Статистика
Язык
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 317,066
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,606
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,732
 عربي - Arabic 43,981
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,637
 فارسی - Farsi 15,802
 English - English 8,530
 Türkçe - Turkish 3,830
 Deutsch - German 2,032
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 92
 Svenska - Swedish 79
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 22
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 Cebuano - Cebuano 1
 қазақ - Kazakh 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
Категория
 Pусский Изображение и описание 13
Репозиторий
|
`Dem hatiye hêzên garantor rê li pêşiya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bigirin`
Категория: Статьи
Сотрудники Курдипедии ведут запись в нашем национальном архиве объективно, беспристрастно, ответственно и профессионально.
Di dawiya çalakiya konvedanê ya li #Hesekê# bi armanca şermezarkirina êrişên #dewleta Tirk# a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî li dar ketiye de hat destnîşankirin ku civata navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker in.
Navenda Ragihandê ya Hêzên Parastina Gel (#HPG#) di 17`ê Cotmehê de bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metîna eşkere kir. HPG`ê got: “Dewleta Tirk a dagirker 2 hezar û 476 êriş bi çekên kîmyawî û bombeyên qedexekirî li dijî van herêman pêk anîne.”
Di heman rojê de Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 gerîla eşkere kir ku di encama êrişên biçekên kîmyawî de şehîd bûne û destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî ev êriş zêde dibin.
Ji bo şermezarkirina van êrişan, Komîteya Çalakiyan a Hesekê duh çalakiya konvedanê li dar xist.
Îro şandeyên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan serdana konê çalakiyê kir ku li qada Suryan a taxa Nasra ya Hesekê hatiye vedan.
Îro çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed bi beşdarbûna bi dehan beşdarên çalakiyê, xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin dewleta Tirk a dagirker ji dawiya Îlonê ve bi awayekî domdar bi çekên kîmyawî êrişî çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê dike ku di encamê de herî dawî 17 gerîla şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de êrişên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî hêzên li çiyayên Kurdistanê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku armanca van êrişan, têkbirina vîna gelên herêmê ye.
Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî li hember komkujiyan, hat şermezarkirin û hat gotin: “Ev bêdengî derfetê dide dewleta Tirk a dagirker ku êrişên xwe li dijî Sûriyê, Îraq, Başûrê Kurdistanê berdewam bike. Dem hatiye ku aliyên têkildar û hêzên garantor rê li pêşiya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bigirin.”
Di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê li hember projeya dagirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker hat dayîn ku hewl dide hegemoya xwe li herêmê ferz bike.[1]
ANHA Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 6,437
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Классификация контента: отчет Технические метаданные Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 22-10-2022 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 22-10-2022 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 12-12-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 6,437
QR Code Прикрепленные файлы - Версия | Тип |
Версия |
| | | |
Редактирование имени |
| Фото файл |
1.0.1 | 10 KB |
| |
22-10-2022 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Çiya Kurd: Dewleta Tirk derfetan ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe bi kar tîne
Категория: Статьи
Знаете, благодаря Курдипедии; Кто, кто это! Где, где это! Что-что!
Çiya Kurd: Dewleta Tirk derfetan ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe bi kar tîne
Reportaj Summay
Bedran Çiya Kurd nûçeyên girêdayî daxwaza Rûsyayê ji #Rêveberiya Xweser# ku Eyn Îsayê û saziyên wê radestî hikumeta Şamê bikin, derewand. Her wiha piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk, berdewama hewldana berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêya navneteweyî ye. Bedran destnîşan kir ku encamên êrişeke nû ji hêla Tirkiyê ve, dê bandorên bi keraset bi xwe re bîne û dê terorê careke din li cîhanê geş bike.
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di hevpeyvîneke taybet bi ANHA`yê re, geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.
Hevpeyvîn wiha ye:
*Armancên dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên xwe yên dawîn li dijî herêmê çi ne?
Dewleta Tirk ji beriya demekê ve niyetên dagirkirinê dinuxmîne û her tim dixwaze qada dagirkirina xwe li Sûriyê zêde bike. Plana kontrolkirina rêya navnetweyî M4 yek ji armancên wê yên sereke ye ku hewl da bi rêya êrişa xwe ya dawîn li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, doprêçkirina Kobanê û kontrolkirina hinek gund û deverên li nêzî Eyn Îsayê û Til Temirê, pêk bîne. Geşedanên ku niha li herêmê rû didin, berdewama wan komployên berê ne.
Kengî şert û mercên guncew peyda bûn û dewleta Tirk erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi dest xist, dê bê teredud vê plana xwe ya mezin û xeternak temam bike.
*Gelo bi rastî Rûsya xwest ku Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê were kirin? Çi li wir diqewime?
Di vê dawaiyê de gotegotên girêdayî wê yekê hatin kirin. Lê em piştrast dikin ku ev nûçe ne rast in. Niha tişta li wir diqewime, tevgera koordînekirî ya QSD`ê û hêzên Rûsyayê di çarçoveya makenîzmeya ku dema êrişên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de hatibû avakirin e, ku da valahiyên ku çete û hêzên Tirkiyê bi kar tînin, bên tijîkirin, xeterî bên dûrxistin û behaneyên Tirkiyê bên bidawîkirin.
*Bi nêrîna we, gelo îhtîmal heye ku lihevkirineke nû di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ji bo berfirehbûna li herêmên din, pêk hatibe?
Heta niha me tu lihevkirineke Rûsî-Tirkî girêdayî vê mijarê ferq nekiriye. Lê heke Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan neda, wê demê em ê fêm bikin ku lihevkirineke veşartî di navbera her du aliyan de heye. Ji lewra em hêvî dikin ku helwesta temaşeker a Rûsyayê berdewam neke. Rûsya garantora lihevkirina li vê herêmê ye û roleke sereke dilîze.
*Lê xuya ye ku Rûsya li hemberî êrişên vê dawiyê bêdeng e?
Berdewamkirina bêdengiya Rûsyayê fikaran çêdike. Divê Rûsya ji bo aramiya li vê herêmê helwestê nîşan bide. Em hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de helwesta Rûsyayê diyar be, ji ber ku rola Rûsyayê ji bo rawestandina Tirkiyê gelek girîng e. Ji lewra divê Rûsya li hemberî van êrişên bêbehana yên dewleta Tirk ku jîngehan dike hedef, bi rola xwe rabe û soza berdewamkirina peymana ku di 23`ê Cotmeha sala borî de bi Tirkiyê re li Soçî pêk hatiye, bide.
*Hûn ji bo helwesta DYA`yê dikarin çi bêjin? Gelo wekî aliyekî garantor, ne ji erka wê ye jî ku dewleta Tirk rawestîne?
Di heman demê de Amerîka jî berpirsiyar e. Divê helbet peymana di 17`ê Cotmeha sala par di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pêk hatiye ku tekezî bi rawestandina rola Tirkiyê û agirbestê dikir, di rastiyê de bê pêkanîn.
Dewleta Tirk bi binpêkirina wan lihevkirinan, îradeya wan dewletên mezin paşguh dike. Ev helwest jî dihêle ku dewleta Tirk gefan li ewlehiya Ewropayê û herêmê bixwe, kesên tundrew bişîne herêmên şer û li navrasta Ewropayê gefên yekser bixwe û çalakiyên terorîst pêk bîne. Ji bo pêkanîna peymanên bi Tirkiyê re hatine îmzekirin û pêkanîna agirbestê, divê Amerîka û Rûsya bi rola xwe rabin. Heke ev her du alî nekevin tevgerê dê dagirkeriya Tirkiyê berfireh bibe û tevgera DAIŞ`ê bi rêya şaneyên razayî zêde bibe, ku piştî êrişa dawîn a dewleta Tirk tevgerên wan zêde bûn.
*Bi nêrîna we, gelo girêdana êrişên dewleta Tirk ê di vê demê de bi valahiya niha di desthilata Amerîkayê de, heye?
Helbet dewleta Tirk dema veguhestina desthilatê li Amerîkayê bi kar tîne û hewl dide di wê demê de aloziyan derbixe, piştgiriya terorê bike û dagirkirina xwe berfireh bike, ji lewra ew xeteriyê li ser berjewendiyên hemiyan li herêmê çêdike. Ji bo wê jî divê di vê derbarê de zext li Tirkiyê bê kirin. Nexasim li gel nakokiyên diyar ên di navbera dewleta Tirk û hêzên çalak ên li Sûriyê de. Em naxwazin di dema ku herêmên me rastî êrişên dewleta Tirk tên de, ev nakokî werin paşguhkirin. Li van herêman serkeftinên dîrokî li dijî DAIŞ`ê hatin bidestxistin, bi saya wê yekê jî Sûriyê û herêm bi giştî û heta cîhan ji xeteriya DAIŞ`ê hate xilaskirin û bi ewlekirin.
