כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
אודות
ארכיונאים של כורדיפדיה
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
 לחפש
 הוֹפָעָה
  מצב כהה
 הגדרות ברירת המחדל
 לחפש
 לשלוח
 כלי עבודה
 שפות
 החשבון שלי
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
הספרייה
 
לשלוח
   חיפוש מתקדם
ליצור קשר עם
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 עוד...
 עוד...
 
 מצב כהה
 סרגל שקופיות
 גודל הגופן


 הגדרות ברירת המחדל
אודות
פריט אקראי!
תנאי השימוש
ארכיונאים של כורדיפדיה
המשוב שלך
אוספי משתמש
כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
עזרה
 עוד
 שמות כורדים
 לחץ על חיפוש
סטטיסטיקה
מאמרים
  585,206
תמונות
  124,176
ספרים
  22,100
קבצים הקשורים
  126,067
וִידֵאוֹ
  2,193
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
ביוגרפיה 
5
מקומות 
1
מפלגות וארגונים 
3
שונים 
2
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מאגר הקבצים
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   סך הכל 
274,249
חיפוש תוכן
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye -4
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye -4
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye -4
Ji Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Jineolojiyê ya Herêma Cizîrê, Nûr Hawil der barê lêkolînên ku dikin de got: Armanca me ji vekirina navenda lêkolînên Jineolojiyê ew e ku em rewşa jinan şîrove bikin û pirsgirêka civaka xwe çareser bikin.
#Qamişlo# – Navenda Lêkolîn û perwerdeya Jineolojî di 14’ê Îlana 2017’an de xwe bi rêxistin dike. Ev baskê Jineolojî pirsgirêkên ku civak dijîn lêkolîn dike û çareseriyan peyda dike. Her wiha Jineolojî di lêkolînên xwe de şîroveyan bingeh digre. Navenda Lêkolîn û perwerdeya Jineolojiyê her du zayendan bi dest digre wiha dadikeve şaxên civakê. Jineolojî lêkolîna xwe bi rengê jinan bi dest digre. Her wiha ne yekalî, di hemû aliyan de şîroveyan bi pêş dixe û civaka xwe dinase. Jineolojî dîroka jinan bi ronahî û têgînên rast nûjen dike û ronakbîriya jinan zindî dike. Der barê beşa lêkolînê ya Jineolojiyê de Endama Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Jineolojiyê Nûr Hawil nêrîna xwe parve kir.
“Lêkolîna Jineolojiyê bi rengê jinan tê kirin”
Nûr kar û xebatên lêkolînê yên Jineolojiyê wiha nirxand: “Navenda Lêkolînê ya Jineolojî, weke zanist di nava civakê de tê nasîn. Tişta ji bo me herî girîng ew e ku em rengê vê navendê û şêwazên civakî bi civaka xwe bidin naskirin. Gava yekemîn ku Jineolojî di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de avêt, naskirina nakokiyên di nava civakê de û hişyarkirina civakê li ser wê şêwazê bû. Dema saziya me xwe bi rêxistin kir di gava ewil de pirsgirêka ku civak dijîn wê nas kir. Her wiha danasîna Jineolojiyê di nava civakê de kir. Piştî wê navendên xwe li hemû bajaran ava kir û ji wan yek jî li Kantona Qamişloyê bû. Me di 14’ê Îlona 2017’an de navenda lêkolîn û perwerdeya Jineolojî li bajarê Dêrîkê ava kir. Niha navenda me xwe ava kir û bi taybetî rewşa civakê di vê navendê de dinirxîne. Her wiha şêwaz û rengê jinê di vê navendê de dinirxîne. Me di gava destpêkê de bi 5 kesan Navenda Lêkolîn û Pewerdeya Jinelojiyê vekir. Navenda me bi rengên cuda hat nasîn, bi taybetî rêbazên lêkolînê bi rengê jinan dike. Armanca me bi vekirina vê navendê ew e ku rewşa jinan şîrove bikin. Her wiha pirsgirêka civaka xwe çareser bikin. Bi demê re navendên lêkolînê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin vekirin.”
