קורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי!
אודות קורדיפדיה
ארכיונאים של קורדיפדיה
 חיפוש
 שלח
 כלים
 שפות
 החשבון שלי
 חיפוש עבור
 מראה
  מצב אפל
 הגדרות ברירת מחדל
 חיפוש
 שלח
 כלים
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
ספרייה
 
שלח
   חיפוש מתקדם
מגע
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 עוד...
 עוד...
 
 מצב אפל
 סרגל החלקה
 גודל גופן


 הגדרות ברירת מחדל
אודות קורדיפדיה
פריט אקראי!
תנאי שימוש
ארכיונאים של קורדיפדיה
המשוב שלך
מועדפים על ידי המשתמשים
מילון קורדיפדיה
השותפים שלנו
כרונולוגיית האירועים
 פעילויות - קורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדיים
 חיפוש קליק
סטטיסטיקות
מאמרים
  600,759
תמונות
  126,586
ספרים
  22,389
קבצים קשורים
  132,958
וידאו
  2,209
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,482
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,766
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,157
عربي - Arabic 
46,850
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,894
فارسی - Farsi 
17,491
English - English 
8,630
Türkçe - Turkish 
3,891
Deutsch - German 
2,068
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
368
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
6
מקומות 
3
מפלגות וארגונים 
3
שונות 
2
ספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר
MP3 
2,753
PDF 
35,242
MP4 
4,322
IMG 
241,559
∑   סך הכל 
283,876
חיפוש תוכן
”Bûyera 33 gule” û qetlîama Özalpê (Temûz 1943)
קבוצה: מאמרים
שפת המאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
קורדיפדיה הפכה את המידע לקל כל כך! יותר מחצי מיליון תקליטים בכיס שלך בזכות הטלפונים הניידים שלך!
שתף
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
ממוצע
גרוע
רע
הוסיפו למועדפים עליי
כתבו את התגובה שלכם על הפריט הזה!
היסטוריית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל תמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל פריט נבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
”Bûyera 33 gule” û qetlîama Özalpê (Temûz 1943)
”Bûyera 33 gule” û qetlîama Özalpê (Temûz 1943)
”Bûyera 33 gule” û qetlîama Özalpê (Temûz 1943)
Siddik BOZARSLAN