*Bi nêrîna we, çima dewleta Tirk hewl dide vê tevliheviyê û bi taybetî bi Ewropayê re biafirîne?
Dewleta Tirk siyaseta tevliheviyê û pêşxistina aloziyan dimeşîne. Ji ber wê ji Qerebaxê bigire heta Lîbya, Deryayê Spî, Sûriye, Iraq û herî dawî li Çîn û Keşmîrê aloziyan derdixe Dixwaze li hemû herêmên ku destwerdanê lê dike û di nav de Sûriye û heta dewletên herêmî, dewletên Ewropayê û cîhanê tevliheviyê derxîne. Ji lewra divê civaka navneteweyî û dewletên di Sûriyê de çalak û welatên cîhan bi giştî xwedî helwest bin.
*Heke êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, gelo wê bandorên wê yên herêmî û cîhanî çi bin?
Em piştrast dikin ku her êrişek li ser herêmên me wê bandorê li seranserê Sûriyê, herêmê û cîhanê bike. Wekî ku piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyên terorî li Ewropayê zêde bûn. Heke rewşeke bi wê rengî derkeve, em bawer in wê gelê me, hêzên leşkerî (QSD) dê bi erka xwe ya parastina rewa rabin.
Em tekez dikin ku rêgirtina li berfirehbûna dagirkera Tirk a dagirker ji bo hemiyan girîng e. Ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were, rê li pêşiya terorê ya ku hêz û moralê ji pêşketina rola dewleta Tirk digire were girtin, em hêvî dikin ku welat û dostên me piştgiriyê bide helwestên me.[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 1,638
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Технические метаданные Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета! Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 19-04-2025 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 24-04-2025 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 12-12-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 1,638
QR Code
|
Dewleta Tirk bi şerê avê bi hezaran Kurd koçber kir û gefan li Sûriyê û Iraqê dixwe
Категория: Статьи
Курдипедия — Архивирует историю вчерашнего и сегодняшнего дня для завтрашних поколений!
=KTML_Bold=#Dewleta Tirk# bi şerê avê bi hezaran Kurd koçber kir û gefan li Sûriyê û Iraqê dixwe=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB
Tirkiye bikaranîna avê wek çekeke şer li dijî gelê herêmê didomîne. Kadar Pêrî da zanîn ku dewleta Tirk avê berdide da ku herêman Kurdan li Bakurê Kurdistanê wêran bike, li aliyekî din avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye qut dike da ku dorpêçê ferz bike.
Dewleta dagirker a Tirk di şerê avê de yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.
Dewleta Tirk a dagirker ji 27 'ê Çileyê ve ava çemê Firatê li paş bendavan digire û di her saniyekê de zêdetirî 200 metrekab av ber bi axa Sûriye ve bernade. Ev miqdar li gorî lihevkirina di navbera her du hikumetên Sûriye û Tirkiye de ya sala 1987`an gelek kêm e.
Binpêkirina dewleta Tirk ji peymanê re bû sedem ku ava Firatê li Sûriye bi awayekî mezin kêm bibe û bandor li çandiniyê û kehrebeyê kir.
=KTML_Bold=`DEWLETA TIRK BI GELEK RÊBAZAN ŞERÊ RÊVEBERIYA XWESER DIKE`=KTML_End=
Rêveberê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pêrî got: Tirkiye bi her tiştî şerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve şer dike. Dorpêç li ser ferz kir û zextê li derdorê herêmê kir da ku herêmê dorpêç bike, da ku herêmê birçî bike. Jê lihevkirinên dawîn ên bi Rûsya û hikumeta Şamê re, da ku herêmê dorpêç bikin.
Pêrî wiha domand: Mijara qutkirina ava stasyona Elokê û ava vexwarinê li ser milyonek kes li Hesekê û gundewarê wê bi xwe sûcekî şer e ku ji aliyê dewletaTirk ve li dijî gelê vê herêmê tê kirin.
Pêrî diyar kir ku qutkirina avê dorpêçeke din a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ev tê wateya dorpêçeke din li ser herêma dorpêçkirî.
Pêrî di berdewama gotinên xwe de hişyarî da û wiha got: Metirsiyên herî girîng ku dê ji ber vî şerê avê derkevin, lewazkirina aboriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku herêm çandinî ye. Qutkirina avê zirarê dide cotkaran û zeviyan, binesaziya vê herêmê têk dibe ji ber ku çandinî li herêmê warê sereke ye, nexasim ku îsal baran kêm bariye.
Pêrî li gel ku îsal baran kêm bariye, qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve bi dorpêçeke ji cureyeke din bi nav kir.
Pêrî wiha domand: “Yek ji encamên xeternak ên qutkirina ava Firatê ew e ku Rêveberiya Xweser nîşan bide ku nikare çareseriyê ji vê pirsgirêkê re peyda bike û bêkêr e û ne layiq e. Her wiha nîşan bide ku dewleta Tirk bi xwe dikare her tiştî bike û mifteyên çareseriyê di destê wê de ne.
=KTML_Bold=`TIRKIYE BI HEZARAN KURD DIDE KOÇBERKIRIN Û IRAQÊ BI TÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLE`=KTML_End=
Şerê avê yê dewleta Tirk ne nû ye, bi salan e li dijî Iraq û Kurdan bi kar tîne, ji ber siyasetên Tirkiye û qutkirina avê gelê Iraqê gelek êş û azaran dikşînin.
Aloziya Iraqê piştî ku cîranê wê yê bakur Tirkiye dest bi xebitandina bendava Elîso kir ku di sala 2006'an de li gundê Elîso yê Bakurê Kurdistanê ava kir. Vê yekê zirareke mezin da Iraqê û Kurdên ku li ser axa xwe li Bakurê Kurdistanê dimînin.
Projeya bendavê ji ber çend sedeman bûye mijara nerazîbûna navneteweyî, ji ber ku av bi awayekî kêm diherike Sûriyê, Iraq û Îranê.
Ji sala 2017 'an ve kêmbûna avê li Iraqê rê li ber tedbîrên wekî qedexekirina çandina birincê vekir û cotkar jî neçar man dev ji zeviyên xwe berdin. Her wiha li Besrayê ji ber tunebûna ava vexwarinê xwepêşendan li dar ketin ku bi mehan dom kir.
Di derbarê şerê avê de Pêrî got: “Tiştê nû ew e ku dewleta Trk dem demê avê qut dike yan jî herikîna wê bi rêya hinek bendavan kêm dike. Lê di forma heyî de dewleta Tirk bi taybetî li ser mijara şerê avê yê Çemê Firatê gotina 'bi kevirekî du çûkan nêçîr dike' pêk tîne. Destpêkê bendava dadgire û bi vê yekê herêmên dîrokî bi armanca tunekirina çanda kurdî û windakirina her tiştên ku diyar dikin ev herêm kurdî binav dike. ya din jî av li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê qut dike.“
=KTML_Bold='HELWESTÊN NAVNETEWEYÎ ŞERMOK IN'=KTML_End=
Têkildarî helwestên navneteweyî Pêrî got: Welatên cîhanê bi taybetî hikumeta Sûriye divê tev bigerin. Dewletên cîhanê yên ku çavdêriya vê herêmê dikin rewşê dişopînin, ji ber ku berjewendiyên wan bi Tirkiye re hene mixabin helwestên wan şermok in.
Pêrî ev yek lê zêde kir: “Amerîka, wekî mînak, dan û standinên li ser têkiliyên di navbera wê Tirkiyê û Rûsyayê de, derketina wê ji NATO'yê yan jî beşdarbûna wê ji hevpeymana nû ya Rûsyayê bazaran dike. Her wiha dewletên Ewropa û cîran jî li gorî siyaseta berjewendiyan dan û standinan bi Tirkiye re dikin. Mixabin heta niha tu helwest ji aliyê hikumeta Amerîkayê û serokê wê Biden jî nehatiye nîşandan. Tu helwesteke cidî li hemberî kiryarên dewleta Tirk tune ne.
Pêrî piştrast kir ku hikumeta Şamê bi dewleta Tirk re li hev dike û wiha berdewam kir: “Ez nikarim bêjim ku ew aciz e lê belê ew bi rêya lihevkirinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pê re li hev dike. Di encamê de mirov dikare bêje ku lihevkirinek di navbera Tirkiye û hikumeta Şamê de heye.
Kadar Pêrî di dawiyê de got: “Iraq jî zirar ji qutkirina ava çemên Firat û Dîcleyê dîtiye. Lê mixabin hikumeta wê bi pirsgirêkên hundir ên biçûk re mijûl bûye. Serweriya hinek aliyan a li ser desthilata Iraqê, mijara milîsên hiştin ku Bexda lawaz bibe û nikaribe li hemberî dewleta Tirk bisekine.”
