כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  585,198
תמונות
  124,176
ספרים
  22,100
קבצים הקשורים
  126,067
וִידֵאוֹ
  2,193
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   סך הכל 
274,249
חיפוש תוכן
PEYMANA LOZANÊ -3
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
PEYMANA LOZANÊ
PEYMANA LOZANÊ
=KTML_Bold=PEYMANA LOZANÊ -3=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Wek min di nivîsereka berê da dabû xuyakirin, bi saya pêkanîna Kongreyên Erzirom (23-07 / 07-08-1919 û Sêwasê (4-10 / 11-09-1919), Dewleta Turk hatibû avakirin. Ji 5 bajaran (Trabzon 17, Erzirom 23, Sêwas 11, Bedlîs 3 û Wan 2, tevayî 56) bi tevayî 56 nûner beşdar bûne. Di kongreya Sêwasê da hemî biryarên Kongreya Erzurumê tên pejirandin û qebûlkirin; lê di şûna prensibên Kongreya Erziromê ku ”Heyeta Temsîlê, tevayîya Anadoluya Rojhilat temsîl dike” da, ”..tevayîya welat temsîl dike” tê guhartin.
Divê ez bidim xuyakirin ku M. Kemal, jibo herêma Xerzan-Sasunê jî nameyek ji Pişarê Çeto ra rêkirîye û tê da daye xuyakirin ku di kongreya Erziromê da yekîtîya xelkê Şerqê yê Anadolê pêk hatîye, tespîtên siyaseta hundûr û derve hatîye çêkirin û nîzamnameyek hatîye îmzakirin. Wek di pratikê da tê dîtin, Kongreyên Erziromê û Sêwasê, dibin çîmentoya dewleta turk û sînorên wan ên ”Mîsak-î Millî” û ew şopên xwe li Mudanyayê, li vekirina meclisa ewil û li Lozanê nîşan dane. M. Kemal jî di vê pêvajoya 23-04-1920'î da û paşê jî di 29-10-1923'yan da serokatîya xwe ya eskerî, siyasî û civatî bi hev girêdaye û pejirandîye.
Gelek balkêş e ku M. Kemal di 15-10-1915 an da bi rîya Mutasarrifê Malatyayê jibo Haci Kaya û Şahzade Mustafa xeber şandîye. M. Kemal di çarçoveya canbazîyê da van dîtinan ji H. Kaya û Ş. Mustafa ra pêkêş dike da ku ew di navbera kurdan û M. Kemal da bibin navberkar; bi gotineka dî bibin alîkarê M. Kemal. Balkêştir jî ev e ku di heman demê da M. Kemal jibo Fermandarê Alaya Malatyayê Îlyas Beg ra vê fermanê dide:
”Divê meqamên kurdevînîyê ji kokê ve werin birîn û avêtin, revokên (qaçaxên) xaîn ku bi rîya perên ingiliz kurdan dixapînin da ku li dijî padîşah û esker xelkê fît dikin, yên ku ketine nav wê hewildanê, bi awayeke herî dijwar divê werin cezakirin û ji navê rakirin, jibo wê divê bilez ev ferman ji her derî ra were rêkirin.” (Nutuk III. Cilt, 1919- 1927 Belgeler, Belge no: 68, s. 40, jêdergirtî F. Başkaya, Paradigmanın İflası r. 63)
Divê were zanîn ku M. Kemal, jibo xapandina kurdan çi ji destê wî hatîye kirîye, ketîye nav gelek hewildanan û di van xebatên xwe yên xapandin û cambazîyê da bi dehan giregirên kurd ra nameyan şandîye û piştgirîya wan sitandîye. Wek numûne em dikarin nameya M. Kemal ku ji Şêx Mahmud Berzencî ra, di tarîxa 13-08-1919 an da rêkirîye; di heman demê da ji Şêxê Norşînê ra jî name şandî ye, nîşan bidin. Xîtabên nameyan jî balkêş in û weha ne: ”Ji Hezretî Şêx Mahmud Efendî ra” û ”Ji Hezreti Şêx Ziyaeddin Efendi ra”
Axiftineka M. Kemal li TBMM jî gelek balkêş e. Beşeka axiftina M. Kemal ku di gulana 1920an da li TBMM kirîye, weha ye:
”Ev zewata (civata) ku vê meclisa we teşkîl dike, tenê ne turk e, tenê ne kurd e, tenê ne laz e, tenê ne çerkez e; hemî ji anasirê (pêkhatîyê) Îslamîyê murekkep (pêk tên) in. Ev mecmuayeke (resmeke) samîmî (ji dil) ye. Her weha ev neteweyê ku ne ji unsûrek pêk hatîye, em ewleyî û parastina wê dikin. Her unsûreke îslamî ku ji vê mecmuayê ye, ew birayên me ne û hevwelatîyên me ne ku menfeetên wan muşterek in.” (Nutuk, belge 52)
Eger mirov bala xwe bide van hewildanên M. Kemal; mirov vekirî dibîne ku M. Kemal û hevalên xwe di her hewildanên xwe da dualî tevgerîyane û jibo piştgirîya kurdan werbigrin, timî qertên parastina hukumranîya xelîfetîyê û yekîtîya musulmantîyê dane pêşîya xwe û bi qerta ermenan jî kurdan birine nav sefên xwe. Di alîyê dî da jî hem behsa otonomiya Kurdistanê kirine; lê di heman wextê da wek li Koçgirîyê (Sêwas) hatîye dîtin; berê orduya xwe dane wê derê û li herêmê teda û zulm û qetlîam çêkirine. Dîsa di alîyek da nameyan ji serokên kurdan ra şandine û piştgirîya wan sitandine; lê di alîyê dî da ketine nav hewildanan ku rêxistinên kurdan ji navê bibin.
