Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
 Искать
 
  
 
 Поиск
 Отправлять
 Инструменты
 Языки
 Мой счет
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
библиотека
 
Отправлять
   Расширенный поиск
контакт
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Больше...
 Больше...
 
 
 Показать в слайд-баре
 Размер шрифта


 
Нарочно
Случайная деталь!
Правила использования
Архивариусы Курдипедии
Ваше мнение
Пользователь коллекций
Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
Помощь
 Больше
 Имена для курдских детей
 
Статистика
Статьи
  586,161
Изображения
  124,416
Книги pdf
  22,121
Связанные файлы
  126,534
видео
  2,193
Язык
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Категория
Pусский
биография 
166
Места 
4
Публикации 
5
Изображение и описание 
13
Произведения 
1
Цитаты 
2
Археологические места 
2
библиотека 
356
Статьи 
589
мученики 
2
документы 
2
видео 
1
Стих 
2
Репозиторий
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Всего 
274,973
Поиск контента
Ahmedê Hepo
Категория: биография
Язык статьи: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Курдипедия — не суд, она готовит данные для исследований и установления фактов.
Делиться
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ahmedê Hepo
Ahmedê Hepo
Nivîskar, folklornasê Kurd Ahmedê Hepo. Em nivîskarên gênc bûn, xwendevan, heval… Rojnema RIYA TEZE, Radiyo para axaftinê kurdî, sêksiya nivîskarên kurd, ciyêrasthatinên me bû. Yêrêvana salên şêstî-heftêyî, bîranîn… Paşê Ahmed çû Bekûyê.
Çiqas zû sal derbas bûn. Emir çemekî leze. Emrê me wek çemekîçiyê lez û bez derbaz bû.
Hevt xazya min li wî bendeyî kê karekî pey xwe dihêle.
Ahmed hebûneke ruhîye mezin gelê xwera daye ser hev.
Ez bi dil û can 80 salya hogirê xweyî qelemê,niviskar, zanyar, karkirê civakîyî navdar, welatparêzê hêja Ahmede Hepo pîroz dikim, jêra sehet-qewatê, tunduristiya qenc û salê dirêj dixwezim.

Ahmedê Hepo 20 ê gulanê sala 1934 a li gindê Şirranê (niha ew gund tune) nehiya Artaşatê (berê Qemerlû) komara Ermenistanê ji dayîk bûye.
Pêşiyê wî li berpala çiayê Agirî jiyane, ji êla Redka, qebîla Memika ne. Sedsala 18 a ji bo menîke çûk, ji wî aliyê çemê Erez, derbazî aliyê dinê bûne û ew gund ji xwera ava kirine.
Ew der quntara çiê ye. Jorda ava kanikê dike şirre-şirr dikşe, hema bona wê jî navê gund datînin Sirran,-nivîskar dinivîse. Paşê dîsa vedigerin Tirkîya îroîn, Kurdistana Bakûr“.
Sala 1926 a ji, dest rewşa aloz tevî bi sedan malbetên kurdan, malbeta Hepoyê Bedo û Gulistana Îsa jî ji Bakûrê Kurdistanê derbazî welatê Sovêtê, navça Naxîcêvanê û Ermenistanê dibin. Malbeta nivîskarê paşdêmiyê têne bal qewm- pismamên xwe li gundê Şirranê, Ermenistanê da cî-war dibin.
Ahmed zaroke sê salî bûye dema kurdên musulman ji Azerbeycan û Ermenistanê nefî (sirgûnî) Qazaxistanê û komarên Asiya navîn dikin.
Malbeta Hepoyê Bedo û Gulistana Îsa jî bi seda malbetên din va dibin komara Qirqizstanê, herema Celal-Abadê, gundê Kok-Yangakê.
Ew warê kanê komirê bû.

