Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
 Искать
 
  
 
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
библиотека
 
Отправлять
   Расширенный поиск
контакт
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Больше...
 Больше...
 
 
 Показать в слайд-баре
 Размер шрифта


 
Нарочно
Случайная деталь!
Правила использования
Архивариусы Курдипедии
Ваше мнение
Пользователь коллекций
Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
Помощь
 Больше
 Имена для курдских детей
 
Статистика
Статьи
  587,056
Изображения
  124,611
Книги pdf
  22,130
Связанные файлы
  126,956
видео
  2,194
Язык
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Категория
Pусский
биография 
166
Места 
4
Публикации 
5
Изображение и описание 
13
Произведения 
1
Цитаты 
2
Археологические места 
2
библиотека 
356
Статьи 
589
мученики 
2
документы 
2
видео 
1
Стих 
2
Репозиторий
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   Всего 
275,728
Поиск контента
​​​​​​​Xatûn Sultan:Têkoşîna jineke Ereb di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации!
Делиться
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Xatûn Sultan
Xatûn Sultan
Jina Ereb Xatûn Sultan ku li hember rewşa sîstema hikumdar a Sûriyê ferz kiriye serî netewand, li dijî zordestî, newekhevî û zayendperestiyê têkoşîneke mezin meşand û piştî naskirina Tevgera Rizgariya #Kurdistan#ê êdî bi vê sekna xwe tê naskirin.
Jina Ereb a bi navê Xatûn Sultan ji bajarê Minbicê ye, lê niha li kantona Şehbayê dijî. Xatûn ku hevserê wê ji Efrînê ye, di sala 1994`an de dest bi lêgerînê dike. Xatûn di wê salê de tevgera rizgariyê ya Kurdisatanê nas dike û êdî hin bersivan digire.
NAKOKIYA DESTPÊKÊ: ÇIMA AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE YE!
Xatûn rojekê ji rojan bi xesiya xwe re diçe serdana tiyê xwe ku wê demê li girtîgeha Tedmurê ya rejîma Sûriyê dihat ragirtin, li wir nakokiya destpêkê dibîne; çima nabe Kurd bi kurdî biaxivin!
Xatûn Sultan ji ajansa me re vê bûyerê wiha tîne ziman: Ji ber xesiya min Kurd e û bi erebî nizane, ez bi xwe re birim girtîgehê. Wê demê ez 21 salî bûm. Dema ku kurê wê hat odeya ziyaretê, xesiya min bi kurdî li rewşa wî pirsî, leşker hatin û destê xwe lê rakirin û jê re gotin bi kurdî neaxive, em ê te bigirin. Wê çaxê min dengê xwe bilind kir, min bertek nîşan da û min got ew Kurd e bi erebî nizane ew li rewşa kurê xwe dipirse. Leşkeran em ji girtîgehê derxistin û ziyareta me nîvço ma. Piştre ez bê deng mam û giriyam heya ku ez gihaştim mala me ya li Helebê. Her ez pê fikirîm, çima nehiştin xesiya min bi kurdî biaxive, çima nahêlin Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Kesekî ku bersivê bide min tune bû.
Xatûn, naskirina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê wiha vedibêje: Cîraneke me ya Kurd hebû, timî heval dihatin mala wê. Min nedizanî ew heval kî ne û pê nebihîstibû. Min ji cîrana xwe pirsî, wê çaxê got ev hevalin ne cîran û mirovên derdora min in. Min jê pirsî heval kî ne, çi karî dikin, ji min re jiyan û armanca wan vegot. Bi rastî ez pê îqna bûm û min jê re got, min jî tev li xwe bikin, ez jî dixwazim bi were kar bikim. Ez her di lêgerîn û xwestina zanebûnê de bûm. Piştî çend rojan bersiva min da ku ez jî dikarin bi wan re kar bikim, piştre min dest bi xebatê cebhewî kir, malbata min jî xwesteka min fêm kir û tu astengî ji min re dernexistin.”
GAVA YEKEMÎN; HÎNBÛNA ZIMAN
Bi lêgerîn û hezkirina Xatûnê, fêrî zimanê kurdî bû û got: Di destpêkê de min gelek zehmetî dikşandin ji ber her tişt li ser min nû bû, ez derbas civînan dibûm hinek astengî di aliyê ziman de derdiketin pêşiya min ji ber min tam bi kurdî fêm nedikir, min bi erebî diaxivê, ji ber hezkirineke min ya xurt ji zanebûn û naskirinê re hebû, ez hêdî hêdî fêrî zimanê kurdî bûm û bi kurdî axivîn.
Bi destpêkirina û ketina nava kar de Xatûnê her ku diçe fikra tevgerê nas dike. Bi naskirina hebûna îfade û vîna jinê di nava tevgerê de, zêdetir bi heval û tevgerê ve tê girêdan.
Li ser vê yekê Xatûn wiha parve dike: Dema min xwe di nava fikra tevgerê re kûr kir min îradeya jina azad nas kir. Wê çaxê min hîs kir ku bi rastî weke jin ez însan im û xwedî maf im, ji ber li gel me bi taybet li gel jina Ereb xwe îfadekirin, ketin û derketin jinê, pêşîvekirin ji hizir û projeyên jinan re tune bûn, ev tişt ji bo me wekî xewnekê bû.
Xatûn derfeteke hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re ji destê xwe biriye û li ser vê yekê heta îro poşman e.
