כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  585,020
תמונות
  124,099
ספרים
  22,092
קבצים הקשורים
  125,864
וִידֵאוֹ
  2,193
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   סך הכל 
273,933
חיפוש תוכן
​​​​​​​Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê yê li dijî herêmê didome-2
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English2
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê yê li dijî herêmê didome-2
​​​​​​​Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê yê li dijî herêmê didome-2
=KTML_Bold=​​​​​​​Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê yê li dijî herêmê didome-2=KTML_End=
#KOBANÊ# - CUMA MIHEMED

9 sal di ser êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Kobanê re derbas dibin, lê rewşa heyî nîşan dide bi hemû rê û rêbazan êriş şerekî topyekûnê li ser herêmê tê meşandin. Armanc ji van êrişan têkbirina QSD û Rêveberiya Xweser e.
Îro (15′ê Îlonê) 9 sal di ser destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Kobanê re derbas dibin. Em ê di vê dosyaya duyemîn de behsa palanên piştî rizgarkirina Kobanê yên li ser herêmê û berxwedana gel a li hemberî van planan bikin.
=KTML_Bold=BIDAWÎBÛNA DAIŞ′Ê=KTML_End=
Piştî ku gund û bajarokên derdora bajarê Kobanê bi temamî hatin rizgarkirin, avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin. Di nav de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), teşkîleyên din ên leşkerî yên erebî û suryan di nava QSD′ê de cih digire an ku QSD′ê sîwana yekîne û meclisên leşkerî yên parastinê yên herêmê ye.
QSD′ê mîsyona rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girte ser xwe û di vê çarçoveyê de Minbic, Reqa, Tebqa û gundewarê Dêrazorê rizgar kirin. Di Adara 2019′an de bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê rizgar kir ku nuqteya dawîn di destê çeteyan de mabû.
Piştî derdora sal û nîvekê ji rizgarkirina Kobanê, rizgarkirina bajarê Minbicê di Tebaxa 2016′an de derbeyeke xurt ji bo DAIŞ′ê bû. Minbicê ji çeteyên biyanî yên ku ji derve dihatin Sûriyeyê re wekî paytext bû, lew ra bi rizgarkirina Minbicê re herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê de ji sînorê Tirkiyeyê qut bû çeteyên DAIŞ′ê roj bi roj hilweşiya û ji avakara xwe (rejîma Tirk) dûr ket. Ruxmî vê yekî xetereya DAIŞ′ê bi dawî nebû. Şaneyên wê yên veşartî heta roja me ya îro gefan li jiyana şêniyan dixwe û êrişî gund û bajarokên herêmê dikin. Êrişa Çileya 2022′yan a li ser girîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê û hewla revandina bi hezaran çeteyên girtî mînak e. Ne ji berxwedana QSD′ê bûye, dê çeteyên DAIŞ′ê careke din xwe birêxistin kiribana û li Sûriye û Iraqê belav bûbana.
=KTML_Bold=ŞER BERDEWAM E=KTML_End=
Êrişa çeteyên DAIŞ′ê ya li ser Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelek ji şerê topyekûnê yê li dijî herêmê û gelê wê yê berxwedêr e. Hemwextî têkoşîna têkbirina DAIŞ′ê rejîma Tirk kete wê ferqê ku şerê wê yê bi rêya DAIŞ′ê bi dawî dibe û DAIŞ têk diçe, lew ra bi xwe destwerdan kir û êrişên rasterast li dijî Rojava dan destpêkirin.
Rejîma Tirk di destpêka 2018′an de êrişên bejahî û asîmanî li dijî kantona Efrînê dan destpêkirin di 18′ê Adara heman salê de piştî berxwedana 58 rojan a QSD û şêniyan, kanton dagir kir.
Sal û nîvek piştî dagirkirina Efrînê, rejîma Tirk berî çeka xwe da Girê Spî û Serêkaniyê yên ji çeteyên DAIŞ û El Nusra hatibûn rizgarkirin û di Mijdara 2019′an de her du herêm dagir kirin.
Êdî aşkara bû ku Tirkiye li ser şopa DAIŞ′ê dimeşe û tişta ku DAIŞ′ê nedikarî pêk anîba kir, an ku tevahî xeta sînorê Sûriye-Tirkiye bi kurahiya 30 kîlometreyan dagir kir.
