כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  585,485
תמונות
  124,229
ספרים
  22,106
קבצים הקשורים
  126,130
וִידֵאוֹ
  2,187
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   סך הכל 
274,453
חיפוש תוכן
Nûda Arîn - Zozan Ocal
קבוצה: חללי
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nûda Arîn
Nûda Arîn
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nûda Arîn
Nav paşnav: Zozan Ocal
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şîrîn-Seyvan
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2023 / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Nûda li navçeya Şax a Wanê ku yek ji navendên me yên berxwedanê ye ji dayik bû. Hevrêya me Nûda bi çanda berxwedanê ya Wanê ku veguherî bajarê serhildanê û bi desteka bêsînor a ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin bûye û şansê di temenê biçûk de rêxistina me naskirin bi dest xist. Tevlîbûna gelek kesên ji malbat û derdora hevrêya me ku ji eşîra Ertûşî ya welatparêz e di têkoşîna gelê me ya rûmet û azadiyê de, xwesteka hevrêya me ya naskirina felsefeya PKK’ê û Rêber Apo ya partiya me zêde kiriye. Rastiya ku di nava malbateke kedkar de mezin bû, kir ku taybetmendiyên kedkariyê yên hevrêyê me derkeve pêş. Lêgerîna hevrêya me ya ku dît jina ku pêşengiya şoreşa herî mezin û bi bandor a mirovahiyê kiriye, di civakê de hatiye paşguhkirin û vîna wê hatiye şikandin zêdetir bûye û ev lêgerîn hevrêya me Nûda bi partiya me PKK'ê re gihandiye hev. Hevrêya me Nûda ku bawer dike weke jineke Kurd a bi rûmet wê xeyalên azadiyê yên gelê me bi têkoşîneke hê xurtir û dijwar pêk bîne, di sala 2012'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêya me ku kûrbûn di felsefeya Rêber Apo û Îdeolojiya Azadiya Jinê de dixe navenda jiyana xwe ya şoreşgerî, bi kelecanek mezin xwe daye hînbûnê û di demeke kurt de pêşketinek mezin pêk aniye. Piştî perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê li qada Metîna dît, tiştên ku hîn bû bi lez û bez xist pratîkê. Hevrêya me ku di serî de li Metîna, Heftanîn û Qendîlê di gelek qadan de tevlî pratîkê bûye, bûye gerîlayeke YJA Starê ya xwedî ezmûn û pêşeng. Hevrêya me Nûda ku bi hevrêyên xwe re li dijî êrîşên nemirovane yên çeteyên DAÎŞ’ê derbasî herêmên Mexmûr û Kerkûkê bûne û li dijî qirkirinê têkoşînek bi bandor da meşandin. Gelê me ji êrîşên qirkirinê rizgar kir û li gel hevrêyên xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê ku gelekî jê hez dikir. Hevrê Nûda ku bi pratîkên tevlî bûye û bi perwerdeya ku dîtiye veguheriye gerîlayeke pispor, bi taybetmendiyên xwe yên pratîk, kedkar û fedakar karîbû hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc bike. Hevrêyê me ku her demê xwe bi pêş dixe, di her fersendê de hezkirina xwe ya xurt a hevrêtiyê nîşan daye û li gel temenê xwe yê ciwan jî bûye xwedî kesayeteke gihîştî. Weke milîtaneke leheng a xeta PKK û PAJK'ê hevrêya me ku her tim li qadên herî zehmet cih girt û li ser bingeha xizmetê ji têkoşîna şoreşgerî re kir, di meşandina gerîlatiyê de li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Botanê her tim israr kir.
Hevrêya me Nûda ku di vê çarçoveyê de xwe perwerde kir û xwe bi hêz kir, di sala 2019’an de derbasî herêma Botan a Bakurê Kurdistanê ya ku hesreta wê bû, bû. Hevrêya me Nûda ya ku li qada ku xeyal dikir bû xwedî şansê gerîlatiyê, bi vê moral û enerjiyê çû Botanê û li dijî dagirkeran berxwedaneke bi bandor nîşan da. Hevrêya me ya ku di gelek çalakiyan de cihê xwe di refên herî pêş de girt, di cih û kêliya hesas de derbên giran li dagirkeran xist û bi hevrêyên xwe yên Botanê re taktîkên gerîla yên serdema nû bi kar anî. Hevrêya me Nûda ku zêdetirî deh sal in li ser xeta fedaîbûnê ya şehîd Delal Amed û Azê Malazgîr li çiyayên Kurdistanê xebata gerîla dimeşîne, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bo xeyalên gelê me yê azadiyê pêk bîne, bênavber xebitî û li eniyên pêş şer kiriye. Hevrêya me Nûda ku bi ezmûna ku li qadên şer bi dest xistiye di bin her şert û mercî de hevrêyên xwe bi rê ve dibe, weke fermandara pêşeng a YJA Starê hemû erkên xwe bi serkeftinên bilind bi cih aniye. Di demeke kin de di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bû milîtanekî jêhatî; Hevrêya me Nûda ku girêdana wê ya bênavber bi Rêber Apo, şehîdên me û Partiya me re heye, bi meşa di xeta fedaiyan de li dijî dagirkeran heta guleya dawî şer kir, gihişt şehadetê û fermana serketinê da hevrêyên me yên mayî.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,228
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
פריטים המקושרים: 2
קבוצה: חללי
שפת מאמרים: Kurmancî
יום המרטיר: 23-01-2023
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: צפון כורדיסטן
No specified T3 82: Van
No specified T3 85: צפון כורדיסטן
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: צבאי
מין: נקבה
מטא-נתונים טכניים
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 05-02-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 05-02-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 05-02-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,228
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.703 2!