הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 516,429
תמונות 105,220
ספרים 19,086
קבצים הקשורים 95,719
Video 1,281
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Tehsîn Taha
קבוצה: ביוגרפיה | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Tehsîn Taha

Tehsîn Taha
Jiyana hunermend Tehsîn Taha (1941- 1995)
20:08 - 30 Gulan 2015
Mahmut Begik
Ji bo ku ez bikaribim jîyana Tehsîn Tahayî bi awayeke rastî bînin ber çavên xwendevanan, min ewilî, bi kurê Tehsîn Tahayî re, kurê wî yê bi navê Warvan re têkilî danî. Ew ji pirtûkekê jîyana bavê xwe kopya kir û ji me re şand. Lê ev ne bes bû. Pêdivîya me bi hin agahdarîyên din jî hebû. Heya ji destê me hat me ji her kesê ku Tehsîn Tahayî dinase agahî girt.
Hunermend Tehsîn Taha
Tehsîn Taha di 25ê êlûna 1941an de, li başûrê Kurdistanê, li qeza Amedîyê tê dinyayê. Bavê wî memûrê îstîhlakê bûye li ser qeza Amedîyê.
Bavê Tehsînî, Taha Mihemed Selîm di sala 1909an de hatiye dinyayê. Maleke kurdperwer in û her weha rewşenbîr in. Dîya wî ji binemala Simbil Xanê ye. Ew jî di sala 1922an de hatiye dinyayê.
Ji zewaca Tehsîn Taha û xanima wî 8 zarokên wan têne dinyayê: Xerîbe (1939), Tehsîn (1941), Şerqîye(1943), Kamîran(1948), Nazik(1954), Bedirxan(1957), Dîmoqrat(1959), Beyan(1961)
Dema Tehsîn hêj zarok e, bavê wî tayîn dibe ji bo Mangêşkê. Mangêşkê nehiyeyeke ku li ser bajarê Dihokê ye. Tehsîn li Mangêşkê dest bi dibistana seretayî dike û heya pola 4ê li wir dixwîne. Pola 5ê li Dihokê dixwîne. Pola 6ê li Zaxoyê dixwîne. Di sala 1955an de li Dihokê dibistana xwe ya navendî xelas dike.
Paşî diçe Hedbayê. Di wê demê de Hedba nehiya bajarê Mûsilê ye. Jiyana wî ya dengbêjîyê li Mûsilê dest pê dike.
Di sala 1956-1957an de, ji Mûsilê dizivire û diçe Amedîyê. Dest bi nivîsa daktîloyê dike. Di wan deman de, kesên ku dikaribûn bi daktîloyê binivîsînin zahf kêm bûn.
Di sala 1958an de, dest bi xwendina xwe ya lîseyê (bakelorya) dike. Heya xelas dike navbir nade xwendina xwe. Di heman salê de dikeve îmtîhana radyoya Bexdayê û biserdikeve. Strana xwe ya ewilîn, ya bi navê Aşkere Nakim li wir, di radyoya Bexdayê de dibêje.
Di sala 1960an de, diçe Peymangeha Hunerî ya Ciwanan ya Li Bexdayê. Li wir xwendina xwe dewam dike.
Di sala 1960ê û di sala 1961ê de, mabeyna kurd û Bexdayê pir xweş nîne. Ereb naxwazin mafên Kurdan yên ku di destûra sala 1958an de hatibûn erêkirin bidin kurdan. Xwepêşandanên kurdan dest pê kiribûn. Tehsîn Taha jî yek ji wan kurdê di nav bizava de ye. Li Asayîşa Giştî ya Bexdayê 15 roj tê girtin û gelek ezîyetê dibîne
Di sala 1961an de, kurd û ereb bi hev nakin û şerê mabeyna kurd û ereban dest pê dike. Ji ber ku ev şer di roja 11ê êlûna 1961an de dest pê dike, bi navê Şorişa Êlûnê tê binavkirin. Tehsîn Taha û xalê wî Emer Selîm têne Kurdistanê û tevî Şorişa Êlûnê dibin. Mixabin bi her du kesan 1 tivingeka wan heye.