[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 1,557
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Технические метаданные Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета! Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 28-03-2025 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 28-03-2025 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 12-12-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 1,557
QR Code
|
Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû- 3
Категория: Статьи
Женская Курдипедия заархивировала страдания и успехи женщин в базе данных своей страны.
=KTML_Bold=#Dewleta Tirk# ..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû- 3=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN - EMANÎ EZAM
Dewleta Tirk di salên borî de pêla Bihara Gelan ji bo berfirehkirina hegemoniya xwe bi kar anî. Ji bo wê yekê, komên îslama siyasî û Îxwan Muslimîn wekî amûr bi kar anîn. Tûnis jî yek ji wan welatan bû ku dewleta Tirk destwerdan lê kir.
=KTML_Bold=TÛNIS ARMANCA DESTPÊKÊ YA DEWLETA TIRK LI AFRÎKAYÊ YE=KTML_End=
Ji dema ku partiya AKP`ê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hat ser desthilata Tirkiyê, dewleta Tirk hewl da hegemonî û serweriya xwe li ser welat û xêr û bêrên herêmê ferz bike, nexasim welatên Ereban.
Di vê beşa sêyemîn a dosyaya me de ku têkildarî destwerdanên dewleta Tirk li welatên Ereban e, em ê behsa dewleta Tirk bikin ku çawa Bihara Gelan li gorî berjewendiyên xwe bi kar aniye û tevgerên îslama siyasî xistiye dewrê, bi taybetî jî koma “Îxwan Muslimîn”. Tûnis jî yek ji wan welatan bû ku bû qurbanî.
=KTML_Bold=`TÊKILIYÊN DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û TÛNİSÊ DE BERIYA ŞOREŞÊ`=KTML_End=
Sala 2004 ji bo têkiliyên dewleta Tirk û Tûnisê saleke dîrokî bû. Dewleta Tirk wê demê peymanên bazirganiya azad bi Tûnisê re pêk anîn, ji ber ku Tûnis yek ji welatên herêma Mexribê bû û sûkeke mezin bû ku nêzî 100 milyon mezêxer berê xwe didinê. Her wiha Tûnis bingeheke jeo-startejîk e û dewleta Tirk dixwaze ji wê derê derbasî kûrahiya Afrîkayê bibe.
Li kêleka wê yekê, sala 2006`an peymaneke hevkariya pîşesaziyê hate îmzekirin û sala 2007`an kete meriyetê. Her wiha sala 2008`an peymaneke din a pîşesaziyê pêk hat, di sala 2010`an de jî muzakereyeke lihevkirinê di navbera Ajansa Pêşxistina Pîşesaziyê û Nûkirinê û Rêxistina Pêşxistina Saziyên Biçûk û Navîn de pêk hat. Her du aliyan sala 2006`an jî têkildarî cihên derxistina madenan peymanek pêk anîn.
=KTML_Bold=` AMÛRA DEWLETA TIRK LI TÛNİSÊ..TEVGERA NEHDA`=KTML_End=
Bi destpêkirina Bihara Gelan re ku li Tûnisê dest pê kir, dewleta Tirk tevgerên îslama siyasî yên li wê derê bi kar anî. Bi taybetî Tevgera Nehda ya Îxwanî ku ji berê ve li wê welatî karê wê hatibû qedexekirin, hate pejirandin.
Tevgera Nehda sala 1972`an hate damezirandin û bi awayekî fermî di 6`ê Hezîrana 1981`an de hate ragihandin. Li Tûnisê di 1`ê Adara 2011`an de naku piştî çûyîna serok Zên El-Abidîn Bin Elî ji ser desthilatê ya ji ber destpêkirina Şoreşa Tûnisê di 17`ê Kanûna 2010`an de, hikumeta Mihemed El-Xenûşî (hikumeta yekitiya nîştimanî ya demkî ye li Tûnisê û 17`ê Çileya 2011`an hate avakirin), Tevgera Nehda wekî partiyekî siyasî pejirand.
Di destpêka 2013`an de li Tûnisê aloziyê dest pê kir. Dema ku muxalîf Şukirî Bileyd hate kuştin alozî kûrtir bû. Li ser wê yekê hikumeta Hemadî El-Cibalî îstifa kir û wezîrê karên hundirîn û fermadarê Tevgera Nehdayê Elî El-Erîd di 13`ê Adara 2013`an de wekî serokê hikumeta nû di 13`ê Adara 2013`an de, hate pejirandin.
Heman astengiyên hikumeta El-Cibalî li pêş wê hikumetê jî derketin. Di 25`ê Tîrmeha 2013`an de muxalîf û parlamanter Mihemed El-Berahmî hate kuştin û bi wê yekê li welêt aloziyeke siyasî ya nû dest pê kir. Li ser wê yekê di navbera hevbendiya desthilatdar û partiyên opozîsyonê de diyaloga nîştimanî hate birêxistinkirin, 4 rêxistinên nîştimanî yên Tûnisê sponseriya wê yekê kirin.
Di diyaloga nîştimanî de li ser îstfakirina hikumeta Elî El-Erîd, avakirina hikumeteke teknoqrat a nû ya ji kesên serbixwe, bilezkirina erêkirina destûra nû û endamên desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinan, hate erêkirin.
Piştî ku meclisa damezirêner di 8`ê Çileya 2014`an de endamên desteya bilind a serbixwe ya hilbijartinan, hilbijart û di 26`ê heman mehê de destûr erê kir, hikumeta Elî El-Erîd li gorî biryarên diyalgoa nîştimanî îstfaya xwe pêşkêş kir û hikumeta Mihdî Cûma ya serbixwe bi temamî hate erêkirin.
Piştî binkeftina Tevgera Nehda di hiblijartinên 2014`an de hewldanên rejîma serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan yên tecrîdkirina Tûnisê di nava welatên Ereban de bi rêya derxistina alozî û fitneyan, dewam kirin da ku xwe li başûrê Deryaya Spî bi cih bike. Ji bo wê yekê jî rêxistina Îxwan Mislimîn bi kar anî.
Tevgera Nehda ji 22`yê Mijdara 2011`an (dîroka detpêkirina xebatên meclisa damezirêner) û heta 2`yê Kanûna 2014`an (dîroka bidawîbûna xebatên meclisa damezirêner û destpêkirina xebatên parlamentoyê) dewam kir. Xebatên hikumeta herî dawîn a Nehda di 29`ê Çileya 2014 bi dawî bû.
Ji wê demê ve ji bilî desthilata qanûnsaz tiştek di destê Nehdayê û hevalbendên wê yên di terwîkayê de nema. Ew heta dema radestkirina desthilatê ji parlenemtoya nû di 2`yê Kanûna 2014`an de, di desthilata qanûnsaz de. Ew yek piştî hilbijartinên 26`ê Cotmeha 2014`an pêk hat.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK LI TÛNİSÊ ZEMÎNEKE ABORIYÊ YA XURT AVA KIR=KTML_End=
Piştî ku Tevgera Nehda hat ser hikumê Tûnisê, dewleta Tirk bi rêya peymanên aboriyê hebûna xwe li Tûnisê xurt kir û bi wê yekê kelûpelên xwe li ser hesabê pîşesaziya Tûnisê firotin Tûnisê. Bi wê yekê li welêt krîzeke aboriyê rû da û bêkarî jî bi rêjeyeke mezin belav bû.
Sala 2011`an dema ku Tevgera Nehda li ser hikumê bû, dewleta Tirk û Tûnisê peymaneke hevkarî û hevatiyê îmze kir. Enqereyê di Hezîrana 2012`an de fînansekirinên bi nirxê 500 milyon dolar derxistin. Her wiha meclisa bilind ya hevkariya stratejîk a Tûnis-Tirkiyê ava kir ku yekemîn gerên wê di 5 û 6`ê Hezîrana 2013`an de li Tûnisê hate lidarxistin. Tê de 12 peymanên hevkariyê û 9 planên kar ên di qadên cuda de, hatin pêkanîn. Li gorî daneyên sala 2015`an dewleta Tirk bi zêdetirî 210 milyon dolarî li Tûnisê îstismar kir.
=KTML_Bold=DESTEKDAYÎNA LEŞKERÎ=KTML_End=
Dewleta Tirk bi destwerdana aboriyê li Tunsiê têr nebû, lê belê Enqereyê bi lez xwest kaxizên zextê yên cuda bi kar anî da ku rewşên nû derxe holê û di pêşeojê de hegemoniya xwe bi temamî li Tûnisê mayînde bike. Serokê Saziya Pîşesaziyên Parastinê ya Girêdayî Serokatiya Tirkiyê Îsmaîl Demîr demek berê eşkere kiribû ku îxracata leşkerî bo Tûnisê gihaştin 150 milyon dolar.
