Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Noin
Kurdipedia Archivists
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
 Etsi
 
  
 
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kirjasto
 
Lähetä
   Tarkennettu haku
Yhteystiedot
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 lisää...
 lisää...
 
 
 
 Font Size


 
Noin
Satunnainen erä!
Käyttöehdot
Kurdipedia Archivists
Palautetta
Käyttäjän Kokoelmat
Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
Apua
 lisää
 Kurdi nimet
 
Tilastot
Artikkelit
  586,101
Kuvat
  124,408
Kirjat
  22,120
Liittyvät tiedostot
  126,463
Video
  2,193
Kieli
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Ryhmä
Fins
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
Kirjasto 
5
Artikkelit 
3
Marttyyrit 
1
Tilastot ja selvitykset 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Yhteensä 
274,973
​​​​​​​RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-3
Ryhmä: Artikkelit
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-3
​​​​​​​RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-3
=KTML_Bold=​​​​​​​RÊBER #ABDULLAH OCALAN# : LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-3=KTML_End=

Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne. Mirov bibe gerîllayê azadiyê ev tê wê maneyê ku mirov di asta herî jor de erkên xwe yên exlaqî û polîtîk der barê civakbûyînê de bi cih tîne; bi bîrewerî û exlaqî li ser vê erkê ye; ji bo azadbûyînê, erkên der barê xweparastinê de pêk tîne. Mirovê bibe gerîllayê azadiyê, ne ji bo ku bandora xwe ya ferdî zêde bike yan jî bibe desthilatdar, dibe gerîlla. Eger ne wisa be, ev ne şervantiya azadiyê ye, ev şervantiya ji bo desthilatdariyê ye. Yên bi vî awayî, derketina wan a çiyê û daketina wan exlaqî û civakî nîne. Jixwe yên bi vî awayî, kengî tiştên hêvî dikin nebînin, bi hêsanî xiyanetê dikin. Erkên xwe yên civakî li ti qadê bi cih nayînin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Kesên hebûna wan di nava koletiya mutleq de, heta kesên ji hev belav dibin, li ku dibin bila bibin xisletên her deverê ji bo wan yek in. Bi awayekî hundir xirab e, derve baş e, kesê bi sîleh xirab e, kesê bê sîleh baş e, bi vî awayî kategorîzekirin hewldana esasî ya têkoşîna ji bo hebûn û azadiyê naguherîne. Jiyana mirov kengî azad bibe maneyeke xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye.

=KTML_Bold=DI ZINDANÊ DE JI BO MIROV KARIBE XWE RAGIRE DERMAN PÊŞXISTINA TÊGIHIŞTINA HEQÎQETÊ YE=KTML_End=
Têgîna diduyan bi ya yekê ve girêdayî pêşketina têgihiştina li heqîqetê ye. Di zindanê de ji bo mirov karibe xwe ragire dermanê bi tenê bipêşxistina têgihiştina li heqîqetê ye. Bi awayekî giştî bi hêz têgihiştina li heqîqeta jiyanê tê wê maneyê mirov li bêhnika herî bi kêf û tahm serwext dibe, ya rastî li jiyanê serwext dibe. Eger mirov bi awayekî rast serwext bûbe çima dijî, li ku dibe bila bibe jiyan jêre ne pirsgirêk e. Lê jiyan hertim di nava şaşî û derewan de derbas bibe wê maneya xwe ji dest bide. Bi vî awayî wê diyardeya jêre rizîna jiyanê dibêjin derkeve holê. Bêkêfî, nerehetî, şer, dijûn encamên xwezayî yên jiyana riziyayî ne. Jiyana mirov ji bo kesên têgihiştina wan li heqîqetê pêşketî, bi temamî mûcîzeyek e. Jiyan bi xwe çavkaniyeke mezin a coş û heyecanê ye. Di jiyanê de maneya gerdûnê veşartî ye. Mirov çiqasî li vê razê hayil bibe, di zindanê de be jî pirsgirêka wî ya xweragirtina li jiyanê çênabe. Jixwe eger zindan ji bo azadiyê be, tişta li wir mezin bibe têgihiştina li heqîqetê ye. Jiyana bi têgihiştina li heqîqetê mezin bibe, êşên herî mezin jî dikare veguherîne şadî û bextewariyê.