Lê piştî ku Zaxo careka din dikeve destê ereban, Tehsîn car din diçe Bexdayê. Li wir xwendina xwe dewam dike.
Di sala 1963an de, li Bexdayê tê girtin û salek di zîndanê de dimîne. Di zîndanê de yekem strana wî ku gotiye Têtin Bihar e. Di zîndanê de, em dibînin ku çend besteyên wî yên erebî jî hene. Weke: Enna Xerîb (Ez Xerîb im.)
Tehsîn Taha, her weha derhêneriya şanoyê jî kiriye. Ez nizanim bo çend şanoyan derhênerî kiriye lê dema mirov li Tehsîn Taha temaşe dike, mirov dibîne ku li ser dikê jî her wekî ku di şanoyeke muzîkal de dileyize, stranên xwe dibêje.
Piştî ku Hesen El Bekir bû serokkomarê Îraqê, Tehsîn Taha ji Zîndanê berdidin. Ew careka din dest bi xwendina xwe dike. Îmtîhanên wî hene. Lê mirov nikare bêje ku ew azad e. Ew di bin çavdêrîya Emnîyeta Bexdayê de ye. Ji ber ku sîyasî ye û di zîndanê de maye, dewletê ew ji yûrdê derdixin.
Tehsîn di wan maweyan de diçe li malên hevalên xwe û li malên mirovên xwe dimîne. Dema diçû maleke, hêzên ewlekarîyê ew taqîb dikirin. Carna ji bo xwe ji taqîba wan xelas bike, xwe di ser xanîyan de diavêt ser xanîyeke din, da dewlet nikaribe ew taqîb bike.
Tehsîn û Ebdulemîr Semawî têne tewanbarkirin ji bo ku bi navê peymangehê belavokek hatîye belavkirin. Ev dibe sedem ku li Mûsilê li wan tehqîq bête vekirin.
Tehsîn Taha di 11/12/1968an de, tê wezîfedarkirin weke mamosteyê dersên mûsîqê (muzik), ji bo lîseya (bakelorya) bajarokê Mexmûrê. Li wir gelek salan dersên mûsîqeyê dide xwendevanên Mexmûrê.
Di sala 1968an de, ji Mexmûrê tayîn(neqil) dibe ji bo Xwendegeha Hewlêrê ya Nûmûneya Yekîtîyê ku bi erebî jê re dibêjin Medresetul Erbîl El Ûla. Li vê xwendegehê heya dawîya sala 1970êyî dimîne.
Li Hewlêrê Tehsîn Tahayî heya dawîya 1970an dimîne. Tehsîn û desthilatdarên xwe li hev nakin û car din tê wezîfedarkirin ji bo qeza Mexmûrê.
Piştî peymana 11ê Adara 1970yî, mafên kurdan berfireh dibin. Tehsîn Taha gelek caran diçe radyoya Bexdayê beşê kurdî. Hetta dema ku Mihemed Şêxo çûbû Bexdayê, ew û Tehsîn Taha li wir hev dîbûn. Strana Tehsîn Tahayî ya bi nav û deng ‘Aso! Ey Hewar’ ê bi hev re gotibûn. Lê dema ku Mihemed Şêxo strana Aso dibêje, Tehsînî jê re dibêje ku ‘dema ku tu vê stranê dibêjî herkes wisa dizane ku ev stran ya te ye’.
Tehsîn yek ji alema hunermendên kurd bû. Bi hemû hunermendên wê demê re, çi mezin û çi biçûk bi hev re tev digeriyan. Elî Merdan, Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Meryem Xan, Îsa Berwarî û hwd…
Tehsîn çendekê li Mexmûrê karê xwe dimeşîne lê car din ew tê Hewlêrê û mamostetîya xwe berdewam dike.
