Nav paşnav: Bariş Ozden
Nasnav: Ferzat Sema
Cihê jidayikbûnê: #Agirî#
Dayik-Bav: Belkizar-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
FERZAT SEMA
Hevrêyê me Ferzat li navçeya Giyadîn a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ya ku çanda Kurdî ya bi kok lê jiyankirin, hate dinê. Ji ber vê taybetmendiya malbat û derdora wî, bi exlaq û çanda cewherî ya Serhedê mezin bû. Dayika xwe hîna di temenekî biçûk de winda kir, ev yek her çendî ku ji bo wî zehmet jî be ev êşa xwe ya kûr kir hinceta xurtkirina dilê xwe. Hevrêyê me dibistana seretajî li YÎBO’yan (Dibistanên Herêma Perwerdeya Destpêkê) xwend ku dewleta Tirk vê dibistanê weke navendên asîmîlekirina zarokên Kurd bi kar tîne. Rastiya dijmin destpêkê li vir nas kir. Hevrêyê me hîna ji destpêkê ve ferq kir ku di jiyana wî de hinek tişt berevajî diçin, pir zû ferq kir ku zimanê li dibistanê tê axaftin, çanda ku di jiyanê de tê ferzkirin û zanistên ku tên fêrkirin, ne ayîdê wî ne. Lê hevrêyê me ji bo xwesteka malbata xwe neşikîne tehemûlê hemû zehmetiyên di vê pêvajoyê de kir û di dibistanê de bû xwendevanek serketî. Lê her tim vê jiyana ku ayîdê xwe nedidît lêpirsîn kir. Di demên ku perwerdeya amadeyî didît de, hevrêyê me Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û derfet dît ku hest û fikrên bi salan di dilê xwe de veşartî cara ewilî bi azad îfade bike. Hevrêyê me Ferzad cara destpêkê tama azadiyê girt û bi dilsoziyeke pir xurt bi têkoşîna me ve hat girêdan. Ji bo xwendina zanîngehê çû bajarê Antalyayê, dema li vir nêzîkatiyên faşîzan ên dewleta Tirk û beşên civakî yên girêdayî wê dît, hîn zêdetir rastiya dijmin lêpirsîn kir. Li aliyekê bi vê rastiyê re rû bi rû ma, li aliyê din jî hezkirina Kurdistanê ya di dilê xwe de hîn mezintir kir. Hevrêyê me fikirî ku peyva Kurdistanê şîfreya dîtina cewherê xwe ye û lêgerîna xwe di vê pêvajoyê de hîn kûrtir kir. Di pêvajoya zanîngehê de di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cih girt, lê ev xebat ji bo hezkirina azadiyê ya di dilê wî de teng dihat. Çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka vekirî ya dewleta Tirk êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, ev yek ji bo hevrêyê me Ferzat bû xala werçerxê. Hevrêyê me fikirî ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, ti ciwanên Kurd bêbersiv nemînin û divê teqez bi aktîf di nava têkoşînê de cih bigirin. Dizanî ku ev yek jî encex bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e ku li dijî êrîşên qirkirinê bi fedayiyane şer dikin. Bi vê zanebûnê sala 2014’an, li zanîngehê beşa rojnamevaniyê ya dixwend di refa duyem de terikand û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Bi perwerdeya şervanên nû hevrêyê me xwest xwe li ser bingehê felsefeya Rêber Apo xurt bike, ji bo vê yekê bû xwedî kedeke bêhempa. Piştî pêvajoya perwerdeyê hevrêyê me li pey vê armanca xwe beziya û bi kesayeta xwe ya xwedî helwest bû mînak. Hevrêyê me Ferzat tevî ku di nava refên gerîla de nû bû, bi asta biryardarî û îdîaya xwe pêşengî ji gelek xebatan re kir û li qada pratîka xwe ya destpêkê li herêma Zapê bû milîtanekî Apoyî û ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak hate girtin. Hevrêyê me bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê kir û ji bo derbasî xebatên ku bikare lê ked bide, lêhêrbûn kir. Di encama vê yekê de biryar da ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe, îdîaya xwe ya fedayîbûnê bi hemû hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me bi ciddiyet û berhemdariyeke mezin tevlî hemû perwerdeyan bû, lêhêrbûnên xwe yên di vê pêvajoyê de bi van gotinan anî ziman: Ez ê hewl bidim rastiyên di kûrahiya dîrokê de veşartîne derxînim holê, bi nêrîneke dîrokî raxim pêş çavan ku xisarên di kesayetiya min de hatine afirandin bi çi rengî li pêşiya Partîbûna min dibe asteng. Hevrêyê me Ferzat di şexsê şehîdên me yên mezin ên destpêkê hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr de zanî ku fedayîtî şêwazekî jiyanê ye. Ji kêliya destpêkê û şûnde li ser xeteke rast meşiya. Lewma ji xwe re ti carî jiyaneke ji rêzê, sekneke ji rêzê qebûl nekir. Ji ber ku dixwest ji êrîşên dijmin ên li ser Rêbertî û gelê me re bibe bersiv. Ev yek herî zêde bi ked, dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re û coşa xwe ya di jiyanê de nîşan da. Hevrêyê me Ferzat dizanî ku şoreşgerî di heman demê de ewe ku kes xwe ava bike, anî ziman ku ev yek bi eşq û ked pêkan e. Lewma her tim xwe pêş xist û xwe di kêliyê de ava kir. Bi kenê xwe yê samîmî bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Lewma bû milîtanekî Apoyî yê welê ku her kes bixwaze pê re bijî, bixebite û şer bike.
Hevrêyê me Ferzat piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand, derbasî Zagrosan bû, di demên ku şer lê herî dijwar de, li cihên herî zehmet şer kir û xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir. Ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne, hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêde kir. Di pêvajoya şerê li Zagrosan de, bi samimiyet, kelecan, moral û cesareta xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me Ferzat piştî ku wezîfeya xwe ya li Zagrosan bi rengekî bêkêmahî temam kir, li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe bi heman îdîa û biryardariyê domand. Di meha Sibatê ya 2018’an de di êrîşeke dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Weke hevrêyên wî em soz didin ku xeyalên azadiyê yên hevrêyê xwe Ferzat, teqez pêk bînin.[1]