Demîr bi tiwîttekê gotibû ku 5 şîrketên Tirkiyê îxracata girîng bo Tûnisê pêk anîne û nirxê wan gihaştiye 150 milyon dolar, ew yek bi hevkariya saziya pîşesaziyên parastinê pêk hat.
Piştî demekê jî dezgehên çapemeniyê ragihandin ku piştigiriya leşkerî balafirên bêpîlot ên ji cureya “Phoenix-S ya şîrketa pîşesaziya asîmanî “Tosaş”, panzêrên ji cuyreya “kerî” ya şîrketa “BMC”, Ajder Yalçin ji şîrketa Norulmakina û mekanîzmeyên cuda wekî sehrîc û tankên şîrketa “Katmîr Çiler” û sîstemên enerjiyê yên şîrketa “Asêslan”, girtin nava xwe.
=KTML_Bold=TÛNİS ARMANCA DESTPÊKÊ YA DEWLETA TIRK LI AFRÎKAYÊ YE=KTML_End=
Çavnebarî û komployên dewleta Tirk li dijî welatên Ereban li Rojhilata Navîn û Afrîkayê êdî zelal in. Li kêleka planên Erdogan ên vegerandina serdema osmaniyan, dewleta Tirk hêza xwe li Tûnisê bi kar tîne da ku wekî destpêk li welatên din ên Ereban jî bi kar bîne. Çavdêr dibêjin, dema eşkerekirina îxracaeta leşkerî û ewlehiyê yên Tirkiyê bo Tûnisê, bi guman e. Her wiha dibêjin ku ew yek girêdayî planên dewleta Tirk ên bi rêya wekîlên xwe li Tûnisê ye, nexasim Tevgera Nehda ya îxwanî. Bi wan planan armanc dike ku Tûnisê veguherîne armanca destpêkê ya pêkanîna planên xwe li herêma Mexribê.
Dewleta Tirk dixwaze tevgera nîvagasyonê ya asîmanî li Tûnisê kontrol bike da ku Afrîka, rojavayê Ewropa, rojhilatê deryaya Spî û rojavayê wê girê bide. Ji ber ku Tûnis xwedî cihekî stratejîk e û li nuqteya herî bilind li Afrîkayê dikeve. Her wiha ew li nîva bakurê Afrîkayê ye û deryaya Spî di navbera wê û Îtalyayê de ye. Tûnis û Îtalya çavdêriya hawizên rojhilat û rojavayê deryaya Spî dikin û li ser dergeha Seqeliya ya di navbera her du hawizan de dikin.
=KTML_Bold=GELÊ TÛNİSÊ Û ALIYÊN SIYASÎ DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK RED DIKIN=KTML_End=
Dewleta Tirk di hewldanên xwe yên berfirehkirina serweriya xwe li Tunsiê de rastî astengiyeke mezin hat. Di dawiya Kanûna 2019`an de Tûnisê plana Erdogan a xurtkirina hêza xwe li wir ji bo vegerandina împeratoriya Osmanî, eşkere kir. Bi taybet piştî ku destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê ya ji bo destekdayîna komên hikumeta Wîfaqê, red kir. Çalakvanên Tûnisê û di serî de siyasetmedara berz Ebîr Mûsa, wê demê ragihandin ku Erdogan bi rûxandin û talankirina xêr û bêrên welatên Ereban û destekdayîna komên tundraw tenê dixwaze berjewendî û plana xwe pêk bîne.
Di wê çarçoveyê de, li pêş balyozxaneya Tirkiyê ya li paytexta Tûnisê ji bo redkirina planên muhtemel ên destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Xwepêşandêran ragihand ku ew destwerdana Tirkiyê li Tûnisê red dikin û gelê Tûnisê tenê xwedî biryara xwe ye û dê rê nedin ku komplo li ser pêk bên. Her wiha bang li xwepêşandêran kir ku li hemberî destwerdana dewleta Tirk li Tûnisê û hemû welatên Ereban, xîtabeke zelal bidin.
=KTML_Bold=ÇAVNEBARIYÊN DEWLETA TIRK=KTML_End=
Têkildarî mijarê damezirêner û serokê Komeleya Tûnis El-Hûra û endamê Koalîsyona Navneteweyî ya Parastinê Hazim El-Qisûrî got: “Bi hatina Tevgera Nehdayê li ser desthilatê re, çavnebariyên dewleta Tirk ên ji bo vegerandina xewna xîlafetê, dîsa derketin pêş.”
El-Qisûrî destnîşan kir ku serweriya dewleta Tirk li Tûnisê bi rêya şîrketên di hemû qadan de vegeriya û daxuyand ku sûkên Tûnisê bi kelûpelên Tirkiyê, xizmet û amadekariyên ewlehiyê hatin dagirtin û wiha dewam kir: “Di xwepêşandanên 6`ê Sibatê de ji bo çewisandina xwepêşandêrên aştiyane alavên Tirkiyê hatin bikaranîn.”
El-Qisûrî teqez kir ku divê Tûnis bi rêya zagon û siyasetên xweparastina ji kapîtalîzmê bê parastin û zext li dewleta Tirk bê kirin, her wiha avakirina hevsengiyeke siyasî ya bi armanca rizgarkirina welêt ji xwespartina tirkan û derve, bê lezandin, ji bo şikandina dorpêşî roleke herêmî bê lîstin û , li dijî projeya Tirkiyê ku piştevaniya Îxwanan dike hevalbendî bi hin aliyan re bê kirin.
El-Qisûrî di axaftina xwe de îşaret bi serweriya dewleta Tirk li ser aboriya Tûnisê kir û destnîşan kir ku sûkên Tûnisê bi kelûpelên Tirkiyê hatin dagitin û wiha dewam kir: “Wezîrên bazirganiyê yên Tevgera Nehda ew yek hêsan kirin. Kelûpelên Tirkiyê ku hewcedariya Tûnisê pê tine ye anîn û hişt ku gefa îflasê li kargehên Tûnisê ku tê de xebatkarên Tûnisî kar dikin û berhemên ji yên Tirkiyê paqijtir, bê xwarin.”
El-Qisûrî destnîşan kir ku pereyên wan kelûpelan bi dolar ji bo Tirkiyê tên dayîn û ev yek zirarê li pereyên welat dike, ku di salên dawîn de ji ber wê yekê û ji ber hin faktorên din nirxê wê daket.
=KTML_Bold=‘ERDOGAN BÊRIYA ÎMPRATORIYA OSMANÎ DIKE'=KTML_End=
Serokê Navenda Mixaribî ya Lêkolîn û Belgeyan li Tûnisê Mecid El-Berhûmî jî got: “Zilamê nexweş Recep Tayyîp Erdogan bêriya serdema împeratoriya Osmanî dike, ku welatên Ereban piştî bi sedan salan ji zordestî û stemkariyê bi zemhetî jê xilas bûn. împeratoriyê Osmanî welatên Ereban gihandin rewşeke lawaz, û mêtîngeriya welatên rojavayê jê re hêsan kir.”
El-Berhûmî diyar kir ku di hestreta Erdogan a ji bo serdema împaratoriya wî ya hilweşiyayî de, xwesteka serdestkirina mêtîngehên berê hene, ku Tûnis jî di nav de ye û wiha lê zêde kir: Di serdema Sultan Silîm ê Duyemîn de, Osmaniyan bi serkêşiya Sînan Paşa li dijî Tûnisê operasyonek dest pê kirin. Di encamê de tabûrên Inkişarî (Yeniçeri) ji Cezayîrê bi awayekî bejahî derbas bûn. Beriya Tûnisê an ku di serdema Suleymanî El-Qanûnî de li Cezayîrê aloziya dagirkeriya Osmanî derketibû. Di vê çarçoveyê alîgirê Osmaniyan û lîderê îxwnan li Tûnisê Raşid El-Xeneşû gotibû, ne ji Sînan Paşa bûye dê niha Tûnis dewleteke me musliman bûya, ji ber pêngava wezîrê herî mezin ên Osmaniyan li Xedrayê ew jî palanên Îspan rizgar kir.
=KTML_Bold=‘EL-XENÛŞÎ Û TEVGERA NEHDA AMÛRATIRKAN A DESTWERDANA LI TÛNİSÊ NE’=KTML_End=
El-Berhûmî diyar kir ku “El-Xenûşî û Tevgera Nehda bi giştî alavên Erdogan û Tirkan ên xwebicihkirina li Tûnisê û serweriya aboriyê û biryarên siyasî yên serokatiyê ne, ji ber ku Erdogan Tûnisê wekî eyalet anku wîlayeteke Osmanî ya berê dibîne tevî ku dîroka wê vedigere beriya bi hezaran salan anku beriya hebûna delweta Tirk li Asya biçûk.”
Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide destê xwe deyne ser Tûnis û wiha dewam kir: “Wê yekê bi rêya fînansekirina hemleyên hilbijartinan û çalakiyên partiyetî yên Tevgera Nehdayê, pêk tîne, da ku Nehdayê bigihîne hikumê û piştre welat bi destê tirkan de bihêle.”
=KTML_Bold=‘DEWLETA TIRK DESTÊ XWE DANIYE SER BALAFIRGEHAN’=KTML_End=
Macid El-Berhûmî behsa stratejiya dewleta Tirk li Tûnisê jî kir û tekez kir ku şîrketeke tirkî ji dema serok Zên El-Abidîn Bin Elî ve destê xwe daniey ser Balafirgeha El-Menstêr El-Hebîb Boreqîbe ya navneteweyî û Balafirgeha El-Nefîda El-Hemamat a navneteweyî û got: “Lê 7 balafirgehên din ên mayî û ji wan Balafirgeha Tûnis Qertaj a navneteweyî ku balafirgeha sereke ye, di bin destê dewleta Tûnisê de ne.“
Macid El-Berhûmî teqez kir ku Tirk dixwazin destê xwe deynin ser şîrketa xetên Tûnisê û ew li benda derfetekê ne ku kontrol bikin û got: “Derengmayîna hikumetê di pêkanîna sererastkirinên pêwîst de, alîkariya tirk ji bo wê amancê dike. Lê belê xuya ye ku dê welatiyên Tûnisê serê xwe netewînin, nexasim Yekitiya Giştî ya Xebatê ya Tûnisê ku qet naxwaze dest li saziyên giştî û bi taybetî şîrketa xetên Tûnisê bê werdan.”
=KTML_Bold=‘TÛNISÊ WEKÎ DIKEKÊ BER BI LÎBYAYÊ VE BI KAR TÎNE’=KTML_End=
Serokê Navenda Mixaribî ya Lêkolînan û Belgekirinê ya li Tûnisê Macid El-Berhûmî di dawiya nirxandina xwe de wiha got: “Tirk dixwazin Tûnis di dosyaya Lîbyayê de piştgiriyê bide wan. Ji ber ku Tûnis û rojavayê Lîbyayê xwedî girêdaneke dîrokî, çandî û şaristanî ne û her tim ji dema serdema Qertajan û heta dema ketina Lîbya di destê Osmaniyan de wekî hêzekê bûn. Lê belê di vê çarçoveyê de Tevgera Nehdayê ji ber hevkariya wê bi Tirkan re di dosyaya Lîbyayê de her tim rastî opozîsyona hundirîn a berfireh tê, her wiha serok Qeys Seîd helwestên wê temsîl nake.”
[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 1,655
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Технические метаданные Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета! Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 28-03-2025 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 28-03-2025 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 12-12-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 1,655
QR Code
|
'Hêzên navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan inʹ
Категория: Статьи
Наша цель — иметь собственную национальную базу данных, как и любая другая страна.
Hiqûqnasan da zanîn ku saziyên navneteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî berpirsên sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e.
Sûcê dewleta Tirk a dagirker ê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, hîn jî mijara aliyên hiqûqî ye. Hiqûqnas diyar dikin ku bikaranîna vî cureyê çekan li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Têkildarî mijarê hiqûqnas û şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Şêxo diyar kir ku çekên kîmyewî di qada navneteweyî de çekên qedexekirî ne, ji ber karîna wê ya qetilkirin û hilweşandinê û bandorên wê yên hilweşîner ên ku li sînorekî nasekine û ji bo demeke dirêj didome.
Şêxo da zanîn ku bikaranîna van çekan ne qanûnî û qedexe ye û wiha domand: ʹʹPeymaneke navneteweyî heye ku di sala 1992'yan de hatiye îmzekirin, naveroka wê jî depokirin û bikaranîna van çekên kîmyewî qedexe ne. Ev peymana navborî jî di sala 1997'an de ketiye meryetê.
Şêxo diyar ki ku li gorî vê qanûnê, kesên ku qanûn û peymanan paşguh dikin, divê werin muhasebekirin û got: Paşguhkirina û hiştina dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî li ser Herêmên Parastinê Medyayê bi kar tîne, bê hesab van qanûnan li ser kaxezê dihêle.
Şêxo îşaret pê kir ku ne ji bêdengî û hevkariya navneteweyî û herêmî be dewleta Tirk a dagirker cesaret nedikir ku çekên kîmyewî bi kar bîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: Divê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li gorî qanûnên xwe tevbigerin ku dibêjin, nabe ev çek li cem ti aliyan hebin û yên bikar tînin jî hesab ji wan bê xwestin.ʹʹ
Parêzer Îbrahîm El Maşî jî da zanîn ku ji sala 2019'an ve dewleta Tirk a dagirker bi komkujiyên ku pêk tîne û bikaranîna çekên kîmyewî, dev ji sûcên şer ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Başûrê Kurdistanê bernedaye û diyar kir ku ev sûc jî encama bêdengiya navneteweyî ne.
El Maşî destnîşan kir ku bêdengiya dewletên herêmî û navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û hiştina dewleta Tirk bê hesabxwestin, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re nîşan dide û got: ʹʹ#Çekên kîmyewî# ji aliyê Amerîka, Almanya û Fransa ve tên çêkirin. Ew wan difiroşin û bikaranîna wan li dijî hêzên gerîla rewa dikin.[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 5,192
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Классификация контента: отчет Технические метаданные Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 11-11-2022 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 12-11-2022 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 31-10-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 5,192
QR Code
|
Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
Категория: Статьи
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации!
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên #dewleta Tirk#, bi dirûşma Êrişên we nikarin berxwedana me bişikînin daketin qadan.
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a #Kobanê# kom bûn û beşdarî xwepêşandana şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
Xwepêşandêran wêneyên şehîdê ANHA′yê Îsam Ebdullah û şehîdên di bombebarana dagirkeriya Tirk a li dijî Dêrikê de şehîd bûbûn, hildan.
Piştî şênî gihaştin Qada Şehîd Egîd, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî axivî.
Ayşe Efenfî wiha got: Îro, li her erdnîgariyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gel heye û bi hewla azadiyê li ber xwe didin. Dagirkerî hewl dide vîna me bişikîne. Tiştê duh rû daye her kes dizane. Ev ne cara yekemîn e ku komkujî pêk tîne û qanûnên mafên mirovan binpê dike.
Ayşe wiha domand: Em îro ji berê bi hêztir in, ji kesekî natirsin û pişta xwe nadin kesekî jî, hêza me gelê me ye, hêza me ji şehîdên me ye.
Ayşe Efendî di dawiyê de got: Em ê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk û hemû kesên hewl didin dest biavêjin vê xakê, geş bikin. Em ê li hember dagirkeriya Tirk heta dawiyê li ber xwe bidin.
Xwepêşandan bi dirûşmên Bimire faşîzma Tirk, serkeftin ji hêzên me re bi dawî bû.[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 3,983
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Классификация контента: отчет Технические метаданные Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 21-11-2022 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 22-11-2022 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 29-09-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 3,983
QR Code Прикрепленные файлы - Версия | Тип |
Версия |
| | | |
Редактирование имени |
| Фото файл |
1.0.1 | 132 KB |
| |
21-11-2022 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Telal Mihemed: Dewleta Tirk hewl dide bikaranîna çekên kîmyewî veşêre
Категория: Статьи
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации! Архивариусы и сотрудники есть в каждой части Курдистана.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed destnîşan kir ku #dewleta Tirk# a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla veşêre.
Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed ji ANHAʹyê re axivî.
Telal Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser topbarankirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê, bi dewletên herêmê û cîhanê re bazaran dike û armanc dike guhertina demografiyê û siyaseta koçberkirinê bidomîne û Rêveberiya Xweser têk bibe.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk destnîşan kir ku dewleta Tirk wiha domand: “Plana dewleat Tirk bi ser neket. Ji ber wê xwest gelê Tirk bixapîne û bêje ew bi van êrişan tolê hiltînin û li terorê dide, nexasim piştî ku nekarî aloziyên xwe yên hundirîn û siyasî yên derve çareser bike.”
Mihemed diyar kir ku êrişên qirkirinên yên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê pêk tîne bi taybet gelê Kurd dê dewam bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dagirker dixwaze li her derê êrişî Kurdan bike. Armanca wî tunekirina gelê Kurd e û guhertina demografiya Kurdistanê ye.”
Mihemed îşaret pê kir ku gelek dosya û rapor hene îsbat dikin ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîne û got: “Di 7 mehên borî de gerîla li hember wan êrişan li ber xwe da. Lê leşkerên Tirk ji bo binkeftina xwe veşêrin, çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn ku bûn sedema şehîdxistina gerîlayan.”
Mihemed an ziman ku dewleta Tirk ji êrişa li ser herêmê xwest bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê veşêre.
