כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  585,466
תמונות
  124,228
ספרים
  22,105
קבצים הקשורים
  126,130
וִידֵאוֹ
  2,187
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   סך הכל 
274,453
חיפוש תוכן
Kurdan şerê psîkolojîk şikand
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurdan şerê psîkolojîk şikand
Kurdan şerê psîkolojîk şikand
Kurdan şerê psîkolojîk şikand
Ezîz Koyluoglu
Saleke nû li pêşiya me ye, her kes dixwaze di sala nû de bigihîje armancên xwe. Di sala nû de, ji niha ve xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tune bike. Lê Kurd li hember vê dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîn. Heta ger dewleta Tirk mafê rewa yê Kurdan qebûl bike, Kurd dikarin bi dewleta Tirk re bikevin nava hevkariyê. Lê ev di rewşa niha de pir dûr xuya ye.
Hêzên wekî Rûsya û Amerîkayê jî li gorî berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn dixwazin Kurdan li aliyê xwe bigirin, lê armanca her yekî cuda ye.
Îran dixwaze hebûna xwe ya li herêmê dewam bike û “Hîlala Şîe” ya ava kiriye, biparêze. Ji bo wê jî dixwaze îtîfaqa bi Rûsyayê re daye çêkirin, bidomîne.
Yekitiya Ewropayê ketiye nava qeyraneke cidî û ji hebûna wê ya siyaseta cîhanê lewaz dibe. Hewldana Fransayê jî nikare vê rewşê biguherîne.
Çîn êdî li cîhanê zêdetir xuya dibe û ev yek dê di warê siyasî de jî rewşeke nû bi xwe re bîne.
Nakokî û îtîfaqên li cîhanê êdî wekî berê nabin. Siyaseteke reş û spî nemaye û her kes bi her kesê re di nava têkiliyê de ye. Di rastiyê de êdî hemû paşmayiyên siyaseta dema Şerê Sar ji holê radibin. Tahmulê dewletan ên berê yên dîplomatîk jî wateya xwe wenda dikin. Siyasetek bi demê re xwe tevger dike derdikeve holê.
Navenda vê siyasetê Rojhilata Navîn e û navenda Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Ji bo wê hêzên li ser Kurdistanê siyasetê dikin, êdî wekî berê li gorî qalibên siyasî siyasetê nakin. Ji bo wê jî bi taybet dijberên Kurdan êrîşên xwe yên siyasî dijwartir kirine.
Şerê derûnî yê li ser Kurdan gihîştiye asta xwe ya herî jor. Tu deman wekî niha li dijî Kurdan şerê psîkolojîk nehatibû meşandin. Dijberên Kurdan û hêzên dixwazin Kurd li gorî siyaseta wan tev bigerin, ketine nava siyaseteke qirêjî. Dixwazin Kurd xwe lewaz bibînin an dev ji mafên xwe berdin an jî bi tiştên pir biçûk razî bibin.
Ev siyaset di destpêkê de li ser Kurdan di dema referanduma li başûrê Kurdistanê ya serxwebûnê hate meşandin. Dewletên herêmê xwe kir yek û şerekî derûnî li ser Kurdan da meşandin. Referandumeke wiha çi qas rast bû yan ne rast bû, ew li aliyekî, lê başûrê Kurdistanê bû qurbana şerê psîkolojîk. Ji ber ku zemîneke dagirkeriyê ya dewletên herêmê li ser başûrê Kurdistanê nîn bû. Lê wiha da xuyakirin dê başûrê Kurdistanê dagir bikin. Vî şerê psîkolojîk bandor li rayedarên Başûr jî kir û dev ji mafên xwe yên rewa berdan. Li vir jî serkêşiya şerê psîkolojîk dewleta Tirk a dagirker dikir.
Niha dewleta Tirk a dagirker çawa li dijî başûrê Kurdistanê şerekî psîkolojîk da meşandin, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman tiştî dike. Berê ji bo Kurdan dihate gotin dostên wan nîn in, yek dostê wan heye ew jî çiyayên wan in, ji bo wê jî her bindest in. Di roja me ya îro de dostên tu kesî nîn in. Kî dê kengî dijberiya kê bike, berjewendiyên demê diyar dikin. Ji ber ku ne DYA û ne jî Rûsya dostên tu kesî ne. Ne yên Tirkan, ne Kurdan, ne jî yên gelekî din in. Yên têkiliyan diyar dikin, berjewendiyên wan dewletan in.
Jixwe armana dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerekî psîkolojîk e. Dewleta Tirk dixwaze bi taybet hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ji bo wê jî şerê psîkolojîk bilind kiriye. Ne tenê Kurdan û dostên wan gefan lê dixwe, gefên dewleta Tirk a dagiker li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn in. Di heman demê de li dijî berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê ne jî. Kurd jî ji bo bikarin xwe ji bin vî şerê psîkolojîk xelas bikin, di nava tevgereke cidî de ne. Ji gelek aliyan ve ketine nava têkiliyên dîplomatîk û bi hemû aktoran re di nava diyalogê de ne. Îro hate xuyakirin ku Kurdan, kêm be jî, ev şerê psîkolojîk heta astekê şikandiye. Hevdîtinên bi Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re baş û erênî derbas dibin. Her wiha bi Lîga Erebî re (Camiye El-Erebî) bi armanca Sûriyeke yekgirtî diyalogeke baş heye. Bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re jî diyalog dewam dikin.
Lê ev nayê wateya ku metirsiya li ser herêmê rabûye. Berovajî vê hêj metirsiya li ser herêmê wek roja yekemîn dewam dike. Lê bandora şerê psîkolojîk ku ji Kurdan re digot an teslîm bibin an jî tune bibin, heta astekê hate bêbandorkirin.[1]

כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 2,521
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
פריטים המקושרים: 8
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 01-12-2019 (7 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
פרובנס: Kurdistan
מטא-נתונים טכניים
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 11-06-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا کامەلا ) ב- 12-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا کامەلا ) על: 11-06-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 2,521
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.265 2!