Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
 Искать
 
  
 
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
библиотека
 
Отправлять
   Расширенный поиск
контакт
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Больше...
 Больше...
 
 
 Показать в слайд-баре
 Размер шрифта


 
Нарочно
Случайная деталь!
Правила использования
Архивариусы Курдипедии
Ваше мнение
Пользователь коллекций
Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
Помощь
 Больше
 Имена для курдских детей
 
Статистика
Статьи
  587,265
Изображения
  124,631
Книги pdf
  22,130
Связанные файлы
  127,000
видео
  2,194
Язык
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Категория
Pусский
биография 
166
Места 
4
Публикации 
5
Изображение и описание 
13
Произведения 
1
Цитаты 
2
Археологические места 
2
библиотека 
356
Статьи 
589
мученики 
2
документы 
2
видео 
1
Стих 
2
Репозиторий
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Всего 
275,728
Поиск контента
Qedrîcan
Категория: биография
Язык статьи: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Сотрудники Курдипедии ведут запись в нашем национальном архиве объективно, беспристрастно, ответственно и профессионально.
Делиться
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qedrîcan
Qedrîcan
=KTML_Bold=Qedrîcan=KTML_End=
#Qedrîcan# an jî Qedrî Can (jdb. 1911/1916– m. 1972), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Ezîz Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911ê de hate dinyayê.

Di piçûkahiya xwe de Qedrîcan wek Qedrî dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrîcan pir xwedî şans bû ku bavê wî (ku bi kurtahî wek Cano tê naskirin) di zanîna hêjatiya xwendinê bû kurê şand xwendinê. Di dibistanê de ew xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran (matematîk) de.

Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind Cano kurê xwe şand Zanîstana Mamosteyan ya Qonyeyê. Di wan salan de Qedrîcan welatparêziya xwe hîn xurtir kir û navê xwe xist îsteya dewleta Tirkan ya reş. Ji bo Qedrîcan tenê du çare ma bû: 1) yan mirin 2) yan revandin.

Qedrîcan ji dewleta tirk, bi riya Entakyayê, reviya çû Sûriyê. Piştî revînê, ew nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê xwe yê zayînê Dêrika Çiyayê Mazî. Bavê xwe Cano, ku pir girêdayî hev bubûn, nema didît.
Qedrîcan yek ji helbestvanên herî mezin ên gelê kurd bû û wek bavê helbesta nûjen a kurdî (helbesta torê ya nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya kurdî ya kurmancî dinîvisand.

Yek ji helbestên wî ya bi navê Gula Sor bi destê hozanê kurd Ciwan Haco hat bestekirin.
Lê Qedrîcan ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebatên wî yên pirhejmarî bû. Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn. Ew rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû.

Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûriyê dersên kurdî dida xwendevanên xwe yên dibistanê.
Dema ku mirov li rûpel ên rojname yan kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû binêre, xebat ên Qedrîcan tên dîtin.

Dema ku li Qonyeyê dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir.

Keça Qedrî Can, Şêrîn Can a ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje: Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan.[çavkanî hewce ye] Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îqna bike.

Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.
Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye: Min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.

=KTML_Bold=Helbestvaniya wî=KTML_End=
Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan pêşengê helbestvani ya kurdî ya pêşeroj a ku bê cêwî û bêbersiv hatiye nivîsin e. Li gorî wê heyamê şiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêşketî û nûjen in.

Gula Sor
Gula sor
Hil bû jor,
Bîn da dor,
Gula sor...
Gula sor
Em lê dor
Bicivin
Bîn bikin
Dor bi dor
— Qedrîcan

Lihevhatîbûn tor a helbest a nû ye. Hem drûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengek ku Kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê ye. Qedrîcan lewma ew bikar aniye. Di vê şîîrê de ramana înternasyonalîzmê heye. Helbestvan, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê were hejandin.

Begê Axirzeman
Dostê min...!
Dijminê postê min...
Ew zenbila tu pê hatî,
Nema datê ji ezman
Benê wê riziya
Li nava rê qetiya
“ket...
— Qedrîcan

Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê ji şiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hikmet jî şiîrê bi vî awayî nivîsîne.
Di helbestên xwe de hiciv bi kar aniye. Bîr û baweriyên batil bi şêweyeke zimanşêrîn rexne kirine.