Mihemed bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya ji van êrişan û got: “Helwesta hikumeta Şamê ne li gorî tê xwestin bû. Tenê daxuyanî dan ku ew li dijî van êrişan e. Lê ev têrê nake divê di vî warî de bixebite.”
Têkildarî helwesta hêzên navneteweyî jî Telal Mihemed got: “Lihevkirin hene. Tu balafir bêyî erêkirin nikarin li asîmanê herêmê bigirin. Ev gelek pirsnîşanan çêdike. Çima Koalîsyona Navneteweyî li hember van êrişan bê deng e?”
Mihemed destnîşan kir ku her êrişeke bejahî ji aliyê dewleta Tirk ve, dê bibe sedema şerekî berfireh ku dê hemû berdêla wê bidin.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Piştgiriya Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî bikin, li ber navendên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî çalakiyên protestoyî li dar bixin da ku li hember êrişên Tirkiyê ku parçekirina Sûriyê armanc dike, helwestekê nîşan bidin.”[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 4,470
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Классификация контента: отчет Технические метаданные Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 24-11-2022 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 26-11-2022 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 30-11-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 4,470
QR Code Прикрепленные файлы - Версия | Тип |
Версия |
| | | |
Редактирование имени |
| Фото файл |
1.0.1 | 5 KB |
| |
24-11-2022 | ئاراس حسۆئـ.ح. |
|
Xetereya geşbûna DAIŞ`ê zêde dibe û tevgerên dewleta Tirk îşaret bi vegera wê dikin
Категория: Статьи
Каждая картинка стоит сотни слов! Пожалуйста, защитите исторические фотографии.
=KTML_Bold=Xetereya geşbûna #DAIŞ# `ê zêde dibe û tevgerên dewleta Tirk îşaret bi vegera wê dikin=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN - ALAN ROJ
Tevliheviya ku dewleta Tirk li herêmê çêdike, sînyalên vegera rêxistina DAIŞ`ê dide ku ewlehiya navneteweyî jî tehdît dike. Ji ber wê pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî gaveke cidî di vê pêvajoyê de biavêjin û stratejiyên xwe li herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne deynin û ewlehiya herêmê xurt bikin.
Xetereya geşbûna DAIŞ`ê zêde dibe û tevgerên dewleta Tirk îşaret bi vegera wê dikin
Piştî tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de, gelekan texmîn kir ku ev rêxistin piştî cenga Baxozê bi dawî bûye. Texmînên wan piştî ku El-Bexdadî li Idlibê di operasyoneke îstixbaratî de di navbera dewletên Koalîsyonê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hate kuştin, êdî bû rastiyek.
Lê îro û piştî ku DAIŞ`ê asta êrişên xwe yên terorîst li herêmê bi giştî û cîhanê zêde kir, li gel hebûna bi hezaran ji wan di nav kamp û girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk de mîna bombeyên li ber teqînê, divê dewletên Koalîsyonê li hesabên xwe vegerin û dest bi pêvajoyeke nû ji şerê xwe yê li dijî DAIŞ`ê bikin.
Gelek texmînên vegera DAIŞ’ê û pêkanîn êrişan li Rojhilata Navîn, Afrîka û Ewropayê li ser qadeke berfireh heye. Ev texmîn wê li her dewletekê ku Tirkiyê mudaxeleya wê dike, hebe.
=KTML_Bold=TEVGERÊN DAIŞ`Ê LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ Û ÊRIŞÊN WÊ JI 2019`AN VE=KTML_End=
Ji bo rêxistinekê ku li gorî baweriya xwe tev digere, erdnîgarî yan jî kuştina lîderekî wê, wê tune nake. Niha ‘Ebû Îbrahîm El-Qereyşî’ ji bo xîlafeta xwe ya nû hilbijartin.
DAIŞ’ê êrişên xwe yên leşkerî li Sûriyê, Iraqê û li baregehên xwe yên cihê ku lê hatî tesfiyekirin, careke din zêde kirin. Bi êrîşên ku pêk tîne, nîşaneyên xetereyên mezintir dide. Bi taybet li gel tehdît û êrişên Tirkiyê yên ku ji sala 2019`an ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirine û heya niha didomin.
=KTML_Bold=JI DESTPÊKA RIZGARKIRINA BAXOZÊ VE DAIŞ’Ê HEZAR Û 600 ÊRIŞ PÊK ANÎN=KTML_End=
DAIŞ li Sûriye û Iraqê li beyaran (bejahî) an jî qadên berfireh ên bêavadanî dimîne. Ji ber ku van deveran dikare bi hêsanî kontrol bike, baregehên xwe ava bike û ji nû ve sazûmaniya xwe bi rêxistin bike. Lewra parêzgeha Dêrazorê, rojhilatê gundewarên parêzgeha Himsê, li Iraqê parêzgehên Diyala, Enbar û rojavayê gundewarên Mûsilê wek stargeheke ewle ji wan re tê hesibandin.
DAIŞ, piraniya êrişên xwe bi rêya çandina mayinan û li ser rêyên di nav beyarê de ne, pêk tîne. Erebe yan jî motorsîklêtên bombebarkirî li bajar û bajarokan bi êrişên jinişkave şêxan, rayedaran, saziyên sivîl û hêzên ewlekariyê hedef digire.
Li gorî îdiayên rêxistina çete, hejmara êrişên ku ragihandine, hezar û 600 êriş derbas kirine. Ew jî wiha ne:
424 êriş li parêzgeha Dêrazorê bi taybet li rojhilat, rojava û bakurê gundewarên wê.
129 êriş li herêma Cizîrê.
115 êriş li Reqayê.
37 êriş li Himsê.
20 êriş li Deraayê.
3 êriş li Şamê.
Li Iraqê jî rêxistinê ev êriş pêk anîn;
336 êriş li parêzgeha Diyala.
133 êriş li Kerkûkê.
111 êriş li Mûsilê.
111 êriş li Bexdayê.
107 êriş li Enbarê.
54 êriş li Selahaddînê.
27 êriş li Babilê.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK DESTEKA PIRANIYA VAN ÊRIŞAN KIRIYE=KTML_End=
DAIŞ, destekên lojîstîk ji jêderên xwe yên li Tirkiyê û Qeterê û herêmên ku êriş tê de pêk tîne, werdigire. Li gorî rapora NY`yê ya Tîrmeha 2019`an rêxistinê pereyên projeyên rewa yên mîna avahî û erebeyan îstismar dike. Hejmarek ji wan projeyan li Tirkiyê ne. Her wiha kesayet û şîrketên hinartina pereyan ên girêdayî rêxistinê li Tirkiyê hene.
Li herêmên ku DAIŞ êrişan pêk tîne, desteka xwe ya lojîstîk bi rêya şantajan, bacan, revandina li beramberî pereyan û bazirganiya bi mirovan û çekan dabîn dike, da ku aboriya xwe xurt bike.
=KTML_Bold=DAIŞ BI MUDAXELEYA DEWLETA TIRK CAREKE DIN GEŞ DIBE=KTML_End=
Ji bilî mijarên me li jor bi bîr xistine, derdora 12 hezar çete di girtîgehên QSD’ê de ne. Di heman demê de nêzî 70 hezar jin û zarokên wan jî li kampên Hol û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Bi êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re, şaneyên DAIŞ`ê tevgerên xwe li herêmê zêde kirin, heta gihaştin girtîgehan û kampan. Bi taybet piştî ku çeteyên Tirkiyê gihaştin kampa Eyn Îsayê û bi hezaran malbat û çeteyên DAIŞ`ê jê derxistin.
Balafir û topavêjên Tirkiyê girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de bûn, topbaran kirin. Bi vê yekê hejmarek ji wan reviyan. Her wiha rêxistinê bi rêya şaneyên xwe hewl da bi êrişên Tirkiyê yên ku di herêmê de tevlihevî derxist, çeteyên girtî û malbatên wan ji kampan derxin.
Li rex van hemûyan, çeteyên DAIŞ’ê, El-Qaîde û Hizba Tirkistan ên ku navên wan di lîsteyên terorê yên cîhanî de ne, di bin navên cuda û nû de lê bi heman zîhniyet û rêgeza dagirkirin û kuştinê tev li artêşa Tirk di êrişa xwe li ser bakurê Sûriyê de bûn. Ajansa me beriya vê nav û delîlên girêdayî vê mijarê belav kiribûn.
=KTML_Bold=GEFA DAIŞ`Ê JI ROJHILATA NAVÎN Û EWROPAYÊ RE=KTML_End=
Li gorî Navenda Lêkolînên Navneteweyî ya Washingtonê (CSIS) xetereya DAIŞ`ê li Efxanistan û dewletên din ên ku tê de çalak in, mezin e. Hejmara çeteyan digihîje 4 hezaran. Navendê di rapora xwe de îşaret pê kir ku DAIŞ plan dike ku qadên berfireh kontrol bike mîna ku li Sûriye û Iraqê kiriye.
