Nexweşa demansê siyasetmedara Kurd #Aysel Tûglûk# a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1’an a Kocaeliyê tê ragirtin, di saetên serê sibê de rakirin nexweşxaneyê.
Hate diyarkirin ku Aysel Tûglûk di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê dermankirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (#HDP#) a berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku Tuglûk a di demekî nêzîk de bi Covid-19’ê ket bi ser xwe ve nehat û got: “Îro me ew şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Rewşa neyînî ya ji ber şert û mercên girtîgehê derdikeve holê her ku diçe tenduristiya wê xerabtir dike.”
[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок

, чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 4,322
Ваше мнение о предмете!