Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
 Искать
 
  
 
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
библиотека
 
Отправлять
   Расширенный поиск
контакт
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Больше...
 Больше...
 
 
 Показать в слайд-баре
 Размер шрифта


 
Нарочно
Случайная деталь!
Правила использования
Архивариусы Курдипедии
Ваше мнение
Пользователь коллекций
Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
Помощь
 Больше
 Имена для курдских детей
 
Статистика
Статьи
  587,623
Изображения
  124,710
Книги pdf
  22,131
Связанные файлы
  127,223
видео
  2,193
Язык
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,858
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,969
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,788
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,858
فارسی - Farsi 
16,057
English - English 
8,545
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Категория
Pусский
биография 
166
Места 
4
Публикации 
5
Изображение и описание 
13
Произведения 
1
Цитаты 
2
Археологические места 
2
библиотека 
356
Статьи 
589
мученики 
2
документы 
2
видео 
1
Стих 
2
Репозиторий
MP3 
1,546
PDF 
34,792
MP4 
4,051
IMG 
235,688
∑   Всего 
276,077
Поиск контента
‘Destê Tirkiyê di tevlihevî û wêranbûna hemû welatên Ereb de heye’
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Ищите с кратким написанием в нашей поисковой системе, вы обязательно получите хорошие результаты!
Делиться
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Destê Tirkiyê di tevlihevî û wêranbûna hemû welatên Ereb de heye’
Reportaj Summay