Rojnameya Le Figaro ya Fransayê di rapora xwe de girêdayî xetereya DAIŞ`ê li ser Ewropayê diyar kir ku derfet heye zêdetirî 2 hezar DAIŞ`î ji Sûriyê û Iraqê vegerin Ewropayê. Her wiha rojnameyê hesiband ku aramiya li Ewropayê di vê salê de heye ne aştî ye lê belê agirbest e.
Li gorî texmînên NY`yê 20 hezar heya 30 hezar çeteyên DAIŞ`ê li herêmên di navbera Sûriye û Iraqê de hene. Îstixbarata Amerîkayê û Pentagon destnîşan dikin ku hejmara wan di navbera 14 hezar heya 18 hezaran e.
=KTML_Bold=DAIŞ LI BAKUR Û ROJHILATÊ AFRÎKAYÊ BI DESTEKA DEWLETA TIRK ÇALAK DIBE=KTML_End=
Civakên dewletên Afrîkayê baş dizanin ku hebûna Erdogan û siyaseta wî li her herêmekê wê ji nû ve DAIŞ`ê bi şeklekî nû derxe. Lewra serdana serokkomarê Tirkiyê di 25`ê Kanûnê de ji Tunisê re bû cihê nerazîbûna gelê Tunisê. Gelê Tunisê qebûl nekir ku welatê wan bibe deriyê derbasbûna terorê ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve.
DAIŞ, milîsên Lîbyayî yên şerker, alîgirên El-Şerîa, milîsên Misrata û gelek komên din ên terorîst bi desteka Tirkiyê û Qeterê ji 6 salan ve êdî xwedî desthilat, hêz, destek û çek bûn.
Niha Tirkiye hewl dide, mîna ku li Idlibê li Sûriyê dike, tiştên mayî li Trablusê li Lîbyayê jî biparêze. Her wiha Lîbya veguherand baregehekê da ku DAIŞ`ê kom bikin û bi rêya deryayî û bejahî bibe Afrîkayê.
Li Afrîkayê bi taybet li Somaliyê Tirkiyê dewletan ji aliyên leşkerî, siyasî û aborî ve kontrol dike. Êdî DAIŞ çalaktir bûye. Li rex wê jî gelek rêxistinên çete li dewletên berava Afrîkayê rêxistina DAIŞ û şerê hêzên navneteweyî yên ku ji bo tunekirina terorê koordîne dikin, qebûl kirin. Komên tundraw ên ku DAIŞ`ê qebûl kirin li Nîjeryayê ji bo tolhildana kuştina El-Bexdadî 11 xiristiyan darve kirin.
Li gorî rapora rojnameya Independent, dewleta Tirk li paş belavbûna terorê li Afrîkayê disekine. Rojnameyê got Tirkiye rolekê di veguhestina terorê ji Afrîkayê, berav û beyareyê re dilîze. Têkiliyên wê bi rêxistina tevgera ciwanan a Somaliyê re xurt in.
Raporên istixbaratî yên ewlehî yên Amerîkayê û belgeyên dadgehî îşaret pê dikin ku istixbarata Tikriyê û dewleta Qatarê bi hezaran dolar dide tevgera ciwanên Somaliyê û gelek rêxistinên din ên terorîst li Afrîka û Somaliyê.
=KTML_Bold=NÊRÎN Û ENCAM=KTML_End=
Dema mirov li nexşerêya belavbûna DAIŞ û Tirkiyê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê binêre, diyar dibe ku Tirkiye komên radîkal wek berikên kişikê di meydana şerê xwe de bi kar tîne, da ku hegemonyaya xwe fireh bike û xewna osmanî ya nû pêk bîne.
Lewra Erdogan û fermandarên îstixbarata wî tevliheviyê li wan dewletan diafirîne. Destpêkê terorê belav dike, piştre komeke siyasî ji berhema Îxwan Muslimîn li şûna wan bi kar tîne da ku bibin bedîl û çareseriyek ku Tirkiyê ji civaka navneteweyî re pêşkêş bike. Tirkiye bi vê yekê dixwaze baregeh û leşkerên xwe li wê herêmê belav bike. Aborî û bazirganiya xwe bi rêya talankirina berhemên wan dewletan xurt bike.
Ji ber stratejiya AKP`ê ya li herêmê ne li gorî stratejiya hêzên mezin e. Ya din ew e ku Neteweyên Yekbûyî (NY) hewl dide hevsengiyekê li herêmê biafirîne. Ji ber vê yekê Tirkiye gefa belavkirina terorê li cîhanê dixwe û hebûna xwe li her herêmekê ku nakokî lê hebin, zêde dike.
Li gorî çavdêran ji bo mîsogerkirina ewlehiyê û tunekirina DAIŞ`ê ya ji kokê wê ve destpêkê divê sînor ji bo dewletên ku desteka terorê dikin, bê dayîn. Derî li pêşiya derbasbûna DAIŞ`ê ji dewletên cuda re bigirin.[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 1,173
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Технические метаданные Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета! Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 27-03-2025 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 28-03-2025 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 30-11-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 1,173
QR Code
|
‘Armanca êrîşên dewleta Tirk şikandina îradeya gelê kurde’
Категория: Статьи
Курдипедия — не суд, она готовит данные для исследований и установления фактов.
‘Armanca êrîşên dewleta Tirk şikandina îradeya gelê kurde’
Ayşa Silêman/ Qamişlo
Bi armanca qirkirina gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û têkbirina destkeftiyan êrîşên #dewleta Tirk# a dagirker bênavber dewam dikin, herî dawiyê di 23Myê Berfanbara 2023‘an de dagirkeriyê careke din binesaziya herêmê û sivîl kirin armanaca êrişên xwe. Hevseroka Desteya Çandê û Endamê Dîwana Wêjeyê diyar kirin ku armnaca êrişên dagirkeriyê qirkirina gel e.
Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Berfanbara 2023’an de nêzî 50’î caran êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, 7 caran bi firokên cengî û 33’ê caran bi dironan, di encama van êrîşan de jî 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 18 kesên jî birîndar bûn, her wiha 2 nexweşxane, navendeke tenduristiyê ya şûştina gerçikan, kargeha oksîjênê, stasiyonên elekitrîkê û benzînxane hatin ruxandin. Di encama êrîşên hovane li ser sitasiyonên elktrîkê de, zêdetirî 2 hazar û 600 gund û bajar bê elektrîk mane.
Di derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Dîwana Wêjeyê Aram Elî û hevseroka Desteya Çandê Firyal Çolî ji rojnameya me re axivîn.
Endamê Dîwana wêjeyê Aram Elî diyar kir ku armanca dewleta Tirik ji van êrîşan qirkirina gel, valakirina herêmê û guhertina demokrafîk e û wiha got: “Li Cîhanê tev de sûce ku binesazî û cihên sivîl werin êrîşkirin, lê dewleta Tirk destpêkê daxuyanî da ku wê binesaziyê bike armanc û va pêktîne, êrîşên wî hemû li dijî sivîl û cihên sivîla ye, ev yek tê wateya ku dewleta Tirka naxwaze îradeya gelan pêşbikeve, ew herdem dixwazin ku gel dibin desthilatdariya wan de be, çawa ku dema berê ev der di bin dagirkeriya dewleta Osmanî debû, niha jî armanca wan ew e ku Osmanîtiyê vegerînin û herêm vale bikin, mînaka ber biçav jî Efrîn, Cerablos û Izazê ku çawa çeteyên xwe li dewsa şêniyên ku ji wir hatibûn derxistin bicih kirin. Em wekî rewşenbîr, nivîskar û rojnemevanan hertim em piştgiriya hêzên xwe yên parastinê dikin û herdem li pişta gelê xwe ne. Emê herdem di xeta berxwedanê de têkoşînê bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi destûra dewletên navneteweyî, Nato, yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê destûrê digre û van êrîşan pêk tîne, tenê bangewaziya me ji gelên cîhanê re ye ku vê rastiyê bibînin û dengê xwe jî bilind bikin li dijî van êrîşan.”
