כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  585,269
תמונות
  124,189
ספרים
  22,100
קבצים הקשורים
  126,090
וִידֵאוֹ
  2,193
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   סך הכל 
274,249
חיפוש תוכן
Em Kurd cîhên bişkûvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe, bi şûjinan didirûn
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Peymana Lozanê
Peymana Lozanê
=KTML_Bold=Em Kurd cîhên bişkûvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe, bi şûjinan didirûn=KTML_End=

24'ê temûzê 100 salîya Peymana Lozanê ye.
Bi minasebeta 100 salîya Peymana Lozanê, li Kurdistanê, Ewropayê, Emerîkayê, civîn, konferans, meş û çalakîyên cûr bi cûr têne lidarxistin û dê hîna jî bêne lidarxistin. Helbete ku ji bo teşhîr kirin û red kirina Peymana Lozanê, meş, semîner, konferans, nivîs, dîplomasî û mehkeme kirin û protesto gelekî girîng in. Çalakî û xebatên di derbarê Peymana Lozanê da helbete nabe ku bi van çend rojên heta 24ê temûzê bêne sinordarkirin.
Divê bi barnameyeke berhemdar bi kêmanî heta dawîya sala 2023yê ev xebat bêne meşandin. Divê li dîasporayê heyeteke hevbeş, platformeke hevbeş a kurdan bê ava kirin û ne bes li bajarê Lozanê, bi taybetî jî li cîhên ku mimkun yên dîasporayê, divê çalakî, hevdîtin, konferans û xebatên berfireh, mîtîng bêne organîzekirin. Divê li ber avahîya Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, li parlamentoyên her dewleteke Ewropayê konferans û çalakî bêne lidarxistin. Divê li ber Kongreya Emerîkayê, li ber Parlamentoya Îngîltereyê, li ber Parlamentoya Rûsyayê divê çalakî bêne lidarxistin. Divê bi çalakîyên cûr bi cûr raya giştî ya Ewropa, Emerîkayê, Rûsyayê di derbarê Peymana Lozanê da bêne agahdarkirin. Divê Kurd daxwaza hevdîtinê li Serokê Netewên Yekbuyî, Serokê Parlamentoya Ewropayê; li balyoz û konsolos û nûnerên dewletên cîhanê bikin. Li gel rayaderan Çînê, Hîndîstanê divê rêya hevdîtinê bê peydakirin.
Li bajarekî navend ê Ewropayê Kurd dikarin di payiza 2023yê da, di demeke minasîb da, ji bo protesto kirina Peymana Lozanê mîtîngeke bi beşdarîya sedhezaran kesî organîze bikin.
Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dezgehên sivîl, kesayet û partîyên sîyasî dikarin mîtîng, konferans û çalakîyên cûr bi cûr yên girseyî organîze bikin.
Şertên Rojhilatê Kurdistanê gelekî zehmet e; lê hêzên welatperwer dikarin li gorî îmkan û kanînên xwe çalakîyên cûr bi cûr li dar bixin.
Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên navdar ên Kurd dikarin platformeke taybet ji bo Peymana Lozanê ava bikin û gelek hevdîtin, civîn, konferans û mîtîngan li dar bixin.
Ev xebat li her çar alîyên Kurdistanê û li dîasporayê bêne organîzekirin, wê neheqî, jenosîd û heqareta ku bi Peymana Lozanê li miletê Kurd hatîye kirin dê baştir bê deşîfrekirin; dê piştgirîya navdewletî xurtir bike; dê hişmendî, hevkarî, tifaq û bi hevra xebata neteweyî, niştimanî di nav kurdan da xurtir, geştir û berfirehtir bike; dê protesto û rûreşkirina Peymana Lozanê bibe berhema bi milyonan kesan.
Hîna jî ne dereng e. Heger meriv ji dil bixwaze; ev organîzasyon dikare li dîasporayê jî, li her çar alîyê Kurdistanê û li Tirkîyeyê jî bêne lidarxistin.
Lê wek gelek caran û wek di gelek mijaran da, Kurd dîsa jî ne li ser hev in, ne yekgirtî ne, ne organîze ne, li gorî pêwîstîya heyî tevnagerin, ne çalak in.
Herweha dîsa wek gelek caran, Kurd tiştên esasî yên tayînker yên ku divê bikin, wan nakin, tiştên di dereceya çara û pêncan da didin pêş, tiştên esasî.