Tiştên ku M. Kemal di 01-11-1922 an da li TBMM gotine gelek vekirî û girîng e. Di vê nutkê da M. Kemal, behsa hebûna 100 milyon turk dike ku li cîhanê hene û wan li Asyanavîn gelek dewletan damezrandine. Ew behsa qehremanî û mêrxasîya Cengizxan û Hulagû dike ku di tarîxê da bi xwînxwarîyên xwe meşhûr û navdar in. Ew pesnê Hulagû dide ku dema wî Baxdayê fetih kirîye, 800 hezar kes kuştîye. Ew di nutkê da îlan dike ku dewleta hatîye çêkirin, dewleteka turkî ye. Ji ber ku pêdivîya wan êdî bi kurdan û gelên dî nemaye.
Bi van kirin û hewildanên xwe M. Kemal, kesekî zîrek û 24 eyar nejadperest-faşist û canbazek bûye û loma di wê canbazîya xwe da kurdan xapandîye û bi serketîye. Divê em bi awayeke vekirî bidin xuyakirin ku li hemberî wê cambazîyê siyasetvanên kurd bi şiarên osmanitîyê û musulmantîyê hatine xapandin û bûne qurban û koleyên Sistema Ankarayê.
Di 11ê oktobirê (çirîya pêşîn) 1922 an da Konferansa Mudanyayê di navbera Turkîye û Yunanistanê da hatîye îmzakirin ku ew lihevhatin di navbera wan her du dewletan da dawî li şer anîye. Di wê encamê da Îngilistanê jî kontrola xwe ya li Stanbolê, Trakya û Boxazan bi dawî anîye û bê şerkirin ji wan deran vekêşîyaye.
Di 28-10-1922an da Dewletên Îtîlafê bang li TBMM û Hukumeta Osmanî kirin da ku beşdarîya Konferansa Aştîyê ya Lozanê bikin. Li ser wê bangewazîyê TBMM acizîya xwe nîşan da ku çima bangê Hukumeta Stanbolê jî kirine. Loma TBMM ket nav hewildanên cuda. Hukumetê di 31ê oktobirê 1922an da da biryarek sitand û heyeta ku here konferansê nîşan da û wê hewaleyê TBMM kir. TBMM, ewil di 1ê çirîya paşîn da biryarek da ku xilafet û saltanatê ji hev cîyê kirine û dawî li saltanatê anîne. Dewletên rojavayî jî wê biryara turkan bi kêfxweşî pejirandin û wê wek hewildaneke pêşverû qebûl kirin. Bi wê hewildana TBMM. pêşî li beşdarkirina Hukumeta Stanbolê girtin.
Hukumet û TBMM hê berîya konferansê amadekarîya tespîta heyeta ku here Lozanê, ketibûn nav hewildanan. Loma di 26-10-1922 an da di hukumetê da guhartin tê çêkirin û li gora wê, Gelwekîlê (mebûsê) Edirneyê Korgeneral (ferik) İsmet İnönü dikin Wezîrê Derve da ku serokatîya Heyeta Turkîye bike. Ji ber ku heyet hatibû kifşkirin; di roja 3 yê çirîya paşîn da li TBMM navê heyeta ku herin, tek û tek tên xwendin û li ser wan biryar tê sitandin. Li gora wê lîsteyê: İ. İnönü, dibe berpirsê nûnerên Turkîyeyê; gelwekîlê Saruhanê (Manisa) Celal Beg (Bayar) û gelwekîlê Sinopê Dr. Rıza Nur, wek sê delege (nûner) tên hilbijartin digel ku acizîyeke mezin li hemberê R. Nur û Celal Beg hebûye jî. Digel wan 3 nuneran, 4 mebûs û 21 şêwirmendên medyayê (basın danışmanı) wek Yahya Kemal Bayatlı, Ruşen Eşref Ünaydın û çend katib, wek heyeta giştî tê amadekirin. Tişteke balkêş ew e ku dema lîste tê amadekirin; li hemberî hêzên derve, eger İ. İnönü yê Bedlîsî wek kurd neyê qebûlkirin, Zilfo yê Dîyarbekirî (Gelwekîlê Dîyarbekirê Zülfü Tigrel) wek kurdekî dixin wê lîsteyê. Ev Zilfoyê ku di heyeta şêwirmendê da cî girtîye û xulamîyê ji M. Kemal ra kirîye; roja ku dora wî ya axiftinê hatîye, wî xwe wek nexweşekî îlan kirîye û wekaleta xwe daye Îsmetê ker û ew roj ji odeya xwe derneketîye derve.
Piştî ku hukumeta Ankarayê û TBMM biryar sitandin ku saltanatîyê betal kirine; Hukumeta Tevfîk Paşa ya Stanbolê, di 4ê çirîya paşîn da îstîfaya xwe îlan dike û bi wî awayî dawî li Dewleta Osmanîyê tîne û di 17-11-1922 yan da jî Padîşahê Osmanî yê herî dawî Padîşah Vahdettîn jî bi keştîyeke ingilis direve Maltayê. Bi vî awayî Turkîye, li ser navê hukumet û TBMM tenî beşdarîya Konferansa Aştîyê ya Lozanê dike.[1]

כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 2,089
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
פריטים המקושרים: 31
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 01-08-2023 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
מטא-נתונים טכניים
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-08-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا کامەلا ) ב- 16-08-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا کامەلا ) על: 16-08-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 2,089
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.187 2!