”Bûyera 33 gule” û qetlîama Özalpê (Temûz 1943)
Di havîna (temûza) 1943 yan da li herêma Özalpê ku girêdayê Wanê ye, ji gundek 40 kes dibin qereqola cendirme. Ji van gundîyan 33 kes dibin ser sînor û wan didin ber gulleyan û dikujin. Cîyê bûyer lê diqewime, li ser sînorê herêma bakur û rojhilatê Kurdistanê ye. Ferman ji alîyê Orgeneral Mustafa Muğlalı ve hatîye dayîn. Yên fermanê bi cî dikin û înfaza kuştinê tînin şûnê; Teğmenên Siwarî Necdet Bilgez û Bilal Bati bûne. Jibo zelalkirina çîroka wê bûyerê, haydarîyên Yüzbaşı Dr. Reşit Ersezer girîng û balkêş in ku wê demê ew li Özalpê doktorê eskerîyê bûye. Bi kurtayî haydarîyên ku ketine celseya meclisê (TBMM) weha ne:
Li herêma Özalpê çend eşîret hene. Gundê Arapşorikê tam li ser hudud e. Di başurê wî gundî da Gundê Milanengiz heye. Li van gundan xelkê eşîra Milan dijîn. Hin ji vê eşîrê jî li ser erdê Îranê dijîn. Li herêma başurê van gundan jî Eşîra Mamikan dijî. Reîsê Eşîra Milan Mehmed Misto (Mustafa) ye û yê Eşîra Mamikan jî Mehmed Hudî ye. Mehmed Misto, dostê Tirk e û ajanê istixbarata me ya millî ye. Lê Eşîra Mamikan, ne dost e. Çûn û hatina Îranê di newala Kotorê da pêk tê ku 23 km dûrê Özalpê ye. Li girê wî gelîyî, qereqola me ya (Heretlî) eskerî heye. Navbera qereqolên me yên hudud 23-25 km ye. Di hemî qereqolên me da esker hene û hin ji wan timî digerin û loma çûn û hatinên Îranê, di bin kontrola me da ne.
Di 1943 yan da li herêmên Rojhilat, kêmpeydabûna hin tiştan hebûye ku ev jî bûye semedê bazirganîya bi qaçaxî. Mîsal, li alîyê me çay û gaz tune ye û li alîyê Îranê jî problema derman û şekir heye. Li alîyê Îranê, goşt jî bûha ye. JI alîyê me şekir û derman dibin alîyê dî û ji wir jî wek teqeskirinê çay û gazê tênin vî alî. Eger ji gaza Îranê nebe, daireyên me yên dewletê jî di nav tarîtîyê da dimînin. Ji alîyê me pez û mîh jî dibin alîyê dî. Xespkirina heywanan, pir kêm (istisna) çêdibe. Heta di nav xelkê da tê gotin ku di birina heywanan da her serê mîhekê, lîrayek bertîl didin. Wekî dî her tişt normal dimeşe. Ev hemî bazirganî ji alîyê gundîyên her du alîyan ve pêk tên. Carna jî xwedîyê pezan, pezên xwe difroşin û bi welweleyekê tên alîyê me û gilî dikin da ku hin dizan pezên wan dizîne. Van gilînameyan ji alîyê meqamên resmî ve tên girtin û van gilînameyan heta meqamên jor diçin û dikevin destê General Muğlali jî.
Wek tedbîr, fermanek ji Wezareta Hundur hatibû. Li gora wê fermanê jibo çêrandina mîh û pezan 10 km durî sînor divê ew pêk were. Lê kerîyên Mehmed Misto heta ser sînor, hatine çêrandin. Ji ber ku mêrgên herî baş jibo çêrandinê, li ser sînor hebûn. Lê qeymeqamê Özalpê Hilmi Tuncel, ji M. Misto hez nedikir. Rojek bi pilana qeymeqam, pez û mîhên M. Misto tên revandin. Parek jê di nav xelkê da parve dikin û pareke dî dibe malê eskeran. Li ser wê bûyerê M. Misto gilînameyek dide berpirsîyaran û dibêje ku `ew dostê Tirk e, ajanê dewletê ye, lê çima vê ecêba anîne serê wî` û dawa paşvedayîna pez û mîyên xwe dike. M. Misto du car name dinivîse û şikayeta Eşîra Mamikan dike ku wan amadekarîya revandina pez û mîhan kirine, pêwist e dewlet tedbîran bistîne. Lê dewletê tu tedbîr nesiten.
Rojek ji roja yekşemê bû, gilînameyek giha me ku li deşta Şerefxanê pez dizîne. Qeymeqam ji min ra got: `ku divê çend zilamên M. Misto bînin qereqolê, paşê lê dawa bikin ku pezên ku wan dizîne, bila paşta vegerînin; eger ew şertê me pêk neyne, em dê zilamên wî ceza bikin û ji wê dûr bixin.` Dr. pilana qeymeqam qebûl nake û dibêje ku `eger M. Misto wê dizîyê bikira, dê ew du caran ji we ra name rênekira. Loma eger em zilamên wî bigrin, ew jî neheqî ye.` Lê qeymeqam di pilana xwe da înad kir. Rojtira dî dema Dr. dihere Wanê, qeymeqam nameyek pê ra rêdike jibo walî (Walîyê Wanê Hamit Onat). Dr. dema nameyê dide walî, walî nameyê dixwîne ku tê da qeymeqam pilana xwe nivîsîye.
