כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  587,399
תמונות
  124,642
ספרים
  22,130
קבצים הקשורים
  127,077
וִידֵאוֹ
  2,194
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   סך הכל 
275,728
חיפוש תוכן
Çeteyên DAIŞ’ê; avabûn, şikestina li ser destê QSD’ê û xeteriya domdar
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çeteyên DAIŞ’ê; avabûn, şikestina li ser destê QSD’ê û xeteriya domdar
Hemza Sêvo/ Qamişlo

#DAIŞ# ’ê di 13’ê Nîsana 2013’an de bi destekdayîna dwleta Tirk a dagirker hate avakirin, li Sûriyê û Îraqê komkujî û kiryarên herî qirêj li ser gelên herêmê pêk anî. Di 23’ê Adara 2019’an de QSD’ê wekû kawayên serdemê zincîrên koletiya ku DAIŞ’ê dest û lingên gel bend kiribû, şikand û li Baxozê berdewamiya destaneya serkeftinê ya ku ji Kobanê destpêkiribû bi dawî kir. Tevî têkçûnê jî lê hîna xeteriya DAIŞ’ê li ser ewlehiya herêm û cîhanê didome.
Di 13’ê Nîsana sala 2013’an de Ebû Bekir Elbexdadî çeteyên DAIŞ’ê weke rêxistineke xwedî fikrekî herî xerab damezirand û têkiliyek dîrokî ya xurt di navbera van çeteyan û çeteyên Elqaida, Cebhet Elnusra de heye. Bi dirêjahiya salekê van çeteyan karîbû xew rêxistin bikin, ji derdora 81 dewletên cîhanê xwedî nasnameyên cuda xwe komî ser hev bikin û xwestin serweriya xwe li ser Îraq û Sûriyê pêk bînin. Piştî DAIŞ’ê di 10’ê Pûşbira 2014’an de Mûsil dagir kir û bi şûn de di 15’ê Pûşbira 2014’an de jî Telafer dagir kir. DAIŞ’ê piştî dagirkirina van herdu bajaran, vê carê jî berê xwe dane Şengalê û di 3’yê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di komkujiyê re derbas kir. Hikûmeta Iraqê û Pêşmergeyên PDK’ê di dema êrîşê de, dest ji Şengalê berdan û jê vekişiyan. Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde çûn, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên ku nedikarîbû bireve jî xwe spartin Yekîneyên Parastina Gel li Rojava.Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayên Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meşa li ser lingan xwe spartin çiya.Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û HPG û YJA star ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekirin. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin. Hêjayî gotinê ye ku di 13’ê Mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin, bi pêşengiya Gerîlayên Azad, YBŞ , YPG, YPJ’ û HPG û YJA star Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû. Piştî wê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir û pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk av kir.
Berxwedana Kobanê ya efsûnî
Berxwedana Kobanê yek ji şerê herî dijwar yê ku YPJ û YPG’ê bi qehremanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê birin lûtkeya serkeftinê. DAIŞê di 15’ê Îlona sala 2014’an de ji sê aliyan ve dest bi êrişa ser Kobanê kir, armanca wan ew bû ku di nava çend rojan de Kobanê bi temamî bixe bin serweriya xwe. Di 16’ê Îlonê de li gundên Taalak, Cubb El Ferec, Dokerman û Boraz ên rojavayê Kobanê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê de şerên dijwar qewimîn. Li aliyê rojhilat jî li gundê Serzûrî, Cerin, Koberlek, Berkatak, Saronc û Qezelî şer û pevçûn çêbûn. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşê de tank û çekên herî giran bikar anîn û tevî hejmareke zêde ya çeteyan û bi piştgîriya nêzî 40 tankan, şervanên YPG û YPJ’ê dikarîbûn derbên giran li çeteyan bidin. Herwiha da ku çeteyên DAIŞ’ê bidin fêmkirin ku Kobanî ne mîna Mûsil, Şengal û Reqayê ye. Şer roj bi roj berfirehtir bû û hemû eniyên şer veguherîn kavilên şewitî. Piştî 134 rojan ji şerê di navbera şervanan û DAIŞ’ê de, efsaneya serkeftina Kobanê bi tîpên zêrîn tevî xwînê hat nivîsîn. Piştre jî hemleya rizgarkirina gundewarên Kobanê dest pê kir. Herwiha Minbic û Reqa, heta Baxozê. DAIŞ’ê nas kir ku têkçûna wan li Baxozê, ji şerê Kobanî dest pê kir.
