Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Noin
Kurdipedia Archivists
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
 Etsi
 
  
 
 Haku
 Lähetä
 Työkalut
 Kielet
 Tilini
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kirjasto
 
Lähetä
   Tarkennettu haku
Yhteystiedot
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 lisää...
 lisää...
 
 
 
 Font Size


 
Noin
Satunnainen erä!
Käyttöehdot
Kurdipedia Archivists
Palautetta
Käyttäjän Kokoelmat
Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
Apua
 lisää
 Kurdi nimet
 
Tilastot
Artikkelit
  586,151
Kuvat
  124,410
Kirjat
  22,121
Liittyvät tiedostot
  126,463
Video
  2,193
Kieli
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Ryhmä
Fins
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
Kirjasto 
5
Artikkelit 
3
Marttyyrit 
1
Tilastot ja selvitykset 
1
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Yhteensä 
274,973
Feqe Reşîdê Hekarî
Ryhmä: Elämäkerta
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Feqe Reşîdê Hekarî
Elämäkerta

Feqe Reşîdê Hekarî
Elämäkerta

Feqe Reşîdê Hekarî (jdb. 1725 an 1793 ) helbestvan û nivîskarekî Kurd ê klasîkî ye.
Mixabin derheq jiyana wî de agahdariyeke bi nivîs bi dest neketiye. Herweha dema jiyana wî jî, di taritiya dîrokê de temartî maye. Tenê pirtûkeka wî ya bi navê Sirmehşer li holê heye. Wekî din berhemên wî nehatine dîtin. Li ser vê berhema Feqe Reşîd, agahdarî tune. Lê tenê li ser ruyê wê yê pêşî ev nivîs heye: Dibêjin ji koçerên Hekariya ye.
Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi mavê Hozan û Şayîrên Kurd de, van her çar rêzên li jêrê, derbarê Feqe Reşîdê Hekarî de gotine.
Yekî dî dibêjine wî Feqe Reşîd
Di zarê kurdî fêris û egîd
Niviştek wî heye bi navê Sermehşer
Zarokên kurdan dixwînin ezber