Dr. ji walî ra jî dibêje ku qeymeqam şaşîyê dike, lê walî piştgirîya qeymeqam dike û li nik Dr. telefonî qeymeqam dike û pilana qeymeqam dipejirîne. Dema Dr. dizivire Özalpê, ew pê dihese ku 40 kes hatine girtin. Ji wan 40 kesan 5 jê esker bûne û 2yê wan hatine iznê û 3 kes jî jibo nexwşîyê hatine malên xwe. Hemî jî xismên M. Misto bûne. Du roj piştî girtina wan kesan general Muğlalı tê herêmê. Jinên gundîyan li derdora Muğlalı dicivin û daxwaznameyên xwe didin wî da ku ew gundîyên girtî werin berdanê. Bi vî awayî Muğlalı bi bûyera girtîyan dihese û li Gazinoya eskerîyê wê şolê dipirse. Di wî derbarî da walî, haydarîyan dide Muğlalı. Wali dibêje ku wan kesan alîkarîya dizîya pez kirine û ew dê derkevin huzûra dadgehê, yên sucdar dê werin cezakirin. Li ser wê haydarîya wali, Muğlalı dibêje ku hewcedari bi dadgehkirinê tune ye, divê ew hemî werin kuştin da ku ji hemîyan ra bibe dersa îbretgirtinê.
Li ser wê fermana Muğlalı, qeymeqam û wali di nav xwe da nirxandinek dikin; ji ber ku wan wê fermana Muğlalı qet hêvî nedikirin ku mesele were wê radeyê. Dema Wali ji Özalpê dihere Wanê; ji qeymeqam ra dibêje ku bila gundî di destên wan da bimînin heta ku ew careka dî li Wanê digel Muğlalı biaxife û biryara dawîyê dê jê ra rêke, loma divê qeymeqam li benda wî bisekine.
Wali dema dizivire Wanê, telefonî Mufettişê Umumi Avni Doğan dike û jê rica dike ku bi lez were wanê. Li ser wê daxwazê, Avni Doğan ji Dîyarbekrê dihere Wanê û haydarîyên hewildanê ji walî digre. Muğlalı, berîya ku bi A. Doğan ra biaxife, ew bi rîya telefonê bi Ankarê ra têkilî datîne. Muğlalı ji A. Doğan ra dibêje ku, divê ew têkelî vî karî nebe, wî ferman ji cîyê bilind girtîye û eger pêwist be ew dê A. Doğan jî bikuje. Muğlalı, wê tehdîda xwe bi qêrînek ji A. Doğan ra dibêje û dizivire ser walî û Fermandarê Tumenê Tümgeneral Rasim Saltuk; ferman bikin ku wan girtîyan bila ji emnîyetê teslimê esker bikin û esker wan bibin tabura eskerîyê. Wali, fermana Muğlalı bi telefonê ji qeymeqam ra dibêje. Ji ber ku qeymeqam gundîyan rêkirîye malên wan, ew neçar dimîne ku careke dî wan kom bike û teslîmê eskerîyê bike.
Ev car gundîyên ku tên komkirin û wan tînin baregeha eskerîyê, 33 kes (yek ji wan xortekî 13-14 salî bûye) in ku di nav wan da 3 eskerên nexweş jî hebûne ku ew ji ber nexweşîyê bi destûr hatibûn malên xwe. Jibo kuştina van 33 kesan, fermandarê tabûrê, fermana kuştinê dide Vahdi Yüzbaşı ku ew fermandarê boluka 7emîn bûye. Lê yüzbaşı Vahdî, ji fermandarê xwe fermana nivîskî jibo kuştinê dixwaze; lê fermandarê binbaşî dibêje ku ew nikare tişteke weha bide pê û nîşan bide. Di şûna wî da du kes nîşan dikin ku ew dikarin wê fermanê infaz bikin, ji ber ku ew qanûnên eskerîyê baş nizanin. Ev her du kes, li boluka suwarîyê Asteğmenên muwaqet Bilal Bali û Durmuş Özbek in û ew dizanin ku fermana kuştinê ji Muğlalı hatîye û bêqeyd û şert wê fermanê tînin cî û li cîyê nîşankirî 33 gundîyan gullebaran dikin.
Yek ji wan, bi birîndarî xwe di bin cesedên hevalên xwe da vedişêre û ji kuştinê difilite. Ev birîndar, di erdê da kaşkaşkî xwe davêje wî ceberê hudud û digihîje M. Misto û bûyera ku di serê wan da qewimîye, ji serî heta dawîyê dibêje û bi vî awayî ev bûyera hovîtîyê eşkera dibe.
Piştî ku ev bûyera jenosidê derdikeve ronayîyê; M. Misto û birayê wî birîndarî dikevin nav hewildanên gilîkirinê. Ew ji serokê dewletê ra, ji serokwezîr ra û ji serokê meclisê ra daxwaznameyên gilîyê şandine û xwestine ku sucdarên vê hovîtîyê kifş bibin û ceza werbigrin. Lê ew tu bersivek nastînin heta ku Gelwekilên Partiya Demokrat diçin meclisê (TBMM). Van gelwekilan, di 1951ê da li meclisê dest bi lêgerînê dikin.
Bi vî awayî dosya bûyera wê qetlîamê ku cara ewil di 1948an da li meclisê vebûbû û hatibû girtin, ji nû ve tê vekirin û lêpirsîn tê kirin. Fermana wê kuştinê ango bi awayê rasteqîn wê jenosidê Orgeneral Mustafa Muğlalı daye û du zapitên herêmê wê bi cîanîne bê ku dawa qanûnî li wan gundîyan were vekirin. Lê pir balkêş e ku di vê bûyera hovîtîyê da Muğlalı jî ferman ji Ankarê girtîye û di pîleya herî bilind da xwedîyê wê fermanê jî İ. İnönü ye. Lê jibo İ. İnönü tiştek nayê kirin û tenê M. Muğlalı wek sucdarê bûyerê tê qebûlkirin û cezakirin.
Li ser vê qetlîamê, şaîrê me yê Dîyarbekrî yê navdar Ahmet Arif bi navê ”33 gulle” helbestek dinivîse. Ev helbest bi tirkî ye û li seranserê Tirkîye û li Bakurê Kurdistanê hew qas tê ecibandin ku ji alîyê gelek kesan ve hatîye ezberkirin û ji nivîsîna vê helbestê virve ev bûyera hovîtîyê bi navê ”33 gulle” tê binavkirin û naskirin.[1]

