Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
 Искать
 
  
 
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
библиотека
 
Отправлять
   Расширенный поиск
контакт
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Больше...
 Больше...
 
 
 Показать в слайд-баре
 Размер шрифта


 
Нарочно
Случайная деталь!
Правила использования
Архивариусы Курдипедии
Ваше мнение
Пользователь коллекций
Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
Помощь
 Больше
 Имена для курдских детей
 
Статистика
Статьи
  585,161
Изображения
  124,131
Книги pdf
  22,098
Связанные файлы
  126,005
видео
  2,193
Язык
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Категория
Pусский
биография 
166
Места 
4
Публикации 
5
Изображение и описание 
13
Произведения 
1
Цитаты 
2
Археологические места 
2
библиотека 
356
Статьи 
589
мученики 
2
документы 
2
видео 
1
Стих 
2
Репозиторий
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Всего 
274,249
Поиск контента
Em Li Deskeftiyên Şehîdan Xwedî Derkevin
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Сотрудники Курдипедии ведут запись в нашем национальном архиве объективно, беспристрастно, ответственно и профессионально.
Делиться
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Em Li Deskeftiyên Şehîdan Xwedî Derkevin
Em Li Deskeftiyên Şehîdan Xwedî Derkevin
=KTML_Bold=Em Li Deskeftiyên Şehîdan Xwedî Derkevin=KTML_End=
Kurdiyar Direyî