Têkbirina DAIŞ’ê
Di dawiya sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê 100 hezar kîlomitir ji rûbera Îraq û Sûriyê kiribû bin serweriya xwe. Herwiha di pêşveçûna kiryarên xwe yên qirêj li ser gelên herêmê û bi domdariya 2 salan, êdî qedera têkçûna DAIŞ’ê hat diyarkirin. Ji ber ku di destpêkê de Kobanê ji dest da û piştre jî Mûsil, Reqa Dêrazorê û têkçûna herî dawî li Baxozê bû.Şerê QSD’ê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, ne kêmî şerê din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. QSD’ê di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya Şikandina DAIŞ’ê de, kampa Baxozê di 19’ê Adara 2019’an de ji destê çeteyan rizgar kir. Herwiha di 23’ê heman mehê de jî piştî 6 heftiyan hêzên QSD’ê karîn çeteyên herî xeternak li ser ewlehiya cîhanê têk bibin. Li gor malpêra fermî ya ragihandina QSD’ê di encama vê pêngavê de ji destpêka sala 2019’an heta 23’ê Adara 2019’an 1879 çete hatin kuştin. Di heman demê de 29 hezar û 600 kes ji çete û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kirin û hejmara kesên sivîl yên ku ji kuştinê hatin xelas kirin 37 hezar kes bûn. Weke tê zanîn ku şervanên QSD’ê li ser ruyê erdê xwedî roleke sereke bûn di şikandina çeteyan de û ev yek jî bi piştgirtiya hêzên Hevpeymana Navdewletî ya asîmanî pêk hat. Piştî 7 mehan ji têkçûyîna DAIŞ’ê, dawî li hebûna serkêş û damezrînerê DAIŞ’ê; Ebû Bekir Elbexdadî jî hat. Kuştina Bexdadî di 27’ê Cotmiha sala 2019’an li bakurê Sûriyê, Idlibê bi êrişeke asîmanî ji aliyê hêzên Amerîkî û QSD’ê ve pêk hat.
Li pişt têkbirinê dûmahiya xeteriya DAIŞ’ê li ser herêm û cîhanê
Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê û xweradestkirina zêdeyî 29 hezar ji çeteyan û malbatên wan, êdî xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê heya asteke baş kêmtir bû. Lê ev nayê wê wateyê ku bidawîbûna çeteyan bidawîbûna xeteriyê ye. Lê belê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî rewşa DAIŞ’ê û aramiya hundirîn, kete pêvajoyeke din de. Êdî bi hezaran kesên xwedî îdiyolojiya radîkal û hovane bûn weke mayîneke demkî nexasim li kampa Holê ku bû wargehek ji bo firkên terorîzmê. Kampa Holê ku 45402 kes ji malbatên DAIŞ’î têde hatine bi cih kirin, li kêleka kampa Roj a li Dêrikê ku 2605 kes ji malbatên DAIŞ’ê tê de hene, yek ji kampên herî metirsîdar yên cîhanê tê binavkirin e. Piştî ku QSD’ê di 23’ê Adara 2019’an li Baxozê yê girêdayî Dêrazorê dawî li hebûna DAIŞ’ê anî, raya giştî hewl dide çeteyên li kampa Holê ji bîr bike. Bûyerên li kampê diqewimin, bi taybetî jî piştî ku dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, DAIŞ ji nû ve zindî bû. Di heman demê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girtîgihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih bûn, ji van girtîgihan jî ya Sînaa li bajarê Hesekê ye. Heya niha dadgehên cîhanî û civaka navnetewî ji bo dadgeha van çeteyan xwe bêdeng dike. Herwiha piştî têkçûna DAIŞ’ê, dagirkeriya Tirk a ku piştgira serke bû ji bo DAIŞ’ê, êdî xwest dîse hebûna çeteyan zindî bike. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker bû hevkara sereke bi DAIŞ’ê re di êrîşa girtîgeha Sînaa ya Hesekê û di encamê de 121 şervanên QSD’ê şehîd ketin. Di heman çarçoveyê de, heya roja îro jî dewleta Tirk ji bona hevkarî, destek û zindîkirina çeteyan tev digere û hertim dixwaze herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê bigiştî bê ewle bihêle.[1]

כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 909
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
פריטים המקושרים: 48
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 24-03-2024 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
ספר: חקירה
פרובנס: Kurdistan
מטא-נתונים טכניים
זכויות היוצרים על מוצר זה כבר הוציא לKurdipedia על ידי הבעלים של הפריט!
איכות פריט: 98%
98%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 07-02-2025
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا کامەلا ) ב- 07-02-2025
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا کامەلا ) על: 07-02-2025
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 909
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.453 2!