Di vê derbarê de Xatûnê wiha hestên xwe derbirîn: Piştî çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan di sala 1996`an de, hevaleke ji Lubnanê hate taxa Şêxmeqsûd û ji min re got me behsa te li pêşiya rêber Apo kiriye ku jineke Ereb bi vî rengî bi me re kar dike, rêber Apo jî dixweze te bibîne, min ji heval re got ku ez ditirsim, ez naçim zaten ev bû xala poşmanayînê di jiyana min de ku firseta hevdîtina bi rêber Apo re ji dest min çêbû û ez neçûm. Sedema neçûyîna min jî ew bû ku min dihizirî qey mîna serokê dewletan e, ruxmî şîrovekirina hevalan jî lê ez neçûm û heya roja îro jî poşman im. Ji ber ku di wan çaxan de min bi kûrahî rihê tevgerê nas nekiribû.”
KARÊ KU XATÛNÊ JI SALA 1994'AN HEYA ROJA ÎRO KIRIYE
Xatûnê da diyar kirin ku ji sala 1994'an û heya roja îro gelek kar û xebat kiriye, weke komkirina alîkariyê ji hevalan re, vekirina pêşangehên folklorî, tev li karê xweberiyê dibû û di gelek saziyên civakî û leşkerî de kar kiriye, niha jî di Komîteya Jinan a Meclisa kantona Efrîn de cih digire.
HIN BÛYER JI TEVGERÊN XATÛNÊ YÊN BI CESARET
Xatûn der barê bûyerên ku pê re qewimîne ev bi bîr xistin: Di Newroza 2006`an de, komeke leşkerên rejîmê bi ser şahiyê de hat, min zimanê xwe wergerand ziraveya şawî yê erebî û zarokên xwe li derdora xwe kom kirin û hişyar kirin ku her bigrîn û nesekinin heta ku arşîv û kamereyên hevalan ji cihê şahiyê dûr bixim, hemû arşîv û flaşên heyî min xistin pêçeka zarokên xwe yê 2 salî bi hiceta ku razayî ye û şala xwe avêt ser. Li kêleka wê min du hevalên jin di nava zarokên xwe de veşartin şal danîna ser serê wan ku ew jî xwişk û keçên min in. Min ji wan re got em hatin ber avê û ev bûyer qewimiyê nizanim em ê çibikin. Wê demê plan bi ser ket û leşkeran em ji cihê şahiyê dûr xistin; ji ber gotin ew Ereb e û tu karê wê bi hevalan re tune ye.
Rojekê jî di rojbûna rêber Abdullah Ocalan de, di dema ku leşkeran dizanîn şahî heye dewriyeya leşkeran her li pey me ket û ji bo xwe bidawîkirinê min fistanên jinên Ereb û şal dane hevalan ku di erebeyê de cilên xwe biguherînin, her wiha erbane û biroş dane dest hevalan ku lê bidin da ku xuya bike em diçin seyranê. Me 4 saetan wisa dewam kir piştre leşkeran bawer kirin û ji pey me çûn.
‘MIN XELASÎ Û KESAYETA XWE DI NAVA TEVGERÊ DE DÎT’
Xatûnê di dawiya axaftina xwe de, anî ziman ku ew weke jineke Ereb di nava tevgerê de kesayet xwe dîtiyê û bihna azadiyê kiriye û wiha li axaftina we zêde dike: Em weke jin bi taybet jinên Ereb û tevahî gelên Ereb jî dewleta me heye, lê ema em ne azad in, ji ber mafên me yên mirovî tune ne, tenê xwerin, vexwerin û karkirin e. Di rêya felsefeya rêber Apo de em ê ji bindestiya desthildariyê xelas bibin û her li hemberî sîstema hegemonî û faşîzmê em ê li ber xwe bidin û tevahî gelên bindest rizagar bikin û vîna jina azad di nava jinên Rojhilata Navîn de biçînin. Tevgera azadiyê, tevgereke mirovî ye û ji bo gelên bindest e, xweziya di dema damezirandina wê re ez hebûma û min dest bi têkoşînê bikira.
Xatûnê zarokên xwe li ser hezkirina ax û welat mezin kirin, li ser fêrkirin û naskirina çand û dîroka kurdî xwedî kirin.
Dema ku Xatûnê ji aliyê leşkerên rejîmê ve li Helebê tê deşîfrekirin, Xatûn bi hevserê xwe biryara derketina ji bajêr dide. Xatûn ji bo wendanekirin û dûrneketina ji hevalan, ji bo mezinkirina zarokên xwe di nava çanda tevger û kurdîtiyê de, ji bo avakirina rihê welatparêzî û girîngiya welat li gel zarokên xwe, ji hevserê xwe re pêşniyar dike ku biçin Efrînê ji ber ew welatê zarokên wê ye.
Di heman demê de du kurên Xatûnê di xetên eniyan ên pêş de cihê xwe digrin.
`MIROV BÊ NAN Û AV DIBE, LÊ BÊ WELAT NABE`
Xatûnê Sûtan soza xweparastin û têkoşîna li dijî dijmin careke din nûkir û daxuuyand ku ew ê li hebmerî her cur êrişan li ber xwe bide û heya misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî di nava tevgereke awarte de be û got: “Mirov bê nan û av dibe, lê bê welat nabe.”[1]
ANHA

Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 5,320
Ваше мнение о предмете!
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî | https://hawarnews.com/
Связанные предметы: 69
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî
Дата публикации: 31-08-2022 (4 Год)
Классификация контента: отчет
Классификация контента: женщин
Страна - Регион: Курдистан
Тип документа: Исходный язык
Тип публикации: Цифровой
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 03-09-2022
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 03-09-2022
Эта статья была недавно обновлена ​​( ئەڤین تەیفوور ) на: 28-06-2025
URL-адрес
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 5,320
QR Code
Прикрепленные файлы - Версия
Тип Версия Редактирование имени
Фото файл 1.0.14 KB 03-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  Новый элемент
  Случайная деталь! 
  специально для женщин 
  
  Публикация 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.219 секунд!