=KTML_Bold=ZINDANA ÎMRALIYÊ JI BO MIN BÛ DAQA MEŞANDINA ŞERÊ HEQÎQETÊ=KTML_End=
Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim. Li derve bêhtir gotin û çalakî xwedî hukim bûn, lê li zindanê mane bi hukim e. Fikrên ku min di parêznameyan de li ser felsefeya siyasetê bi awayekî berfireh û berbiçav anîne ziman, gelekî zor û zehmet e ku min li derve bianiya ziman. Ji bo têgihiştina li têgîna siyasetê bi xwe gelekî hewldan divê, têgihiştineke bi hêz a heqîqetê divê. Gotina min a “ez hûrûkûr hayil bûme, ez dogmatîkekî pozîtîvîst im”, têra xwe têkiliya xwe bi tecrîdê re heye û bi tecrîdê re pêkan bû ku ez vê gotinê bibêjim. Di şert û mercên tecrîdê de min bêhtir fêhm kir û serwext bûm ku têgînên cuda yên modernîteyê hene, bi awayên cûrbicûr avakirina modelên neteweyan pêkan in, herweha avahiyên civakî avahiyên bi destê mirovan hatine hûnandin in, û xwezayeke wan a nerm heye. Ji bo min nexasim gelekî girîng bû ku ez ji dewletgiriya netewe bibihurim. Ev têgîn ji bo min demeke dirêj pîvaneke Marksîst-Lenînîst-Stalînîst bû; bi rengê dogmayekê bû ku diviyabû ti carî neyê guhertin. Dema min li ser xwezaya civakî, şaristanî û modernîteyê mitale kir, min dît ti têkiliya vê pîvanê bi sosyalîzmê re tineye û gelekî girîng e ku min ê bidîta, ev desthilatgiriyeke zêde civakî ye, ji şaristaniya riziyayî ya bi çîn maye û bi destê kapîtalîzmê hatiye rewakirin. Lewma di redkirina wê de min dudilî nekir. Eger weke dihat gotin bi rastî wê sosyalîzma zanistî be, di vê mijarê de yên divê bên guhertin divê hosteyên sosyalîzma pêkhatî ango Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û Castro bin. Hosteyên navbihurî xwedî li têgîneke mîna kapîtalîzmê derketibûn, ev şaşiyeke mezin bû û zirareke mezin dabû doza sosyalîzmê.

=KTML_Bold=DI TÊGIHIŞTINA MIN A HEQÎQETÊ DE TAM ŞOREŞEK ÇÊBÛ=KTML_End=
Her ku min dît kapîtalîzma lîberal hegemonyayeke bi hêz a îdeolojîk e, min analîzên modernîteyê bêhtir bi hêz çêkirin. Min fêhm kir ku modernîteya demokratîk ne bi tenê pêkan e, ji modernîteya kapîtalîst hem rasttir e, hem jî hemdemtir e, û mirov dikare wê pêk bîne. Ji ber ku me nikarîbû em ji têgîna dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin û weke rastiya bingehîn a modernîteyê lê serwext bûbûn, me nikarîbû em bifikirin ku neteweparêziyeke din, mînak neteweparêziya demokratîk pêkan e. Tişta te jêre netewe digot, ma diviyabû ji sedî sed dewletek wê hebûya! Madem Kurd jî neteweyek in, hingê divê ji sedî sed dewleteke wan jî hebe! Lê dema ez li ser diyardeyên civakî ponijîm, min dît ku netewe bi xwe rastiya herî wendabûyî ya çend sedsalên dawî ye, di bin bandoreke bi hêz a kapîtalîzmê de şikil girtiye û nexasim min fêhm kir ku modela dewleta netewe ji bo civakan qefeseke ji hesin e, ya ji bo civakan hêja têgîna azadî û civakbûyînê ye. Min çiqasî fêhm kir ku şerê ji bo dewleta netewe ji bo kapîtalîzmê ye ewqasî di felsefeya min a siyasetê de veguherînên mezin çêbûn. Têkoşîna ji bo neteweparêzî û çînîgiriya teng (herdu bi xwe mirov dibin heman cihî) di encamê de ji xurtkirina kapîtalîzmê wêdetir bi kêra tiştekî din nedihat. Min dît ku ez bi xwe qurbanê modernîteya kapîtalîst im. Her ku çû min dît, zanistên civakî yên modernîte ferz dike, ne zanist in, mîtolojiyên hemdem in, û vê jî bîrbirina min a dîrok û civakê bi hêz kir. Di têgihiştina min a heqîqetê de tam şoreşek çêbû.
Her ku min dogma ji hev parçe kirin, min dîrok û civak bêhtir bi xweşî û heqîqetbarkirî nas kirin. Di vê demê de navê min li xwe kiribû li gorî vê yekê bû ango min ji xwe re digot ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’. Gotina jiberkirî ya modernîteya kapîtalîst ‘kîvroşk bireve, tajî bigire’, min bi awayê xwe berevajî kiribû û weha digot “nêçîra modernîteya kapîtalîst bike.” Kengî têgihiştina li heqîqetê bi temamî bi pêş ket, hingê em der barê kîjan qada civakî de heta der barê qadên biyolojîk û fizîkî de bifikirin, bi awayekî em bi demên berê re nikaribin li ber hev bigirin, serdestiya maneyê xuya kir. Di şert û mercên zindanê de bi qasî ku min dixwest, min karîbû şoreşên heqîqetê yên rojane bikirana. Hewce nake ku ez bibêjim, hêza berxwedanê ya ku ev yek dide ti tişta din nikare bide.