Ku mirov li tevahiya vê şiîrê dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifşe ku wî hêj wê demê berhemên klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr û baweriyê ve Qedrîcan di rêya kovarên wê demê de (Hewar, Ronahî, Roja nû) bi serê xwe ekolek e. Ew û Cegerxwîn nêzîkî hev in, lê ji aliyê kûrahiyê û ji aliyê şekl ve ji hev cihê ne. Di şiîra Cegerxwîn de hin caran bîhna tesewûfê tê.

Sala 1957an ji bo komcivîna xortên navneteweyî bi keştiyê diçe Moskowayê. Piştî vê çûyine dîtina wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de şiîra Ez Diçim Mosko nivîsiye.

=KTML_Bold=Pexşana wî=KTML_End=
Nivîsarên wî yên pexşanî bêtir di derbarê rabirdûyê de ne. Hişê wî pir xwurt e. Zarokatî weke şerîda sînemê tê ber çavê wî.
Di pexşanên wî de dilînî û hestekî tenik heye. Ev nivîskar çîrok in lê bêhtirîn dikevin beşê bîranînê.
Pexşana ku bi ser navê Sondî ê di hejmara Hawarê ya 35an de hatiye weşandin, nivîskar rojên şagirtiyê bi bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên berê hatine reşandin. Heçku bi ax û keser hatiye nivîsîn.

Pexşana ku navê wê Guneh e, jî di derbarê rojên şagirtiyê de ye. Hinek kevneşopên beradayî bi ziman û şeweyekî wêjeyî rexne dike.

Rojên Derbasbûyî di 52êmîn hejmara Hewarê de hatiye weşandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan jiyana xwe ya li Başûrê biçûk û Şamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi vî rengî de Qedîrcan xweşikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber hev. Zozan, çem, bihar û heşinayên welêt qet ji bîra nivîskar dernakevin.

Ew dilê ku van nivîs û şiîran dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û kovan e. Mirovên ku wan dixwîne jî heman rewşê dijî.

=KTML_Bold=Zimanê wî yê hunerê=KTML_End=
Wek hemû ekola Hawarê zimanê Qedrîcan jî çi di şiîre de çi di pexşanê de be, zimanekî xwerû û gelêrî ye. Ji xwe wê demê pişavtina bi zorê û ya pir bi rêk û pêk tunebû. Hinek polîtîkayên A. Hamîd ê ku sultanê osmanî bû hebûn, lê nedikariya zaroyên kurdan weke îro ji giyanê wan dûr bikin.

Qedîrcan demekê di dibistanên osmanî û tirkan de xwendiye lê bandora vê rewşê di nivîsarên wî de naxuye. Bêhtirîn devokê Mêrdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya Kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bikaranîn peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di şiîra wî de heye.

Di şiîrê de ziman rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên wî xwurt in. Mînak:

“Bi agirê dilê zahîdekî diçe heca...
Ez diçim Mosko”
Ev daneberheveke xwurt e.
— Qedrîcan

Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexşan û şiîrên wî de hene. Mînak:
“Hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin”. Di vê hevoka jêrîn a ku di çîroka wî ya bi navê “Rojên Derbasbûyî“ de cih digre de, peyva “kilkirin” dibuhure. Ev peyv îro jî heye. Lê bêhtir ji bo meşk hejandinê an jî zarok hejandinê tê bikaranîn. Di wateya jorîn de niha zêde naye bi kar anîn. Bêjeya “dest kilkirin” bikaranîneke ciwan e.[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 10,883
Ваше мнение о предмете!
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî | https://ku.wikipedia.org
Связанные предметы: 10
Категория: биография
Язык статьи: Kurmancî
Дата рождения: 00-00-1911 До нашей эры
Дата смерти: 00-00-1972 (61 Год)
Владение языком: Турецкие
Владение языком: Арабские
Место рождения: Мардин
Место смерти: Дамаскус,(Сирия)
нация: курд
Страна рождения: Северного Курдистана
Страна смерти: Сирии
Тип человека: Писатель
Тип человека: поэт
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( سارا کامەلا ) в 09-08-2025
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( Хавре Баххаван ) на 09-08-2025
Эта статья была недавно обновлена ​​( Хавре Баххаван ) на: 09-08-2025
URL-адрес
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 10,883
QR Code
  Новый элемент
  Случайная деталь! 
  специально для женщин 
  
  Публикация 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.375 секунд!