Sirmehşer, bi naveroka xwe wek eqîdeyê ye. Lê zêde qala hatina Îsa pêxember a di dawîlêhatina dinyayê de dike ku tê û li Şamê bi Decal re şer dike. Piştî kuştina Decal, ew sazûmana şerîeta Îslamê serrast dike, heta ku dinya bi temamî xirab dibe û heşir radibe, ji her kesî hîsab tê pirsîn û Pira Siratê tê vegirtin.
Pirtûk ji 24 beş û 556 beytan tekûz e. Her sernavek li ser babeteke cuda hetiye nivîsandin û di wî warî de agahdarî dide.
Lê hinek ji wan beşan, qala rawestina li hember mafên mirovan û parastina mafên madî-manewî dikin. Xasma lêmêzekirina sêwîyan zêdetir derxistiye pêş û weha gotiye: Ew alîkariya bi sêwiyan re xêr û xweşiyeka pir zêde digîjîne xwediyê xwe.
Piraniya helbestên pirtûkê bi yazde kiteyan dikişin, tev bi kêş û qafiye ne û hinek jî çarîne ne, rêz bi heşt kiteyan dikişin. Qafiyeya asasî tune, lê di beytan de wek Mewlûda Kurmancî qafiya her du rêzan bi yek tîpê ye.
Feqe Reşîdê Hekarî di destpêka beşa dawîn a pirtûkê de weha gotiye: Ey Feqî tarîxî benda te temam.
Îjar ji vê rêzê tê zanîn, ku niviskar wê dîroka kutakirina nivîsandina pirtûka xwe bi hesabê ebcedê (Cemel) gotibe. Çewa Melayê Cizîrî ku dîroka jidayikbûna xwe û hin tarîxên din bi hisabê Ebcedê di Dîwana xwe de beyan kirine. Herweha Feqiyê Teyran jî, bi vî hesabî hin tarîx di hin helbestên xwe de gotine. Eger eva Feqe Reşîd jî ji wan babetan be, eger em tarîxa kutabûna nivîsandina pirtûkê ji bêjeya tarîxê wek reqem bigirin, dike 1211ê Koçê. Ew jî li hember ya Zayînê dike 1793. Lê eger em ji hevoka Benda te temam bigirin, tarîx dike 938ê Koçê, li hember ya Zayînê dike 1528.
Îjar eger em yek ji van dîrokên li jorê ji xwe re rast bidêrin, li gor dîtina min, wê ya pêşî (1793) rastir be. Çimkî Feqe Reşîd di malikeka xwe de weha gotiye: Ela ey Feqiyê sanî, heta kengê bikî dewran?. Ji vê gotina wî tê zanîn, ku wî jî mîna Feqiyê Teyran, xwe bi feqetiyê navdar kiriye. Herweha bi bêjeya sanî (duwem) eşkera dibe, ku wî xwe ji Feqiyê Teyra re, feqiyê duwem hesibandiye. Çimkî Melayê Cizîrî jî, xwe ji Şêxê Sin'anî re wek şêxê duyem navdar kiriye. Çewa ku Melê gotiye Di işqê de şêxê Sanî me. Lewra Melayê Cizîrî, di evînê de Şêxê Sin'anî wek şêxê yekem û xwe jî wek şêxê duyek hesibandiye.
Lê îcar tarîxa jidayikbûn û mirina Feqiyê Teyra jî rastirîn ku pê bawerî tê kirin ev e: 1590-1660.
Ev hawayê ku li jorê hate gotin, berê di nav helbestvan û evîndaran de xuyekî belavbûyî bûye ku yekî xwe bi yekê li pêşiya xwe, bi nav dikir û xwe jê re dikir kesê duyem, yan siyem û hê bêtir. Xasma ji helbestvan û milûk û siltanan, pir kes navên hevdu li xwe kirine û xwe bi navên hev navdar kirine. Ev hawe ji xwe di nava Kurdan de hêjî berdewam e. Çewa ku navê yekî (mesela) eger Rostem be, navê torinê wî jî datînin Rostem.
Pirtûka Sirmehşer, cara pêşî di 26ê adara 1984an de bi destê Mele Ehmedê Qoxî û bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Ji xeynî vê, Qoxî li ser pirtûka Mele Xelîlê Sêrtî ya bi navê Nehcilenam şerhek nivîsiye û navê wê kiriye rehberê ewam. Piştre ew herdu pirtûk bi yek cildê li devereke ne diyar daye çapkirin.
Pirtûka Sirmehşer di sala 1986 an de bi desên min ketiye. Min ew digel şerha wê ji tîpên Erebî veguhaztin tîpên Latênî û Komela Yekîtiya Demokratên Kurdistanê ku ew çax li Elmanyaya Rojava dima, di 1990î de çap kiriye.

Ev çend malik in:
Eya ey waizê we'zê
Xwe hişyar ke bi vê lehzê
Me borandin bi vê terzê
Ji hed zêde gelek însan
Wan kirin malê yetîman her telef
Lew bûye îro li wan agir elef ..
Wan ji xelqê ra digotin pur xeber
Lew kî îro bûne riswa serteser.
Ev ew in hebû li nik wan şahidî
Weqtê de'wayê digotin me nedî
Şahidî dane bîla heq wan heman
Ew dibûn şahid bi derew her zeman
Wan kirin hîle di nav kod û şehîn
Kêm kirin dirhem li huqqe d'gel mêzîn
Bibin guhdar ku ez bêjim, temaşa kin bi qelb û can
Yekayek tev beyan kim ez, bibînin hûn ecaîban
Ey Feqî tarîxê benda te temam
Heq te'ala mexfîret ke fîl qiyam
Min nivîsî ev kîtab leyl û nehar
Lew ji bo îxwanê dîn ra yadîgar. [1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 446 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî | ku.wikipedia.org
Liittyvät tiedostot: 1
liittyy kohdetta: 1
Ryhmä: Elämäkerta
Artikkelit kieli: Kurmancî
Cause of death: No specified T4 625
Ihmiset tyyppi: Runoilija
Kansakunta: Kurdi
Kieli - Murre: Kurdi - Badini
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Hakary
No specified T3 85: No specified T4 297
Place of death: Hakary
Place of Residence: Kurdistan
Sukupuoli: Mies
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) on 30-07-2022
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( زریان سەرچناری ) 30-07-2022
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ڕۆژگار کەرکووکی ) on: 11-08-2024
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 446 kertaa
QR Code
  Uusi kohde
  Satunnainen erä! 
   
  
  Julkaisu 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 0.328 toinen!