Di sala 1974ê de, Tehsîn Taha dizewice û 4 zarokên wî çêdibin.
Di sala 1975an de, li ser têkçûna Şorişa Êlûnê ku kurd derbasî Îranê dibin, Tehsîn Taha strana xwe ya bi nav û deng ‘Ey Felek’ ê dibêje.
Di sala 1989an de, (berîya serhildana mezin bi 2 salî) Mihemed Pîroz ew dişîne bajarokê Kelekê. Li wir car din di xwendegehê de dersên mûsîqî dide.
Berîya serhildana 1991ê, diçe Dihokê û car din dizivire Hewlêrê. Di sala 1991an de, serhildana li dijî desthilatdarîya Saddam Huseyîn çêdibe. Her deverên Kurdistanê tevlîhev e. Tevî ku tevlihevî heye jî, di seranserê Iraqê de, ciyê herî bi ewle, car din Kurdistan e. Ew jî li Kurdistanê dimîne.
Em di konserên wî de, kemanjenê navdar Dilşad Seîd jî dibînin. Tê gotin ku Dilşad Seîd li ser daxwaza Tehsînî, ew xwe bi pêş dixe û dibe navdartirîn kemanjenê kurd û yê dinyayê.
Hozanê hêja Birader û Tehsîn Taha, di sala 1992an de, li Swêdê hev dibînin. Lê dema ku Tehsîn diçe Hollandayê, li wir dostanî û hevalînîya wan didome. Strana ‘Darvanîyo’ dide Birader û Birader, di nav albuma xwe de wê stranê dibêje.
Weke berhemên Tehsîn Tahayî, behsa 8 albûmên wî têne kirin. Lê belkî ev jimare, weke yên ku bi rêk û pêk hatine tomarkirin bin. Ji ber dema ku em li stranên Tehsîn Taha dinêrin, stranên wî ne yên 8 albuman in. Belkî yên 80ê albuman in.
Tehsîn Taha, di 13yê Adara 1994an de, bi hunermend Fûad Ehmed re diçe Hollanda ku konserek bide. Lê piştî ku diçe Hollanda, li wir bi cîh dibe û nazivire welatê xwe.. Li wir nexweş dikeve û wî dibin nexweşxaneyê. Nexweşîna wî kanser e. Xelasî ji destê nexweşîyê nîne.
Di 28ê gulana 1995ê de wefat dike.Cenazeyê wî tînin bajarê wî, bajarê Amedîyê û li wir dispêrin axa Kurdistanê.
Di mesela cenazeyê wî de, li ser heval û dostên Tehsînî û her weha li ser kurdên ku ji Tehsînî hez dikirin, gelek rexne hene. Dema tabûta wî radikin, li dora 150 kes tevî merasima cenazeyê wî yê li Hollandayê dibin. Lê mesele ne mesela 150 kesî ye. Dema konser dida, bi deh hezaran însan dihatin konsera wî. Çima di rakirina cenaze de, kêm kurd hebûn! An di xweşî, şahî û dawetan de, em birayên [1]hevin lê di şîn û giriyan de em ne birayên hev in? Biryar ya xwendevana ye.
Jêder: Xendan
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 653
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdpa.net/
פריטים המקושרים: 1
תאריכים ואירועים
קבוצה: ביוגרפיה
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Date of Birth: 23-09-1941
Date of Death: 13-03-1994 (53 שנה)
Country of death: Netherlands
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: No specified T4 35
No specified T3 85: דרום כורדיסטן
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: אמן
מין: גבר
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 28-05-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( هاوڕێ باخەوان ) ב- 30-05-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( هاوڕێ باخەوان ) על: 30-05-2022
קשר
פריט זו נצפתה פעמים 653
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.16 KB 28-05-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 516,429
תמונות 105,220
ספרים 19,086
קבצים הקשורים 95,719
Video 1,281
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.235 2!