=KTML_Bold=TÊGIHIŞTINA HEQÎQETÊ BANDORA XWE LI PÊŞXISTINA ÇARESERIYA PRATÎK JÎ KIR=KTML_End=
Bihêzbûna têgihiştina li heqîqetê bandora xwe di warê pêşxistina çareseriyên pratîk de jî nîşan da. Zêhniyeta dewletdarî ya Tirk timî bi pîroztî û taybetî tê biwesifkirin. Dema rêveberî tê gotin timî dewlet tê bîra mirovan. Ev zêhniyet bi awayekî orjînal Sumerî ye, bi xwedatiyê re gelekî pevkeliyan e, timî derbasî nava çandên desthilatdariya Ereb û Îraniyan bûye. Di binyada têgîna yekxwedayî de diyardeyeke bi hêz a desthilatdariyê heye. Li cem Tirkan her ku elîtên desthilatdariyê pêk hatin, belkî jî versiyona çaremîn, pêncemîn a vê têgînê bi pêş xistin. Bêyî ku maneya wê ya etîmolojîk zanibin, timî ji encamên wê bi tesîr bûne. Li cem Selçûqî û Osmaniyan tam bi korfêhmî hatiye meşandin, ya rastî kirasekî bêmane lê kirine. Wer li wan hatiye ku bi carekê ji bo desthilatdariyê bi dehan xuşk û bira, xizm darve kirine. Bi Komarê re kirasek li vê têgihiştinê kirine; ya rastî, têgihiştina dewleta netewe û serweriya neteweyî yên ku vedîtinên Ewrûpayê ne, weke ku ji wan girtin bi desthilatdariyê ve monte kirin. Bi vî awayî dewleta netewe ya Tirk bêhtir bû Levîathanekî bi tehlûke. Kê destê xwe bidayê dihat darvekirin. Dewleta netewe di nava pîrozên mutleq de yek ji yên sereke bû. Nexasim ev ji bo çîna burokratîk bi vî rengî bû. Pirsgirêka desthilatdarî û dewletê di dîroka xwe de bûbû pirsgirêka herî tevlîhev a civakî.
WÊ BIDOME…
[1]

Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 1,424 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
liittyy kohdetta: 22
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî
Publication date: 21-07-2023 (3 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Maa - Alue: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tuote Laatu: 98%
98%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 13-09-2024
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا کامەلا ) 15-09-2024
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئەڤین تەیفوور ) on: 30-04-2025
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 1,424 kertaa
QR Code
  Uusi kohde
  Satunnainen erä! 
   
  
  Julkaisu 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 0.25 toinen!