Serokê Şepêla Çeksazî ya #Sûrî# Şikrî Şêxanî diyar kir ku destê dewleta Tirk di hemû tevlihevî, wêrabûn û derbeyên ku li her dewletek Erebî de heye û wiha got: “Ji ber ku sponserê fermî yê terrorê Tirkiye ye. Tirkiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek dijmin ji xwe re dihesbîne ji ber ku ne li gorî plan û hewldanên wê yên dagirkeriyê ne.”
Serokê Şepêla Çeksazî ya Sûrî Şikrî Şêxanî, girêdayî hewldanên Tirkiyê, dosyaya herêma bi navê herêma “Ewle”, rola Tirkiyê di belavkirina tevliheviyê û dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê de ji ajansa me re axivî.
Navarokê hevpeyvînê wiha ye:
Gelo hûn rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel gefên Tirkiyê çawa dinirxînin?
Ez ji kesên ku xwezaya jiyanê ya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nizanin dibêjim ku herêm ewle ye û ji salan ve gel li ser rêgeza jiyana hevpar dijîn. Rewş berovajiya ragihandina Tirkiyê ye. Her wiha herêmên Efrîn, Cerablus û gelek herêmên din ên ku Tirkiyê dagir kirine, berê bi ewle bûn.
Yê dibîne ne ku mîna dibihêze. Min bi çavên xwe tevî hindek bira û xwişkan, dît. Bila cîhanê bizanibe ku herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, ne ewle ne. Binesaziya wan herêma wêran bûne, rewşek ne aram heye û madeyên xwarinê gelek kêm in.
Rewşa ewlehî û arambûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya Rêveberiya Xweser jiyana hevbeş û hevsengî di nava çînên civakê de heye. Ev jî Tirkiyê ne rehet dike. Ji ber wê dixwaze tevlihevî, wêranî û xirabûn çaranûsa van herêman be. Ev jî kin û nefreta Tirkiyê ya dîrokî li hember gelê herêmê teqez dike.
Tirkiye mudexeleya karûbarên dewletên Erebî dike, di serî de Sûriyê. Hûn çawa li van mudexeleyan dinêrin û bi nêrîna we di vê çarçoveyê de çi ji civaka Erebî tê xwestin?
Ev pirsek gelek girîng e. Ji ber ku destê Tirkiyê di tevlihevî, wêranbûn û derbeyên ku li hemû welatên Ereb de çêdibin heye. Tirkiye bi awayekî fermî sponseriya islama siyasî (El-Qîde û Ixwan) û rêxistinên cîhadî dike. Tirkiyê bi lihevkirina Îranê bi riya van rêxistinan mudexeleya Lîbya, Yemen û Sûriyê dike. Tirkiyê hîna Cebhet El-Nusra, Ceyş El-Islam û bermahiyên “Artêşa Azad a Sûriyê” diparêze piştî ku Idlibê û derdora wê radestî Tirkiyê kirin.
Tirkiye gelek hewl dide bi rêya Hemasê ya Filistînî, Ixwan Mislmîn û şaneyên xwe yên veşartî ewlehiya Misirê bihejîne. Lê ya ku mirov matmayî dihêle, dewletên Ereb heta niha bi Tirkiyê re di nav têkiliyên baş de ne. Di vir de ez dibînim ku divê li ser astên bilind li hember komployên parçekirina xaka Ereb û Kurd biryarên girîng werin girtin û piştgiriya Sûriyê ji tevahiya aliyên siyasî, leşkerî û dîplomasî ve li ser asta navdewletî were kirin. Ji ber ku Sûriyê wek xeta parastinê ya yekemîn, deriya sereke û yekemîn li hember dagirkeriya Tirk tê hesibandin.
Tirkiye carnan bi Amerîka û NATO`yê re di nav têkiliyan de ye û carnan bi Rûsya û Îranê gelo sedema helwesta Tirkiyê çi ye?
Tirkiyê ji bo tunekirina pêkhateya Kurd li Tirkiyê û li her derê amade ye li ser tevahiya werîsan bilîze. Bi vê yekê pergala Tirkiyê ne tenê dijminê dîrokî yê gelê Kurd e, dijminê mirovahî û şaristaniyê ye. Ji ber wê em dibînin mijara Idlibê bi kar tîne da ku Amerîka bikşîne aliyê xwe û carek din bi zanabûn ji bo berjewendiya xwe bi Rûsya û Îranê re têkîliyan pêş dixe. Tirkiyê dixwaze rêzexaka ku ji Sûriyê qut kiriye temam bike. Yanî ji Lîwa Skenderon heya Eyn Dîwarê. Ji zêdetirî salekê ve em gefên Tirkiyê dibhîzin.
Dagirkeriya Tirk hewl dide hegemoniya xwe ji Bakur Rojhilatê Sûriyê yanî ji herêma Girê Spî ya Reqayê heya herêmên bakur rojavayê Iraqê derdora Musilê dirêj bike. Tirkiyê bi armanca ku wê herêmê wek kaxizekê bi hêz di danûstandinên pêşerojê yên girêdayî Sûriyê û Iraqê bi kar bîne. Ji bo pêkanîna armancên xwe Tirkiyê hewl dide Rûsyayê bikşîne aliyê xwe. Tirkiye zextê li Rûsyayê dike û ew jî zextê li rêjîma Sûriyê dike da ku diyaloga dinavbera Sûriyê û MSD`ê de rawestîne.
Tevahiya gelên herêmê rastî komkujiyên Osmanî û Tirkan hatine. Gelo Kurd, Ereb, Ermen û Suryanên herêmê dê bi dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên din qebûl bikin an ne?
Çendîn dem derbas bibe, gelên ku êş û zehmetî ji destê Osmaniyan kişandine wê wan kiryaran ji bîr nekin. Di navbera 1914-1923`yan de Osmaniyan li ser Ermen û Suryan de komkujî pêk anîn. Her du pêkhate neçar man bi sed kîlometran li çolistan û sînorên Sûriyê bê xwarin û vexwarin bimeşin. Hejmara qurbaniyên komkujiyan gihaşt milyonek û 500 hezar kes. Piştî çend rojan di 24`ê Nîsanê de salvegera komkujiyan Ermen û Suryanan e. Her wiha ji serdema Ataturk ve lihevkirina 1926`an heya niha dagirkeriya Tirk hovantirîn sûcan li ser Kurdan pêk tîne. Ev dijminahî bi destpêka sala 1973`yan re, piştî Şoreşa Kurdistanê ya ji bo parastina mafên Kurdan, zêde bû.
Her wiha Ereban jî para xwe ji binpêkirinên Tirkiyê girtiye. Ji sala 1516`an ve Ereb û tevahiya pêkhateyên olî di dirêjahiya 400 salan de di nav zulmê û tariyê de jiyan. Gelek komkujî li ser wan pêk hatin. Ji komkujiya Necdê sala 1818`an bigire heya komkujiya Bexdayî 1831`an, komkujiyên li ser Şîa li Iraqê sala 1842 û 1843`yan, komkujiya Bedirxan li herêma Hekarî ku 10 hezar kes bûn qurban. Piştre komkujiyên Lubnanê ji 1841 heya 1860`î li navçeyên Hasîba, Şûf, Metin û zêdetirî 82 hezar lubnanî bûn qurban. Ji ber siyaseta dagirkeriya Osmanî û belavkirina çanda cudabûna civakî li ser bingehên olî û mezhebî bi deh hezaran kes li Sûriyê û Lubnanê bûn qurban. Komkujiyan Irqî li dijî êla El-Miwecde li bajarokê Kerik ê Urdnê û kuştina wan bi hovantirîn şêwazan. Di sala 1917’an de koçberkirina şêniyên El-Medîna El-Munewera Sefer Berlik.
Li Sûriyê pergalek welat hikum dike, opozîsyonek girêdayî derve û opozîsyonek hundir heye. Gelo helwestên van aliyan ji xwestekên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta avakirina herêma “ewle” çi ne?
Rêjîma Sûriyê û her du opozîsyon, a derve û hundir çavê hemûyan li ser kursî ye. Tabî gotina min ne giştî ye. Lê piraniya van aliyan tiştekî di asoyan de nabînin û naxwazin bibînin. Bi taybet opozisyona derve ya ku Tirkiyê wek navenda xwe û destekarê xwe dibîne. Li gorî dîtina xwe ya teng ew Tirkiyê wek xilasker û parêzvanê gelê Sûriyê dibîne. Ji ber wê ez dibêjim çavên rêjîma Sûriyê û opozîsyonê li kursiyan û desthilatdariyê ne.
Tevî van tiştan hemûyan, ez dibêjim ku Rejîm amade ye ku destê xwe bike destê Tirkiyê, lê ne amade ye ku şêniyên welêt bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr û Keldan re danûstandinan bike yan jî rûne. Heta ku guh nade daxwazên pêkhateyên civaka Sûrî. Ez ji vir, bi riya ajansa we bang li Rêjîmê dikim ku bi MSD`ê re bikeve diyaloga Sûrî-Sûrî û guh bide zimanê hiş, nîqaş û diyaloga bi pêkhateyên Sûriyê re. Guh bide gelê ku DAIŞ tune kirin.[1]

Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 869
Ваше мнение о предмете!
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-04-2025
Связанные предметы: 8
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî
Дата публикации: 18-04-2019 (7 Год)
Классификация контента: Статьи и интервью
Классификация контента: Исследование
Страна - Регион: Сирии
Тип документа: Исходный язык
Тип публикации: Цифровой
Технические метаданные
Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета!
Параметр Качество: 98%
98%
Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 14-04-2025
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 18-04-2025
Эта статья была недавно обновлена ​​( ئەڤین تەیفوور ) на: 28-06-2025
URL-адрес
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 869
QR Code
  Новый элемент
  Случайная деталь! 
  специально для женщин 
  
  Публикация 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.187 секунд!