Rewşa jiyana kurdên nefîkirî bicarekêva hatibû guhestin. Ne sitara jiyanêye pak dabûn wan, ne jî derheqa aboriya wan da difikirîn. Qewm-pismam û mirovên hev jî ji hev dûr xistibûn, nedihîştin gund yan avanekê da rex hev bijîn. Telebextra tevî qewlên jiyanê usa jî qewlên xezayê hatibûn guhestin. Kurdê nefîkirî di wan kanên komirêda didane xebatê. Xelkên deverên çiya û zozanan, yên ku tim heywenetxweyîkrnê va
mijûl bûbûn, nexwendî bûn, jî têxnîkayê serederî dernedixistin wur li bin erdê da kar dikirin û zû-zû nexweş diketin diketin bin qeziya, yan qop-seqwt dibûn, yan jî teyax nedikirin, dimirin.
Salne pirr dijwer bûn. Malbetên nefîkirî di bin çavdariya wekîlên hukumatêye ewlekaryê da bûn, mafê wan tune bû ji gundekî biçûna gundê cînar – dîtina merivên xwe .
Mala apê wî li gundê Kok-Yangakê, kolxoza Oktiyabirê, du-sê km dûrî gundê wan cî-war kiribûn. Navbera herdu gundada niqitka leşkerî hebû. Destûra dê-bavê wî nedidan herine dîtina mala apê. Ahmed biçûk bû, kesî guh nedida ser çûyîn hatina zarokan. Ahmed bûbû wek qasidekî navbera herdu malên bira. Ewî derd û kulên herd malan dibir –tanî.
Çawa dibêjin, van gişkan hê zarotiyêda bi teniya reş dilê Ahmed da ciyê xwe digire û sal derbaz dibin, ew bobeletana dibine mijara romana- “Birîn” ê, ya ku bi dilêşî tê xwendin.
Ji pey nifûkirina deh salan ra deshiletdariya sovêtê destûrê dide wekî nefîkirî vegerin cî-warên xweye berê. Malbeta Hepoyê Bedo jî, tevî geleka, berê xwe didine Ermenistanê. Hukumata Ermenistanê pê dihese, ku kurd vedigerin destûrê nade. Hukumata navendî ra dinivîsin, ku ermenî ji welatên dereke vedigerin Ermenistanê ciyê wan tenge.
Kurdên ji nefîkirinê vegeryayî li nehyên Yêvlaxê, Xanlarê, Kasim-Îsmayîlovoyê û cî-warên dinda (Komara Azerbaycanê) dihêwirîn. Mala bavê nivîskar li nehiya Yêvlaxê, sovxoza ser navê„28 Aprêlê“ da cî dikin. Vira Ahmed dibistana navîn bi dewî dike.
Sala 1959 a bona xwendinê Ahmede cîwan tê bajarê Yêrêvanê. Di nav jiyana wîda demeke nû dest pê dibe. Xortê jêhatiyî merîfet li vira rewşenbîrya kurdara dibe nas, hînî elfeba kurdî dibe, gotar û înformasyonên biçûk rojnema “RÎYA TEZE” û para axaftinên kurdî ya radîoya Yêrêvanê da diweşîne.
Ji pey xebata salekê ra (fabrîka percen avtomobîla), sala 1960 î para azerbaycanî ya Înstîtûta pêtagogiyê li bajarê Yêrêvanê tê pejirandin. Sala 1964 a bi serketin xwendina bilind xilaz dike û rêdaksiya rojnema „RÎYA TEZE” da derbasî xebatê dibe.
Nivîskar sala 1970 î malêva destguhestî bajarê Bekûyê, komara Azerbaycanê dibe.
Wê komarê da mecalê pêşdabirina çanda kurdewariyê tunebûn. Ahmedê Hepo karê xweyî walatparêziyê wura jî pêjda dibe û bi kar û barê xwe siyaneteke mezin li nav kurdên wê derê da dest tîne.
Ji pey hilweşîna qaydê sovêtêra vira jî nermayî dikeve siyasetê netewyê. Ji bo xweyîkirina hinek mafên kêmnetewan gav têne avîtin.
Dema li Azerbaycanê navenda çanda Kurdî “Ronahî” hat demezirandin (1991) ew wek serokê wê hat bijartin. Sala 1992 a, rojnema kurdî ya „Dengê Kurd“ tê weşendin, Ahmedê Hepo dibe berpirsiyarê wê. Sala 1993 a di Têlêradîoya Azerbaycanê ji bona kêmnetewan usa jî bi zimanê kurdî, hevtê du cara, her care 15 diqîqa berneme tê dayînê, Ahmedê Hepo tê kivşikirin wek serwêrê wê parê.
Bi gilîkî, gerekê bi şêkirdarî bê gotin, ku di nav civaka kurdên vî walatîda nivîskar, ronakbir, welathiz Ahmedê Hepo qedirekî hêja dest aniye, roleke mezin lîstiye û dilîze.
Niha jî li wur dijî û diefirîne.