Nakokiyên Partiyên Siyasî li #Rojavayê kurdistanê# , di kirîza sûriyê de û hewildanên avakirina helwesteke kurdî li hember geşedan û bûyeran de , du alîtî bi xwe re aniye , di milekî de partiyên siyasî di Rojavayê Kurdistanê de ku hemcêwiyên hevdû, û ji yek partiyê zêdebûne , xwe dibin sîwana encûmena niştimanî a kurd li Sûriyê ENKS de komî ser hev kirine , her weha Partiya Yekîtiya demokratîk û hin partiyên din jî , tev li kesayetên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl , dibin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk TEVDEM’ê de xwe birêxistin kirin..
Hemû hewildanên yek-kirina helwestên herdû aliyan , ji ber sedemên hundirîn û herêmî û nakokiyên partiyên kurdistanî ve badî hewa çûne û bi demê re asta nakokiyan derbaskirin û ketin asta dijminatiyê û hevdu tunekirinê..
Tevgera Civaka Demokratîk TEVDEM ,projeya fedraliya demokratîk dibin navê fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyê de weke armanc bilind kiriye her weha ENKS projeya fedraliya Kurdistana Sûriyê weke armanc îlan kiriye…
Pêşketinên TEV-DEM’ê di hundirê Rojava de û roj bi roj lawazketina ENKS , hişt ku ENKS têkeve gav-avêtinên dûrî berjewendiyên xwe weke tevgereke siyasî beriya ku dûrî berjewendiyên Rojava û xewnên kurdan bikeve , ta gihişte asta ku destê xwe têxe destê hovtirîn dijminên kurdan , mîna Turkiyê û mûxalefta Sûriyê ku ixwan elmuslimîn pêşengtiya wê dike…
Hem jî ji neçarî , bêgavî , xwendina siyasî a şaş û hem jî ji ber berjewendiyên kesayetî ve , ta ku roja îro herkes dizane bi taybet miletê kurd ku êdî ENKS gihiştiye asta mirîzindî bûnê…..
Lê belê raste ENKS tu encam ji kurdan re bi dest nexistiye û her weha projeya wê a fedraliya Kurdistana Sûriyê bi tenê weke durişmekê maye û ji rastiya xwe valabûye , Ema dijminên kurdan dikarîbûn pir sûdê jê bigrin , bi taybet dewleta Turkiyê ku herdem wan weke kurdên baş bi nav dike, TEVDEM û Xweseriya Demokratîk weke projeyeke teroristan bi navdike û eşkere li tunekirina wan digere…
Ji xwe dagîrkirina Efrînê û helwestên ENKS li hember vê dagerkiriyê ku jêre li def û zirnê xistiye , û weke serkeftinê bi navkirine,paşê têgihiştine ku êdî bi tenê ew destekbûn , bûye mîna guleya dawî di rastteqîneya netewperwerî û kurdayetiya ENKS de .
Lewra jî di vê demê de ku êdî Rojavayê Kurdistanê û projeya Xweseriya demokratîk û hewildanên avakirina Rêveberiyeke giştî ji bo bakûr û Rojhilatî Sûriyê re û gelemşeya siyasetên navnetewî û herêm, her weha Rêjîm û alîgirên wê li ser deverên rizgarbûyî ji hêla QSD ve, pêwist dike ku em li hundirê xwe vegerin û di hemû warên ku lawazî û ne zelalî û nerastî heye em sererast bikin,bi taybet di milê siyasî,Aborî,Civakî û Leşkerî de.
Di milê siyasî de; yekkirina helwestên tevgera siyasî a kurd û avakirina sîwaneke siyasî a kurd di Rojavayê Kurdistanê de ,temamkar be ji rêveberiya Bakûr û Rojhilatî Sûriyê re û vekirina derfetan li ber partiyên siyasî û dayîna roleke berbiçav ji wan re ku bi erkê xwe li hember Rojavayê Kurdistanê ve rabin, lewra pêwîste ku danûstandinên rasteqîne ENKS jî di nav de bi hemû aliyan re bibe,lê ne bi Rêveberên xwe yên ku destên wan di xerakirin û dagîrkirina Efrînê û piştgiriya Turkiye û çeteyên Îtîlafa Sûrî kirine û dikin re .
Di milê Aborî de ; xwedî-derketina li malbatên şehîdan û başkirina Rewşa wan a Aborî , her weha rê girtina li ber perçemokên şevê ku deskeftiyên Rojava di xizmeta xwe û berjewendiyên xwe yên malbatî û kesayetî de bikartînin..ji xwe gal-gal û gazincên ji niştecihên Rojava bilind dibin ku êdî bêhna fesadê ji gelek sazî û dezgehên xweseriya demoqratîk difûre , her weha vekirina derfetên kar ji ciwan û perîşan û kedkaran re..
Di milê civakî de ; guhdayîna li rêbazên pêşxestin û têgihiştina civakê de û xurtkirina beşdarkirina civakê di hemû pirojeyên ku pêşeroja wan xêz dike de , rê girtina li ber keyseperestiyê û bermahiyên Rêjîmê ku li ser navê Xweseriya Demokratîk û tevgerê rewşkirin,nakokî û tengasiyan derdixin , her weha ji holê rakirina bendî tî û hev-reşkirin,nebawerî û ne zelaliya rewşa heyî ango lêvegera li civakê û ji nava civakê gav avêtin ..
Di milê leşkerî de ; xwedî derketina li şervanên YPG,YPJ û QSD û parastina mafên wan di hemû beşên jiyanê de her weha xurtkirina rêxistin û rêbazên berxwedanê û amadebûn ji hemû geşedanan re.
Di dawiyê de dema em weha diyardikin , mebest ewe ku êdî em rê nedin ENKS ke din ku bi şêwazekî din bi rengekî din bi navekî din ava bibe…
Em li deskeftiyên şehîdan xwedî derkevin ,di dema ku Rojava –Bakurê Sûriyê ber bi serkeftinê ve diçe..
[1]

Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 1,071
Ваше мнение о предмете!
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 20-09-2024
Связанные предметы: 17
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî
Дата публикации: 18-11-2018 (7 Год)
Классификация контента: курдский вопрос
Классификация контента: Статьи и интервью
Страна - Регион: Курдистан
Тип документа: Исходный язык
Тип публикации: Цифровой
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 20-09-2024
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 20-09-2024
Эта статья была недавно обновлена ​​( سارا کامەلا ) на: 20-09-2024
URL-адрес
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 1,071
QR Code
  Новый элемент
  Случайная деталь! 
  специально для женщин 
  
  Публикация 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.141 секунд!