‘ Dewleta Tirk binesaziyê hedef digre’
Hevseroka Desteya Çandê li herêma Cizîrê Firyal Çolî da xuyakirin ku dewleta Tirk binesaziya herêmê armanc digrin û wiha got: “Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser A Demokratîk ku hat qebûlkirin, serkeftineke mezin bû ji bo gelên herêmê, dema ku dijmin dibîne ku gelên herêmê destkeftiya bi dest dixin, êrişên xwe zêdetir dike. dagirkerî dema ku dibîne kargeh, çapxane , nexweşxane û binesaziya herêmê pêş dikeve, vê yekê qebûl nake û êrîşê binesaziyê dike. Lê bila baş biznibe îradeya gelên me pir xurt e û emê li hemberî dijmin Bisekinin, bangewaziya me ji rêxistin û saziyên navneteweyî re ku destekê bidin vê xaka pîroz ya ku 12 hezar şehîd dane, û civaka xwe birêve dibe, her wiha bi îradeyeke xurt karîn bi ser bikevin, helwesta me ku ev êrîş werin sekinandin û li hember dewletên navnetewî jî were xuyanîkirin ku ji bo rijandina xwîna kurdan bese.”[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 1,612
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Технические метаданные Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета! Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 07-02-2025 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 17-02-2025 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 28-06-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 1,612
QR Code
|
‘Bi tinekirina dagirkeriya dewleta Tirk aloziya Sûriyê wê çareser bibe’
Категория: Статьи
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации!
‘Bi tinekirina dagirkeriya dewleta Tirk aloziya #Sûriyê# wê çareser bibe’
Reportaj Summay
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi tunekirina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê û vegera li danûstandinên niştimanî pêkan e.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Bedran Çiya Kurd têkildarî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim diyar kir ku daxuyaniya El-Mûellim nîşan dide ku rêjîma Sûriyê û komên çekdar ên li Idlibê dagirkeriya dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê rewa dikin û wiha got: Lê em nabînin ku rêjîm û komên çekdar ên Idlibê banga derketina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê an jî rizgarkirina Sûriyê ji Tirkiyeyê nakin.”
Kurd destnîşan kir ku daxuyaniya El-Mûelim ku dibêje piştî Idlibê dê berê xwe bidin Rojhilatê Çemê Firatê, ji gefxwarinên dawî yên Erdogan ên li ser Minbicê û Rojhilatê Çemê Firatê ne dûr in, ev yek dide nîşankirin ku dibe lihevkirinek di navbera Şam û Enqereyê de hebe.
Hevpeyvîna Bedran Çiya Kurd a bi ajansa me re wiha ye:
-Win helwesta rejîma Sûriyê ji hevpeymana Rûsya û dewleta Tirk nesaxim heta niha tu komên çete bi awayekî fermi vekşandina xwe ji herêma bê çek re ranegihandiye çawa dibînin?
Bawer dikim ku pilaneke ji aliyê koma Astanayê ve der barê Idlibê de heye. Xêzkirina vê pilanê li gorî berjewendiyên wan welatan e û ne dikeve xizmeta gelê Sûriyê û ne jî rêjîmê û ne jî komên çekdar ên bi navê opozîsyonê. Nêrînên wan jî li ser vê yekê nayên girtin, pilan bi riya komên herêmê û teknelojiya leşerkî ya derve tê pêkanîn.
Li gel vê yekê jî, pêkanîna vê tifaqê rastî astengiyên bingehîn û kûr tê, bi rengekî din em dikarin bibêjin ku bandorên neyînî û çarenûsî li ser pêşeroja gelê Sûriyê dike. Ji wan rewakirina dagirkirina dewleta Tirk û avakirina nuqteyên çavdêriyê li van herêman. Ev yek jî xetereyekê li ser parçekirina Sûriyê çêdike û Bakurê Sûriyê dike mîna bakurê Qibrisê.
Di heman demê de, dewleta Tirk bi rêya vê tifaqê terorîstên xwe çi li Sûriyê be û çi jî li Tirkiyeyê be, diparêze da ku wekî hêzeke tehdîdê bi kar bîne. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk ji bo dirêjkirina temenê aloziyê dixebite û terorîstên xwe bi navê cuda li herêmê belav dike.
- Rêjîma Sûriyê di aliyekî de di mijara derxistina komên çete ji Idlibê de, daxwaza muhletekê ji dewleta Tirk û Rûsya kiriye, li aliyê din jî Welîd El-Mûelim jî anî ziman ku heke El-Nusra li gorî tifaqê nemeşe hêzên rêjîmê li derdora Idlibê amade ne, gelo di vir de win nabînin nakokiyek ji aliyê rêjîmê ve heye, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Wekî tê zanîn, Rûsya di pêkanîna vê tifaqê de israr dike, da ku dewleta Tirk ku li dijî hebûna Amerîkayê li herêmê derkeve û di heman demê de dewleta Tirk nêzî xwe bike. Lê balkêş e ku rejîm pişta xwe dide pêkanîna vê hevpeymanê. Her wiha daxuyaniya Welîd El-Mûelim a derbarê muhleteke xwestiye, ev yek diyar dike ku rêjîma Sûriyê û gurupên çekdar ên li Idlibê lihev kirine ku dagirkeriya dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê rewa bikin. Êdî em nabihîsin ku rêjîm û komên çekdar ên Idlibê banga derketina dewleta Tirk li Sûriyê an jî rizgarkirina Sûriyê ji dewleta Tirk nakin. Daxuyaniya El-Mûelim ku dibêje piştî Idlibê dê berê xwe bidin Rojhilatê Çemê Firatê, ji gefxwarinên dawî yên Erdogan ên li ser Minbicê û Rojhilatê Çemê Firatê ne dûr in. Ev yek dide nîşankirin ku dibe lihevkirinek di navbera Şam û Enqereyê de hebe, ku tiştê di Sûriyê de maye wêran bikin. Bi vê yekê rejîma Sûriyê wê rola xerab a dewleta Tirk di wêrankirin û talankirina Sûriyê jibîr bike.
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de naveke xizmeta berjwendiyên niştimanî yên Sûriyê. Di heman demê de danûstandinên siyasî asteng dike û aloziya Sûriyê jî kûrtir dike. Heger rêjîma Sûriyeyê bang li gelê Sûriyeyê dike ku li gorî destûra heyî ya rêjîmê tevbigerin, ev yek dide diyarkirin ku Şam ji dijminahî û faşîzma AKP‘ê ya li dijî tecrubeya demokratîk sûd werbigre, her du jî desthiladariya xwe biparêzin û herêmê ber bi rewşeke aloz ve bibin. Ev yek jî dikeve çarçoveya hewldana rejîma Sûriyê û dewleta Tirk ji bo pêkanîna berjwendiyên xwe wekî ku berê dewleta Tirk hin herêmên Sûriyê bi rêya çeteyên xwe firote rejîma Sûriyê.
- Di nêrîna we de, li gel van nakokiyan, Idlib ber bi ku ve diçe, gelo dê ev tifaq bigihîjin serî û ger ev tifaq çêbû wê çarenûsa Heyet Tehrîr El-Şamê çi be?
Rewşa Idlibê bi girêk û tevlihev e, nakokî û berjewendiyên hêzên herêmê û navdewletî beşek ji tevliheviya heyî ne. Em dibînin ku li gel nakokiyên komên li herêmê û nepêkanîna bendên tifaqê ji aliyê wan ve zehmet e di vê demê de em qala çareseriyê bikin. Lê em dibînin ku dewleta Tirk berevajî vê yekê îdia dike, destekê dide wan koman an jî wan vediguhêze baregehên veşartî. Li aliyekî din jî gelek koman ji bo şerê li hemberî rêjîmê û hevalbendên wê xwe amade kirine, ev hemû encamên siyasetên dewleta Tirk in ku gefan li Bakur û Rojhilatê Çemê Firatê dixwe da ku Idlibê ji rojevê rabike. Wekî ku tiştek çênebûye û dora herêmên din hatiye.
Teqez daxuyaniyên Rûsya, dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ji valahiyekê nehatiye, nêzîkatiyên dewleta Tirk ên der barê Idlibê de di çarçoveya projeyeke pilankirî, projeyeke entnîkî, sunnî û Îxwanî de tê kirin. Armanc jê têkbirina tecrubeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Ji bo rawestandina projeya dewleta Tirk a dagirker û têkbirina wê, dive têkoşîna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk were zêdekirin û rizgarkirina Efrînê dê derbeyeke giran li dijî projeya dewleta Tirk û çeteyên wê be.
Li ser vê yekê ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û rizgarkirina tevahî Bakurê Sûriyê ji dagirkeriya dewleta Tirk divê gelê Sûriyê biryareke hevbeş bide. Bi gotineke din çareserkirina aloziya Sûriyê bi tunekirina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê pêkan e. Nakokiyên navxweyî jî bi gefan nayên çareserkirin, çareserî bi danûstandina û destûreke nû ku mafê hemû pêkhate, netewe û baweriyan mîsoger bike, pêkan e.”[1] Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок  , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin! Эта статья была прочитана раз 1,343
Ваше мнение о предмете!
Хэштег Свойства субъекта Технические метаданные Авторские права на данный пункт были выданы Kurdipedia владельцем предмета! Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 07-04-2025 Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا کامەلا ) на 09-04-2025 Эта статья была недавно обновлена ( ئەڤین تەیفوور ) на: 28-06-2025 URL-адрес Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен! Эта статья была прочитана раз 1,343
QR Code
|
|