Dewleta Tirk a dagirker di 2016′an de bajarên Cerablus, Raî, Ezaz û Babê yên bakurê rojhilatê Helebê dagir kirin. Di 2018′an de Efrînê û di sala 2019′an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Niyetên wê yên dagirkirina herêmên din ên sînorê an ku herêma ewle wekî ku îdia dike, hene. Rejîma Tirk dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne ku li gorî xeta ji Heleb heta Musil û Kerkûkê milkê Osmaniyan dibîne. Ji bo pêkanîna vê armancê, li gel çeteyên DAIŞ′ê yên ku di şerê li hemberî QSD′ê berî dan Tirkiyeyê û herêmên dagirkir, êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinandine.
=KTML_Bold=VÎNA GELAN BI SER DIKEVE=KTML_End=
Ne rejîma Tirk tenê, di heman demê de hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê jî şerê Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê (QSD û Rêveberiya Xweser) dikin û dixwwazin rewşa Sûriyeyê vegerînin mîna beriya sala 2011′an.
Rewşa heyî ya li ser erdê nîşan dide ku şerê li dijî herêmê ji tevahî aliyan e û di çarçoveya êrişên çekdarî de sînordar nine, lê belê bi hemû cûreyên şerê taybet êrişî herêmê dikin da ku QSD û Rêveberiya Xweser lawaz bikin û tecrûbeya rêveberiyê têk bibin.
Yek ji rêbazên şerê taybet ku hêzên navborî li ser herêmê dimeşînin, hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de ye. Bi taybetî hewl didin şerekî di navbera Kurd û Ereban de derxin. Bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê û hewldanê sorkirina eşîrên Ereb li dijî QSD′ê îsbata vê yekê.
Ji wê zêdetir, ji hemû aliyan ambargo li ser herêmê ferz kirin. Girtina deriyê sînor ê Til Koçerê li pêşiya derbaskirina aliyên cîhanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka herî mezin a vê ambaroyê ye, nemaze ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran koçber û penaberên Sûriye û Iraqê dihewîne.
Ji rêbazên din ên şerê taybet, qutkirina avê ye. Dewleta Tirk a dagirker para Sûriye û Iraqê ya ava çemê Firatê qut dike. Tê zanîn ku çemê Firatê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tamarê jiyanê ye û şêniyên Heleb, Reqa, Dêrazor, Kobanê, Tebqa û deverên ava vexwarinê ji çem digirin. Her wiha 3 bendav di bin kontrola Rêveberiya Xweseser de ku bi rêya va çem kehrebeyê derdixin. Ji vê zêdetir çemê Firatê bi sedhezaran hektar zeviyên çandiniyê avê dide û qutkirina avê bandoreke neyinî li çandinî û qadên din dike. Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk ava stasyona Elok a li Serêkaniyê li ser milyon û nîv niştecihên li kantona Hesekê qut dike.
Rejîma Tirk û aliyên din ên dijberî Rêveberiya Xweser tevahî hewldanan dike da ku Rêveberiya Xweser ji civîn û nîqaşên navneteweyî yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê dûr bixin û komîteya destûrî mînak e. Dîsan jî rejîma Tirk û aliyên dijber şebekiyên ajan û sîxûran li herêmê belav kirin da ku tirs û tevliheviyan li herêmê belav bikin û baweriya gel bi Rêveberiya Xweser zîaf bikin. Di heman demê de hewl didin narkotîkê di nava civakê de belav bikin û di encamê de civakê têk bibin. Herî dawîn rejîmaTirk û hikumeta Şamê ji bo koçberkirina ciwanan û valakirina herêmê ji niştecihên wê propagandayan dikin û sînorê xwe li ber vê yekê vekirine.
Ev hewldan û geşedanên gelên herêmê li pêşberî du vebijêrkan dihêle, an berxwedan mîna ku dema şerê li Kobanê de hate raberkirin û pêkanîna serketinê an jî xwe radestkirin û binkeftin e.
Li vir divê em balê bikişînin ser vê xalê ku ji hêzên navneteweyî tê xwestin ku li hemberî hemû cûreyên êrişan destekê bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nemaze ku gelên vê herêmê beriya 9 salan li şûna cîhanê û tevahî mirovahiyê şerê DAIŞ kir û xetereya wê li ser cîhanê bi dawî kir.
Lê îro gelên herêmê yên ku beriya çend salan cîhan rizgar kir li pêşberî şerekî hebûnê ye. Lew ra erkekî exlaqî û mirovî her kes destekê bide vî gelê.
Gelê herêmê li hemberî tevahî cûreyên şerê topyekûnê li ber xwe dide û îradeya gelan a li hemberî despoiya dimin bi ser ket.
[1]

כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 3,400
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
פריטים המקושרים: 18
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 15-09-2023 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: טרור
ערים: Kubanê
מטא-נתונים טכניים
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 10-10-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا کامەلا ) ב- 10-10-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 12-12-2025
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 3,400
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.203 2!