeta ku dihat meşandin îro em dibînin roleke pir mezin a gel di pêngavek ku pêk hatiye de heye. Ew liv û tevgera ku di nava gel de di sala 2011’an de ma, carek din îfadeya xwe dike. Ji bo wê jî rola gel rolek sereke ye di pêkhatina çareseriyê ya ji bo avakirina aramî û ewlehiyek de.”
‘Di avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e hemû rengên pêkhateyan hebin’
Leyla Qehreman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û rejîmê, Sûriyeyê xistin rewşek bi aloz û wiha got: “Meclisa me ya Sûriyeya Demokratîk her dem destnîşan dike ku diyalog zimanek pir girîng e di hemû pêvajoyên ku mirov dijîn de. Bi taybetî jî di pêvajoya Sûriyeyê de. Lewma jî ji bo avakirina Sûriyeya nû ya piştî Esed ku hemû rengên pêkhateyan di vê Sûriyeyê de hebe, pêwîstî bi hemû nasnameyên di Sûriyeyê de heye. Divê cihê xwe bigrin ji bo ku weke salên din nebe û pêvajoyên berê dubare nebe, careke din fatûreya wê ji gelê Kurd re nemîne, pêwîst e ji yek alî dûrketin çêbibe. Pêwîst e hemû reng li ser maseya çareseriya siyasî li hev rûnên. Ji ber ku di pêvajoya 14 salan de gelê Sûriyeyê gelek zirar dît. Rewşa ku îro Sûriye gihîştiyê, di asta yekem de sûcê rejîma Sûriyeyê û ya din jî dewleta Tirk a dagirker e. Ji bo wê jî ji îro pê de gerek biryara Sûriyeya nû ya gelê Sûriyeyê bi xwe be.”
‘Çareseriya siyasî bi hebûna hemû rengan e’
Leyla Qehreman diyar kir ku pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe, pêwîstî bi hevgirtin û yekitiyê heye û got: “Niha hikûmetek nû ji Sûriyeyê re hatiye çêkirin. Di nava 3 mehan de wê Sûriye birêve bibe lê ev hikûmet yek alî hatiye çêkirin. Pêwîst e ku hemû reng di vê hikûmetê de cih bigrin. Ji ber ku ev pêvajoyek wisa ye ku Sûriyeyê bi xwe dikarin qedera xwe diyar bikin. Lewma em dibînin ku çareseriya siyasî bi hemû rengan e, ji ber ku di vê pêvajoyê de hewcedariya me bi hev heye, dem dema ku em bi destên hev bigrin e. Ji ber ku em dixwazin Sûriyeya demokrat û pir rengî ava bikin.”
‘Em bi hev re nexşeriyek ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê derxin’
Leyla Qehreman anî ziman ku li pêşiya wan xetereyên pir mezin hene û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Di vî alî de parastin xurtir be, di heman demê de divê riyên çareseriyê hîn zêdetir vekirî bin. Banga me ew e ku hemû hêzên demokratîk dikarin careke din li hev kom bibin ji bo ku nexşeriyek ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê derxin. Hebûna Sûriyeyê bi hemû pêkhate, rengên Sûriyeyê, kesayet û rêxistinên demokratîk dikare bê avakirin. ” NÛ JINHA[1]

Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 342 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
liittyy kohdetta: 5
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî
Publication date: 14-12-2024 (2 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle!
Tuote Laatu: 98%
98%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 25-01-2025
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 30-01-2025
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا کامەلا ) on: 30-01-2025
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 342 kertaa
QR Code
  Uusi kohde
  Satunnainen erä! 
   
  
  Julkaisu 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 0.391 toinen!