Ez dibêjim ma em çima guhê xwe yê çepê bi destê xwe yê rastê digirin, em karê xwe zehmetir dikin? Em çima wê şansa ku hatîye ber derîyê me, bi sîyaseteke aqilane nastînin nav mala xwe? Ma çima em wan tiştên esasî ku divê em bikin, em li ser wan bi hişyarîyeke neteweyî, niştimanî ranawestin û em nakin?
Ma ji xwe Peymana Lozanê bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê derzeke mezin nexwarîye? Ma ji xwe heger em vê derzê li Başûrê Kurdistanê bi sîyaset û yekgirtina xwe ya navxeyî ya neteweyî, niştimanî berfireh û kûr bikin, ma ev peymana dikare xwe li ber me bigire? Ma dê ev derza ku ji Başûrê Kurdistanê ve li Peymana Lozanê ketîye, bi yekgirtina navxweyî dê di Peymana Lozanê da şikesteke mezin bi xwe ra neyne? Ma heger PDK û YNK wek berê, wek destgirtina rêzdaran Kek Mesûd û Mam Celal, îro jî dest bidin hev, bibin heykelê yekgirtina hemû partîyên din, li hemberî Bexdayê, Îranê, Tirkîyeyê, Sûrîyeyê, Emerîkayê, Îngîltereyê, Rûsyayê bibin yek; ma kî dikare xwe li ber wan bigire? Ma di diroka Kurdistanê çend caran wek vê demê firsend ewqas hatîye ber derîyê me? Ma kilîda esasî heta radeyekê ne di destê PDK û YNKyê da ye? Ma vî qismete hatîye ber derîyê wan, hatîye ber derîyê hemû kurdên cîhanê, çima ji bo berjewendîyên miletê me bikar naynin, pêşda nabin, rê didin ku ev destkeftîyên heyî lawaz bibin û pêşda neçin?
Ma gelo, heger Mitabaqata Dihokê bicîh bihata, li ser hemû axa Rojavayê Kurdistanê bi beşdarîya hemû partîyên kurdan îdareyeke hevbeş a eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî pêk bihata, ma dê derzeke kûr û berfireh Lozanê neketibûya? Gava ku Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi pesind kirin û çavdêrîya Emerîkayê û Fransayê ji bo Mitabaqata Dihokê dest bi xebatan kir, ma ne bi wê armanc û hişmendîyê bû ku, wê derza mezin ya ji Başûrê Kurdistanê li Peymana Lozanê ketîye, bi sîyaseteke aqilane ber bi Rojavayê Kurdistanê firehtir û kûrtir bike?
Ma heger li seranserê Rojavayê Kurdistanê, li ser esasê Mitabaqata Dihokê, îdareyeke hevbeş a kurdan ava bibûya; ma Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek fiîlî nedibûn yek? Ma em nizanin ev yekbûna fiîlî dê çiqas hêz bida herdu perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê? Ma em nizanin ev yekbûna fiîlî di eslê xwe da dê darbe û pûç kirineke mezin bûya ku li Peyaman Lozanê bikeve?
Ma îro heger li Başûrê Kurdistanê PDK,YNK û hemû partîyên Kurdistanê dest bidin hev, li destkeftîyên xwe yên federe xwedî derkevin, dezgehên dewletbûnê bikin yek û xurtir û geştir bikin; ji bo madeya 140î ya Qanûna Bingehîn a Iraq a Federal bê bicîhanîn xebateke encamdan bimeşînin; li himber dost û dijminan yek deng bin; ma kîjan Peymana Lozanê dikare xwe li himberî wan bigire?
Ma heger îro li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partîyên kurdan li ser Mitabaqata Dihokê pêk werin, kî dikare rê li ber kûr kirina wê derza ku li Peymana Lozanê ketîye bigire?
Ma di temûza 2015ê da, heger PKKyê bi sîyaseta xendek û barîkatan, bi wê sîyaset û karesata texrîbker, ji plana Dewleta Tirkîyeyê ya têkbirin û rêlibergirtina destkeftîyên kurdan ên li Bakur,Rojava û Başûrê Kurdistanê ra rê xweş nekiribûya, bi sîyaseta xendekan hêz û hêvîyên miletê Kurd neşikandibûya; temama kurdan bi rêyên sivîl, sîyasî, demokratîk, girseyî têkoşîna xwe bilind kiribûna; ma bi wê hişyarbûn û ronesansa bi milyonan kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ya di sala 2015ê da dê derzekek mezin Peymana Lozana neketibûya?