קורדיפדיה אינה אחראית לתוכן הפריט הזה. הקלטנו את זה למטרות ארכיוניות.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחצו על האייקון כדי לפתוח את הפריט בשפה המקורית!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זה נצפה 2,247 פעמים
כתבו את התגובה שלכם על הפריט הזה!
האשטאג
מקורות
[1] אתר אינטרנט | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 02-06-2023
פריטים מקושרים: 2
קבוצה: מאמרים
שפת המאמרים: Kurmancî
תאריך פרסום: 01-08-2021 (5 שנה)
מדינה - מחוז: צפון כורדיסטן
סוג מסמך: שפה מקורית
סוג פרסום: נולד-דיגיטלי
ערים: וואן
קטגוריית תוכן: מאמרים וראיונות
קטגוריית תוכן: אל-אנפאל וחלבג'ה
מטא-דאטה טכנית
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆئـ.ح.) על 02-06-2023
מאמר זה נבדק ופורסם על ידי ( سارا کامەلاس.ک.) על 03-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا کامەلاس.ک.) ב: 03-06-2023
כותרת
הפריט הזה לפי ה-סטנדרטים של קורדיפדיה עדיין לא סופי!
פריט זה נצפה 2,247 פעמים
QR Code
עוד
  

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.5
| מגע | CSS3 | HTML5

| זמן יצירת הדפים: 1.578 שניות(ות)!
בבקשה חכה