“Çareseriyan bi rengê jinan peyda dikin”
Nûr mijarên sereke yên ku lêkolîn dikin wiha rave kir: “Ger em lêkolînek bingehîn çêbikin di destpêkê de divê em êşa civaka xwe binasin. Jineolojî bi lêkolîna xwe dixwaze destên xwe deyne ser birîna civakê. Jineolojî her du zayendan şîrove dike û wiha lêkolîna xwe kûr dike. Ger mirov bixwaze pirsgirêka tevahî cîhanê şîrove bike divê di destpêkê de civaka xwe nas bike û pirsgirêkên ku dijîn tesbît bike. Niha lêkolînên ku em dikin naskirina rewşa jinan e, di nav de rewşa mêr û zarokan heye. Her wiha em weke Jineolojî lêkolînên ku ji derve ve tên kirin hem rexne dikin û hem jî nêrîn didin. Lê Jineolojî bi xwe jî lêkolîna xwe di nava civakê de dikin û çareseriyan bi rengê jinan peyda dikin. Erka me weke navenda lêkolînê ya Jineolojî di destpêkê de naskirina êşa civakê ye.”
“Lêkolîna Jineolojî naskirina heqîqetê ye”
Nûr ferq û cudahiya ku modernîte û Jineolojî lêkolîn dike wiha parve dike: “Her lêkolînerek bi armanca naskirina pirsgirêkan radibe lê naskirina pirsgirêkan ji bo her lêkolînerê cuda ye. Ferqa Jineolojî ji ya modernîteyê ew e ku xwe dixe cihê civakê û wiha lêkolîna xwe bi rengê jinan çêdike. Jin pênc hezar sal e hatine kolekirin û dengê jinan hatiye tewisandin, loma civak jî dema dibîne lêkolînên me bi rengê jinan in ew jî matmayî dimînin. Rêbaz û lêkolînên jineolojî ew e ku bi fikrên aram û azad li mijaran mêze dike û çareser dike. Jineolojî ji derveyû bandora desthiltadariyê û ezezîtiyê li mijaran mêze dike. Her wiha mijaran li ser bingeha çareseriyê bi dest digre. Kesên ku di beşa lêkolînê ya Jineolojî de cihê xwe digrin taybetmendiya ku ne ji bo xwe, ji bo civakê û pêşeroja civakê kar dikin, divê di hundirê wan de hebe. Lêkolînên ku em dikin, dibe ku di kêliya niha de bandora xwe neke lê piştî çend salan bandora xwe dike. Ev bandor jî divê bibe bandor ji tiştên baş re. Cudahiya lêkolînên ku Jineolojî ava dike, naskirina heqîqeta tiştan e, lewma wiha ferq û cudahiya Jineolojî ji ya kapîtalîzmê derdikeve holê. Her wiha Jineolojî hezkirina di navbera civakê û jinan de esas digre.”
“Jineolojî gava destpêkê di warê dîroka jinê de davêje”
Nûr rastiya jinan a ku di tarîtiyê de hatiye hiştin û ber bi ronîbûnê ve birine wiha anî ziman: “Ger em vegerin ser dîroka jinan em ê bibînin ku heta niha di nava tewisandin û tarîtiyê de hatiye hiştin. Jin bi berxwedaniya xwe tên nasîn û bi gelek êşan re rû bi rû hatine hiştin. Naskirina dîroka her jinê di nava tarîtî ango di nava girêdanbûna desthiltdariyê de hatiye naskirin. Jineolojî loma têgehên ku jinan şîrove dike bi dest digre. Li gorî her têgehê jin cuda hatiye nasîn. Dîroka jinan jî di nava têgehan de hatiye windakirin. Ji ber ku desthilatdaran her têgehek jinan di nava xwe de bi kar anîne û tewisandine loma gelek nakokî hatine jiyîn. Ji lewre divê em têgehên li ser jinan hatine gotin û bi kar hatine şîrove bikin. Gelek jinên berxwedêr ên ji demên kevin de tên nasîn hene lê desthilatdaran navê nebaş ên mîna pîrhebok û jinên nexêrxaz li wan kirine. Lewma jineolojî di destpêkê de gavên xwe li ser dîroka jinan davêje. Paşê kesayetên jin ên têkoşer lêkolîn dike û ji ku derê hatine hîn dibe. Dawiya dîroka jinan nîn e û wekî ava kûr e. Jineolojî gavên xwe li gorî dîroka jin, ronakbîrên jin, feylesofên jin û kesên ku tên naskirin weke xwedawendan davêje. Li gorî serdeman jin çiqas rola xwe lîstiye em li dîroka wan digerin. Ger em bala xwe bidin em bi rengekî lêkolîn nakin, bi rengekî ku jineolojî çiqas di nav de kûr dibe, kesên ku di wan serdeman de meşiyane û haya me ji wan nîn e em kûr nêz dibin.”