Jiyana nivîskar, folklorzan, lêkolînvan, werger Ahmedê Hepo ya efrandariyê salên şêstî, sedsaliya derbazbûyîda dest pê dibe. Gotar, kurteçîrok, vekolînên wîye derbarê zargotinêda, nimûnên zargotinê ku wî berev kiribûn rojnema „RÎYA TEZE“ û para axaftinên kurdî ya radîoya Yêrêvanê da tên weşendin, berevokên zaniyarên zargotinêda ciyê xwe digrin. Hê dema xwendevanê înstîtûtê bû, berevoka wî ya kurteçîroka bi navê „Adar“ bi rêdaktorîya nivîskar Sihîdê Îbo tê weşandin. Wek nivîskar li nav xwendevanên kurdda tê naskirin. Kurdzana rûs e bi nav û deng Margarîta Rûdênko nama xwe ku jêra şandibû, dinivîse: „Min kitêba we „Adar“ xwend. Ewa xweşa min hat. Ez bawarim, wekî heqî qelema we wê wejêya kurdan di aliyê rastesera nivîsarêda (piroza, nivîsara vekirî) wê pêşda here.“
Berevoka wîye duda ya kurteçîroka sala 1975 a dîsa li Yêrêvanê çap dibe. Peyra navbirîke mezin dikeve di nav weşendina efirandinê wî. Sebeb ew bû ku li Komara Azerbaycanê bi kurdî tu tişt nedihat weşendin. Nivîskar bê hîvî nabe, xebata xwe ya efrandariyê berdewan dike, bi wê bawariyê, ku rojekê bê wê komarê da jî kitêbên kurdî bên çapkirin, ewê jî karibe efrandinê xwe biweşîne. Ew daxweznema deshiletdariya komarê ra dinivîse lê tim bersîva nêgatîv distîne.
Despêka sala 1990 î komarêda biryar hate dayîn ku bi zimanê gelên kêmjimar: talişa, lezgînan, nav wanda usa jî kurdan kitêb, kovar, rojneme bêne weşandin.
Hema wê salê pirtûka nivîskar e kurteçîroka „Bawarî“ hate weşendin. Wê û romana „Birîn“ (1996) dengekî mezin nava kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn da derxistin, nav- rûmetekî hêja xwedanê xwera anîn.
Hê zarotiyê da wî zargotina gelê xwe hiz dikir, bal çîrokbêj û dengbêjan rûdinişt, nimûnên zargotinê berev dikir, dinivîsî. Nivîskar temamiya jiyana xweda li rex efrandariyê berevkirin û lêkolînkirina nimûnên zargotina kurdava mijûl bûye. Dema li Azerbeycanê mecalên kurdewarî tunebûn ewî karne berbiçev li ser bi zanestî lêkolîna zargotina kurda kir û gotar kovarên wurda weşendin. Sala 2002 bi pirtûkekê nimûnên zargotinê ku wî berev kiribûn bi navê „Karûbarên gelê Kurd“ weşend.
Romana wî „Birîn“ (2009 û pirtûka wî ya kurteçîrokan bi navê „Rêwîyê bê mal“ (2006) li welêt, Herêna Kurdistanê- bajarê Hewlêrêda jî hatine weşandin.
Ahmedê Hepo salên dirêj wergerê va mijûl bûye. Ewi gelek efrandinên nivîskarên azerbaycaniyên mezin Mêhdî Hûsêyîn, Enver Memmedxanlî, Mîrza Îbrahîmov, Gulhusêyîn Husêyîn oxlû, Suhrab Tahîr û yêd mayîn wergerandine û kirye malê xwendevanê kurd.
Meydana karkirina nivîskar berfire ye. Ewî derbarê kesayiyên dîrokî, ulmdar, nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên gelê Kurd yên bi nav û deng bîranîn jî nivîsiye, edebyetzaniyê va mijûl bûye, rêdaktorî pirtûkên gelek nivîskarên kurdê Azerbeycanê kirye, nava civakê da xebata kurdewarî kirye û hvd.
Ahmedê Hepo endemê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê ye.

Ahmedê Hepo yên weşendî:
1.Adar, kurteçîrok, Yêrêvan, 1965.
2.Emir gul vedide, kurteçîrok, Yêrêvan, 1975.
3.Bawarî, Povêst, Bakû, 1990.
4.Birîn, roman, Bakû, 1996.
5.Karûbarên gelê Kurd, zargotin, Bakû, 2002
6.Hêsirê Xwînê, Kurteçîrok, werger ji wejêya azerîya, Bakû 2002.
7.Rêwîyê bê mal, bîranîn-povêst, Bakû-2007
8.Xemildarên jîyanê, bîranîn, Bekû, 2010.
9.Birîn, roman, Hewlêr, 2005.
10.Rêwîyê bê mal, Hewlêr, 2006.
11.Du evindar, du gulle, werger, pirtûka helbestvan, nivîskarê Azerbaycane Suhrab Tahîr, Bakû, 2009.
[1]
Nîşe: Di hin nivîsên di derbarê Ahmedê Hepo da dibêje; Ahmedê Hepo ji eşîra Birûkî bereka (qebîla) Memika ne. Lê berekeke eşîra Birûka ya bi navê Memikî tune ye. Memikî, bereka eşîra Redkî ye.
Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 3,343
Ваше мнение о предмете!
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî | ararat-welat.blogspot.com
Связанные файлы: 3
Связанные предметы: 9
Категория: биография
Язык статьи: Kurmancî
Дата рождения: 20-05-1934 (92 Год)
диалект: Русские
диалект: Армянский
диалект: Azerî
Место жительства: Диаспора
Место рождения: Ереван
нация: курд
Тип образования: курдская литература
Тип человека: Автор
Тип человека: Журналист
Уровень образования: Университет
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) в 18-06-2022
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( Рожгар Киркуки ) на 18-06-2022
Эта статья была недавно обновлена ​​( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) на: 25-05-2024
URL-адрес
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 3,343
QR Code
  Новый элемент
  Случайная деталь! 
  специально для женщин 
  
  Публикация 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.266 секунд!