Ma gelo, di demeke ku sîstema du bloqî ya cîhanê têkçûye, firsendên mezin ketine destê miletê me; li cîhê ku em hişmendî, bîr û bawerî, rêxistin û xebatên li ser bingehê netewperwerîyê, welatperwerîyê, niştimanperwerîyê bihûnin; em daxwaza statuyeke neteweyî, coxrafî, sîyasî li ser axa Kurdistanê bikin; em rabin piştigirî û ked û fedekarîya bi milyonan kurdan di sîyaseta ‘’welatê hevbeş, netewa demokratîk, cimhûrîyeta demokratîk’’ da bifetisînin;ma ev nayê wê wateyê ku em wan cîhên bişkuvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe didirûn?
Ma heger îro li Bakurê Kurdistanê bi milyonan Kurd ji alîyekî ve li ser mafên xwe yên acîl dest bidin hev û ji alîyekî ve jî partî û rêxistinên Kurdistanî li ser bernameyeke neteweyî, niştimanî, bi şêwe û amûrên nû û modern, hevkarî û tifaqên xwe bihûnin, temsîlîyeta kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ava bikin; kî dikare xwe li ber wan bigire, kî dikare rê li ber derzxwarina Peymana Lozanê bigire?
Heger îro li Rojhilatê Kurdistanê bi wê hêz û rûh û heyecana raperîna ji ber qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî çêbibû, hemû partîyên Kurdan dest bidin hev, hevkarîya xwe xurtir û bihêztir bikin; ma dê ji Rojhilatê Kurdistanê jî rêya derzeke mezin li Peymana Lozanê bikeve venebe?
Em baş dizanin, vaye bi sedan salane ku dewletên mezin ji bo berjewendîyên xwe rê nedanê ku Kurd bibin dewlet. Îro jî dîsa dewletên mezin gelek caran di vê derbarê da tayînkerin.Lê piştî rûxandina sîstema du bloqî ya cîhanê, piştî ku Sedam Husên Kuweyt dagir kir, bi midaxaleya Emerîyê û hevpeymanên wê, firsendeke mezin hate ber derîyê kurdan, berjewendîyên kurdan û yên dewletên mezin hinekî li hev hatin û bi tifaqa kurdan bi hebûna Bereya Kurdistanî, rêya Dewleta Federe a Başûrê Kurdistanê vebû.
Helbete, neraste ku em ava nebûna dewleteke kurdî bes bi aktor, faktor û şerdên derekî ve girê bidin. Lê pir aşkereye ku, carina bi piştgirtina dagirkeran, carina bi bêdeng mayînê, carina bi rêlibergirtinê, carina jî bi alîkarî nedayina kurdan, mixabin şerd, konjonktür û hêzên derekî gelek caran di avanebûna dewleteke kurdî da bûne tayînker.
Lê rastîyeke me ya tehl jî heye ku, carina ji ber neamadebûn, bêtifaqî û bêrêxistinîyê, ji ber rikberî, dijayetî û hesûdîyên navxweyî jî, miletê Kurd wan şans û firsendên dewletbûnê yên ku hatine ber derîyên wan ji dest berdane; bi destên xwe mala xwe xera kirine.
Ango, carina Kurd ji bo dewletbûnê amadebûne, lê dagirkeran û piştgirên wan ên navdewletî nehiştine Kurd bibin dewlet; carina jî şerd û konjonktur, lawazîya dagirkeran û berjewendîyên demkî yên dewletên mezin, ji bo ava kirina dewleteke kurdî firsend anîye ber derîyê kurdan; lê mixabin wê demê jî Kurd bi xwe ne amadebûn kû wê firsendê bikar bînin.
Ne hewceye em bi dûr ve herin, ne hewceye em xwe bi tiştên ne esasî û neçareser ve mijûl bikin. Em nuha bi vî halê xwe yê jihevketî, perçe perçe, bê tifaq, bela vela, hesûd, ji stratejî û hişmendîya neteweyî, niştimanî dûr; em wan cîhên bişkûvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe, bi şûjinan didirûn.
Ji ber vê rastîyê jî, di demeke ku şerd û konjonktur îro hîna jî di lehê me da ne, heger em li vê xeletîya xwe varqilin, lê hay bibin, li xwe vegerin, yekgirtî bin; wê gavê kolandina gora Peymena Lozanê gelekî hêsantir dibe.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk
[1]

כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 2,893
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
פריטים המקושרים: 105
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 11-07-2023 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
מטא-נתונים טכניים
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-09-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا کامەلا ) ב- 05-09-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا کامەلا ) על: 05-09-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 2,893
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.25 2!