“Jineolojî gavên xwe yên ber bi edaleta civakî ve davêje”
Nûr bêedaletiya ku di navbera her du zayendan de tê jiyîn wiha nirxand: “Em bêjin edaleta civakê û em vegerin roja îro em dibînin ku gotina edaletê jî şaş hatiye fêmkirin. Yek ji armanca Jineolojiyê ew e ku edaletê di nava her du zayendan de bide naskirin. Jineolojî dema gav davêje di destpêkê de rewşa jin û mêran di nava civakê de nas dike. Her wiha nakokiyên ku her du zayend dijîn derdixe holê. Dema em jinekî dibînin wê hişyar dikin û em dibêjin ew ne heqîqeta te ye, wê demê nû dikeve rastiya hebûna xwe ku ew ne ew e, di heman demê de ji bo mêran jî derbasdar e. Di rastiya Jineolojiyê de naskirina her du zayendan esas e, dema ku mirov her du zayendan nas bike, bi xwezayî civakê jî dinase. Loma dema Jineolojî li her mijarî mêze dike hem aliyê erênî, hem aliyê neyînî bi dest digre. Jineolojî gavên xwe yên ber bi edaleta civakî ve davêje.”
“Jineolojî civakê lêkolîn û şîrove dike”
Nûr herî dawî mijarên ku lêkolîn kirine û heta niha lêkolîn dikin parve kir: “Jineolojî di aliyê lêkolînê de encam girtiye. Lêkolînên ku em dikin her mijarên cur bi cur bi dest digrin. Ger mirov bixwaze dest bi lêkolînên kûr bike divê ji civaka xwe dest pê bike û êş, azar, kêfxweşî û birîna wan binase. Niha xala ku em li ser disekinin di dema şewba koronayê de di nava malbatê de rewşa jinan bû. Di dema koronayê de mêran gelek zordarî li dijî jinê pêk anîn. Jineolojî jî weke erka xwe dît ku di dema şewba koronayê de rewşa malbatê di nav de rewşa jinan lêkolîn bike. Me di wê rewşê de tundiya ku li dijî jinan pêk hatiye şîrove kir. Her wiha Jineolojî der barê lêkolînê de bi mala jinê, Rêxistina Kongreya Star re jî di nava dan û standinê de ye. Ji derveyî wê mijarê jî di nava civakê de çi tişt derbas bibe, jineolojî wê lêkolîn û şîrove dike. Di lêkolînan de dema tu êşa civaka xwe nas bikî, tu dikarî dîroka wan jî binasî. Di nava civakê de tişta herî biçûk jî Jineolojî lêkolîn dike, ji bo naskirina rewşa heyî, jin û civakê. Niha jî tişta ku em dest bi lêkolîna wê bikin, ‘têkiliya veşartî di navbera hevjînan de’ ye, em ê sedem û çareseriyan der barê vê mijarê de bibînin. Em bi lêkolînên xwe êşa civakê nas dikin loma em weke jineolojî ji xwe re erk dibînin ku tiştên civakê hemû bi ziravî lêkolîn û çareser bikin.”[1]

כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 3,219
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
האש-תג
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
פריטים המקושרים: 11
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 17-10-2022 (4 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
ספר: נשים
מטא-נתונים טכניים
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( سارا کامەلا ) על 07-10-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 07-10-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 07-10-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 3,219
QR Code
  פריט חדש
  פריט אקראי! 
   
  
  פרסום 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.156 2!